=KTML_Bold=Entegrasyona Demokratîk yekîtiya gel e=KTML_End=
Tekoşîn Amara
Rêber Apo di Manîfestoya bi ser navê Aştî û #civaka demokratîk# ku ji kongra 12’mîn ya PKK’ê re şandibû bal dikşçn e ser entegrasyona demokratîk û wiha dibêje: ” Entegrasyona demokratîk tê wateya civateke demokratîk bi dewlet netewî re.”
Entegrasyon bi gelemperî behsa beşdarbûna civakek an kesekî di pergala heyî de dike. Di bingeh de di ahenga civakî de ji çanda hevdûre rêzgirtin û hevqebûlkirin bi hirmet dayina fikirê hev jiyankirin e. Entegrasyon ji aliyê Rêber Apo ve wekê rêya çareseriyê di dema pêvajoya aştiyê de hat destnîşankirin û tê nîqaşkirin. Ew armanc dike nasnameyên cihêreng, bi taybetî Kurd, di nav avahiya netewedewletê de li ser bingeha wekhevî û xwebûnê entegre bike. Piştî ku Rêber Apo bal kişand ser entegrasyonê hin zêdetir nîqaşên entegrasyonê hatin kirin û ket rojeva cîhanê.
=KTML_Bold=Entegrasyona demokratîk çi ye?=KTML_End=
Entegrasyona demokratîk tê wateya kombûna civakên cihêreng di nav yek civakê de, lê ev yekîtî ne bi rêya zordarî an tepisandina nasnameyan e, lê li ser bingeha azadî û rêzgirtinê çêdibe. Bi gotineke din, ev model avakirina civakek cihêreng û pirçandî di nav rêzek demokratîk de ye. Di vê têgihîştinê de, her kes dikare bi awayek azad ziman, çand, bawerî û nasnameya xwe biparêze, di heman demê de, her kes li ber qanûn û mafan wekheviyê distîne. Armanca entegrasyona demokratîk ew e ku hevsengiya civakî, azadî û wekheviya giştî bi hev re bike; ew kesî neçar nake ku “li gorî nasnameyek yekan e” tevbigere.
Rêber Apo entegrasyonê wiha îfade dike, ” Entegrasyon te wateya yekbûna civateke demokratîk bi dewleteke neteweyî re. Ev pênaseya herî rast e. Civatek xwe wekî dewletek rêxistin nake û xwe bi dewleteke din ve girê nade. Ew xwe wekî civateke demokratîk di nav komara demokratîk de entegre dike. Entegrasyon wekheviyê jî dihewîne. Ew bi rêya danûstandinên demokratîk tê damezrandin. Entegrasyon danûstandinên demokratîk pêwîst dike. Danûstandina demokratîk entegrasyona civateke demokratîk û dewleteke neteweyî misoger dike.” Rêber Apo entgrasyonê ne tenê ji bo Kurd û Tirkan pêşniyar dike, lê ji bo çar parçê Kurdistanê pêşniyar dike.
Rêber Apo; Entegrasyon ne asîmlasyon e
Têgeha “entegrasyona demokratîk” di rastiyê de di navbera du modelên tundrew de ye asîmîlasyon û pirçandiyê ye. Asîmîlasyon daxwaz dike ku her kes dev ji nasname, ziman û çanda xwe berde ya dijber qebûl bike. Ji aliyê din ve, pirçandî dikare bibe sedema ku kom bi tevahî îzole bibin û têkiliyên civakî qels bibin. Rêber Apo di Manîsteyo de wiha dibêje” Entegrasyon ne asîmlasyone berovajiya asîmlasyonê ye. hindek kes dixwazin entegrasyonê wek asîmlasyonê şîrove bikin. lê em, berovajiya vê, li dijî asîmlasyonê liber xwe didin. Jibo derbaskirina vê danûstandineke demokratîk hewce dike. Dewlet hertiştê ferz dike û bi zilmê pêk tîne, ev nayê qebûlkirin, Entegrasyona civaka demokratîk bi dewlet netewî re bi rêya dayin û standinê Demokratîke “.
Çend xalên bingehîn ên entegrasyona demokratîk
1-Entegrasyona demokratîk wekheviyê dihewîne û bi rêya muzakereya demokratîk pêkan e. Muzakereya demokratîk yekbûna civaka demokratîk û dewleta neteweyî misoger dike.
2-Entegrasyona demokratîk dijberî asîmilasyonê ye. Têgeha entegrasyona demokratîk ahengeke li gor vîna civakan, pêkve jiyaneke ku gelê Kurd bi çand, ziman, nasname û baweriyên xwe bijî û van nirxên xwe biparêze esas digre.
3-Entegrasyona Demokratîk ew formula çareseriyê ye ku Kurd bêyî dewleteke neteweyî avabikin, bi deweletên di nav sinorên wan de dijîn re li ser rêgezên wekhevî û demokrasiye li hev bikin û hevdu qebûl bikin.
=KTML_Bold=Pîvanên entegrasyona demokratîk çi ne?=KTML_End=
Pîvana entegrasyona demokratîk jî gaveke girîng vedibêje ku nikare ji li ser daxwazên netewe dewletan re bê hiştin. Di vir de, ji bo civakek di nava civakeke din de asîmîle nebe, neyê helandin divê qanûn bê bikaranîn. Ji ber vê yekê eleqeya xwe bi wê têgeha modernîteya kapîtalîst nîne. Ev qanûnên ku li cîhanê jî mînakên wan hene, weke hêmanên bingehîn ên sîstemeke konfederal in.
Lewma qanûnên têkildarî entegrasyona demokratîk gelekî girîng in ku nabe ji xwediyên hêzê re bêne hiştin. Hin tiştên bingehîn ên ku di qanûnên entegrasyona demokratîk de divê bi cih bêne anîn bi vî rengî ne;
– Nêzîkatiyeke li ser bingeha mafên mirovan
– Hevparebûna li ser nirxên hevbeş
– Parastina nasname, ol û çanda kes û civakan li hemberî asîmîlekirinê
– Pîvana wekheviyê, komek di vê ji komam din bi hêztir nebe
– Bi qanûnên entegrasyona demokratîk re hevpariya li nava jiyana rojane û pêşîgirtina li metirsiya cihêkariya li nava jiyana civakî
– Bicihanîna qanûnên entegrasyonê bi rengekî lez û rast
– Qanûnên entegrasyona demokratîk, dema ku kes zanibin ku ji civaka li nav e û cihêkarî lê nayê kirin, hingî bi rengekî rast bi pêş ve diçe. Di vir de eger ev qanûn di nava netewe delwetê de be, divê yên ku li ser desthilatdariyê ne xwe ji polîtîkayên cihêkariyê vegirin û destûrê nedin cihêkariyê.
Entegrasyon di komareke demokratîk de pêkan e
Rêber Apo di nirxandinên xwe de şert û mercên entegrasyonê lêpirsîn dike û di derheqê entegrasyona demokratîk de wiha dibêje: “Siyaseta demokratîk di komareke demokratîk de pêkan e. Ger komar demokratîk nebe entegrasyon pêk nayê, entegrasyon bi komara faşîst re çênabe. Ji ber vê yekê, hevwateya siyaseta demokratîk Komara Demokratîk e û entegrasyon pê re tê çêkirin. Gelo entegrasyon bi rastî mimkun e. Gelo desthilatdarî ji entegrasyonê re amadeye, şert û mercên vê hene”
Ji bo pêkanîna entegrasyonê hişmediya pêwîst
Bêguman ji bo ku entegrasyon pêk were ewilî pêwîstî bi guhertina hişmendiya dewleta tirk û civaka tirk (bêguman qesta me ne hemû civak e) ya ku bi sed salan e gelê Kurd înkar dike, tune dihesibîne û hewl dide hemû nirxên gele Kurd asîmile bike heye.
Divê dewleta Tirk, gelê Kurd û hemû etnîsîte, ol û baweriyên cuda ji bo hebûna netewedewletê wek tahlûke û dehdît nebine; wek dewlemendiyeke civakî bibine û bigre dest.
Divê dewlet daxwazên gelê Kurd yên bi çand û zimanê xwe, bi nasnameya xwe bi awayekî azad jayana xwe ava bike qebûl bike. Hişmendiya ku di pêşiya van daxwazan de asteng e biguhere û li dij van mafên bingehîn yên însanî hestiyar be. Divê dewlet dev ji manîpulekirina civaka Tirkiyeyê, fikir û hestên ku gelê Kurd terorîze dike, wî paşverû, bêçand û bêziman nîşan dide berde.
Lazime dewlet ji vî şerê ku 50 sal in didome û him ji bo gelê Kurd, him ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn bûye sedema berdêlên giran, him jî ji mînakên dinyayê ders derxe û bi feraseteke baqil tevbigere. Divê dewlet êdî qebûl bike ku bi şer, qirkirin, talan û bişaftinê nikare encam bigre. [1]