#Ziman# berhemê herî giranbuha di wijdanê mirovan de ye, ji bilî ku ew berhevkirin û kombûna nirxê dîrokî ye, ew şiyana geşepêdanê ye, di qûnaxên geşepêdana xwezayî de ji bo civakên mirovahîyê ku dirûvên xwe di dema nuha de wergirtî ye, saxlet û taybetîyên ku her zimanî ji hev cuda dike helgirtî ye, li gorî geşepêdana xwezayî ji vî alî de ziman digehîje ezî û kesayetîya mirov bi xwe, anku naveroka wê ya ciwankarîyê ye, bi ziman mirov dikare veşartîyên derûnî derbirîne, lê ji alîyekî din ve ziman ji giringtirîn afirandinên mirovahîyê ye, ji ber ku dikarî bû amrazekê ji bo danûstandinê û têgehîştinê peyda bike.
Zimanekî ku bi reh û rêşîkên xwe ve digehîje zimanên kevnar yan jî yên cîhanî mîna zimanê Hindo – Ewropî ev ziman ku ciwantirîn çîrok û avsanîyên pir şakar di wêje û pendyarîyê de pêşkêş kir û li ber hêrîşberên hovane xwe ragirt mîna ragirtina çiyayên me û ji ber ku ziman şahdamara nirxên çanda Kurdî ye û zimanê ku pê pend û pendyarî bi hêsanî jiberkirî ye, lewma hemû pelamarên qirkirin û jinavbirina netewî yên rûdan nikarîbûn me neçar bikin ku em dev ji zimanê dê berdin û bi zimanên mîna Tirkî, Erebî û Farisî biguhêrin tevî ku wan zimanan gelek pêdivîyên xwe ji Kurdî wergirtîne. Îroj em hemû şahnazî ne ku paşeroj dê were û ev zimanê qedexe fersend û henasa xwe bistîne û dê cihê xwe yê xwezayî jî bistîne.
Di #zimanê Kurdî# de binemayên Ergatîvê.
Zimanzan di nava van salên dawî de zarawayekî nû peydakirine, ew jî zarawa Ergatîvê ye û xwestin ku zimanên li cîhanê careke din ji hevûdin veqetînin, vê carê li ser binaxa ergatîvê zimanan ji hev cuda dikin, anku vê carê li ser zimanên ergatîv û zimanên ne ergatîv dixebitin, li gora binemayên wan yên rêzimanî (Giramatîk), li gora tewanga wan, bi gotineke din li gora Kirarê (Subject) hevokê, ku di hevokê de heye yan na.
Zimanê Kurdî jî yek ji wan zimanên ergatîv e, ku binemayên ergatîvê tê de pir zîndî ne, li gora lêkolînên Johanna Nichols a bi navê (Linguistic Diversity in Space and Time) de, hejimara zimanên ergatîv 175in, bi texmînî dibêje. Hindek ji wan zimanên ergatîv ku di cîhanê de hene, ev in: Zimanên Hindo – Îranî yên kevn ku ev roj mirine, zimanên Kafkasî, zimanên Eskîmoyî, zimanên çermsorên Emerîka Navîn, çermsorên Emerîka û Kanadayê, zimanên xelkê Austuralyayê – Aborgin, hined zimanên Gîneya Nû, û zimanê Baskî.
Gelo zimanê Kurdî ergatîv e, yan na?
Nîşana yekemîn: Çawa ku mirov di destpêkê de li ser her du lingan radiweste, ji bo berevanîya xwe bike û ji bo pêdivîyên xwe yên rojane dabîn bike, pêwîst e, di xwezayî de têkoşerekî zîrek û wêrek be, bi vî awayî, di rewşên cûrbecûr de, mînanî ceng û şahîyan, di kawdanên tirs û zehmetîyan de, mirov bê vêtina xwe hindek dengên hêsan, hindek dengên lawiran derxistî ye û bi demê re pêşkevtî ye, bûne dengên girêk. Ji gewrîya mirov deng derkevtine û bi maweyên dûr û dirêj domkirî ye. Paşê deng bi kîteyan li pey hev ji devê mirov derçû ye, ev kîte jî bi pêşkevtina mirov bi demê re bûne bêje, ji ber daxwazîyên civakî, pêdivîyên vegotinê û ji ber mercên pir giran ku mirov tê de dijîyan, gelek pêwîstî bi bêjeyan çê dibû. Nuha rewşa zimanê Kurdî û têkilîya wî bi xwezayî re em karin van nimûneyan bidin xwendevanan: Peyvên ku yekser ji xwezayî hatîne wergirtin mîna gumegum, xişexiş, zirezir, xuşexuş, şîqeşîq, zîqezîq, marmar, barbar, carcar, xirexir, şireşir, firefir, …. Hwd
Nîşana duwemîn: Di zimanê Kurdî de hejmara bêjeyên razber (Abistirak) (المجرد أو المعنوي) kêm in, ev jî ji nîşanên zimanê ergatîv e, Lewra mirov di vegotina hindek mijaran de zehmetîyê dikişîne, ji ber vê sedemê jî nuha di zimanê nivîsê de gelek bêjeyên nû tên afirandin ku gel watayên wan nizane. Bi pêşkevtina civakê re hejmara bêjeyan pir bûye, ji bo ku mirov karîbe derd û kul, hest, hêrs û daxwazîyên xwe derbirîne, ta nuha jî hîn kêm in, li vir ziman bersiva xwe dide, dibêje: Min bi zanebûn bêjeyên xwe afirandin hem bi hevedûdanîyê û dariştinê û hem bi arîkarîya xurdekîtan çi pêşgir bin yan jî paşgir bin, ew e, ku zimanê Kurdî hêj têkildarî xwezayê ye, bi watayeke din hêj xav e, ji ber ku bi gelemperî nebûye zimanê nivîsînê, lê belê ta radeyekê derfetên biçûk dîtî ye, ev amareke erênî ye, ji ziman re dimîne, ev ne lawazî ye, belê nermbûn e, û dikeve bin sîya rewanbêjîyê ku angaştên wan bedxwazan yên ku dibêjin Kurdî ne zimanekî resen e, yan jî devokeke Farisîya kevn e, berûvajî dike.
Di pey hevokên hêsan de hêmanên ziman: Lêker, Navdêr, Rengdêr, Cihnav, Hoker, Daçek, Gîhanek, Veqetandek, Hejmar û Baneşan derkevtin navê. Di nava demeke dirêj de hevoksazîya hêsan di zimên de pêkhatî ye. Piştî demekê jî hevoksazî di zimên de pêş dikeve û tekûz dibe. Bi vî awayî jî mirov di nava civakê de berebere bingehên rêzimanîyê danîye. Bi gotineke din, mirov di nava jîyana xwe ya civakî de bi awayekî devkî bingehên rêzimanîyê danîye.
Bi pêşkevtina civakê re, mirov li heremên ji hev dûr belav bûne, li erdenîgarîyên cihê bi cih û war bûye, li erdenîgarîya cihê bêjeyên cihê û cuda, zimanên cihê, rêzimanên cihê, zarava û devokên cihê jî pêkhatîne.
Nîsana sêyemîn: Ew jî tewangbarîya zimanê me ye, tewangbarî wek zarawa û têgeh, ez dibînim ne di cihê xwe de ye, û hem jî bêjeyeke neresen e, û li gorî ferhenga wêjeya Kurdî cihê xwe nagire, dibe ku di ferhenga pêşesazîyê de bikar bêt, ya baş ku mirov bêje rewanbêjî û em dê nuha vê babetê şirove bikin, berê dapişkirin û parvekirina zimanên cîhanê li gorî avahîya zimên û komên wan û li ser xaknîgarîyê hatîbûn çespandin. Lê nuha li gora tewanga wan, li gora Kirarê (Subject)ê di hevokê de heye yan nîne, di hevokê û ristê de Kirar kî ye? yê ku di hevokê de kar dike, Kirar e, yan jî Berkar (Object) e, wesa pê wan cihê û cuda dikin.
Pênasîna tewangê, anku çi wataya tewangê ye? Zimanzan tewangbarîyê wesa rave dikin, û dibêjin: Tewang ji tewandinê û verêskirinê hatî ye, û bi wataya badanê yan jî xwarkirinê ye. Kengê tewang belû dibe? Dema kişandina lêkeran guherînek dikeve rayekên (qurm – kok) wan û nemaze ew guherîna ku di hindek pîtên dengdêr (bibang) (in some vowel letters) de dirust dibe.
Nimûne:
Karnava “Parastin” gava tê kişandin li gorî demên hevokê wesa çê dibe.
Di dema nuha de: Ez diparêzim.
Di dema bûhirî de: Min parast.
Wek em dibînin ku pîta (ê) tewang tê de dirust bûye, anku hat guhertin bi pîta (a). Ev bûyer jê re dibêjin ergatîv.
Bûyera ergatîv di zimanê Kurdî de bi çi şêweyî dirust dibe?
Di zimanên ergatîv de, hem jî di hindek dox û baran de, ew hevokên ku Kirarên wan (Subject) tune bin.
Nimûne:
Ma cotkaran zevî dirûtin? Erê, zevî dirûtin.
Li gora binemayên zimanê ergatîv di hevokan de ji bo lêkerên (Verb) têneper (Intransitive) Kirar (Subject) bikar tînin.
Nimûne:
Di dema nuha de: Em diçin.
Di dema bûhirî de: Em çûn.
Tewanga lêkerê dîyar e, ji ber egera bandora Kirarê lêkerê yê pirjimar nikare derkeve.
Ji bo lêkerên têper (Transitive) yên dema bûhirî jî Berkar (Object) bi kar tînin.
Nimûne:
Di dema nuha de: Em nên dixwin.
Di dema bûhirî de: Me nan xwar.
Tewanga Berkarî dîyar e, gava navdêr di hevokê de Berkar be, divê ew bê tewandin.
Di zimanê ergatîv de, binemayeke balkêş heye, ew jî, binemaya (Absolute) e, li gora vê binemayê: Kirarên lêkerên têneper di hevokan de dibin Berkar, Berkar jî di dema bûhirî de dibin Kirarên lêkerên têper. (The subjects of intransitive verbs they become objects and objects become subjects).
Di hevoksazîya ergatîvê de binemaya (Absolute) di du devokên zaravayê Kurmancî de hene, yên ku navdêr û serenavên zayenda wan nêr ditewînin zîndî ye, ji ber ku têkilîyên binemaya ergatîvê û tewanga navdêr û serenavan ji nêz de bi hev re hene.
Nimûne: Ev her du nimûneyên sade dê rewşa (Absolute) zelal bikin.
Ew diçe.
Min ew dît.
Wek ku hûn jî dibînin, di nimûneya yekemîn de Kirarê lêkera têneper ew di hevoka dudiwan de bûye Berkar. Bi gotineke din, Berkar di hevokê de nehatî ye tewandin. Li hindek herêmên Kurdistanê ku bajarvanî pêşkevtî ye, ku bûne navenda çand, pîşesazî û bazirganîyê, li wan herêman ziman pêşkevtî ye, xwe nûkirî ye, xelkê ziman di nava têkilîyên civakî de hêsan kirî ye, bi vî awayî hindek herêmên Kurdistanê xwe ji binemaya (Absolute) dûr xistine, yan jî di nava pêvajoya demê de dev jê berdane. Hingê li wan herêman wesa dibêjin:
Ew dere, yan, Ew dire.
Min ewî ⁄ ewê dît.
Lê ji ber ku pîta (- e) yê kevtî ye, xelkên wê deverê dibêjin: Min wî ⁄ wê dît.
Ji bilî van nîsanan ku ergatîvbûna zimanê Kurdî û nemaze zaravê Kurmancî tekez dike, ew jî hebûna du cûreyên cihnavên kesane yan kesayetî ye, ew jî ev in: Koma xweser û koma tewandî ku dibin mijara sereke ji bo ergatîvê. Li vir eşkere dibe ku Kurmancî ji hemû zaravên Kurdî pêşkevtî tir e, û bi vê şanê jî ji zimanê Farisî jî dêrîntir e.
Di dawîyê de wek encam mirov dikare bi serbilindî bêje ku em Kurd kevntirîn gel li Kurdistanê jîyane, wek me amaje pê kir û me got ziman jî mîna şûnewarên dêrîn e, gava pispor wan nexş û wêneyan li ser berdan vedikolin û şirove dikin, digehîjin rastîyên zanistî yên dîrokî, wesan jî lêkolyar û zimanzan dibînin ku ev zimanê dêrîn heman ziman e ji bo madeyên û xoreyan ku berîya hezarê salan pê axivîne û şehrestanîya herî berz û gewre li qelem dane.[1]