Kurd û Daxwaza Yekitîyeke Neteweyî
İkram Oguz
Miletê bindest xizan û nezan in.
Xizanî ji bindestîyê…
Nezanî jî ji xizantîyê tê.
Serdest xizanan bi nan û av dikirin…
Nezanan jî bi dek û dolaban dixapînin.
Wan ji ziman û çanda wan dûr dixînin…
Ji kok û dîroka wan diqetînin.
Miletê ku ji ziman û çanda xwe dûr bikeve û ji koka xwe biqete, ji hest û helwesta neteweyîyê jî dûr dikeve.
Dema ku ev hest û helwest nemîne, pêwîstîya yekitîyeke milî jî namîne.
Kurd jî ji miletên bindestên ku hê li rû dinê mane, yek in.
Heta gor hêjmar û parçebûna welatên xwe, nimûneyek bi tena serê xwe ne.
Sedem bindestî û parçebûnêye ku, Kurd ji sedsalan vir da, ne di nav xwe da yekitîyeke milî avakirine, ne jî serokeke milî di nav Kurdan da derketîye û ji wan ra serokatî û rêvebirî kirî ye.
Heta roja îroyîn di nav Kurdan herçiqas bi helwesta serokatîyê hinek şexsîyetên dîrokî derketibin jî, ew wek rêvebirên herêmî mane û negihîştine asteke milî.
Bêguman sedemên vê yekê jî, gelek in û ji wan ya herî sereke jî parçebûna axa Kurdistanê ye.
Ger ku îro, kêmasîyên Kurdan yên herî sereke kêmasîya yekitîyeke neteweyî û tûnebûna serokeke milî be, ev jî kêmasîyên sedsalî û dîrokî ne.
Jiber vê yekê ye ku Ehmedê Xanî, ji vir sêsed û pênce sal barê ev kêmasî dîtîye, anîye ziman û wiha gotîye:
„Ger dê hebûya me padişahek
La‘iq bidiya Xwidê kulahek
Te‘yîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane derê ji destê le‘îman
Xalib nedibû li ser me ev Rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm
Mehkûmi ‘eleyhî û se’alîk
Mexlûb û muti‘ê tirk û tacîk“
Li ser van beytên zêrîn ra sêsed sal derbasbûn.
Dema ku Ehmedê Xanî ev gilî û gazin dikir, axa Kurdistanê du parçe bû.
Îro çar parçe ye û Kurd hê jî li ser axa xwe bindest û belengaz in.
Kurd hê daxwazên Ehmedê Xanî dubare dikin û li yektîyeke neteweyî digerin.
Jiber ku di kurahîya dilê her kurdekî da daxwaza Kurdistaneke azad û serbixwe cîh bigre jî,
jibo avakirinê, ne daxwaza ji dil ne jî hestên bi xewn û xeyalên rengîn va xemilandî têrê dikin.
Daxwaz jî, xewn û xeyalên rengîn jî helwestên yekanî û yekalî ne.
Heta ku ev daxwaz di nav civakê da bi dengekî bilind û bi girseyî cîh negre, hest jî, daxwaz jî mîna evîna yekalî, tenê di kurahîya dil da dimînin.
Bi derbasbûna demê ra ya wenda dibin, ya jî mîna birîneke bê derman roj bi roj kûr dibin û
êş û jan didin.
Bi kûrbûna birînê va êş û jan û zêde, dil jî birîndar be.
Dilê birîndar jî xwedîyê xwe bixwe ra dihelîne û ber bi mirinê dibe.
Wê gavê ne dil ne jî daxwaza di kurahîya dil da dimîne…
Herçiqas îro li Başûr nîvdewletek û li Rojava jî rêvebirîyeke bêstatû hebe jî, pêwîstîya yekitîyeke neteweyî û serokatîyeke milî ji hole ranake.
Divê her kurdek vê rewşê bibîne û bi hest û helwesteke neteweyî tevbigere.
Eş û jan bindesti…
Dermanê wê jî yekitîyeke neteweyî ye.[1]