=KTML_Bold=‘Serxistina pêvajoyê tenê bi axaftinan nabe divê dewlet gavan biavêje’=KTML_End=
Dîlan Mulhim\Qamişlo
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso diyar kir ku li ser bingeha banga dîrokî ya Rêber Apo, ji aliyê PKK’ê ve gavên dîrokî hatin û got, “Serxistina pêvajoyê tenê bi axaftinan nabe, pêwîst e rayedarên dewleta Tirk bi awayekî lezgîn gavan bavêjin’.”
Li ser bingeha banga Aştî û Civaka Demokratîk, Tevgera Azadiyê gavên girîng avêtin. Herî dawî di 26’ê Cotmeha 2025’an PKK’ê vekişîna #Gerîla# yên Azadiyê ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ragihand. Gavên dîrokî yên PKK’ê li tevahiya cîhanê deng veda û bû rojev. Lê tevî wê jî heta niha dewleta Tirk tu gavên berbiçav neavêtine.
Di derbarê mijarê de Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Xerîb Hiso ji Rojnameya me re axivî.
=KTML_Bold=‘Li ser bingeha banga Aştî û Civaka Demokratîk PKK’ê gavên dîrokî avetin’=KTML_End=
Xerîb Hiso da zanîn ku banga Rêber Apo ya Aşîtî û #Civaka Demokratîk# bûye bangeke cîhanî û wiha got: “Piştî banga dîrokî ya Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk, PKK’ê gavên dîrokî û bi erkê xwe yê serdemê rabû. Wekî dawîkirina şer, fesixkirina partiyê, şewitandina çekan û herî dawî jî vekişandina ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê. Ev yek nîşan dide ku ev bang bangeke cidî ye, pêvajoya ku bi riya vê bangê derkete pêş hêviya çareserî û demokrasiyeke rast e. Di heman demê de, gelek caran agirbest çêbûne û pêvajoyên çareseriyê hatin pîşkêşkirin, lê mixabin ev pêvajo ji aliyê dewleta Tirk ve hatine rawestandin. Bersivdayîna van agirbestan bi şerê mezin û siyaseta qirkirinê hatiye dayîn. Ji bo vê yekê ev pêvejoya nû li ser bingeha banga Rêber Apo ya Aşîtî û Civaka Demokratîk e, em nikarin weke berê bigirin dest. Ji ber ku gavên ku tê de tên avêtin, gavên cudatirin. Vekişandina Tevgera Azadiyê ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi riya giştî re hate parvekirin, di heman demê de bandoreke mezin li ser raya giştî çêkir.
Pêvejoya ku Rêber Apo daye destpêkirin nêzî salekê dibe, rewşa Tirkiyê û Rêber Apo derketiye pêş. Rêber Apo bi riya banga xwe ya Aşîtî û Civaka Demokratîk rê li ber şer girt, ji ber vê yekê pêwîst e ku dewleta Tirk gavan bavêje. Lê mixabin heta niha gavên dewleta Tirk kêm in, ev kêmbûn têra pêvejoyê nake. Niha divê demê pêwîstiya dewleta Tirk bi aştî û çareseriyê heye, herwiha rewşa Tirkiyê ne weke rewşa dema berê ye. Pêwîst e dewleta Tirk xwe bide guhertin û gavên cidî bavêje.”
=KTML_Bold=‘Pêwîst e nîqaş ji bo pêşxistina pêvejoyê werin kirin’=KTML_End=
Hiso anî ziman ku bi pêşengiya Tevgera Azadiyê û Rêber Apo tiştên pêwîst ji bo pêvejoya Aşîtî û civaka Demokratîk hatin kirin û wiha pê de çû: “Pêwîst e nîqaşên kûr werin kirin, li ser bingehê pêşxistina vê pêvejoyê. Di gelek bajarên Tirkiyê de pêwîst e semîner ji bo aşîtî û demokrasiyê werin dayîn. Herwiha divê ku şaredariyên ku Tirkiyê û hikumeta AKP’ê ji destê DEM Partiyê girtine, vegerîne DEM Partiyê. Da ku pêvejo pêş bikeve, lewma dewleta Tirk dikara pêvejoya li Sûriyê û hevdîtinên ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û hikumeta veguhêz a Sûriyê tên kirin, destek bike.
Axaftin ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, lê piratîk tiştek tune ye, dema ku piratîk tune be ev yek ne derbasdar e. Hinek siyasetmedar û rewşendbîrên dewleta Tirk hene vê pêvejoyê bi neyênî dirxînin. Dibêjin ku bi riya pêvajoyê wê Tirkiyê xirab û lawaz bibe, lê rayedarên Tirk weke Erdogan û Bahçelî li hemberî vê yekê bê deng in. Li hemberî vê yekê pêwîst e rayedarên Tirk xwedî helwest bin. Lê mixabin dema ku helwesta kesyatên wisa tune bibin, ev yek jî guman çêdike. Çiqasa ku axaftin werin kirin û li ser rûyê erdê were meşandin, rê li pişiya wan tên girtin. Lê rê li pêşiya pêvejoyê tê vekirin, çiqas ev kes axaftinan dikin û guman çêdikin, ev guman jî ji aliyê dewleta Tirk ve bi zimanekî nexweş tê bikaranîn. Herwiha rayedarên dewleta Tirk dixwazin ku hêviyê bişkînin, lê ev daxwaza wan çênebû.”
=KTML_Bold=‘Pêwîst e rayedarên dewleta Tirk bi awayekî lezgîn gavan bavêjin’=KTML_End=
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Xerîb Hiso axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema ku pêvajo bi serkeve wê kesên xwedî zihniyeta faşîst li hember pêvejoyê lawaz bin. Di heman demê de, pêwîst e rayedarên dewleta Tirk bi awayekî lezgîn gavên cidî bavêjin, da ku pêvajo were parastin û bi ser bikeve. Lê serxistana vê pêvajoyê tenê bi axaftin nabe, bi pratîk dibe. Ji ber vê yekê em bi hêvî ne ku rayedarên Tirk axaftinên ku dikin di pratîk de têk bînin. Heta niha ev pêvajo bê destwerdana cîhanî pêş dikeve. Her kes pêvejoyê û gavên ji aliyê Tevgera Azadiyê rast dibînin û ji aliyê wan ve hate pîroz kirin.” [1]