=KTML_Bold=Ahmed Pelda: Têkiliyeke xurt a civakî û aborî ya #Kurdên# Ewropayê nîn e=KTML_End=
Navenda Nûçeyan
Aborînas û lêkolîner Ahmed Pelda diyar kir ku li Ewropayê ji hemû deverên Kurdistanê bi milyonan Kurd kom bûne, lê têkiliyeke wan ya civakî û aborî a xurt nîn e, tenê çalakiyên siyasî û pîrozbahiyên çandî wan tîne gel hev, lê sazî û dezgehên hemû #Kurdan# bighîne hev, hevkariya siyasî, çandî û aborî xurt bike, nîn e.
Derbarê penaberbûna zêde ya gelê Kurd ber bi Ewropayê ve û bandora aborî li ser wan, Aborînas û Lêkolîner Ahmed Pelda bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
=KTML_Bold=– Sedemê bingehîn ên penaberbûna zêde ya gelê Kurd ber bi Ewropa ve çi ne?=KTML_End=
Kurd cara yekemîn ji ber hewcedariyên aborî koçberiya Ewropayê kirin. Bi taybetî di navbera salên 1960 û 80’î de gelek Kurd hatin Ewropayê û wek karker xebitîn. Hinek ji wan vegeriyan, lê piraniya wan li Ewropayê man. Ji xwe di van salan de li Bakurê Kurdistanê koçeberiya bajaran dest pê kir. Di wê demê de hejmareke zêde ya Kurdan çûn bajarên mezin yên Tirkiyê û dest bi kar û xebatan kirin, beşek ji wan jî di bajarên Tirkiyê de bicih bûn. Lê beşek wan li bajarên Tirkiyê memnûn neman û ji wir hatin Ewropayê. Hinek jî raste rast li bajarên Kurdistanê koçî Ewropayê kirin.
Dawiya salên 70’yê koçberiya siyasî, provakasyon û şerê navxweyî dest pê kir. Çepkir û nijadperestan şer kirin. Dîsa li Meraş, Çorum û gelek deveran civaka elewiyên Kurd û çepkir hatin qetilkirin. Li gund û çiyayên Kurdistanê êrişên jendermeyên Tirkan zêde bûn. Bi taybetî dengvedena PKK’ê û gurbûna welatparêziyê metirsiya dewletê zêde kir. Ji bo wê êrişên jendermeyan û zordariya li hember Kurdan her diçû berfireh dibû. Lewma di dawiya salên 70’yê de ji Pazarcix, Elbîstan, Meraş, Dersîm û Sêwasê koça elewiyên Kurd ji bo bajarên Tirkiyê yên mezin û Ewropayê dest pê kir. Girseya Elewiyan li Ewropayê zêde bû.
Bi taybetî darbeya leşkerî ya 1980’î û zordariya li hember civaka Kurd giran bû. Gelek ciwanên Kurdan wek qaçax derketin çiyayan û xwestin xwe ji êrişên leşkeran biparêzin, hinek hatin girtin û hinek jî çûn Ewropayê. Beşeke ji wan jî derbasî Başur û Rojava bûn. Ji vir hinek beşdarî refên Gerîlayên PKK’ê bûn û hinek jî derbasî Ewropayê bûn. Girseya koçberiya Kurdan ya herî mezin di salên 1990’an de dest pê kir. Dewleta Tirk nikarîbû li hember hêzên Gerîlayên ARGK’yê şer bikin. Lewma gundên Kurdan şewitandin. Gelek sivîl qetilkirin û xwestin bi vî awayî têkiliya Gerîlla û gel qut bike. Hin refên civaka Kurd li bajarên Kurdistanê, hinek li metropolên Tirkiyê û hinek jî li Ewropayê bicîh bûn.
Piştî salên 2000 ji bilî Koçberiya Kurdên Bakur yên Başûr û Rojava jî bi awayekî girseyî zêde bû. Şerê li Îraqê piştre şerê Sûriyê ya navxweyî bû sedem ku civak welatê xwe terk bike. Kurdên Başûr û Rojava bêhtir koçî Tirkiye û Ewropayê kirin.
Êdî li Ewropayê ji hemû deverên Kurdistanê bi milyonan Kurd kom bûne. Lê mixabin têkiliyeke wan ya civakî û aborî a xurt nîn e. Kurdên her deverê di nav xwe de mane û bi hev re di nav têkiliyê de ne. Tenê ji ber çalakiyên siyasî an jî pîrozbahiyên çandî wek girse tên ba hevdû. Lê sazî û dezgehên hemû Kurdan bighînîn hev, hevkariya siyasî, çandî û aborî xurt bike nîn e. Hewildanên heyî dûrî hewcedariya nin.
=KTML_Bold=– Jiyana Ewropa bandoreke çawa li ser Kurdên ku penaber bûne dike di milê aborî de û Kurd li wir bandoreke çawa li ser Ewropa kirine û bandoreke bi çi awayî ava kirine?=KTML_End=
Pirraniya Kurdên li Ewropayê bicih bûn bêyî pîşe, huner û zanist in. Her çiqasî hejmarek xwende, mamoste, endezyar, siyasetmedar, parezger, aborîzan, bijîşk, hunermend û hostayên karên cûrebicûr jî bûne pênaber, hindik in. Herwiha karûbar û zanîna wan li Ewropayê nehate naskirin û qebûlkirin. Lewma ew neçar man wek karker û bazirgan di hin beşên din yên aborî de bixebitin.
Pirraniya Kurdan karên ji hêla hostatî, pisporî û zanînê ve hêsa, lê ji hêla destan ve giran dikin. Dikanên doner û restorana vedikin, dikanên pakêt û tiştên ambalaj, vexwarin, sewze û fêkiyan vedikin. Hem jî karûbarê paqijî, avahîsazî, ajotvaniyê dikin. Herwiha barkêşanî, locîstîk û cûreyên bazirganiya cilûbergan jî beşek karên Kurda ye. Ev karûbarê zehmet in. Divê rojane 10 heya 12 saetan bixebitin. Dîsa dikandar ango esnaf nikarin berdela keda karkeran bidin. Lewma bi malbatî alîkariya hev dikin û şev û roj bi karûbarê zehmet re mijûl in. Bi rastî heke heqê karkeran, para sîgorta û ewlehiya wan bi temamî bidin, baca qezencê û para baca lê zêdekirina nirxê jî bidin, nikarin debara xwe bikin û kargehê bimeşînîn. Lewma bi pirranî karê veşartî û derqanûnî dikin. Bi gotina Kurdên Ewropayê karê reş dikin.
Hejmara zêde ya Kurdan karkerên bi dest û millan in. Çi li ba esnaf û dikandarên Kurd bixebitin, çi di kargeh û karxaneyên Ewropiyan de bixebitin, xebatkarê karê zehmet in. Qezenca wan ya mehane jî kêm e. Lewma nikarin debara xwe bikin û alîkariya dewleta sosyal digirin. Bi vê sayê rewşa wan hinekî baş dibe. Lê çi esnaf, çi karker bin hinekê wan jî qaçaxî dixebitin. Ango karûbarê vedizî dimeşînin. Wekî demdirêj bixebitin jî mehaneya xwe hindik nîşan didin. Ji bo kêmasiya fermî temam bikin alîkariyê jî ji dewletê dixwazin.
Di nav Kurdan de esnaf û karsazên baca pere qezenc dikin jî hene. Lê ev jî nikarin kargehên rêkûpêk ava bikin ku sazûmanî û pergalsazî rûniştibe. Ji bo vê hewceye ku baca xwe bi temamî bidin, mehaneya karkeran wak standard ango pîvanê Ewropayê bidin, krediya bankeyan bigirin û kargeha xwe ji hêla rêveberî, hilberînerî û sazûmanî ve sererast bikin. Lê ev zanîneke profesyonelî, têkiliyên xurt bi derdorê hêzên aborî ya Ewropayê re dixwaze. Lê pirraniya karker, xebatkar, esnaf, dikandar, karsaz û bazirganên Kurd hê zimanê welatê lê dijî hîn nebûne.
Beramberî kêmasiyên heyî rewşa nifşên nû baştir e. Bi saya pergala Ewropayê ziman hîn dibin, perwerdeya zanîngehan an jî pîşeyê û cûreyên hostatiyên hîn dibin. Bi vê sayê di kargehe û sazgehên mezin yên Ewropî û cîhanî de dixebitin. Yên ku van derfetan jî dest nexin qet nebe, bi saya zanîna ziman û çandî derfetên xwe yên debarê baştir rêve dibin. Tê payîn ku nifşên nû wê ji bo pêşeroja Kurdan bêhtir destekar û alîkar bin. Lê divê neyê jî bîrkirin ku Kurdên Ewropayê li gor pênaberên netewên din, mixabin dîsa kêm xwende ne. ji hêla zanîn, zanîngeh, hînbûna pîşe û hunerê ve lawaz in.
=KTML_Bold=– Ji bo vegera welat çi kar û xebat tê meşandin û pêwîst e ji bona vê yekê li Ewropa û li hundirê welat çi were kirin?=KTML_End=
Heyanî niha vegera welat ya girseyî û rêxistinkirî di rojeva Kurdên deverê de, nîn e. Piştî bangewaziya Rêber Abdullah Ocalan cara yekem vê niqaşê dest pê kiriye.
Lê diyar e ku ev niqaş û danûstendin, rê û dirbên bi plankirî bîne rojevê. Lê bi awayekî daxwaz û hewldanên vegerê ya civaka Kurd heye. Her gav di rojeva takekes, malbat û koman de ye. Koçberiya siyasî û tengasiyên siyasî êş û kula sirgunê kur û giran dike. Her kî derfetekî peyda bike, gelek rîsk û xetereyan dide berçavan û vedigere nav welat. Hinek li gundê xwe xaniyan çêdikin, hinek li bajarên Kurdistanê xaniyan dikirin, hinek jî mixabin li bajarên Tirkiyê ji bo sermaye an jî ger û geştê erazî, xanî û havîngehan dikirin. Yên ku vegerin û kargehan vekin jî hene. Lê ew bi gelek tecrûbeyên ne baş re rû bi rû man, lewma ev daxwazî her diçe kêm dibe.
Bi taybetî di salên 2013 û 15’an de dema hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan û dewletê hebûn, hêviya gel xurt bû ku wê aştiyê çêbibe, gelek kes vegeriyan Kurdistanê, xwestin li bajar, navçe û gundan kar bikin, kêfxweş bûn û hêvîdar bûn. Lê piştî şer dest pê kir û xeterî mezin bûn, ev şênî dîsa vegeriya Ewropa. Şikestina hêviya gel niha mezin e. Beramberî hewildan û xîreta Rêber Abdullah #Ocalan# hêviya gel ji dewleta Tirkiyê nîn e. Lewma vê gavê hêviyeke mezin nîn e.
Lê belê her kes jî xwedanê hêvî û daxwaziyên vegerê ye ku heke şert û mercên ewle û xurt hebin. Veguherîneke samîmî ya dewleta Tirk, bi gavên navxweyî yên aramî û aştiyê ve pêkane ye.
Heke Kurdên li Ewropayê bibînîn ku Rêber Abdullah Ocalana gîhîştîye azadiya xwe ya siyasî û fîzîkî, girtî azad bibin, qanûnên astengdar rabin, efûyeke gelemperî pêk bê û Ewropî jî ji vê feydê bibînîn, bi wê newê girseyên mezin wê ji Ewropayê vegerên Kurdistanê. Belê yekser ji Ewropayê naqetin. Da ku zarok û karûbarê wan li vir heye û êdî beramberî hemû kêmasiyan hînî jîyana vir jî bûne. Lê belê him ji hêla hişmendî û siyasî, ji hêla çandî û kulturî, him jî ji hêla hesreta welat bêguman dixwazin lingekî wan jî li Kurdistanê be. Heke ev rewş baş bê rêxistinkirin, girseya Ewropa ya Kurd dikare di navbera hemû perçeyên Kurdistanê û Ewropayê de pireyekê ava bikin. Ev ji hela çandî, pîşeyî, siyasî, dîplomasî û aborî ve wê rêya derfetên mezin veke. Ev kes bi taybetî nifşên nû dikarin têkiliyên civaka Ewropî û yên Kurdistanê jî xurt bikin. Çûn hatina gelan, danûstandinên aborî, çandinî, perwerdeyî, zanistî û hostayî dikare ji gelek têkiliyên xurt û pêşketî re, rê veke. [1]