Nav û Paşnav: Osman Abdurrahman
Nasnav: Çiyager Amed
Cihê Jidayikbûnê: Kerkûk
Navê Dayik- Bav: Laika- Abdurrahman
Cih û Dîroka Şehadetê: #28-08-2018# / Garê
ÇIYAGER AMED
Hevrêyê me Çiyager li Kerkûkê ku wekî dilê Kurdistanê tê binavkirin, ji dayik bû. Malbata hevrêyê me tevî zilm û zordariya rejîma Sedam nirxên Kurdewarî û neteweyî parast. Ji ber vê hevrê Çiyager li gorî cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me piştî ku demekê xwend, ji bo tevkarî li debara malbata xwe bike di hin karên cuda de xebitî. Ji ber vê bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedekar hat nasîn û ji aliyê hewirdor ve hat rêzgirtin. Berevajî polîtîkayên partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, wî pirsgirêkên mêtingeriyê yên ku gelê me pê re rû bi rû maye bi perspektîfek giştî girt dest. Wî pirsgirêkên li herêmên cuda yên Kurdistanê wekî yên xwe didît û bawer dikir ku çarenûsa gel bi hev ve girêdayî ye. Hevrê Çiyager, bi zanîna ku çareseriya pirsgirêkên li Kerkûkê bi çareseriya pirsgirêkên li Amed, Qamişlo û Mehabadê ve girêdayî ye, her gav baweriya xwe bi pêwîstiya têkoşînek hevpar anî. Dît ku partî û hêzên li Başûrê Kurdistanê di vî warî de têrê nakin û rojeveke wan a wisa tune ye. Ji ber vê ew ket nava lêgerînan. Têkoşîna PKK'ê ya çalak a li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li Rojava, Şengal û Kerkûkê li dijî êrîşên DAÎŞ'ê û parastina gelê me ji êrîşên qirkirinê, hişt ku dilsoziya hevrêyê me Çiyager a li hember Tevgera Azadiyê xurt bibe. Bi taybetî, ji paradîgmaya Neteweya Demokratîk a ku Rêber Apo ji bo misogerkirina yekîtiya demokratîk a gel pêş xistiye û têkoşîna wêrek a gerîla ku li Kerkûkê raber kiribûn, bandor bû. Hevrê Çiyager, bi baweriya ku divê wekî ciwanekî Kurd beşdarî têkoşînê bibe, pêşî tevlî xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz bû. Di nava xebatan de ew rastiya têkoşîna me ji nêz ve nas kir û hewl da roj bi roj tevlîbûna xwe berfirehtir bike. Êrîşên dijwar ên li dijî gelê me bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û şerê fedaî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê îdîa û biryardariya wî xurttir kir. Hevrê Çiyager ê ku bawer dikir divê rolek çalaktir bilîze, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Çiyager bi saya perwerdeya şervanên nû, zû hînê jiyana çiya û gerîla bû. Di vê pêvajoyê de, bi perwerdeya îdeolojîk a ku dîtî re, têgihîştineke kûrtir bidest xist. Hevrêyê me Çiyager fêm kir ku her çend li Başûrê Kurdistanê rêveberiyek heye jî navaroka wê hatiye valakirin û dît ku çand, exlaq û hişmendiya azadiyê ya gelê me ya kevnar di nava Tevgera Apoyî de cih digire. Hevrêyê me li ser vê bingehê kesayeta xwe di berçavan re derbas kir, bandorên pergala kapîtalîst û polîtîkayên herêmî li ser kesayetiya xwe analîz kir. Hevrê Çiyager têkoşîneke dijwar li dijî taybetmendiyên ku rê li ber azadiya wî digirt da destpêkirin û di karakterê wî de veguherînên girîng çêbûn. Bi vê îdîa û biryardariyê re, ew bû milîtanek mînak û bandor li hemû hevrêyên xwe kir. Hevrêyê me ji bo ku bikare parastina gelê me bike û xwe di hunera leşkerî ya gerîla de pêş bixe, bi rengekî çalak tevlî perwerdehiyên leşkerî bû. Hevrêyê me Çiyager di demeke kûrt de di vê qadê de serketinên girîng bidest xist û tecrûbeyên bi salan a têkoşîna gerîla qezenc kir.
Hevrê Çiyager piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serketî bi dawî kir, israr kir ku biçe deverên şer û li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer bike. Bi lêhûrbûna xwe ya leşkerî û kesayeta xwe ya milîtanî hevalên xwe qanih kir. Li ser vê bingehê, ew derbasî herêmên ku şer lê giran bû û tevlî têkoşîna azadiya gelê me bû. Ew tevlî gelek çalakiyên li dijî çeteyan bû. Wêrekiya wî, fedakarî û bêtirsiya wî baweriya hevrêyan xurttir kir. Her çend di destpêkê de tecrûbeya wî ya şer kêm bû jî, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên bixwestek û çalak di demeke kûrt de tecrûbe bidest xist. Piştî têkçûna çeteyên DAÎŞ'ê ew carek din berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrê Çiyager ji bo parvekirina tecrûbeyên ku di şer de bi dest xistiye, derbaskirina kêmasiyan û kûrkirina têgihîştina xwe ya li ser taktîkên gerîla, demekê perwerde dît. Vê pêvajoyê bi rengekî herî baş nirxand û xwe ji hêla leşkerî û îdeolojîk ve xurttir kir. Ji bo bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, dixwest biçe deverên ku şer lê giran bû. Lê belê, ji bo parvekirina tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re, ew bi peywirên cuda hate wezîfedarkirin. Li ser vê bingehê hevrêyê me hemû berpirsiyariyên xwe bêqusûr pêk anî. Hevrê Çiyager ê ku bi taybetmendiyên xwe yê dilnizm, dirust û gihîştî milîtanekî mînak e, di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Hevrê Çiyager ê ku di 28’ê Tebaxa 2018’an de li herêma Garê ligel hevrêyên xwe di êrîşa dijmin de şehîd bû, dê her tim bibe ronahiya ku rêya me ronî dike. Wekî hevrêyên wî, em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyala wî ya Kurdistanek azad pêk bînin. [1]