#Partiya Sûriya Pêşerojê# li dijî planên #dewleta Tirk a dagirker# ên valakirina herêmê ji niştecihên wê bang li ciwanan kir.
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê li ser planên dewleta Tirk ên bi armanca koçberkirina şêniyên herêmê, li Qada Şehîd Egîd a bajarê #Kobanê# daxuyaniyek da
Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên partiyê ji aliyê endama Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya şaxê herêma Firatê Nadiya Gulagasî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: Şer û aloziyên ku pergalên hegemonîk derdixin heta roja me ya îro dewam dikin. Ev şer taybetmendiyê şerê cîhanê yê herî dijwar û wêranker girtiye. Bi çekên giran mirov û xwezayê dikin hedef. Ji ber van siyasetan û bandorên propagendayan koçberî çêdibe ku di encamê de karesaetên ekolojîk û guhertina demografîk rû didin. Armanc ji van siyasetan ew e ku herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bibe û rewşeke aloz û bê aram were afirandin. Rewşeke wiha niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû dide ku zêdetir bandor li enerjiya dînamîk a ciwanan dibe.
Di daxuyaniyê de bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin û ji propagendiyên djiber ên bi armanca valakirinê herêmê bi bandor nebin û hate gotin: Divê ciwan hemû bandorên djiber ên ku torên îstîxbaratan ên dewletên djiber, di serî de dewleta Tirk li pey disekinin red bikin. Ji ber ku banga welat bi benda me ye, e mala berxwedan û têkoşînê li hemberî van planan li ba bikin.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,238 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!