#Ahmed Kanî#
Peywendiya medya û wêjeyê gelekî xurt e. Bêjeya medyayê bi wateya hemû amûrên ragihandinê yên dîtbarî, bihîswarî û nivîskî ku her cure zanyariyê ji takekes û civakê re radigihîne û bi berpirsiyariyên wek agahdarkirin, parvekirinê radibe û tevdigere. (Rênas, 2013:25)
Em dikarin destpêka rojnamegeriya kurdî wekî mînakeke nivîskî destnîşan bikin. Di hejmara yekem a rojnameya Kurdistanê da, Mîqdad Mîdhed Bedirxan bala xwendevanên kurd dikişîne ser pêwîstiya rojnameyê ku agahiyan bo wan rabigihîne. (Kanî, 2019:32)
Wêje bi wateya edeb, bêje û gote ye. (Mukriyanî, 2010:1236)
Ji destpêka rojnamegeriya kurdî heta îro her dem medyaya kurdî û wêjeya kurdî bi qedexeyan re rû bi rû ma ye. Ji ber vê jî ji derveyî welat dest bi weşanê kirine. Min di xebata xwe ya li ser rojnameya Kurdistanê (1898-1902) de dît ku rojnamegerê yekem ê kurd, Mîqdad Mîdhed Bedirxan (1858-1915) şagirtê Hecî Qadirê Koyî (1815-1897) ye. Ew helbestvanek, wêjenasek xwedî fikrên modern e. Ji ber van fikrên xwe yên modern kevneperestan êrîş anîne ser wî. Lê ew ji bîr û baweriya xwe venegeriyaye û berê xwe daye Stenbolê, mamostetiya zarokên malbata Bedirxaniyan kiriye. Di hejmara sêyem a rojnameya Kurdistanê (Çapa taybet, 2018:34) de nûçeya koça wî ya dawî (1897) û heft malik ji helbestek wî (Yildirim, 2016:22) li ser “Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî bi destê xwe nivîsiye ku Emîn Elî Bedirxan ji Mîqdad Mîdhed Bedirxan re şandiye, hene. Ji van heft malikan herduyên pêşîn ev in:
“Zemanê resmî caranî nemawe
Çiraxî nazim û munşî kujawe.
Le dewrê ême roman û cerîde
Eger çî meqsede zanînî bawe.”
Di van malikan da em dibînin ku pesnê rojname (medya) û romanan (wêjeya modern) hatiye dayîn. Yanî wêjenasan di destpêkê de jî pêşengiya rojnamegeran kirine. Ev jî nîşana peywendiya xurt a di navbera medya û wêjeyê de ye. Jixwe rojname û roman di modernbûna civakê de hevpar in.
Ger em bên serdema kovara Hawarê em dibînin ku di vê kovarê de, bi pêşengiya Celadet Bedirxan hîmê medya û wêjeya kurdî ya modern hatiye danîn. Bi sazkirina alfabeya latînî ya kurdî ku piraniya civakên rojavayî bikar tînin rê li ber naskirina neteweyê ewropî bo kurdan vedibe. Her çiqasî berî alfabeya latînî ya Celadet Bedirxan, alfabeya latînî ya kurdî li nav kurdên kafkasyayê ji aliyê Îsahak Marogulov û Erebê Şemo (1897-1978) ve di salên 1928-1929’an de hatibe amade kirin jî ji ber sînordarkirina Yekitiya Sovyetan li nav kurdan nehatiye belavkirin. Di Kovara Hawarê de hem nivîsîna gramera zimanê kurdî hem jî xebatên wêjeyî ji aliyê gelek kesan ve tên kirin. Bi çîrokên kesên wek Qedrîcan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza û hwd. wêjeya modern a kurdî ava dibe. Li ser vî hîmî Kamûran Bedirxan (1895-1978) jî ketiye pey wêjeya gelêrî ya kurdan. Di rojnameya Roja Nû ya çar rûpelî de, 24 çîrokên kurdî, 95 stranên kurdî, 16 qewl û ayîn, 61 dûrik, 2 şer, loriyek û çend mamik û gotinên pêşiyan cih digirin. (Keskin, 2018:11)
Dîsa li kafkasyayê bi rêya radyoya Yêrîwanê bi hezaran stranên kurdî ji nav gel tên berhevkirin û bi dengê hunermendên wek Meyrem Xan, Karapetê Xaço û gelekên din li nav kurdan belav dibûn. 30-35 sal berê dema Turgut Ozal behsa kanaleke TRT a bi kurdî kiribû, dewletê şertê ku filmên kartonî bo zarokan neyên weşandin derxistibû pêş. Lê îro di warê medyayê de bi dehan televîzyonên satelayt ên kurdan hene. Meriv dikare bibêje ku di sala 1995’an de weşana satelayt a Med TV’yê wek şoreşeke medyayî bihesibîne.
Bi tevî van derfetên hêja û bidestxistina statûyek fermî ya navneteweyî li başûrê Kurdistanê û statûyek defacto li rojavayê Kurdistanê jî hîn di qada medya û wêjeyê de meriv nikare bibêje ku stratejiyeke neteweyî hatiye avakirin. Hîn jî medya û wêjeya kurdî ji bin bandora partiyan rizgar nebûye. Pêwîstiya neteweya kurd ji medya û wêjeya partiyan bêtir bi medya û wêjeyeke neteweyî heye. Wek mînak divê bo danasîna neteweya kurd û dîplomasiyeke neteweyî, kanaleke satelayt bi temamî weşana xwe bi îngilîzî (zimanê medya û wêjeya cîhanî) bike.
Bi tevî hemû zor û zehmetiyan jî medya û wêjeya kurdî di nava geşedanê de ne.
$Çavkanî$
Ahmed Kanî, Analîzek li ser Rojnameya Kurdistanê (1898-1902), Weşanên APAC, Stockholm 2019
Necat Keskin, Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî-1, Çîrok û Serpêhatî, Weşanên Avesta, Stenbol 2018
Kurdistan yekemîn Rojnameya bi Kurdî (1898-1902), çapa taybet, Weşanên J&J, Amed 2018
Gîwî Mukriyanî, Ferhengî Kurdistan Kurdî-Kurdî, Weşanên Enstîtuya Amedê, Amed 2010
Serhad B. Rênas, Medyaya Kurdî û Medyaya Nû, Weşanên Ronahî, Amed 2013
Roja Nû Rojnameya Hefteyî ya bi Kurdî (1943-1946), Weşanên J&J, Amed 2021
Kadrî Yildirim, Xaniyê Duyem Hacî Qadirê Koyî, Weşanên Avesta, Stenbol 2016
[1]