=KTML_Bold=Çîroka 30 sal ji girtin û berxwedanê=KTML_End=
Viyan Egîd/Qamişlo
Di dîroka mirovan de tu kes nikarîbû bi rehekî geş berxwedan û tekoşînê bi salan di girtîgehê de bijî, lê Baz û hevalên xwe ne wekî tu kesî bûn, ji ber ku xwedî fikir û armanc bûn, ne dijmin û ne jî dewletên cîhanê karîbûn wan bandor bikin da ku teslîm bibin, Baz fikir û armanca xwe ji teslîmiyetê mezintir didît.
Baz Efrîn di sala 1972`an de li #Efrîn# ê di nava malbatekî welatparêz de ji dayik bûye, ji zaroktiya xwe ve naskirina wî ji #Tevgera Azadiyê# re hebû, di heman demê de bi jiyana xwe ya zaroktî bi Tevgera Azadiyê re derbas kir, ew xwedî meraq bû ku hîn zêdetir Tevgera azadiyê nas bike û xwe bi tevgerê re bike yek, ji ber vê yekê di Newroza 1988`an de pêşniyar hat kirin ku komek were avakirin, li ser vê bingehê Koma Engîzek hat avakirin ku ji 6 kesan pêk dihat, herwiha Baz jî yek ji van kesan bû û cihê xwe di komê de girt. Ew kom jî ya çand û hunerê bû, Baz Efrîn nêzî 3 sal û nîvan di kar û xwebatên komê de ma. Piştî 3 sal û nîvan Baz derbasî çalakiyên herêmê bû, bi tayebet jî yê bajarê Efrînê.
=KTML_Bold=Baz fikir û felsefeya Rêber Apo kir nexşeriya xwe=KTML_End=
Baz piştî çend salan xwest ku derbasî qada leşkerî bibe û xwesteka xwe pêk anî, êdî karê ku da meşandin di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê bû. Her ku roj, meh û sal derbas dibûn, Baz ewqasî girêdana xwe bi Tevgera Azadiyê re xurt dikir, di heman demê de fikir û fesefeya Rêber Apo ji xwe re kir nexşerê.
Di sala 1993`an de Baz bi awayekî fermî tevlî refên Tevgera Azadiyê bû
Baz dema ku kar û xebatên leşkerî dida meşandin, rastî pir hevalên di tevgerê de dihat ku karîbûn li hev kom bibin, dema ew bi hevalên xwe re diciviya, gelek hevalên wî behsa komkujî, talankirin, koçberî, şewtandina gundên Kurdan dikirin, di heman demê de behsa zehniyeta faşîzamê dikirin ku çawa dewleta Tirk û hevkarên wê kiriyar û komkujî li hemberî gelê kurd dane meşandin.
Ji ber vê yekê ev nîqaş û bi taybet dema ku rastiya dijmin nas kir, Baz bandor bû, êdî biryar da ku ew ê bi tevlî bûn û sekna xwe ya xurt wê bibe bersiv. Lewma di sala 1993`an de Baz biryara xwe ya tevlîbûnê dide û bi awayekî fermî tevlî refên Tevgera Azadiyê dibe. Ev rê ji bo Baz bû mîna jiyaneke nû, di heman demê de bû armanc ku bi hemû hewledanên xwe bibe milîtanekî pêşeng ji Rêber Apo û gelê Kurd û Kurdistanê. Li vir Baz dest bi rêya tekoşîn û berxwedanê kir, bi hemû hewledan, heycan û moralê xwe ber bi rêya azadiyê re meşiye. Tişta ku rêya Baz Ronî û bi hêz kir ew bû dema bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Bi hevdîtina Rêber Apo re Baz hîs kir ku tîrêjên azadiyê di ruhê wî de zindî bû.
=KTML_Bold=Baz di encama kemîneke bêbext de hat girtin=KTML_End=
Baz destnîşan kir ku dema tevlî Tevgera Azadiyê bû, dîsa xebatên di navbera sînorê Rojava û Bakûrê Kurdistanê zêdetirî 2 salan da meşandin.
Baz û hin hevalên xwe her di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê xebat didan meşandin, çûn û hatina wan zêde bû. Rojekî Rêber Apo wan erkdar kir ku dîsa derbasî Bakur bibin, Baz bi heycanekî mezin ket rê, ew bawer bûn ku ew ê erka xwe bi awayekî serkeftî derbas bikin, ji ber ku Baz û hevalên wî tecrûbeyên wan çêbûbûn. Lê baz nezanî bû ku neyar û bêbextan ji wan re kemîn dane çêkirin, dema ku Baz û hevalên xwe bi hêz û heycaneke pir bilind bi rê dikevin, dewleta Tirk a dagirker kemîn ji wan re danî bû, di encama vê kemîna bêbext de baz û hevahên xwe ketin çatşmê de, li vir baz nema li pêşiya xwe didît, tenê dizanî ku hin hevalên wê hatin şehîd xistin, di heman demê de hin heval belav bûn û Baz jî di roja 3`yan de ji aliyên leşkerên dagirkeriya Tirk ve hat girtin.
Ji bo kêliya girtinê Baz ji Rojnameya me re got: “Ez ne xemgîn û ne jî şikestî bûm dema leşkerên dagirkeriya Tirk min girtin, lê belê ez xemgîn bûm dem erka me nehat serxistin, ji ber ku Rêber Apo bawer bû ku em ê vê erkê serkeftî derbas bikin û ev yek ji bo min bû êşek, her ku ez rexnedayinê bidim jî wê kêm be.”
=KTML_Bold=Cezayê hate hetayê li ser Baz hat birîn=KTML_End=
Di wan salên ku Baz hat girtin û wî birin girtîghên Tirkiyê, îşkenca û binpêkirina mafên girtiyan bi awayekî pir hişk dihat kirin, lewma dema ku Baz derbasî girtîgehê dibe ew rêya tekoşîn û berxwedaniya Mezlûm Doxan, Kemal Pîr, Mehemed Xeyrî durumş û hwd… da li pêşiya xwe, dewleta Tirk nikarî bû îrade girtyan têk bibe, berovajî wê her ku roj derbas dibûn Baz û hevalên xwe asta tekoşîn û berxwedanê bilindtir dikirin. Cezayê hate hatayê li ser Baz hat birîn û di îşkenceyekî pir giran re derbas bû, gelek kes dibin îşkenciya ku dewleta tirk dide meşandin, dihatin şehîd xistin. Di heman demê de ew kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker yê ku li hemberî girtiyan dide meşandin, ne karê microvan bû, li gor ku tê gotin ev kiriyar cinawer jî nakin. Baz û hevalên xwe bê sûc bûn, ne hêjia bû ku ewqas êş û zilim bibînin. Lê neyar wan sûcdar dibînin, ji ber ku daxwaza Kurdistanekî azad û serbixwe dikin, di heman wextî de li hemberî kiryarên dewletên hegemon derketin û bindestî ji xwe re qebûl nekirin.
Li gor ewqas îşkence û zextên li ser Baz û hevalên wî, ew rûhê berxwedanê li cem wan her zindî ma, mîna mûma hêviyê di hundirê ruhê wan de roj bi roj geştir dibû. Baz anî ziman ku tişta wan li ser piyan hişt û teslîmiyetê ji xwe re qebûl nekin, rûhê berxweda zindana bûn, di heman demê de fikir û felsefeya Rêber Apo bû.
=KTML_Bold=Baz fikir û armanca xwe ji teslîmiyetê mezintir ditdît=KTML_End=
Di dîroka mirovan de tu kes nikarî bû ku bi rehekî wiha geş, gerin, berxwedanî û tekoşînê bi salan di girtîgehê de bijî, lê Baz û hevalên xwe ne wekî tu kesî bûn, ji ber ku xwedî fikir û armanc bûn ne dijmin û ne jî dewletên cîhanê karîbûn wan bandir bikin da ku teslîm bibin, Baz fikir û armanca xwe ji teslîmiyetê mezintir didît. Baz û hevalên xwe her rojekî girîng di dîroka Kurdan û Tevgera Azadiyê de di hundirê girtîgehan de pîroz dikin wekî ku di nava hevalên xwe yên derve de ne.
=KTML_Bold=‘Girûra Însan, Îşkence Têk dibe, di heman demê de Bimre Faşîzim’=KTML_End=
Leşkerên Tirkan her car mîna gurên hov ku av ji devên wan diherike xwe li deriyên hucreyan didan, di hemand emê de bi gurim gurima lingên wan xezeba kîna hundirê wan zêde dibû, li vir jî dema derbasî hucreyê dibûm li her hevalekî bi awayekî hovana destdirêjî û gotin ji wan re dihat gotin, lê wiha tenê derbas ne dibû, li hemberî wê baz û hevalên xwe dest bi silogana dikirin û digotin‘Girûra Însan, Îşkence Têk dibe, di heman demê de Bimre Faşîzim’ di van kîliyan de hemû girtî bi yek dengî ew girtîgeh dihejandin bi siloganan, li vir leşkerên Tirk paş dizîvirîn dighîştin astekî ku poşman dibûn, baz û hevalên xwe ew bindestî qebûl nedikin, heta di girtîgehan de ew bi hemû cureyên çalakiyên xwe bi ser diketin. Di heman dewmê de baz û hevalên xwe çalakiyên gireva birçîbûne dan destpêkirin û dewlet kirin nava zextên giran ku êdî ew qebûl nakin wiha kiryar û îşkence li ser wan were kirin. Her wiha dewlet jî ji çalakiyên Baz û hevlên wî ditirsiyan, ji ber ku daxwazname di raya giştî re dihat şandin û dewleta Tirk neçar dima ku girtiyan gyhdar bike û daxwaza wan bi cih bîne.
=KTML_Bold=Baz û hevalên xwe girtîgeh veguheradibûn Akademiya Rêber Apo=KTML_End=
Baz da zanîn ku ew di nav çar dîwaran de bû, lê nehat wateya ku dewleta Tirk mejî û rûhê wan jî bide girtin. Berovajî wê di hundirê her girtîgehekê de perwerde û pirtûkên Rêber Apo dihat xwendin, ew girtîgehên dewleta Tirk a dagirker veguheradibûn akademiya Rêber Apo, Baz û hevalên xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo girtîgeh ji xwe re ronî kirin. Baz teqez kir ku ew di salê de 3 dewreyên perwerdeyên li ser fikir û felsefeya Rêber Apo diqedandin, di heman demê de her dewreyek jî li ser nave hevalekî şehîd dihat destpêkirin.
=KTML_Bold=Dewleta Tirk û sûcên mirovahiyê=KTML_End=
Dewleta Tirk her qurnastî dikir, gelek girtî nexweş diketin, wan derman û tedawî nedikir, gelek girtî ji ber sedemên nexweşiyên giran gihîştin asta şehadetê,di herî dawî de ji bo ku ew sûca ku girtî di hundirê girtîgehan de nayên dermankirin, wan dihştin heya ku bizanibin rewşa wî ya tenduristiyê giran bûye û ber bi şehadetê ye, wan ji girtîgehê derdixtin, tenê ji bo ew kiryar û sûcên xwe veşêre.
Baz Efrîn diyar kir ku pêwîst bû zêdetirî 30 salî di girtîhehê de nemîne û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker pêwîst bû di derbas kirina 30 salên min di girtîgehê de, cezayê min bidawî kiribane û min ji girtîgehê derxistibane, lê ez 31 salî di girtîgehê de mam. Lê ev ji bo min nexem bû, ji ber ku kesê 30 salî karîbû di nava çar dîwaran de bijî, wê karî be heya dawiya temenê xwe jî di nava çar dîwaran de bijî. Lê dema ku ez ji girtîgehê derketm min hîn zêde hêz girt ku çawa gelên Rojavayê Kurdistanê bi rûhekê gerim û tije berxwedanî şoreşa li dar xistine û gelek destkeftî bi destxistina, ev cihê serbilindiyê û şenaziyê ye.” [1]