=KTML_Bold=Newroz em bi xwe ne û em ê her hebin=KTML_End=
Lava Eyo
Newroz tê wateya roja nû ango nûroj. Di serdema Kurdên #Medî# de dest pê kiriye û hatiye roja me ya îro. Efsaneya têkoşîna Kawayê Hesinkar ku Dehaqê zalim têkdibe û gelan azad dike jî weke destpêka Newrozê tê îfadekirin. Çawa ku rojên bi wate û neteweyî yên her gelan hene, Newroz jî bi sedê salan e weke cejna gelê Kurd ê Arî tê zanîn, qebûlkirin û pîrozkirin.
Tevahî gel vê roja pîroz her sal bi coş û xuroşeke pir mezin pîroz dikin. Hema bêje ti kes li mala xwe namîne, hemû diçin qadên pîrozbahiyê. Ne tenê gelê Kurd gelên herêmê, ronakbîr, xwendekar û demokrat jî tevlî vê coşa gelê Kurd dibin.
Newroz ne tenê guhertina demsalê ye, di heman demê de sembola azadî, hevgirtin, berxwedan û serhildanê ye. Tê wateya şiyarbûna xwezayê, vejîna neteweya Kurd û pêşeroja wê azad e.
Weke tê zanîn bi salan dewleta Tirk #Newrozê# qedexe kir. Bi sedan jin û ciwanên Kurd ji bo Newroz pîroz kirin, hatin qetilkirin. Lê gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê ti carî dest ji cejna xwe ya neteweyî berneda. Lewma dewleta Tirk neçar ma, qedexeya li ser vê cejna pîroz rake.
Hikûmeta veguhêz a Şamê berî niha bi çend rojan bi biryarnameyekê cejna Newrozê û Çarşema Sor jî têde cejnên neteweyî yên pêkhateyan wekî cejnên fermî yên Sûriyeyê nas nekir û ji nedîtî ve hat. Ma çawa dibe ku dikevin nav hewldanên gelan ji cejnên wan ên neteweyî mehrûm bikin? Ev neheqiyeke pir mezin e û ti carî ji hêla gelan ve nayê qebûlkirin.
Li hember vê biryara şaş û çewt li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran gel derketin qadan û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Hemû pêkhateyên herêmê yên Ereb, Kurd, Suryanî û Asûrî, her wiha nûnerên saziyên sivîl, rêxistinên jinan û komên civakî, bi cilên xwe yên gelêrî beşdarî çalakiyan bûn. Divê were zanîn ku Newroz ji bo neteweya Kurd xeta sor e. Em qet qebûl nakin ti kes cejna me qedexe bike yan jî xwe li nedîtî ve were. Her çi dibe bila bibe em ê weke her tim Newroza xwe pîroz bikin. Ev cejn bi hezarê salan e li her çar parçeyên Kurdistanê û li her devera Kurd lê ne tê pîrozkirin. Ti kes wê nikaribe li pêşiya vê cejna ku gelê Kurd bi xwîna xwe daye qebûlkirin bibe kelem. Newroz ji bo Kurdan zindîkirina berxwedanê û xwenûkirinê ye.
Weke jineke ciwan û Kurd ez jî dengê xwe tevlî dengê, gel dikim û dibêjim, “Ti kes nikare wiha nêzî me bibe. Em ê hemû rojên xwe bikin Newroz û pîroz bikin.” Divê were zanîn ku Newroz em bi xwe ne û em ê her hebin. [1]