Nav û paşnav: Axdileziz Muhammed Gerdî Hemad
Nasnav: Cernas Şemîr
Cihê jidayikbûnê: #Şengal#
Navê dayik û bav: Hezna Îsa – Muhammed Gerdî
Dîrok û cihê şehadetê: #29-04-2019# / Garê
CERNAS ŞEMÎR
Hevrêyê me Cernas Şemîr li Baacê ya girêdayî Şengalê, wekî zarokekî gelê me yê Ereb ji dayik bû. Ew li Nînowa ya girêdayî Mûsilê mezin bû û cewhera civakî, exlaqê xurt û karakterê berxwedêr ê gelê me yê Ereb bi dest xist. Hevrê Cernas şeş salan xwend û dibistana seretayî bi serketî qedand. Hevrê Cernas bi zimanê xwe yê dayikê yê Erebî re Îngilîzî jî fêr bû û xwe pêş xist. Hevrê Cernas di temenê xwe yê zû de şahidiya êrîşên qirkirinê yên DAÎŞ’ê ku li dijî gelê me yê Êzidî yên Şengalê û hovîtiya DAÎŞ’Ê ya li Mûsilê kirin, kir. Vê hovîtiyê hiş û dilê hevrêyê me ji kûr ve hejand. Ew wate neda ku bê mirov çawa dikarin li hember mirovan ewqasî zalim dibe û bi hovîtî êrîş dike. Ew dilê wî yê ku bi hezkirina mirovahiyê tijî bû, li dijî van êrîşên nemirovane bi hêrs tijî bû. Hevrê Cernas, çeteyên DAÎŞ’ê yên ku gelê me yê Ereb û Îslamê îstismar dikin, çetetî, talankarî û qirkeriya wan zû fêm kir û derxist zanyariyê. Wekî ewladekî wêrek ê gelê Ereb, wî têkoşîna li dijî van çeteyên kujer wekî berpirsiyariyek dîrok û wijdanê ku daye ser milên xwe dît. Hevrê Cernas ê ku di nav gelê Kurd de mezin bû ûbi taybetî gelê me yê Êzidî û gelê Kurd ji nêz ve nas dikir û ji roja ku ew bi bîr bû biratiya gelan jiya, bi dîtin û bi bawerî mezin bû. Ji ber vê yekê ti carî cudahiya etnîkî ji bpo hevrêyê me Cernas nebû diyarker. Hevrê Cernas di sala 2018’an de bi berpirsiyariya mirovekî esilzade tevlî têkoşîna şoreşgerî li Medîbanê tevlî şoreşê bû.
Hevrê Cernas beşdarî têkoşîna li Şengalî bû û ji gerîlayên ku li wir dît ve pir bandor bû. Hevrê Cernas di nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalî (YBŞ) de bi awayekî sîstematîk ramanên Rêber Apo fêr bû. Hevrê Cernas ê ku xwe li ser bingeha îdeolojiya Apoyî perwerde kir û piştî ku cewhera armanca Apoyî ya rizgariya hemû gelan fêm kir, bêhtir xwedî li têkoşînê derket. Bi taybetî ji jiyan û têkiliyên hevrêtiyê yên milîtanên fedaî yên Apoyî bi bandor bû û hewl da ku ev şêwaza jiyana kûr û fedaî di kesayetiya xwe de bi cih bike. Di sala 2018'an de vekişîna HPG'ê ji Şengalê bandorek kûr li ser hevrê Cernas kir.
Hevrê Cernas ê ku di hesreta milîtanên Apoyî yên ku bi wan re hînî jiyana hev re û têkoşînê bûbû de bû, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û xwest tevlî HPG'ê bibe. Ji bo hevrê Cernas ê ku guncav hat dîtin ku demekê li Şengal bimîne, xwe pêş bixe û dawiyê derbasî çiyê bibe, li wir tecrûbeyeke girîng bi dest xist. Di bihara 2019'an de, dema ku xwe bi tevahî amade hîs dikir, careke din pêşniyar kir ku vegere çiyê û berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Bi coş, heyecan û hesreteke mezin, ew gihîşt çiyayên Kurdistanê û dîsa bi hevrêyên xwe re hat gel hev. [1]