Navê pirtûkê: Rêzimana Kurmancî
Navê nivîskar: Ferhad Mûsa - Vîyan Hesen
Cihê çapkirina pirtûkê: Qamişlo
Navê çapxaneyê: SZK medya
Sala çapê: 21-10-2023
Rêzimana Kurmancî ji nav weşanên SZKyê derket
SZK medya - Qamişlo
Piştî xebateka berfireh a sê salan, Sazîya Zimanê Kurdî (SZK), berhema Rêzimana Kurmancî derxist.
Rêzimana Kurmancî ku ji hêla her du endamên SZKyê Ferhad Mûsayî û Vîyan Hesenî ve hatîye danîn, nûxurîya weşanên SZK yê û berhema wê ya pêşîn e.
Di pêşgotina berhemê da hatîye nivîsîn: Ji bo ku pirsgirêkên heyî çareser bibin û arîşeyên zimanî yên perwerdeyê û qadên dîtir safî bibin, pêdivîya Rojavayê ji her demê bêhtir bi standardên rêziman û rastnivîsînê hebû. Loma SZK yê biryar da ku vê berhema li ber destê we amade bike.
Berhema Rêzimana Kurmancî ji şeş beşan pêk tê: dengnasî, morfolojî, ristesazî, watanasî, rastnivîsîn û xalbendî.
Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) ku sazîya zimanî ya bilind û biryarder e li Rojavayê Kurdistanê, navenda wê li bajarê Qamişloyê ye û ji 2019'an ve mijûlî xebatên zimannasîyê ye.
[1]