کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان

جۆری گەڕان





گەڕان

گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەڕتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
بیروڕاکانتان
ڕاپرسی
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
هاوکارانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەڕتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
بیروڕاکانتان
ڕاپرسی
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
هاوکارانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2023
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
بابەتی (Jinên êzidî bi YJŞ’ê zindî bûn5 جار گۆڕانکاریی بەسەردا هاتووە!

ڤێرشن
1.0.608-09-2022ئـ.ح.
1.0.508-09-2022س.ک.
1.0.408-09-2022س.ک.
1.0.308-09-2022س.ک.
1.0.208-09-2022س.ک.
1.0.108-09-2022س.ک.
ناوی بابەتJinên êzidî bi YJŞ’ê zindî bûn
کاتی گۆڕین 08-09-2022 23:17:32
ناوی باشترکار ئاراس حسۆ
بابەت

Jinên êzidî bi YJŞ’ê zindî bûn
Di 3’yê Tebaxa 2014’an de dema ku PDKPDK li ŞengalŞengalê serwer bû û ji parastina wê berpirsiyar bû bi destê çeteyên DAIŞ’ê Fermana 74’emîn li ser civaka êzidî pêk hat. PDK piştî ku êrîş gihişt Şengalê dev ji civaka êzidî berda û ji Şengalê derket. DAIŞ’ê ji vê valahiyê sûd wergirt û hewl da di şexsê jinan de civaka êzidî qir bike.
Di ser fermanê re 8 sal derbas bû. Bi vê boneyê em li ser pêvajoya fermanê û rewşa niha ya Şengalê bi hevseroka Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Zehra Silêman re axivîn.
Hevseroka PADÊ Zehra Silêman di destpêka axaftina xwe de fermana ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk hat bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “ Di 3’yê Tebaxê de îxaneteke mezin li civaka êzidî hat kirin. Dema di 2003’yan de pêşmerge hatin li Şengalê bi cih bûn ji aliyê civakê ve bi dil germî hatin pêşwazîkirin. 2014’an jî PDK hem ji aliyê îdarî ve hem jî ji aliyê parastinê ve li Şengalê serwer bû. Dema di 2014’an de DAIŞ derbasê Mûsilê bû civaka êzidî ket nav gumanan. Gotin Mûsil nêzî me ye lê PDK ket nav gel û got heta di ser sîngê me re tank derbas nebin ew nikarin êrîşê we bikin. Civaka êzidî her çi qas zanibû wê êrîş li ser wan bê kirin jî PDK’ê wan xapand û nehêşt ku xwe biparêzin.”
Dost û dijmin hatin nasîn
Zehra Silêman da zanîn ku Şengal ji aliyê erdnîgarî ve dibe du beş û dema DAIŞ’ê êrîşê aliyê Qibletê kiriye PDK di nav çend saetan de reviyaye û wiha dirêjî da axavtina xwe: “ Piştî ku PDK bi çekên xwe ji Şengalê reviyan êdî di nav şer de êzidî û çekên xwe yên sivik man. Di wê rewşê de kes nizanibû dê kê xilas bike. Êzidiyan hewl dida ku xwe bigihînin çiya. Di rê de ji aliyekî ve gel ji tîna dimir li aliyê din li ser riyan zarok ji dayik dibûn. Di fermana dawî de civaka êzidî îşkenceyên bi vî awayî dîtin. Em dizanin ku li tu deverê cîhanê komkujî û îşkenceya bi vî awayî pêşneketiye. Lê tevî van tiştan jî civaka êzidî serî nedanîn. Ev jî bû sedem ku civaka êzidî bibe civakekî xurt û karibe bi tena serê xwe biryarên xwe bigire. Civaka êzidî di 2014’an de êdî heval û neyarên xwe ji hev derxist. Heke di kêliyên dawî de şervanên azadiyê xwe negihandana me dê em bi çand û baweriya xwe bihatana qirkirin. Ji ber wê em êzidî deyndarê şervanên PKK’ê ne.”
Jinên êzidî DAIŞ’ê têk birin
Di êrîşan de herî zêde jin û zarok hatin hedef girtin Silêman di der barê mijarê de wiha axivî: “Di şexsê jinan de xwestin civakê qir bikin. Ji ber îxaneta PDK’ê bi hezaran jin hatin revandin û firotin. Di fermanê de jinên wek Cîlana û Zêrê îradeya xwe teslîmê DAIŞ û îslamê nekirin û bi têkoşîna xwe gihiştin şehadetê. Bi dehan jinên êzidî di destê DAIŞ’ê de dawî li jiyana xwe anîn. Ez bawer dikim ku jinên êzidî heke zanibûna çek bi kar bînin dê dawî li çeteyên DAIŞ’ê banîna. Texrîben di derdora 7-8 hezar jin û zarok hatine dîl girtin. Ji wan 500-600 kes bi destê YPG, YPJ û HSD’ê hatin rizgarkirin. Ên ku tên rizgarkirin li malên xwe vedigerin, hin ji wan jî tev li nav YJŞ’ê dibin. Jixwe tê zanîn ên ku hatin rizgarkirin tev li hemleya Reqayê bûn û çeteyên hov li wir têk birin. Niha jî projeyên me hene ku em li pey şopa kesên dîlgirtî bikevin.”
Navê jinên êzidî hat zindîkirin
Tê gotin ku ji ber jinên êzidî zêde dernediketin derveyê Şengalê dema ji çeteyên DAIŞ’ê direviyan nizanibûn dê bi kîjan alî de herin. Hevseroka PADÊ Zehra Silêman der barê jinên şengalî de ev tişt anî ziman: “Jinên êzidî ji berê de erka parastina çand û ola xwe girtibûn ser milê xwe. Ji ber ku çand, dîn, folklor û neteweya me ji çand û baweriyên din cudatir in, ne tenê niha, ji berê de dixwazin me tune bikin. Jinên êzidî ji ber vê yekê dernediketin dervayê Şengalê û hewl didan ku xwe biparêzin û hebûna xwe berdewam bikin. Rast e, êşa herî zêde jinên êzidî kişandin. Lê cara yekemîn e ku jina êzidî li hemberî neheqî û êrîşan îradeya xwe awqas bi rêxistin dikin. Di dîrokê de jinên êzidî xwe tev li nav siyaset û şervaniyê kirine . Di vê mijarê de em dikarin behsa Meyan Xatûn, Zerîfa Ûsê, Sitiya Nesret, Xatûna Fexran bikin. Êzidiyan bi YBŞ-YJŞ navê van jinan nû kirin.”
Êdî rêxistina wan heye
Zehra Silêman der barê rewşa jinan de wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî 2014’an jî siyaseta li ser êzidiyan didome lê vê carê jin bi îradeya xwe bawer e û rê nade ku êrîş li ser wan bê kirin. Êdî em dizanin ku jinên êzidî hem dikarin leşkerî bikin hem karê diplomasiyê hem jî siyasetê bikin. Kesekî ku pêşiya 2014’an jineke êzidî nas kiribe û niha were wê bibîne dê qet bawer neke ku ew jin ew qas pêşketiye. Jina êzidî ya beriya fermanê jineke ku hatibû fetisandin, lê niha kes nikare li hemberî îradeya wê bisekine. Jinên êzidî êdî di asta zanebûnê de dikare xwe bi rêxistin bike û li hemberî kapîtalîzm û hişmendiya mêrperest têbikoşe.”
Vegerin malên xwe
Zehra Silêman di axaftina xwe de bal kişand ser rola jinên êzidî û wiha got: “Ji berê de jinên êzidî dema ku pevçûn an jî aloziyeke derdiket wan çareser dikir. Îro jî jin li hemberî êrîş û qirkirinan bûye mertala zindî. Dema meclis hat avakirin jî bi rola xwe tev lê bû û soza têkoşînê da.”
Hevseroka PADÊ Zehra Silêman bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li hemû êzidiyan dikin ku vegerin malên xwe. Bes e ku hûn di bin wan konan de hûn dijîn. Êdî hêza me heye ku em Şengaleke azad bi rê ve bibin. Niha li Şengalê ne tenê êzidî hene. Sûnî, şîa, fileh û kakaî jî hene û em dikarin bi hev re jiyana xwe li ser esasê rêveberiya demokratîk bidomînin.”[1]
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 09-08-2022
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 97%
97%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 08-09-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 08-09-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 08-09-2022 باشترکراوە
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 249 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.170 KB 08-09-2022 سارا کامەلاس.ک.
سەرچاوەکان: 1 تۆمار دۆزرایەوە!
08-09-2022[1]xwebun1.orgماڵپەڕکوردیی ناوەڕاستس.ک.
فایلی پەیوەندیدار: 0 تۆمار دۆزرایەوە!
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 13 تۆمار دۆزرایەوە!
08-09-202209-08-2022کوردیی ناوەڕاستهـ.ب.
08-09-2022Katliamdan kurtulan Êzidî kadınlar konferansta buluştuKurmancî - Kurdîy Serûس.ک.
09-04-2023Jin û WêjeKurmancî - Kurdîy Serûئـ.ح.
11-05-2023Rêzefîlmên Remezanê: Binpêkirina cewhra jinan û bedena wêKurmancî - Kurdîy Serûئـ.ح.
13-05-2023Heke jin azad nebe, civak azad nabeKurmancî - Kurdîy Serûئـ.ح.
13-05-2023​​​​​​​Hêvî li Rojhilat e û bi Jinê re yeKurmancî - Kurdîy Serûئـ.ح.
13-05-2023Di serî de Sosin, jinên têkoşer şerê DAIŞ`ê kirin, Erdogan jî nikarî meşleya têkoşînê vemirîneKurmancî - Kurdîy Serûئـ.ح.
14-05-2023Geliyê Şehîdan ê Barê; cihê parastin û berxwedanêKurmancî - Kurdîy Serûئـ.ح.
15-04-2023Jinên Êzidî yên mohra xwe li dîroka Kurdan xistinKurmancî - Kurdîy Serûئـ.ت.
16-05-2023Êzidî; dîrokek kevnar û nêrînên şaş-1Kurmancî - Kurdîy Serûئـ.ح.
16-05-2023​​​​​​​Herî zêde bi destê Osmaniyan ferman li êzidiyan hatine rakirin-2Kurmancî - Kurdîy Serûئـ.ح.
24-02-2023Jinên sûriyeyî ji zilma dîrokî ber bi zindanên tarî veKurmancî - Kurdîy Serûئـ.ح.
24-04-2023Bihara Jin li Rojavayê Kurdistanê bihara gelê Rojhilata NavînKurmancî - Kurdîy Serûئـ.ت.
تایبەتمەندییەکانی بابەت: 5 تۆمار دۆزرایەوە!
...
08-09-2022پارت / لایەنپارتی یەکێتی دیموکراتی - پەیەدەس.ک.
08-09-2022جۆری دۆکومێنتزمانی یەکەمس.ک.
08-09-2022جۆری وەشاندیجیتاڵس.ک.
08-09-2022زمان - شێوەزارکرمانجیی سەروو - تیپی لاتینیس.ک.
08-09-2022شار و شارۆچکەکانشنگالس.ک.

Kurdipedia.org (2008 - 2023) version: 14.5
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 2.093 چرکە!