Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê -VI
Umîd Demîrhan
2022
Wekî ku tê zanîn, zimannasiya nûjen a ewro-amerîkayî piştî Ronesansê geşeve hatiye; ev jî tê wê wateyê ku bi geşedana Ronenasansa Ewropayê re
nirxê zanyariyên latînî nemaye. Wekî ku me di gotara xwe ya bi navê Keşfeke nû ji bo dîroka kurdan: Di berhemên latînî de kurd û welatê wan Kurdistan, Awireke nûjen li dîroknasiya ewropî ya berî Ronesansê: Bikaranîna ferhengên latînî yên erdnîgariya Încîlê wekî çavkaniyên dîroka kurdan a
kevnare de jî diyar kiribû, bi betalkirin an jî paşguhkirina zanyariyên latînî sitemkariyeke mezin li kurdan hatiye kirin. Ji ber ku tapûya erdê Kurdistanê ya ku di nava erdnîgariya Încîlê de li ser navê kurdan tomarkirî jî hatiye betalkirin, heman tişt piştî rûxandina dûgela osmanî û qedexekirina wêjeya wê jî pêk hatiye û erdnîgariya Kurdistanê du caran hatiye înkarkirin: carekê li derve û carekê jî li hundir. Dîsa Komara Tirkiyayê bi qedexekirina zimanê osmanî re hemû zanyariyên osmaniyan ên derbarê kurdan de betal kir; bi vî awayî dîroka kurdan a digel osmaniyan hevpar bi biryareke neheq ji holê hate rakirin û qedera neteweyekê hate girêdan. Ji aliyekî din ve Xanedana Qecerî û Komara Îslamî ya Îranê jî serdemên hevrikên xwe (sefewî-zendî û pehlewî) sansûr kirine; hemû zanyariyên derbarê kurdan de bêjing kirine; bi vî awayî dîroka kurdan a digel parsiyan hevpar bi biryareke neheq ji holê rakiriye û qedera neteweyekê girêdaye. Her çi ku tiştên Qeyseriya Rûsyayê, Yekîtiya Sovyetê, dewletên Ermenistan û
Azerbaycanê kirine jî ji hovîtiyê zêdetir dişibihin barbariyeke faşîzan: ji dagirkirina Aranê ya sedsala 17an heta roja îroyîn bêserûşûnkirina ziman,
çand û hêmayên kurdan berdewam e. Me di wê gotara navbihurî de balkişandibû ser berhemeke ayînzan û rojhilatnasê reformîst, erdnîgar û xwezanasê frensî Samuel Bochartî (1599-1667); bêguman pirtûka Bochartî ya dubergî (Geographia Sacra seu Phaleg et Canaan) bandoreke kûr li ser
şîroveya Încîlê ya sedsala 17an kiriye. Samuel Bochartê ku berhema xwe wekî çar pirtûkan amade kiriye, di destpêka pirtûka yekem de (pênc beşên pêşîn: 27 rûpel) qala Keştiya Nûh û erdnîgariya wê dike; bi rastî zanyariyên ku wî disala 1646 an de tomar kirine gelekî resen in, mirov dikare bibêje ku zanyarên serdema me hê bi van agehiyan nehesiyane yan jî heke pê hesiyabin jî bi zanatî paşguh kirine: Li gorî hinek nêrînên ku ez bi dilxwazî nêzikî rastiyê dibînim, -ji ber ku gelek berhevkarên wê zanyariyê hene û hinekên wan ji Jeromeyî kevntir in- keştiya Nûhî ber bi çiyayên Gordyayê hatiye guhastin ku ji niştecihên wê re Kardoxî tê gotin. Ev netewe wekî Kardeî, Kordîeî, Kordiyayî, Korduenî, Gordî, Kordeî, Kurdî û hwd tê zanîn; ev çiya jî wekî Kardû, Kardon, Kûrûd, Kardînûs, Kordîayûs û hwd tê naskirin. Tê gotin ku heya niha jî beşek ji keştiyê li Ermenistanê li çiyayê Gordyayan ketiye ku hin kesan tevahiya wê ji wir derxistiye. Her çiqas Aleksanderê Mezin van çiyayên Ermenistanê li şûna Gordiyan wekî Korkûran bi nav bike jî, di navbera vê gotinê û vegotinên wî de cudahiyeke ewqasî mezin tuneye. Ez bawer dikim ku wî qala niştecihên wan deveran (kardoxiyan) kiriye… (r. 20) Piştî ku Bochart zanyariyên beriya xwe radigihîne, wan rexne dike û şûnwarê kurdên kardûxî wiha şîrove dike: Ptolemeus çiyayên Gordenen û Gordieosê li ber çavkaniyên Dicleyê, gelê Kardûxî jî li nêzîkê çemê Kurê, di navbera Kadeş û avên Mardistanê de destnîşan dike ku welatê hoz û tîreyên cihêreng ên Gordiyan e. Lê belê, tiştê teqez ew e ku Kardûxî li ber Dicleyê hene; bi rastî ne li ser çavkaniyan in, lê di nava sînorên Ermenistan û Aşûristanê de yan jî li welatê Hezbaniyan (Adiabene, Hewlêr O.M.) niştecih in ku deverên Kordya û Gordiyan ji hev nayên cudakirin.. (r. 21) Ji beşa şeşem heta şanzdehem a pirtûka pêşîn derbarê erdnîgariya Babîlê de ye ku ji devera Şengalê dest pê dike. Nivîskarî pirtûka duyem ji Samiyan re veqetandiye: lê di beşa duyem de qala Îlamê û di beşa 12an de jî qala Dijleyê dike. Di pirtûka çaran de jî behsa Nemrûd (beşa 12an) û Neynewayê (beşa 20an) dike. Her çi ku mijara (Madai) ye, (ango med) ew jî di beşa 14an de (r. 219-225) derbas dibe: Heke hûn peyva erebî ya Mahat bipejirînin, -ya ku ez jê fêm nakim- Madai bêguman di her rewşê de neteweya Medê ye. Bi rastî pirtûkên Danyal û Estherî li her derê ji bo Med û Persan peyvên Paras û Madai digel hev bi kar tînin. Tiştek hewce nake ku meriv li ser rewşa Medyayê bibêje, ji ber ku ew rastiyeke pir naskirî ye. Li wê derê ji Medan re Arî û Aryanî tê gotin ku li nêzîkê Kadeşê ye, ango beşa çiyayî ya Medyayê ye..
Polybius bi awayekî balkêş behsa Ekbatanayê (Hemedan) dike û dibêje ku paytexta bajarên serdema navîn e,
ew ji hemî paytextên din gelekî pêşdetir e. Dîmena wê cuda ye; xezîne, tirbên qralan û Perestgeha Anahîtayê li wir in.. (r.220-221).
[1]