Partîyên Kurd û Dîplomasî
Sıraç Oğuz
Di dema îro da ji bo kurdan karê herî girîng dîplomasîye. Kar û xebata sîyasî jî, şerê çekdarî jî ancax bi pesartina karê dîplomasî va pêşda diçe û biserdikeve.
Di nav herçar parçeyên Kurdistanê, Kurdên Başûr bêtir mêla xwe dan ser dîplomasîyê. Wan bi salan berê li Avrupa û li welatên din, bi navên partîyê xwe buro vekiribûn. Ew îro wek konsolxaneyan dixebitin..
Di merhala îro da Başûr ne wekî Bakur an jî Rojava û Rojhilat e. Devleta Federe ji bo wan îro avantajekî mezin e. Sedem vê yekê jî îro di warê dîplomasîyê da jî tu problema Başûrê Kurdîstanê tune.
Wek mînak, Serokê Kurdîstanê Birez Mesûd Barzanî, ji bo amadebûna referanduma Serxwebûnê li Hewlêrê civînek lidarxist, 36 konsolos û bi dehan nûnerên welatên biyanî yên li Kurdîstanê beşdarî civînê bûn. Ev yek bi serê xwe tenê di warê dîplomasîya kurdan da wek destkeftinke zêrîn û bê emsal e.
Gere hemû partîyên Kurd yên li her sê perçeyên din, Kurdên Başur ji xwe ra wek model bigrin û ji tecrûbeyên wan îstifade bikin.
Gerçî Partîyên Rojava di van demê dawîyê da dest bi vî karî kirin, lê kêmasîyên wan, hene. Di navbera wan da yekitî tûne, yek jî di statûya herêmê da hê gelek pirsgirek hene.
Bê dîplomasî, serkeftina miletê bindest, bi şerê çekdarî jî, bi karê sîyasî jî, ne mimkûn e.
Ew firsenda ki Kurdên Başûr bi salan berê bidestxistin, îro li Rojava jî heye, lê daxwazên wan wek daxwazên Kurdên Başûr ne zelal in. Ew daxwaza dewleteke netewî nakin û çi dixwazin ew jî hê nizanin. Dema ku daxwaz zelal nebin wê gavê karê diplomasîyê jî pêşda naçin.
Ji bo Kurdistana Rojava temenîya miletê Kurd ewe ku, divê partîyên Kurd şaştîyê wan hebin jî gere bi hev ra neyartîyê nekin û ji şerê navxwe dûr bisekinin.
Li Rojhilat jî bi salan şerê çekdarî hate kirin, lê îro ew di her warî da bê deng in. Sebebê bêdengîya wan yek rola dewleta Îranê be, ya din jî têkilîyên partîyên Kurd yên xirab in. Li wir jî navbera Partîyên Kurd ne baş in. Di warê dîplomasîyê da jî kimasîyên wan gelek in.
Hinekên wan dest ji şerê çekdarîyê berdan, hinek nû dest pê dikin. Sedem kêmaqilîya kurdan, Dewleta Îranê zilm û zordarîyê li kurdan dike. Di her mehê da bi dehan cîvanên kurd dardadike. Ne deng ji Kurdên Îranê derdikeve, ne jî ji yê parçêyên din.
Di warê dîplomasîyê da yên kêmaqil û malxirab Kurdên Bakur in. Li Ewrupa û li welatên din hêjmara wan zêde ye, lê aqilê wan kêm e. Bi salan berê komelên îdeolojîk awakirin. Şev û rojên xwe bi meseleyên îdeolojik derbas kirin. Lê heta îro bi sîyasetek neteweyî karê dîplomasîyê nekirin.
Heta hinekan bi navên mezin, meclîs û kongre damezrandin. Lê tu car ji bin bandora îdeolojîya çep û şaş derneketin. Sedem vê yekê jî ne tiştek balkêş kirin, ne jî di wan karên xwe da biserketin. He jî ji van tecrûbêyên xwe yên çewt dersek dernexistine û îro jî sîyaseta xwe ya şaş û xelet hê didomîn in.
Li Bakur hêjmara partîyên navkurd jî zêdebûn, lê di alî mêjî û fikir da hemû jî hê çep lêdixin. Navên wan ji hev cûdabin jî, hemû wek kopyayê hev in. Fikr û ramanê wan hê jî ji netewîtîyê dûr in û hemû daw û doza aşîtî û biratîya gelan a yekalî dikin.
Rêveberên wan mîrovê pirziman in, lê kurdî nizanin. Yên Kurdî dizanin, ew jî di jîyana xwe da bikarnaynin. Wek murîdên tarîqatan tevdigerin û li devê serok û rêbêrên xwe dinêrin.
Bêgûman wek herderê li Kurdistanê jî gor her fikr û bawerîyan partîyên cuda wê hebin, hene jî. Lê pirsgirêk ewe ku partîyên Kurd qasî ku ji hev dûr disekinin, ewqas nêzikî partîyên Tirk yên çep û îslamîst dibin û bi wan ra tevdigerin.
Halbû kî ji bo Kurdên Bakur jî Kurdistan Başûr û tecrûbeyên Kurdên Başûr mînakek balkêş û girîng e. Eger ew ji wan tecrûbeyan dersan derxînin û bi Hukumeta Kurdistanê ra têkilîyên xwe xurt bikin, ne ku tenê di warê dîplomasîyê da, di her xalên sîyasetê da jî ewê pêşda biçin.
Ji ber ku Kurdên Başûr, bi hemû dewletên cîhanê ra têkildar in û li ba wan bi rûmet in.
Lê hinek partîyên Bakur hê neyartîya Kurdên Başûr dikin, hinek jî tenê ji bo propaxande û reklamên xwe serdana Başûrê Kurdîstanê dikin. Çûyîn û hatin ji bo têkilîyê tiştekî baş e, lê bi serê xwe tenê ne bes e.
Heger bixwazin, Kurdên Bakur jî îro dikarin bi rîya Hukûmeta Kurdîstana Başûr, fersendên nû bidestxin û derîyê nû li xwe vekin. [1]