=KTML_Bold=Çalakvaneke Çînî ezmûna şoreşa #jinan# li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belge dike=KTML_End=
Hêvî Keleş/ Qamişlo
Çalakvana Cînî Yashuang destnîşan kir ku ezmûna femînîst li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêjayî lêkolînek kûr e û ew wekî yek ji modelên herî berbiçav li #Rojhilata Navîn# ji bo veguherîna civakî ya li ser bingeha felsefeya azadî, wekhevî û demokrasiyê ye.
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî eleqeyek zêde ya lêkolînerên navneteweyî tê. Di vê çarçoveyê de, lêkolînerek ciwan a Çînî Yashuang xebata xwe ya meydanî li ser şoreşa jinan û rola ramana rizgarîxwaz di bihêzkirina jinan de di çarçoveya projeya Rêveberiya Xweser de didomîne.
Lêkolînera ku di lêkolînên zayendî û veguherînên civakî de pispor e, dixebite ku ezmûna femînîst a ku di salên dawî de li Rojava derketiye holê belge bike, bandora felsefeya rizgarîxwaz a ku tevgera femînîst li ser ava bûye bişopîne, ka ew çawa beşdarî avakirina civakekê bûye ku jin tê de di biryardan, parastin û saziyên perwerdehiyê de roleke girîng dilîzin.
=KTML_Bold=Serdanên meydanî û hevdîtinên bi rêberên jin re=KTML_End=
Di serdanên xwe yên bajarên wekî Qamişlo, Hesekê û Kobanê de, lêkolîner bi hejmarek ji jinên pêşeng û rêxistinên civaka sivîl, herwiha Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û saziyên edaleta civakî re civiya. Hevpeyvînên wê li ser mekanîzmayên biryardanê di nav rêxistinên jinan de, asta guhertina di avahiya civakî de û bandora qanûnên nû li ser jiyana rojane ya jinan sekinîn. Lêkolîner Yashuang dibêje; “Weke jineke çînî ku jiyana xwe di nav du civakan de bi xwe re hevgirtîye, ez dibînim ku hewldana jin li vir ji bo azadî û aştiyê, hestêkî bi nav jinan hemû cîhan re heye. Ji ber vê yekê, ez difikirim ku azadiya jinan ne bi tenê ji bo jinan girîng e, lê ji bo aştiya herêmî û civaka demokratîk jî bingeh e.”
Lêkolîner destnîşan kir ku ezmûna femînîst li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hêjayî lêkolînek kûr e û ew wekî yek ji modelên herî berbiçav li Rojhilata Navîn ji bo veguherîna civakî ya li ser bingeha felsefeya azadî, wekhevî û demokrasiyê bi nav kir. Wê zêde kir ku balkişandina ser avakirina saziyên femînîst ên serbixwe û afirandina hevsengiyek hêzê di navbera zayendan de yek ji taybetmendiyên herî girîng ên serkeftina vê ezmûnê ye.
Lêkolîner her wiha hewl dide ku vê ezmûnê bi ezmûnên din ên femînîst ên li Asyayê re bide ber hev, bi armanca ku fêm bike ka jin çawa di nav civakên tijî nakokî de dixebitin, dişibin hev û cudahîyên di navbera awayê xebata jinan de. Tê payîn ku encamên lêkolîna wê di kovareke akademîk a navneteweyî de werin weşandin, ku dibe ku deriyê nîqaşên berfirehtir li ser bandora ramana femînîst li ser avakirina civakên berxwedêr û hevgirtî veke.
=KTML_Bold=Ezmûna Rojava wekî nemûzecik cîhanî ji bo guhertina civakî=KTML_End=
Lêkolîner tekez dike ku rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê bi destkeftiyên wan ên siyasî û yasadanînê ve tê pîvandin, lê di heman demê de bi şiyana wan a ji nû ve şekildana nasnameya civakî û rêberiya nifşên ciwan ber bi nirxên edalet û wekheviyê ve jî tê pîvandin. Bi rêya lêkolîna xwe, ew hewl dide ku dengê jinên ku roleke girîng di avakirina modelek civakî de lîstine ku jinan di dilê pêvajoya veguherînê de datîne, bilind bike.
Lêkolîna wê li ser ku ev şoreş çawa di astê şexsî, malbatî û civakî de tê jîyan kirin. Di heman demê de, lêkolîna wê jî li ser têkiliya jin û rêveberiyê ye. Ew dixwaze fêm bike ka çawa şoreşa jin, bi taybetî bi pergala jinan, şêwaza rêveberiyê ya herêmî guherand û çawa rêbazên nû yên biryardanê avadike, ji ber ku di vê civaka nû de, jin ne tenê di rolên civakî de tên şopandin, lê bi rastî bûn beşek bingehîn a rêveberiyê. Jin ne bi tenê karên civakî dikin, lê herwiha peywirên komelî dikin ku di encamê de şêwaza rêveberiyê ya herêmî diguherîne. Armanca wê ew bû ku ku bi xwe bibîne ka çawa jin di nav şer û civaka li benda şerê de dikin, pergalên jinan çawa di rastî de dixebitin û çawa jin di vê nivîsara nû ya civakî de deng û rolê xwe vedigerînin.
Bi vî awayî, ezmûna jinan li Rojava bala lêkolînerên li çaraliyê cîhanê dikişîne, ji ber ku ew yek ji ezmûnên herî dewlemend e di çarçoveya pevçûnên nûjen de û wekî mînakek ji şiyana jinan a pêşengiya veguherînê ber bi civakek dadmendtir û aramtir ve. [1]