=KTML_Bold=Welatê xelkê ji me re nabe war!=KTML_End=
Volqan Elî
Di destpêka sedsala 20. de Komara #Tirkiye# bi têkoşîna gelên Kurd û Tirk hate avakirin. Di destpêkê de mercên komara demokratîk li dar bûn. Lê demeke kurt a wekî du-sê sal ev merc bi sedemên cur bi cur sabote bûn. Paşê bi pêşengiya Şêx Seîd û Seyîd Rizayan gelê Kurd berxwedaneke bêhempa nîşan da. Di vê navberê de planên komkujiya sor û spî hev şopandin: Wekî ji gelê Kurd re bêje “Te çima destek da avakirina Komarê?” planên bêçandûzimankirina Kurdan, ji Kurdan valakirina Kurdistanê xistin dewrê: Takrîrî Sûkun, Perwerdeya, Guherîna Alfabe û Cilûbergan, Tehcîr û Îskan û hwd.
Di destpêka salên 1960’an de wekî dibêje ‘şansa vê planê lê da!” çi bû? Ji ber ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn gelek welatên Ewrûpayê hilweşîbûn, hin welatên Ewrûpa û taybetî jî Almanya ragihand ku ew ê ji bo xizmeta xwe ji hin welatên wekî Tirkiyê karkeran bistînin!
Tirkiye ku bi taybetî bi plana valakirina Kurdan ji rojhilatê Firatê, behtilîbû, teşhîr bibû, gava ku li ezman li firsendeke wisa digeriya bi vê wesîleyê, firsenda ku li ezmanan lê digerî hema li erdê, li ber destên xwe peyda kir. Bi serde jî dê jê re pere bihatana! Dê hem rojhilatê Firatê ji Kurdan vala bikira, Kurdên Dêrsim, Elezîz, Meletî, Mereş, Enteb û hwd. wekî karker bişanda Ewrûpa û hem jî pereyên ku wan bişanda bixwarana! Wekî ku du çûk, du nêçîr biçin li kevirê wê bikevin!… Heta mirov dikare bêje, kevirê ku li nêçîrên wê biketa jî ne yê komara Tirkiyê bû, Ewrûpayê Kurd (xizmetkar) wekî karker xwestibûn û Kurd jî di destê Tirkiyê de bûn; jixwe dixwest ku wan Kurdan bi şiklekî bandor bike, bihelîne!
Piştî destpêkirina şerê çekdarî yê 15’ê Tebaxa 1984’an heya bi vê dîrokê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê bi hezaran gund hatin şewitandin û niştecihên wê hatin mişextîkirin bajar, metrepolên Tirkiyê yan jî Ewrûpayê. Bi taybetî beşa penaberên li Ewrûpayê ji mercên fîzîkî yên welat û Kurdistanê pir dûr ketine, bi helandineke xeter re rû bi rû ne. Helandina li vê derê ji ber ku gelê Kurd bi derûnî û fîzîkî ji Kurdistanê qut dike, pir xeter e! Di çareseriyek ku muhtemel e çêbibe de ji aliyê fîzîkî û civakî ve qetandina wan ji welat û civakên biyanî bi serê xwe pirsgirêkên civakî dê biafirîne. Ya hê girîngtir jî welatê Kurdistaniyan ku wan bi mişaxtîbûna xwe vala kiriye, ji bo gel û civakên din dibe war û welat (Tirk, Acem, Laz, Ereb û hwd) Yanî eger ku tasa Kurdistanê bi ava gelên din were tijekirin, ti kes tenê dilopek jî av nade Kurd û Kurdistaniyan! Di tasa xelkê de jî ti car Kurd nikarin ji xwe re rehetî peyda bikin. Ma çima li Îzmir yan jî Stenbolê, Kurdek ji ber ku bi Kurdî distirê tê kuştin; gelo ne ji ber vê sedemê be?
Di van roj û çend mehên li pêşiya me, çaryeka destpêkê ya sedsala bîstûyekemîn xelas dibe. Niha eger derfet hebûna ku em li van bajar û navçeyên li jor navên wan derbas bûne yên Bakur çavdêriyeke seresera bikin, ji bo ku mirov bêje ev bajar, bajarên Kurdî ne hezar şahid pêwîst e. Ji bo gund û navçeyên vê herêmê jî heman tişt derbas dibe. Yanî li erdnîgariyeke berfireh a (li Bakur) rojhilatê Firatê wekî ku Komara Tirkiye dixwest Kurdîtî pir lawaz bûye. Rewşa aliyê din ê Firatê ewqas ne giran jî be, ne pir cudatir e. Hema ji ber ku planên xêrnexwaz ên dijminên Kurdan rast hatiye, jixwe ev herêm ji Kurdistanê bûyinê hema di cih de dernakeve. Lê Kurdistanî bûn ne xêreke Xweda ya hetahetayî ye. Yanî çi, wateya vê çi ye? Yanî eger Kurd û Kurdistanî, kuder dibe bibe bibe, eger li welatê xwedî dernekevin, bihêlin biçin welatên cuda, çiqas xwe mafdar bihesibîne yan jî bi armanca ekonomîk û bi armancên cur be cur çûyibin, ti kes nikare bêje “em lê xwedî derkevin yan dernekevin, em lê bijîn yan nejîn ev welat welatê me ye”. Dîroka mirovahiyê ya nêzîk şahidê bûyerên wisa ye: Ewrûpiyan di sedsala 15. de parzemîna Amerîkayê dagir kirin. Bi sedan sal qirra gelên xwecihî yên Amerîkayê anîn. Jê bi milyonan qetlkirin. Di encamê de gelên xwecihî hatin tinekirin, parzemîna Amerîka dest pê kir di sed sala 18. û 19. de bibe welatê Ewrûpiyan: Niha di vê mijarê de nîqaş jî nayê kirin! Ne tenê parzemîna Amerîka, Awûstralya û hemû girav û nîv giravên di behrên transatlantîk de bûne welatên Ewrûpiyan yan jî beşên wan ên Qetilên Kastîk.
Em zêde dûr neçin, li ber serê me gelê Azerî heye! Li gorî dîroknasan bi îhtîmalekî mezin Azerî, bi kokê xwe gelekî Arî ye. Lê ew bi xwe jî di navê de her kes dizane ku qewmekî Tûranî ne! Niha Tayip pê forsa xwe dike ku Tirk û Azerî neteweyek in û du dewletên wan hene! Em hê jî xwe nêzîk bikin. Di dîroka Kurdistanê de dema em behsa şêniya Kurdistanê dikin, em beşa Rojhilat timî 15-18 milyon dihesibînin! Çima? Ferqa di navberê de çima wisa mezin e? Ji ber ku piraniya Loristanê, ew bi xwe xwe Kurd nahesibînin. Jixwe ev leyistokek Farsan e, lê niha wisa lê hatiye. Farsan çi kiriye? Bi sedsalan ji beriya vê, bi bêşeke mezin a Loristanê. [1]