=KTML_Bold=Rêûresmên rojî û cejna civaka Êzidî tên pîrozkirin=KTML_End=
Esma Mistefa/Qamişlo
Rojî û cejna gelê Êzdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê civaka Êzidî ve tê pîrozkirin. Berpirsa Yekîtiya Êzdiyên Sûriyê Suad Hiso da zanîn ku ew niha bê tirs û bi serbilindî dibêjin “Em Êzdî ne” û rêûresmên xwe pêk tînin.
Civaka Êzidî ji 16’ê heyvê de dest bi rojiya xwe kirine. Tevahî gelê Êzidî li çar aliyên cîhanê van rêûresman pêk tînin û wê bi hev re di roja Înê de cejna xwe pîroz bikin. Çawa ku rûxmî hemû êriş û polîtîkayên qirkirinê li ser wan hatin pêkanîn û bi encamp nebûn, civaka Êzidî jî di parastina van nirxên olî de xwedî biryardarî ne. Civaka Êzidî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî van rêûresman pêk tînin û wê bi hemû pêkhateyên herêmê re cejna xwe pîroz bikin. Têkildarî rojî û cejna gelê Êzidî Berpirsa Yekîtiya Îzdiyên Sûriyê Suad Hiso ji Rojnameya me re axivî.
=KTML_Bold=Rojiya Civaka Êzdî çawa pêk tê?=KTML_End=
Suad di destpêkê de behsa rojiya civaka Êzidî û çawaniya pêkanîna wê kir û wiha pê de çû: “Rêûresên rojiya gelê Êzdî ji gelek kevin e û ji hezarê salan ve maye. Beriya ku em bihînin rojiya Êzidî, bi du hefteyan du roji hene lê belê ew ne ferz in, ew weke rojiyên xêr tên. Hefteya yekê rojiya şêşems û di hefteya duyem de jî rojiya xwedana jê re tê gotin her kes diçe gel şêr û mirudên xwe û hefteya sêyem jî ev rojiya Êzdiyan e ew jî ev rojî ye ku di sê rojan didome Sêşem, Çarşem û Pêncşem û di roja Înê de jî dibe cejin. Em li ser salnameya Şerqî Rojhilatî dimesin, ew jî diblje eger nekeve Kanûnê nabe qanûn. Her wiha rojiyên me divê ferd bin yanî tekane bin, yên ku nikare sê rojan bigre, divê yekê bigre. Gelê Êzidî li ku derê dibe bila bibe van rojiyan digre. Bi vê wesîleyê ji xwedayê xwe nêz dibe û hemû lavayên xwe dibêje.”
=KTML_Bold=‘Me her tim rêûresmên ola xwe parastin’=KTML_End=
Suad di domdariya axaftina xwe de da zanîn ku rêûresmên wan her tim hatine parastin û wiha bilêv kir: “Di nava pergaleke k utu ol û baweriyên cuda yên wek baweriya gelê Êzidî qebûl nake de, me her tim rêûresmên ola xwe parast. Dema em biçûk bûn jî me ev roji digirtin da k utu carî em jê dur nekevin. Di Sûriyê de dema rêjîm hebû û em diçûn dibistanê dayîka me ji me re digot nebêjin em Êzidî ne, ji ber wê me ji dibistanê dur bixînin. Her kes bi me dikifirî, nanê me nedixwarin ev hemû nêzîkatiyên olperest yên neqebûlkirinê bûn.
Lê belê em dikarin bêjin ku di nava van hemûyan de jî me xwe parast. Bi taybet bi Şoreşê û avakirina Rêveberiya Xweser de em pir rihet in, li Efrînê di cejnên xwe de em diçûn ser goristanan û bi tayebet ser goristanên Şehîdan, milet li hev kom dibûn û ziyareta Tac Hila dihate kirin û ziyaret dihate vekirin. Cejin hemû jî rojên şahiyê ne, zarok û mezin weke hemû cejnên din şad dibin. Di cejnê de yên ku bikaibin qurbanî bidin, qurbaniyên cejnê jî dihate kirin.”
=KTML_Bold=‘Em bê tirs û bi serbilindî dibêjin em Êzdî ne’=KTML_End=
Suad wiha axaftina xwe bidawî kir: “Ol û civaka Êzidî niha ne weke beriya sala 2014’an in. Niha bê tirs û bi serbilindî em dibêjin em Êzidî ne û marasîmên ola xwe bi hemû pêkhateyan re parve dikin. Helbet ev yek jî bi saya felsefeya Rêber Apo ye. Em vê cejnê di destpêkê de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin, he rwiha li hemû canbexşaneyên ku rihê xwe ji bo vê şoreşê dane û li hemû gelên aştîxwez pîroz dikin.” [1]