=KTML_Bold=Xwesteka gelên Sûriyê ew e ku lihevkirinek çêbibe=KTML_End=
Hemza Sêvo/ Qamişlo
Serokê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê anî #ziman# ku xwesteka hemû gelên Sûriyê ew e ku lihevkirinek di navbera hikumeta veguhêz û Rêveberiya Xweser de çêbibe û got: “Dewletên #Rojhilata Navîn# ber bi sîstema #federal# î ve diçin, herwiha wê Kurd di gurhertina sîstema herêmê de xwedî rol bin.”
Danûstandinên di navbera Rêbeberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyê, siyaseta dewleta Tirk, gavavêtinên Israîl, Amerîka, Îran û Rûsyayê di herêma Rojhilata Navîn de her û her rojeva sereke ye. Derbarê heman mijaran de serokê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Hikumeta veguhêz ji aliyekî ve diyalogê û hevdîtinan bi Rêveberiya Xweser re dike û ji aliyê din ve êrîşan li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, herwiha dorpêçê li ser Şêxmeqsûd û Eşerfiyê ddiomîne, hem jî xîtaba kîndariyê dide meşandin gelo sedema vê yekê çi ye?
Weke tê xuyakirin bi vî rengî hikumeta veguhêz naxwaze lihevkirineke di navbera wê û Rêveberiya Xweser de çêbibe. Hikumeta Veguhêz peymana 10’ê Adarê di bin zexta Amerîkayê îmze kir. Yê ku vê hikumetê ji aliyê leşkerî û siyasî ve bi rê ve dibe dewleta Tirk e, dema ku hevdîtin û peymanek di navbera her du aliyan de çêdibe, yekrast roja din Şam berê xwe dide Enqerayê û hertişî jê re radigihînin, Enqere jî biryarê dide. Dewleta Tirk naxwaze lihevkirineke biencam di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de çêbibe. Ji ber vê yekê jî em dibînin ku êriş li Dêrhafir, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi destê çeteyên dagirkeriya Tirk pêk tên. Ew komên çete dibêjin em tevlî berevaniya Sûriyê bûne, lê ev yek bi nav çêbûye. Dewleta Tirk çeteyên xwe yên bi navê Artêşa Niştîmanî Dêrazorê bi cih kirine, ew dibin destek ji DAIŞ’ê re û heya roja îro êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Dewleta Tirk her der xistiye bin serweriya xwe, ew li sê cihên sereke di Şamê de ne, lê ji bilî vê xalê hin kesayet hene ew zilamên Tirkan in, mînaka wan Hesen Eldixêm, ew ne xwedî sîfeteke fermî ye di hikumetê de, lê di her cihî de hazir e. Dewleta Tirk Hesen Eldixêm dehef dide bi ser her tiştî de, di destûr, hilbijartin û hwd… de dide pêş. Colanî zilamekî paragmatî ye, dikare di rojekê de gelek caran xwe biguherîne, lê ji ber zexta dewleta Tirk nikare biryarekê ji bo gelên Sûriyê bide. Ew ji bo mayindekirina li ser hukim û berjewendiyên xwe tev digere. Colanî ji ber zext û serwereiya Tirkiyê li milekî, hem jî zexeta Amerîka, Ewropa û dewletên Erebî nikarîbû biryarekê bide, hîna nizane ku wê li ser kîjan riyê bimeşe.
=KTML_Bold=Eger lihevkirinek di navebera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de çêbibe û li gorî daxwazên gelên Sûriyê be wê çi encaman bi xwe re bîne û eger lihevkirin çênebe wê rewşa Sûriyê ber bi kû ve biçe?=KTML_End=
Xwesteka gelên Sûriyê ew e ku peyman û lihevkirin di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyê de çêbibe. Hebûna hikumeta veguhêz girêdayî lihevkirina wê bi Rêveberiya Xweser re ye, Amerîka jî gelek zextê lê dike da ku ew bi rêveberiyê re lihevkirin çêbibe. Di destpêkê de Tom Barak di destpêkê de xwest zextê bike li Rêveberiya Xweser û QSD’ê bêçk bike, wî axaftinên tewşo mewşo kirin, lê paşê ji wan vegeriya. Barak ji bo pêkanîna berjewendiyên şexsî û meşandina siyaseteke li gorî dilê Tirkiyê tevgeriya û xwest QSD’ê çekan deyne. Lê Rêveberiya Xweser û hêzên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî hêviyên hemû pêkhateyên xwe derket û tişta ku Barak, hikumeta veguhêz û Tirkiyê dixwest çênebû. Di roja heyî de zêdyî 50 ji sedî ji gelên Sûriyê piştgirtiya QSD’ê dikin, li Berava Sûriyê û Başûrê Sûriyê jî hebûna QSD’ê û Rêveberiya Xweser daxwaz dikin. Di vê dema dawî de agahî hene û danûstandin çêdibin, dibe ku lihevkirinek çêbibe li seranserî Sûriyê, lê wê ji sedî sed ne li gorî daxwaza gelên Sûriyê be, lê belê kêm zêde wê erêkirineke giştî be. Li me giran tê dema ku em dibêjin ku bi sedema mijarên mezhebî, oldarî û nasnameyê şer derdikeve. Gelên Sûriyê piştî kirîzeke mezin, ew ji xwînrijîn û şeran têr bûne, hem jî naxwazin ku şer bê domandin. Aliyên weke dewleta Tirk û çeteyên wê, dixwazin şer derkeve, eger şer derket wê ne tenê di navbera hikumeta veguhêz û herêma Rêveberiya Xweser de çêbibe, lê belê li seranserî Sûriyê wê şer derkeve. Wê giraniya şer li Beravê û Başûrê Sûriyê bike, ji ber ku li wir jî hîna rewş ne aram e.
=KTML_Bold=Di dema heyî de li herêmê baskên Îran hin bi hin tên birîn, Tirkiyê dixwaze xewnên xwe pêk bîne, serweriya Israîl û Amerîkayê zêdetir dibe, Rûsya hewl dide hebûna xwe li Sûriyê bidomîne, li gorî rûdan û geşedanên ku li seranserî Sûriyê û herêmê çêdibin, gelo rewşa Sûriyê û herêmê ber bi ku ve diçe?=KTML_End=
Her kes destnîşan dike ku gavên pratîk ên guhertina Rojhilata Navîn ji bo nexşerêya wê ya nû di 7’ê Cotmeha sala 2023’an de hat avêtin ku dema Hemasê êrişî Israîlê kir, lê ev yek çewt e, guhertina rewşa Rojhilata Navîn ji serkeftina Kobanê dest pê kir. Serkeftina Kobanê hişt ku reg û rewşa herêmê bi tevahî were guhertin, gelê Kurd li Rojava nehişt ku çeteyên DAIŞ’ê serweriya xwe li herêmê tevahî bike. Di herêmê de du proje hebûn, yek jê Israîl û hevalbendên wê, ya din jî Îran û hevalbendên wê, di nav wan projeyan de projeyên aborî, siyasî û leşkerî hene. Piştî şikestina Îran di Sûrî, Lubnan, Yemen û heya astekê di Îraqê de, Îran xwe da paş û dewleta Tirk xwe da pêş. Ji destpêka kirîza Sûriyê ve, dewleta Tirk dixwaze nexşerêya Mîsaqa MILLÎ pêk bîne, berî rêjîma Baas bikeve Erdogan xwe diavêt Beşar El-esed da ku projeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên Kurdan têk bibe, lê bi saya berxwedaniya şervan û siyasetmedarên Kurdan xewna dewleta Tirk têkçû. Bi hatina Colanî re Tirkiyê dixwaze serweriya xwe li ser Sûriyê ferz bike û pişta xwe bi Colanî girêde. Dewleta Tirk piştî wê neçar bû ku xwe bavêje riya aştiyê, Tirkiyê ne aştîxwaz e, lê belê Kurd bi aştiyê tên naskirin, doza Kurdan temenê wê 100 sal e, di serdema bûrî de gelê Kurd bê maf man li çar dewletên serke, Kurd ne amade bûn ji siberoja xwe re, lê di îroj Kurd xwedî roleke sereke dilîzin di Rojhilata Navîn de û wê li her çar dewetan bigihêjin mafê xwe. Siyaseta dewleta Tirk hişt ku siyaseta wê û ya Israîlê bibe terzî hev. Dema ku Tirkî ber bi parçebûnê ve çû, xwe avêt Îmraliyê û Rêber Apo. Li aliyekî din Rûsiya ji ber şerê wê û Ukranya jî nikare weke berê projeyên mezin li herêmê pêk bîne, niha şertûmerc û ferzkirina ji bo aştiyê li ser tê meşandin. Lê hebûna Rûsya li Sûriyê wê bidome, çûyîna Colanî û Şeybanî bi erêkirina Amerîka çêbû, da ku peymana 49 salan a ku di navbera Rûsya û rêjîma Baas a têkçûyî pêk bîne. Herwiha wê Rûsya hebûna xwe di Sûriyê de bidomîne, ji vê yekê em dibînin ku gavên ku tên avêtin di çarçoveya gavavêtina ber bi fediraliyetê de ne. Rojhilata Navîn û her çar dewletên sereke yên ku gelê Kurd lê dijî ber bi sîstema federalî ve diçe. Di vê herêmê de jî wê Kurd xwedî roleke sereke bin di mijara siyaseta fedralîbûnê. [1]