کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان

جۆری گەڕان





گەڕان

گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەڕتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
بیروڕاکانتان
ڕاپرسی
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
هاوکارانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەڕتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
بیروڕاکانتان
ڕاپرسی
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
هاوکارانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2023
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
بابەتی (Piştî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji girtîgehê derket8 جار گۆڕانکاریی بەسەردا هاتووە!

ڤێرشن
1.0.920-08-2022س.ک.
1.0.820-08-2022ئـ.ح.
1.0.720-08-2022ئـ.ح.
1.0.620-08-2022ئـ.ح.
1.0.520-08-2022ئـ.ح.
1.0.420-08-2022ئـ.ح.
1.0.320-08-2022ئـ.ح.
1.0.220-08-2022ئـ.ح.
1.0.120-08-2022ئـ.ح.
ناوی بابەتPiştî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji girtîgehê derket
کاتی گۆڕین 20-08-2022 19:32:14
ناوی باشترکار سارا کامەلا
بابەت

Nivîskara Kurd Mizgîn Ronak
Cemil Oguz
Ev çîroka jineke kurd e. Jinek ku li zindanê bi kurdî nivîsî û pirtûkên wê li derve derketin. Û piştî 30 salan li derve gihîşt pirtûkên xwe. Em qala nivîskara kurd Mizgîn RonakMizgîn Ronak dikin. Ev çîroka wê ya 30 salan e.
Mizgîn Ronak, bi navê xwe yê nasnameyê Mizgîn Aydin piştî 30 salan roja 10'ê mehê ji girtîgehê derket. Hevalên wê, komeleya piştgiriya malbatên girtiyan, hinek Dayikên Şemiyê li ber Girtîgeha jinan a Gebzeyê ew pêşwazî kir.
Ronak di sala 1973’yan de li gundekî Licê ya AmedAmedê hatiye dinê. Di sala 1992'yan de, di 19 saliya xwe de, di salên ku hevalên wê dest bi zanîngehê dikin de ew wekî gelek keç û xortên ji Licê tê girtin. DGM (Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Tirkiyeyê) wekî gelek kesên din ji bo wê jî îdîanameyê saz dike û bi îdîaya Endamtiya Rêxistinê 30 salan cezayê hepsê lê dibarîne.
BERXWEDAN Û NEXWEŞÎ
Piştî ceza lê dibarînin dişînin girtîgeha Batmanê û pêvajoya wê ya girtîmayînê ya ku dê 30 salan bidome dest pê dike. Li girtîgehên Batman, Sêwas, Mêrdîn, Elbistan, Çewlik û herî dawî li Gebzeyê dimîne. Wekî hemû girtiyên kurd ew jî li girtîgehê demek zehmet derbas dike helbet; Beşdarî girêvên birçîbûnê dibe, bi nexweşiyê dikeve lê her ber xwe dide.
Vê 30 salên girtîgehê pêre nexweşiya tansiyona, nexweşiya gurçikan çêkir û carek jî ji ji qirikê (emeliyeta guatre) emeliyet bû. Ew niha jî ji ber qansêra pêsiran tê dermankirin.
NIVÎSANDINA KURDÎ
Mizgîn Ronak ligel her tiştî, ligel berxwedan û sekna xwe ya siyasî di 30 salên xwe de kedek mezin da kurdî jî. Li ser nivîsandina kurdî sekinî, kurdiya xwe pêş ve bir û ji hundir nivîs şandin derve. Nivîsên ku wê li girtîgehê li ser kaxizên ziravik nivîsandin û şandin derve di rojname û di kovarên kurdî de belav bûn û her wiha ji bo pirtûkan jî wê kedek mezin da. Heta ji girtîgehê derket li derve 6 pirtûkên wê derketin.
PIRTÛKÊN WÊ
Pirtûka Mizgîn Ronak ya yekem bi navê Sêv jî me dijukin wekî helbest ji Weşanxaneya Lîs (2008) derket. Dûre wê dest bi romanê kir û bi navê Em Bûn Baran romana wê ya yekemîn di sala 2011'an de ji Weşanxaneya Aramê derket. Paşê dîsa bi helbestê derket pêşberî xwendevanan: Dilavî. Pirtûka wê ya helbestan Dilavî di sala 2014'an de ji Weşanxaneya Ar derket.
Ev xebat û keda wê ya ji bo kurdî bi giranî, bê navber dom kir û di sala 2018'an de 3 pirtûkên wê ji Weşanxaneya Sîtavê bi hev re derketin. Ji wan du roman bûn Nobedarê Gulên Kobanê û Rojhat. Pirtûka din jî wekî çîrok bi navê Gorçiya Ne Em xwe gihand ber destên xwendevanan.
Bi kurt û kurmancî di 30 salên girtîmayî de wekî berxwedenake ji dil, jîrekiyeke bêhempa, li hemberî sirgûnbûn û belawelabûna gelek girtîgehan, li hemberî nexweşî û serêşiya mezin jî wê 6 pirtûk, wekî 3 roman, 2 helbest û çîrokek pêşkêş kirin. Ew niha li derve ye û li derve dê hem jiyana xwe, hem kurdiya xwe û xebata xwe ya bo kurdî bidomîne. Û ew piştî berdêleke giran, piştî 30 salên zehmet êdî azad e. Lê ew vê yekê wekî azadî nabîne û di gotina xwe ya pêşî a li derve de wisa dibêje, “Heta hevalek me jî girtî bimîne ev ne azadî ye. Divê hemû hevalên me yên girtî bêne berdan.”
Nivîskar Mizgîn Ronak di 30 salên xwe yên li girtîgehê de bi nivîsê derbas kir. Wê heta niha ligel nivîsên din, 3 roman, 2 helbest û pirtûkek çîrokan nivîsî û weşand.
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.[1]
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 11-08-2022 (1 ساڵ)
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 20-08-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 20-08-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 20-08-2022 باشترکراوە
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 343 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.284 KB 20-08-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
فایلی وێنە 1.0.150 KB 20-08-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
سەرچاوەکان: 1 تۆمار دۆزرایەوە!
20-08-2022[1]https://diyarname.com/ماڵپەڕKurmancî - Kurdîy Serûئـ.ح.
فایلی پەیوەندیدار: 1 تۆمار دۆزرایەوە!
20-08-20220001.JPG50 KB1 3ئـ.ح.
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 2 تۆمار دۆزرایەوە!
05-09-2022Li 3 bajarên mezin 3 fûarên pirtûkan li dar dikevinKurmancî - Kurdîy Serûئـ.ح.
20-08-202211-08-2022کوردیی ناوەڕاستهـ.ب.
تایبەتمەندییەکانی بابەت: 6 تۆمار دۆزرایەوە!
...
20-08-2022پۆلێنی ناوەڕۆکئەدەبی / ڕەخنەی ئەدەبیئـ.ح.
20-08-2022پۆلێنی ناوەڕۆکژنانئـ.ح.
20-08-2022جۆری دۆکومێنتزمانی یەکەمئـ.ح.
20-08-2022جۆری وەشاندیجیتاڵئـ.ح.
20-08-2022زمان - شێوەزارعەرەبیئـ.ح.
20-08-2022وڵات - هەرێم باکووری کوردستانئـ.ح.

Kurdipedia.org (2008 - 2023) version: 14.58
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 1.437 چرکە!