Pirtûkxane
Pirtûkxane
Lêgerîn
Em kî ne
Em kî ne
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Vebijêrkên Lêgerînê
Cureya lêgerînê: ≈ Wek
Cureya lêgerînê: = Wekhev
Cureya lêgerînê: ≕ Bi dest pê dike
lêgerîna ne safî
Hemû kom
Belgename
Çand - Henek
Çand - Mamik
Çekên ku li Kurdistanê tên bikaranîn
Cih
Cihên arkeolojîk
Dîrok & bûyer
Enfalkirî
Eşîr -Hoz-Mezheb
Geştyarî
Helbest
Heywanên Kurdistanê
Jîngeha Kurdistanê
Jiyaname
Karên hunerî
Kevneşopî
Kurtelêkolîn
Li Kurdistanê hatine berhemdan
Lîstikên Kevneşopî yên Kurdî
Muzexane
Navên Kurdî
Nexşe
Nivîsên Olî
Ofîs
Partî û rêxistin
Pêjgeha kurdî
Pend û gotin
Peyv & Hevok
Pirsgirêka Jinê
Pirtûkxane
Şehîdan
Şînkahiyên Kurdî
Statîstîk û anket
Vîdiyo
Wekî din
Wêne û şirove
Weşanên
Zanistên Xwezayî
Hemî ziman
کوردیی ناوەڕاست
Kurmancî - Kurdîy Serû
English
کرمانجی - کوردیی سەروو
هەورامی
لەکی
Zazakî
عربي
فارسی
Türkçe
עברית
Deutsch
Française
Italiano
Español
Svenska
Nederlands
Ελληνική
Azərbaycanca
Հայերեն
中国的
日本人
Norsk
Pусский
Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Kilaviya
Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn
Tomarkirina babetê
Alav
Ziman
Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
کوردیی ناوەندی (سۆرانی)
Kurdî Bakûr (Kurmancî)
کوردیی باکوور (بادینی)
کوردیی (هەورامی)
کوردیی خواروو (کەڵهوڕی، لەکی و لوڕی)
kurdipedia.org 2008 - 2024
Forma gotarê zêde bikin
|
21’ Ê SİBATÊ ROJA ZİMANÊ DAYÎKÊ
Navê şandêr
Email
Navê babetê
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
Kurmancî - Kurdîy Serû
English
کرمانجی - کوردیی سەروو
هەورامی
لوڕی
لەکی
Kurdîy Nawerast - Latînî
Zazakî
عربي
فارسی
Türkçe
עברית
Française
Deutsch
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
Ελληνική
Pусский
ترکمانی
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Azərbaycanca
Pol, Kom
Belgename
Çand - Henek
Çand - Mamik
Çekên ku li Kurdistanê tên bikaranîn
Cih
Cihên arkeolojîk
Dîrok & bûyer
Enfalkirî
Eşîr -Hoz-Mezheb
Geştyarî
Helbest
Heywanên Kurdistanê
Jîngeha Kurdistanê
Jiyaname
Karên hunerî
Kevneşopî
Kurtelêkolîn
Li Kurdistanê hatine berhemdan
Lîstikên Kevneşopî yên Kurdî
Muzexane
Navên Kurdî
Nexşe
Nivîsên Olî
Ofîs
Partî û rêxistin
Pêjgeha kurdî
Pend û gotin
Peyv & Hevok
Pirsgirêka Jinê
Pirtûkxane
Şehîdan
Şînkahiyên Kurdî
Statîstîk û anket
Vîdiyo
Wekî din
Wêne û şirove
Weşanên
Zanistên Xwezayî
Daxuyanî (Ravekirin) :
21’ê sibatê “Roja Zimanê Dayîkê” ye. Dema ku Bengladeş di bin bandora dewleta Pakîstanê de bû ku jê re Pakîstana Rojhlat dihat gotin, ji aliyê desthilatdariya İslamabadê ve hat xwestin ku zimanê Urdû bibe zimanê Gelê Bengalî yê fermî. Li ser vê yekê Bengaliyan nerazîbûna xwe nîşan da û gelek mitîng û xwepêşandan pêk hatin. Di çalakîyên 21´ê Sibata 1952´an de li Dakkaya Serbajarê Bengladeşê pênc xwendekarên “Dhaka Medical College”ê, yên ku dixwastin zimanê “Bengalî” wek zimanê fermî bê qebûlkirin, ji alîyê polêsên dewleta Pakîstanê ve hatin kuştin. Her wiha ji bo bîranîna van cîwanan û girîngîya zimanê dayîkê, ji aliyê UNESCO’ yê ve 47 salan piştî vê bûyerê, ango di 17´ê mijdara 1999’ de, 21’ê Sibatê wek “Roja Zimanê Dayîkê” hat pejirandin. Di sala 2000’î de cara yekem ev roj hat pîrozkirin û her wiha heta îro her sal di 21’ ê sibatê de tê pîrozkirin. Zimanê ku bi taybetî mirov ji dayîka xwe û civaka mirov tê de dijî dibîhîze û fêr dibe, re zimanê dayîkê tê gotin. Zimanê dayîkê kesayeta civakîya mirovan diafirîne. Ya herî pêwiîst û giring ev e ku netewe û hişmendiya neteweyî bi hevkariya vî zimanî derdikeve holê û dirûvê werdigire. Di cihanê de her neteweyek bi zimanê dayîka xwe tê nasîn. Kurd bi kurdî, Tirk bi tirkî, Faris bi farisî û Ereb jî bi erebî dipeyîvin û tên nasîn. Ji bona ku netewe karibin hebûna xwe bidomînin, divê zimanê xwe yê dayîkê biparêzin û di hemû qadên jîyanê de bi kar bînin. Li gorî raporeke UNESCO’yê di dinyayê de nêzîkî 6 000 ziman hene. di vê sedsala ku em tê de dijîn, ji van zimanan nêzikî 2 500, li Tirkîyê jî 18 ziman ber bi windabûnê ve diçin. Ji wan zimanan yek jî zaravaya Kirmancî ango Zazakî ye, Windabûna zimanan, windabûna çand, civak, gel û netewan e. Ziman û netewe bi hev ve girêdayî ne û hebûn û tunebûna hevdu ne. Mirov çi qas zimanê xwe biparêze, ew qas jî hebûna xwe diparêze. Em çi qas rûmet û qîmetê bidin zimanê xwe, ew qas jî didin xwe û neteweya xwe. Dema ku ziman ji jîyana rojane û ji çandê, nivîsê û ji qadên zanistîyê derbikeve, mehkûmê mirinê dibe. Ziman zindî ye, bi jîyana civakan re diherike û dimeşe. Zindîtîya zimanê me tenê dikare bi “axaftin, nivîsandin û jîyaneke Kurdewarî” were berdewamkirin. Di parastin û dewlemendkirina zimanê me de çi were ser milê kê, divê ew vê erka xwe ya neteweyê bîne cî û hemû kes, dezgeh û sazî, xebat û xîretên xwe bi her awayî îhmal nekin. Bi sedsalan e, di erdnîgarîya Rojhilata Navîn de, kurdî di bin bandora înkarî, bişavtin (asîmîlasyon) û tunekirinê de maye. Lê bi alîkarîya berhemên zargotinî (wêjeya devkî) û bi axaftin û lorikên dayîkan li ser pêyan maye û winda nebûye. Ji ber vê yekê ez li ber hemû kesên ku di mal û malbatên xwe de kurdî bi kar anîne û bi kar tînin, bejna xwe ditewînim. Kurdî çi qas qedexe bûye, ew qas jî bi xîret û alîkarîya dayîk û gelê me, bi rewşeke xwezayî dewlemendîya xwe berdewam kirîye. Her wiha hatîye parastin. Ji bo zimanê me li ser xwe û zindî bimîne, pêwist e ku em hemû Kurd, di mal û malbatên xwe de, di sazî û dezgehan de, di danûstandin û bazaran de bi xwezayî kurdî bi kar bînin. Kurdî zimanekî tewangbar, herikbar, birêzik û qeydeyên taybet û dewlemend e. Ji ber vê yekê li ser xwe maye û wenda nebûye. Me ji dapîr û babîrên xwe, ji dê û bavên xwe emanet girtîye. Ev emanetê ku ev qas dewlemend û rengîn, me çawa ji dê û dapîran, ji bav û kalan girtiye, divê em ê bi wî awayî, bi alav û derfetên rojane teslîmî pêşerojê bikin. Civakên ku zimanê xwe neparêzin û rûmetê nedin zimanê xwe, di bin bandora ziman, çand û hunerên din de dimînin û ji çand, huner û zimanên xwe û ji xwe dûr û bîyanî dikevin. Kesên ku ji zimanê xwe dûr bikeve, ji çanda xwe, hebûn, kesayetî û nasnameya xwe jî dûr dikeve. Ji ber wê yekê bikaranîna ziman, hebûn û tunebûna netewan e û xerca yekîtîyê ye. Li ku derê dibe bila bibe, perwerdehiya bi zimanê dayîkê ji bo mirov mafeke herî bingehîn e. Ziman ji bo mirovahîyê pêmayiyeke hevbeş e, divê em li vê pêmayiyê xwedî derkevin û wê biparêzin. Zimanê Kurdî jî wek Kurdistanê kevnare û berxwedêr e. Bi hezaran sal in, çand, ziman û bi giştî hebûna Kurdan di binê êrîşên dagirkeran da ne. Di vê roja zimanê dayikê de jî mixabin dîsa wek li Efrînê Kurd û Kurdistan bûye hedefa êrîşên hovane ên dewleta Tirk. Di roja pîrozkirina zimanê dayikê de zarokên Kurd ji ber êrîşên hovan nikarin perwerdeya zimanê dayika xwe bibînin û dayikên wan jî bi bombeyên hovan tên kuştin. Wîna berxwedana ziman û çanda Kurd, îro li Efrînê li Çiyayê Kurmênc wek her dem û zimanê kurdî bi lerhengî li berxwe dide. Me do li berxwe da, îro em liber xwe didin û sibê jî em ê liber xwe dibin û serforaz bibîn. Hêza berxwedan û lehengiya Kurd ji hemû hêzên dagirker, qirêj û derî mirovane bihêztir e! Bi vê bîr û baweriyê em 21´ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê, bi gelemperî li hemû gelên bindest ên cihanê, bi taybetî jî li Gelên Kurdistanê pîroz dikin. Her bijî Zimanê Dayîkê! Her bijî berxwedana Efrînê! Komîsyona Çand, Huner, Perwerde û Ziman a KNKê #21-02-2018#
Rastvekirina babetî: Ji kerema xwe guhertinên xwe yên di vê deverê de binivîse.
Jêder (Çavkanî):
Parastin - Virêkirin
Çûna jûr
Mercên Bikaranînê
Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
|
Peywendî
|
CSS3
|
HTML5
|
Dema çêkirina rûpelê: 0.015 çirke!