Nav û Paşnav: Songul Karaman
Nasnav: Rûken Amed
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik- Bav: Hatûn-Yaşar
Cih û Dîroka Şehadetê: #28-08-2018# / Garê
RÛKEN AMED
Hevrêya me Rûken li navçeya Erxenî ya Amed di malbateke welatparêz de ji dayik bû û di nav çanda Kurdewarî de mezin bû. Ji ber ku li dibistanê bi zimanê dayikê perwerdehî nedît û qedexe ye, ji temenek biçûk ve ket ferqa rastiya înkarê. Van qedexeyan bûn sedema çêbûna bertekên wê ya yekem li dijî dewleta Tirk. Her ku ew mezin bû, wê zilm û zordariya li ser gelê me bi zelalî dît. Vê yekê hêrsek xurt û hişmendiya azadiyê di dilê wê de çêkir. Her ku wê gerîlayên ku li çiyayan ji bo gelê xwe şer dikirin nas kir, ji wan hêz girt û têkoşîna gerîla wekî rêyek ku were şopandin diyar kir. Di dema zanîngehê de derfet dît ku bêtir têkoşîna me ya azadiyê nas bike. Wekî jineke ciwan, wê biryar da ku divê ew berpirsiyariya gelê xwe bigire ser milên xwe. Ji ber vê yekê, wê gavên xwe yên yekem di têkoşînê de bi beşdarbûna xebatên ciwanan ên şoreşger û welatparêz avêt. Di pêvajoya xebatan de têgihîştineke kûrtir li ser rastiya Rêbertî û têkoşînê bi dest xist û di heman demê de têkoşîna xwe berfireh kir. Hevrê Rûken zû bû şoreşgereke çalak û ji bo rêxistinkirinê û tevlîkirina xwendekarên zanîngehê bo têkoşînê kedeke mezin raber kir. Bi tevlîbûna xwe ya biryardar, hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir û di heman demê de bala dijmin jî kişand ser xwe. Ji ber vê sedemê, ew demekê hate girtin. Lê belê, heta di girtîgehê de jî, wê ji pîvan û têkoşîna xwe tawîz neda.
Hevrê Rûken, bi îradeya xwe ya xurt û hişmendiya xwe ya azadiyê, li hember êşkenceya dijmin li ber xwe da û kevneşopiya berxwedana zindanê di şexsê xwe de temsîl kir. Weke her milîtanek Apoyî ew zindanê ne wekî cihekî teslîmbûnê, wekî cihekî fêrbûn û pêşveçûnê girt dest. Di vê pêvajoyê de, hevrêya me derfet dît ku bi rengekî xurtir li ser kêmahiyênn xwe lêhûr be. Li vir, wê kêmasiyên xwe yên di xebata xwe ya berê de tespît kir, derbas kir û tecrûbeyên mezin bidest xist. Têkoşîna rêxistinkirî bêhtir fêm kir û ji bo çareseriyên mayînde ji bo pirsgirêkên gel lêhûr bû. Hevrê Rûken bawer dikir ku ev tenê bi berfirehkirina têkoşîna gerîla dikare were bidest xistin. Ji ber vê yekê, piştî ku ji zindanê derket, wê xwendina xwe ya zanîngehê nîvco hişt û di sala 2015’an de ji Amed derket, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Rûken demekê li herêma Amedê ma. Hevrêtiya xurt a di navbera gerîlayan de bandorek mezin li ser wê kir. Hevrê Rûken tecrûbeyên jiyanî ji hevrêyên xwe yên li vir hînbû û zû adapteyê jiyana çiyayî bû. Li ser pêşniyara hevrêyên xwe, ew ji bo perwerdehiyek berfirehtir derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrê Rûken, bi saya tecrûbeyên xwe yên berê di perwerdehiya şervanên nû de ku li herêma Avaşînê dîtibû zehmetî nejiya. Bi saya perwerdehiya ku wergirt, ew ket nava pêvajoyek ji nû ve avakirina xwe. Wê hewl da ku taybetmendiyên ku pergala kapîtalîst di kesayetiya wê de çandibû, taybetmendiyên ku ne yên wê bûn, nas bike û derbas bike. Di vê pêvajoyê de, bi xwendina analîz û parastinên Rêber Apo re lêhûrbûnên kûrtir jiya û encamên girîng bi dest xist. Têkoşîna azadiya jinan kûrtir fêm kir û di têgihîştina pîvanên azadiyê de veguherînên xurt pêkanî. Hevrêya me bi zanabûna ku azadî pêvajoyeke berdewam a lêhûrbûnê ye û di kesayeta xwe de şoreş avakirine, ji ber vê sekneke li gorî vê raber kir. Dema ku hevrêya me Rûken tevlî refên gerîla bû, li Rojava û Şengal êrîşên qirkirinê li dijî gelê me dewam dikirin, her wiha li Bakurê Kurdistanê jî komkujî hebûn. Ji ber vê yekê, wê bi cidiyeteke mezin nêzî xebatên leşkerî bû. Hevrê Rûken, bi giranî li ser hurgiliyên hunera şerê gerîla lêhûr bû û xwe di gelek warên taktîkî de pêş xist û bingehek xurt bi dest xist.
Hevrê Rûken, piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî qedand, tevlî xebata herêma Avaşînê bû. Her ku xweza û jiyana Avaşînê bêhtir nas kir, dilsoziya wê ya ji bo herêmê xurttir bû. Dema ku êrîşên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê di sala 2015’an de dest pê kirin, ew yek ji hevrêyên ewil bû ku li dijî êrîşan derket. Helwesta wê ya wêrek wekî gerîlayek YJA Star moral û hêz da hevrêyên wê. Êrîşên hovane yên li dijî Berxwedana Xwerêveberiyê li Bakurê Kurdistanê hêrsa wê ya li hember dijmin zêdetir kir. Bi baweriya ku divê tola gel were girtin, lêhûrbûnên mezin kir. Hevrêya me armanc kir ku ruhê fedaî yê Apoyî ku li Bakurê Kurdistanê derket holê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê temsîl bike. Li ser vê bingehê, di salên 2016 û 2017’an de bi awayekî çalak tevlî xebatên pratîkî bû. Hevrê Rûken bi wêrekî beşdarî gelek çalakiyan bû û di serketina wan de bû xwedî kedek mezin. Bi fedakariya xwe di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Ji bo ku bibe layiqê vê baweriyê, hewl da ku têkoşîna xwe hîn bêtir berfireh bike. Hevrê Rûken a ku piştre debasî herêma Heftanînê bû, bi heman biryardariyê xebata xwe domand. Li ser kêmahiyên dihatin jiyîn lêhûr bû, xwe xurt kir û bi morala ku ji felsefeya azadiyê ya Rêber Apo digirt, tevlî xebatên pratîkê bû. Piştî ku erkên xwe yên li herêma Heftanînê bi serketî pêk anî, derbasî herêma Garê bû û meşa xwe ya şoreşgerî li wir domand.
Hevrêya me Rûken, di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de sekneke her tim xweperwerdekirin û nûjenkirinê esas girt û ji fikra azadiyê tu carî qut nebû. Bi kesayetiya xwe ya dirust, dilsoz û kedkar, ew bû milîtaneke jin a bihêz. Helwesta wê ya bêtawîz li hember dijmin û rihê wê yê tolhildanê ji bo hevrêyên wê bû mînak û ev helwest di tevahiya jiyana xwe de parast. Di 28’ê Tebaxa 2018’an de, ew li kêleka hevrêyên xwe di êrîşeke dijmin de tevlî karwana şehîdan bû. Hevrê Rûken mîrateyeke têkoşînê ya bi nirx û dewlemend li pey xwe hişt. Em weke hevrêyên wê, soz didin ku em ê armanc û xeyalên hevrê Rûken pêk bînin. [1]