=KTML_Bold=‘Xweparastin, polîtîka ewlekariyê ya civaka exlaqî û polîtîk e’=KTML_End=
Viyan Egîd/Kobanê
Rêvebera HPC #Jin# ya kantona Firatê Zuleyxa Elî diyar kir ku Rêber Apo li ser mijara parastinê wiha dibêje; ‘Xwe#parastin# , polîtîka ewlekariyê ya civaka exlaqî û polîtîk e’ û got: “Xeterî û gef hîna jî berdewam in, lewra parastin ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna av û nan girîng e.”
Hêza Parastina Cewherî (HPC) hertim ji bo rewşên awarte amadeye. Bi taybetî dema ku li dijî jin, zarok, ciwan, mêr û hemû endamên civakê êrişek rû bide dikeve tevgerê û wan diparêze. Civakek bê parastin civakek mirî ye, nikare xwe ji tu êrişên muhtemel yên ku rû bidin biparêze. Pergala parastina cewherî di her qadeke civakê de pêdiviyeke ku ne gengaze mirov dest jê berde, di heman demê de ewlehiya serkeftinên gel û civakê ye.
Di vê carcoveyê de Rêvebera HPC Jin ya kantona Firatê Zuleyxa Elî ji Rojnameya me re axivî.
=KTML_Bold=‘Civaka bê parastin, civakeke mehkûmî tunebuyinê ye’=KTML_End=
Zuleyxa Elî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku civaka bê parastin, civakeke mehkûmî tunebuyinê ye û wiha dewam kir: “Di jiyana hemî zindiyan de xwe parastin girînga, ji destpêka mirovahiyê û heya roja îro, tevahî jiyan I ser sê lingan hatiye meşandin, 1- xwe têrkirin. 2- xwe zêde kirin û 3- xwe parastin. Dema ku parastin tune be wê demê mirov texmîn dike ku jiyan jî hatibe raswistandin û tu kes lê ne neba. Ji ber eger mirov û tevahî xwezaya heyî xweparastin girîng nedîtiba û li hemberî êrişan xwe neparêze û nebe bersiv, wê demê ew civak wê mehkumî tunebûn, esmîlesyon û parçekirinê be. Ji ber vê yekê pêwîst e em xwe û civaka xwe ji her awayên êrişan bi parêzin, çi êrişên derve û hundir be. Maf û destkeftiyên ku rejîma Sûriyê û çeteyên wê di pêvajoya şoreşê de ji destê gel derxistibû, niha bi awayekî gelêrî tên parastin. Ji ber ku xetere û gef hîna jî berdewam in. Lewre parastin ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna av û nan girîng e. Her wiha ji ber ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek ol û netewe hene ku di bin sîstemeke parastinê de kom bûn û nirxên xwe yên madî û manewî diparêzin. Bêyî parastina qirkirina bedenî, çandî û civakî di her kêliyekî de mimkun e.”
=KTML_Bold=‘Civakeke ku nikaribe xwe biparêze, wê wateya xwe exlaqî û polîtîk winda bike’=KTML_End=
Zuleyxa di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya parastrinê û Rêber Apo parastin çawa dinerxîne û wiha got: “Rêber Apo li ser xweparastin wiha dibêje; ‘Xweparastin, polîtîka ewlekariyê ya civaka exlaqî û polîtîk e’. Ya rast civakeke ku nikaribe xwe biparêze, wê wateya xwe exlaqî û polîtîk winda bike.’ Pêwîst e ku civak di hemû çavikên guncav de komên parastina cewherî pêk bîne û ev jiyanî ye. Civakên bê parastina cewherî, civakên ku ji tekelên sermaye û desthilatan re dîl ketine û hatine mêtandin. Şoreşa 19‘ê Tîrmehê ne tenê di nav xwe de gelek tecrubeyên şoreş û serhildanên gelan ên cîhanê kom kirin, lê belê di aliyê fikr, rêxistin û îradeya gelan de şoreş û serhildanên cîhanê derbas kirin. Şoreşa Rojava tecrubeyeke demokratîk, pergalake civakî û parastineke hevgirtî bi destê gelan tê pêşkêşkirin. Ji birêxistinbûna gel a li gorî fikrê neteweya demokratîk û biratiya gelan a zemîna hevgirtina neteweyî û etnîkî danî heta siyaseteke demokratîk di projeya Rêveberiya Xweser a bêyî hilweşandina dewletê an guhertina wê bi desthilatdariyeke nû li ser gel. Ev tecrube pergaleke parastina cewherî ya rewa ji hemû pêkhateyên civakê ava dike û di nava ewqas salên aloziyê de nirx û destkeftiyên xwe parastin û ji xetereyên derve û kiryarên terorîst ên muhtemel li ser herêmê diparêzin.”
‘Dijmin bi rêya mediya dijîtal êrişî Kurdan dike’
Zuleyxa Elî da zanîn ku ew ji bo hemû gef û êrişên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin amedene û wiha pê de çû: “Di nava 14`e salan û heya roja îro gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî hemî cureyên êrişan hatin, ev yek nehişt ku îradeya gel were şikandin, berovajî wê, ji zarok, jin, ciwan û kalên me xweparastin ji xwe re asas û girîng dîtin. Dema em behsa êrişên li ser me hatin meşandin û heya roja îro jî bi awayekî cûda ev êriş dewam dikin, wek ku tê dîtin û zanîn ku dijmin çawa ni rêya dijîtal mediya û malparan êrişî kurdan dike, ji ber vê yekî dema em dibêjin êriş û şer, tenê şerê çek û leşkerî tune ye. Lê belê bi rêya şerê taybet dixwazin civak û gelê me bide esmîlekirin, li hemberî vê yekê jî em xwe û gelê xwe perwerdekirin, rêxistinkirin û hişyakirina li hemberî van tevlî heviyan ew ê çawa bibin bersiv. Em ê şev û roj li ber parastina civaka xwe li ser piyan bin.”
=KTML_Bold=‘Em di pêvajoyekê de ne ku ji hemû deman zêdetir parastin pêwîst e’=KTML_End=
Rêvebera HPC Jin ya kantona Firatê Zuleyxa Elî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê xwedî li banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk derkeve û wiha got: “Em wekî Hezên Cewherî yên civakê, hewledanên me heya dawî hene ku xwedî li banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk derkevin. Em di pêvajoyekê de ne ku ji hemû deman zêdetir parastin gereke, çi ji bo jinên kurd an jinên herêmê, xak an welat be û ji bo avakirina sîstemekî demokratîk. Sûriya niha bê parastin e tê wateya ku civak bi tevahî bê parastin e, divê ji her demê zêdetir mertalên xwe xurt bikin, ev jî bi rêxistinbûyînê û tevlîbûyîna hêza cewherî çêdibe, hêmanê hêza cewherî li ser esasê parastina rewa ye divê em paşguh nekin, xeteriyên mezin li pêşiya me hene ji bo rûbirûbûna van xeteriyan gereke em hêza xwe ya cewherî pêşixin û bi çanda gulê em nêzîk bibin ku bi stiriyên xwe xwe diparêze.” [1]