=KTML_Bold=Li hemberî komploya Navnetewî, Pêvejoya Aşîtî=KTML_End=
Dîlan Mulhim\Qamişlo
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Apo, #Tevgera Azadiyê# û tevahî gelê Kurd Komployeke Navnetewî hate destpêkirin û heta niha berdewam e. Lê bi berxwedana bêhempa ya Rêber Apo, bi têkoşîna bilind a Tevgera Azadiyê, komplo negihaşt armanca xwe, li hemberî wê pêvajoya aştiyê hat destpêkirin.
Komplo û komplogerî ji destpêka dîroka şaristaniyê hetanî şaristaniya kapîtalîst, di destê desthilatdaran de weke amûrekî ya domdarîkirina desthilatdariya xwe hatiye bikaranîn. Tevahî kral, împarator, wezîr, xanedan û serokên dewletan ev yek ji bo berdewamkirina destihaldariya xwe bikar anîne. Komplo û komplogerî weke berhemên ku ji hêla kesên serdest ve hatine dîtin, bikaranîn û pêşxistin tê dîtin. Tevahî deng, reng û kesên ku li dijî wan radibin bi rêya komployê hatine qutkirin, bêdengkirin. Di heman demê de, tevahî lêgerînên azadiyê jî hatine çewisandin. Armanca hêzên desthilatdar, mêtînger, hêzên hegemonîk, emperyalîst û pergala baviksalarî ew e ku civakên nirxên exlaqî-polîtîk dihewînin bikin kole û ji metîngeriyê re vekirî bihêlin, herwiha ev civaka rast a ku nûnertiya exlaqê azadiyê dike tune bike û ji holê rabike. Di dîrokê de yek ji gelê ku bi komplo û komplogeriyê re rû bi rû maye gelê Kurd û gelên azadîxwazin.
28 sal berê mînaka vê komplogeriyê li dijî Rêberê Apo, Tevgera Azadiyê, gelê Kurd û tevahiya gelê azadîxwaz hate destpêkirin. Herwiha di şexsê Rêber Apo de nasnameya civakekî exlaqî ya girêdayî azadî, wehkevî, edalet û parvekirinê pêş ket. Ango Rêberê Apo di civaka Kurd de zanistiyeke nû ya azadiyê daye qezenckirin. Li ser vê bingehê jî di bin felsefeya Rêberê Apo de hebûna gelê Kurd a ku ber bi tunebûnê ve diçû sekinand. Di heman demê de, gelê Kurd hem li Rojhilata Navîn hem jî ji bo tevahî gelên azadîxwaz pêşengtiya têkoşînê dikin. Ev 28 salan ku Rêber Apo di girîgehê de girtî ye, ruxmî ku li gorî zagonên navdewletî, edalet û mirovahiyê pêwîst e tu kes zêdeyî 25 salan di girtîgehê de nemîn e.
=KTML_Bold=Despêkirina komployê=KTML_End=
Fermandarê Hêzên Bejahiyê yê Artêşa Tirk a dagirker yê wê demê Atîlla Ateş di 18’ê Îlona 1998’an de bi awayekî eşkere gef li Sûriyeyê xwar û ji hikumeta Sûriyê ya wê demê xwest ku Rêber Apo ji Sûriyê bê derxistin. Herwiha Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker yê wê demê Suleyman Demîrel jî li Parlamentoya Tirk bi heman awayî gef li Sûriyeyê xwar. Herwiha dewleta Tirk bi piştgiriya Emerîka, Îsraîl û Brîtanyayê têkildarî Rêber Apo gefa li ser Sûriyeyê zêdetir kirin. Di cîhana Ereban de jî serokê Misrê Husnî Mubarek ketibû tevgerê. NATO û welatên Ewropayê jî bi heman mebestê ketibûn nav hewldanan. Dewleta Tirk 35 hezar leşker li ser sînorê Sûriyeyê bi cih kiribû. Di encam de Rêber Apo biryara terkkirina Sûriyeyê da.
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Apo komployeke navneteweyî hat destpêkirin. Hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst û hevkarên wê, nexasim dewletên neteweperest ên herêmê, di komployê de cih girt. Di destpêka komployê de Rêber Apo ji Sûriyeyê derket û di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hate girtin.
Hêzên cihê xwe di nexşeya komployê de girtin
Bi awayekî rastersat DYE, Brîtanya, Îsraîl, Yewnanistan, Fransa, Hollanda, Rûsya, Elmanya, Kenya û Misr tevlî nexşeya vê komployê bûn. Herwiha gelek hêz û tevgerên herêmê jî beşdarî komployê bûn.
Di heman demê de, Rêber Apo derbarê destpêkirina komployê û rola Sûriyê wiha dibêje: “Serokê DYE’yê Clinton ji bo derxistina min ji Sûriyeyê guftûgo bike, carekê li Şamê û cara din jî li Swîsreyê ji çar saetan zêdetir du civîn bi serokdewlet Hafiz Esed re pêk anîn. Hafiz Esed di wan hevdîtinan de li girîngiya mijarê hayedar bû. Ji bo xwe di cih de dît ku pêvajoyê dirêj bike. Ji bo demekê be jî ji min derketina ji Sûrî nexwest. Li dijî Tirkiyê dixwest min weke hêmaneke tewazunê heta dawiyê binirxîne. Lê min jî Sûriyeyê dahf dida ji bo bibe xwedî helwesteke stratejîk. Lê hêza min û rewşa min derfet û îmkan nedidan ku ez di vê de bi ser bikevim.”
Rêber Apo di axaftineke xwe ya li ser wê demê de ragihandibû ku li pêşiya wî du alternatîf hebûn; yek jê derketina serê çiyê, ya din jî çûyîna Ewropayê bû, wî jî çûyîna Ewropayê hilbijartiye ji ber ku xwestiye pirsgirêka Kurd bi rêya siyasî û diyalogê çareser bike. Rêber Apo di 7’ê Cotmehê de bi Wezîrê ragihandinê yê wê demê yê Yewnanîstanê Konstantînos Bantoûvas ê hat Sûriyeyê re hevdîtin kir. Konstantînos soz da ku li Yewnanîstanê ew ê alîkariya çareseriya pirsgirêkê bikin. Di vê dema ku ji bo sûîqestê jî rêxistinên îstîxbaratê dabûn dû Rêber Apo ku cihê wî tespît bikin, mayîna Rêber Apo li Sûriyeyê bi giştî jî li Rojhilata Navîn zehmet bû.”
=KTML_Bold=Rêber Apo di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de ji Sûriyê derket=KTML_End=
Rêber Apo di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de ji Sûriyeyê derket. Bi bablafira Rêyên Hewayî yên Sûriyeyê çû Yewnanîstanê. Banteoûvas ê ku soz da Rêber Apo diviyabû ew li balafirgehê pêşwazî bikira, lê li balafirgehê ew tinebû. Piştî ku daket balafirgeha Atînayê sozên ji Rêber Apo re hat dayîn, bi cih nehat anîn. Rêber Abdullah Ocalan berê xwe da Moskowayê û 33 rojan li Rûsyayê ma. Di vê demê de Rêber Apo daxwaza penaberiya siyasî li Rûsyayê kir. Di 4’ê Mijdarê de Meclisa Dûma, 298 parlametneran pêşnûem biryara ji bo naskirina mafê penaberiya siyasî ya Rêber Apo erê kirin. Lê belê li ser navê Wezîra Karên Derve ya DYA ya wê demê Madeleîne Albîrght berdevkê wê James Rûbîn daxuyaniyek da; nerazîbûn nîşanî vê da û diyar kir ku ew ê naskirina mafê penaberiyê ji aliyê ti welatî ve qebûl nekin. Serokwezîrê Rûsyayê Yevgenî Prîmakov destûr neda Rêber Apo li Rûsyayê bimîne û jê xwestin, Rûsyayê biterikîne.
=KTML_Bold=Rêber Apo di 12’ê Mijdara 1998’an derbasî Îtalyayê bû=KTML_End=
Rêber Apo, li ser vê komploya ku Rûsya jî tevlî bû, berê xwe da Îtalyayê û di 12’ê Mijdara 1998’an bi balafirê derbasî Îtalyayê bû. Tevî ku Îtalyayê soz dabû jî, piştî ku Rêber Apo hat nava xaka Îtalyayê, der heqê wî de biryara girtinê hat dayîn. Kurdên li Ewropayê jî herikîn Îtalyayê û xwedî li Rêber Apo derketin. Kurdan li nêzî mala Rêber Apo lê dema çalakiya rûniştinê pêk anîn. Mayîna Rêber Apo li Romayê êdî nepêkan bû. Piştî 66 rojan, di 16’ê Çileya 1999’an de ew ji Romayê derket û careke din berê xwe da Rûsyayê.
Ji kêliya ku Rêber Apo hat û pê ve Rûsyayê dabû xuyakirin, ku ew ê wî qebûl neke. Biryar hatibû dayîn ku di ser Ermenîstan Karabagê re li Kurdistanê vegere. Lê belê dema li balafirê siwar bû, rêya balafirê bi awayekî derveyî kontrolê hat guhertin û ew li Duşanbe hat danîn. Di 26’ê Çileyê de jê xwestin ku wir jî biterikîne. Bi tenê rêyek li pêşiya Rêber Apo mabû, ji nû ve li Yewnanîstanê vegere, bi balafireke ku hate kirêkirin ew li Balafirgeha Navneteweyî ya Atînayê peya bû. Lê destûr jê re nehat dayîn ji bo li Yewnanîstanê bimîne. Rêber Apo vê carê çûyîna Hollanda weke pêşniyar pêşkêşî rayedaran kir, ji bo derkeve pêşberî dadgeha navneteweyî Hollanda hilbijartibû. Li gorî hatibû gotin wê balafirekê Rêber Apo ji Atînayê bibira bajarê Rûsya Spî Mînsk û ji wir jî bi balafireke din biça Laheyê. Lê dema ew li Balafirgeha Mînskê peya bû, balafira wê pê biça Laheyê li holê nebû. Ji ber vê yekê ew neçar ma vegere Yewnanîstanê û ji ber zextê terikandina welêt lê hat kirin, vê carê bi heman balafirê ji Girava Korfû re hat şandin. Piştî wê berê Rêber Apo dan welatên Afrîkayê.
=KTML_Bold=Çûyîna Afrîqiyayê=KTML_End=
Di 2’ê Sibata de berê balafira Rêber Apo dan Kenyayê. Rêber Apo li Kenyayê li hemberî zextan li ber xwe dida. Tevî zextên Amerîkiyan û Yewnanîstanê jî Sefaretxaneya Bilind a Yewnan neterikand. Kenyayê di 15’ê Sibatê de xwest Rêber Apo bê dersînorkirin. Bi şertê çûyîna Hollandayê terikandina avahiyê qebûl kir. Lê belê wesayîta ku ew dibir balafirgehê ji nişka ve ji nava konvoyê derket û winda bû.
Rêberê Gelan Rêber Apo di 15’ê Sibata 1999’an de hat revandin û li Girtîgeha Yek Kesî ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hat bicihkirin.Piştî ku ew li Girtîgeha Îmraliyê hat bicihirin, girav bi temamî weke herêma ewlekariya taybet hat îlanirin û tedbîrên awarte yên leşkerî hatin wergirtin.
Armanca Komplogeran
Rêber Apo derbarê armanca Komploya Navneteweyî de wiha dibêje: “Hêzên komploger PKK li hemberî projeya mezin a Rojhilata Navîn weke astengî didîtin.
Rêber Apo bi felsefe û ramanên xwe komplo vala derxist
Rêber Apo ji nirxandinên xwe yê li gorî demê li Girava Îmraliyê de paraznameyên ku nivîsandin de komploya navdewletî ronî kir û vala derxist. Armaca sereke ya hêzên kompolger ew bû ku di şexsê Rêber Apo de doza azadiya Kurdistan û felsefeya Rêber Apo ji holê rakin. Weke ku di hebû serdemên berê de kirine, lê belê berovajî wê Tevgera Azadiya Kurdistanê li ser hîmên felsefa Rêbertî rêxistin, têkoşîn, perwerde û hebûna xwe di çiyayên azad e kurtir kirin. Tevgera Azadiya Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya 50 salî armanca komployê vala derxist. Di heman demê de, pêvejoya aştî û civaka demokratîk ya ku Rêber Apo daye destpêkirina Komploya Navnetewî vala derxist.
Ji wê zêdetir felsefe û ramanê Rêber Apo hişt ku komploya navdewetî ji wateya xwe derkeve. Herwiha felsefe, fikir û ramanên Rêber Apo yên azadî, demokrasî û aştîyê li tevahiya cîhanê belav bûye. Di heman demê de, gelek azadîxwazên cîhanê piştgirtiya xwe ji bo felsefe û ramanên Rêber Apo dan nîşandan. Ev felsefeya rêbertî tişt ku hêzên komploger xwe bavêjin ber rêbertî, ji bo çareserkirina pirsgirêka tevahiya Rojhilata Navîn.
Rêber Apo piştî berxwedanî û têkoşîna 27 salan, di 27’ê Sibatê de banga Aşîtî û Civaka Demokratîk kir. Ev bang li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê deng ve da, gelek azadîxwazên cîhanê piştgirtiya xwe ji vê bangê re kirin. Di heman demê de, li ser vê bangê Tevgera Azadiyê (#PKK#) kongrê xwe yên 12 emîn li darxist. Herwiha li ser banga Rêber Apo a bi dawî kirina şerê çekdarî komek ji PKK’ê bi merasîmeke sembolîk çekên xwe şewitandin, ev yek jî weke nameyekê bû ji bo tevahî cîhanê û hêzên dijber ku em şerê çekdarî radiwesînin û ji bo doza gelê Kurd û Kurdistanê derbasî qonaxa siyasî û qanûnî dibin.
Ruxmî ku Tevgera Azadiyê tevlî qonaxa siyasî û qanûnî bû, di heman demê de komisyona ku hatî avakirin, ji bo azadiya Rêber Apo. Lê hate niha ji aliyê dewleta Tirk ve tu gavên piratîkî ne hatiye avêtin. Ev yek diyar dike ku deweleta Tirk naxwaze ku aşîtî û demokrasî pêk were, pêwîst e dewleta Tirk gavên cidî bavêje, da ku mafê hêviyê pêk were û civaka demokratîk û aşîtî were avakirin. [1]