=KTML_Bold=Kurd di eynika dîrokê de!=KTML_End=
Volqan Elî
Dîrok; yanî raboriya mirov, xweza, cîhan û gerdûnê… Lê ne tenê tiştê borî, derbas bûyî û di heman demê de ‘niha’ jî di nava xwe de dihewîne. Wekî çemek ku ji çavkaniya xwe derdikeve û ber bi deryayê ve dimeşe…
Hin serkanî hene; ava wan pir vala diherike. Ta ku xwe bigihînin hedefa xwe, deryayê, bi dehan bi sedan av û çeman tevlî xwe dikin, mezintir dibin û dawiya dawî bi bextê xwe re dibin yek. Ti car ne wekî destpêka xwe ne, lê bêyî çavkaniya xwe jî ew ne ti tişt in. Mixabin hin serkanî hene; dibe ku ava wan jî vala biherike, bibin çem û rûbarên mezin. Di ser riya xwe de têra xwe bi avên boş û serkaniyan xwe bi xwedî nakin; Lewra dawiya dawî di deştekê de yan jî di sahrayekê de dimirçiqin: Bê bextewarî ne.
Yanî çarenûsa dawî hema bêje ji destpêkê ve hatiye xêzkirin. #Rêber Apo# vê wekî; “Em di destpêka #dîrokê# de veşartî ne; dîrok jî di roja me ya îro de veşartî ye” tehlîl dike. Dîrok niha ye”. yanî ew çem û rûbara ku xwe gihandiye deryaya xwe ta ji destpêka xwe ve xwediyê wê hêz û derfetan bûye: ya ku bê bextewarî, di sahrayekê de fetisiye jî dîsa wisa…
Çemê Kurdan jî di destpêka xwe de wisa xurt herikiye û hatiye roje me ya îro.
Li gorî destkeftên civaknas û zanyarên arkeolojiyê (Gordon Childe, Bradway, S. Kramer, K. Schimid û hwd), mirovahî texrîben yek milyon sal berê ji parzemîna Afrîkayê rabûye, di Rîfta Behra Spî re xwe gihandiye seriyê rojava yê Hîlala Zêrîn. Ji wir belavê quntarên Toros-Zagrosan bûye. Di demeke bi qasî sed hezaran sal de li Mezopatamyaye, ta Kendava Basrayê di nava Hîlala Zêrîn de xwe kemilandiye û ji vê derê dubare belavî çar aliyên cîhanê bûye.
Ev çend hevokên li jorî hema ne hizirên çend zanyarên bi xîret û rûmet in. Rast e ku xîret û rûmeta wan heye, hem jî pir mezin e! Lê wan di heman demê de xwe berdana vê herêmê ku me navê wê aniye li ser ziman, şikeft bi şikeft, dol û newal, hemû lêkolîn kirine yan jî tehlîl û analîzên cur bi cur bi pêşxistine. Mînak, di şikeftên Libnan, Efrîna dagirkirî yên wekî Şikefta Dûderî de qerqûdeyên yek milyon salî peyda kirine. Dîsa di şikefta Şanîdarê de qerqûdeyên mirovan ên şêst hezar salî peyda kirine! Lêkolînên wan bi vê jî nemane, li derdora Kerkukê herêma Zerziyan berhemên çandî ku wê demê mirov bi kar anîne, wekî bermahî peyda kirine. Li aliyê din li Mezopotamyaya jorî, nêzîkî Semsur-Riha perestgehên Xirabreşkê vedîtine ku ev xwe dispêrin ji beriya mîladê yanzde hezar sal.
Li gorî kişfa van zanyaran dibe ku yek ji destkefta herî mezin jî ew be ku mirov şoreşa ziman (Homo Sapîens) cara yekemîn li vê herêmê pêk anî ye. Yanî mirov li vê herêmê dest pê kiriye bifikire, bibe mirov: Zimanê ku em niha pê diaxifin, di dîrokê de li vê herêma Hîlala Zêrîn hatiye peyda kirin. Piştî vê qonaxê jî, ji vê derê belavî cîhanê bûye.
Qonaxa herî dawî, ji beriya mîladê 3-4 hezar sal berê, pêvajoya eşîrbûn yan jî etnîsîtebûnê dest pê kiriye. Pir qebîliyên Aryenîk ku li Mezopotamyayê jiyîne, li derdora rêzeçiyayên Toros-Zagros jiyîne di roja me ya îro de em wekî pêşiyên Kurdan qebûl dikin (Hurrî, Hîtîtî, Mîtanî, Gûtî û hwd) . ne tenê proto-Kurd yan jî qebîleyên Aryenîk, yên Semîtîk jî li van hawîrdoran xwe girtine yan jî bi qebîleyên herêma Hîlala Zêrîn re têkildar bûne.
Ev hemû divê îşareta tiştekî bikin! Yanî encameke vê heqîqetê heye: Encamek ku kok û rayê xwe di nava dehezar-sedhezar salî de veşartî!.. Rastiyek ku bûye çand, bûye ziman, bûye zanist, bûye huner, bûye jiyan heye! Ruxmî vê tu dê wekî hêz yan jî, çar hêzên dagirker yan jî wekî cîhana dagirkeriyê çawa rabî vê tine bihesibînî, tine bikî û ji xwe re bêjî, “temam, min kokê Kurdan qeland. Kurdistana xiyalî di vê derê de binaxkirî ye!”.
Dema şerê cîhanê yê yekemîn de 1,5 milyon Ermen hate qetlkirin. Îro piraniya welatên cîhanê, vê jenosîda hatiye li ser vî gelê mezlûm bi fermî nas dike û dizane jî. Lê di heman pêvajoyê de bi piranî bi destê Osmaniyan û ji bo berjewendiyên wan 700 sed hezar Kurd hatine qetlkirin ti kes behsa wê jî nake!
Hem di pêvajoya Serhildana Şêx Seîd de, ta bi Komara Kurdistanê ya Mihabadê û hem jî beriya wê li Başur û li cihên cuda yên Kurdistanê bi sed hezaran Kurdên bê parastin hatine qetlkirin!
Dîsa jî, dema ku em di vê sedsala 21’emîn de lê dinêrin, ruxmî ku herêm û cîhan tev di nava agirekî dojehî de dişewite, Kurd wekî çinareke pir mezin ku li qiraxa çemekê rayên xwe şandiye erdê, xwe bi erdê ve xurt girtiye û her roj aliyekî xwe şîn dikin! Ev, gelek pêvajoyeke bi êş e û pir sedemên wê hene: Lê sedema herî sereke ya xweragiraya Kurdan dîroka wan qedîm e. Îro di serî de Rojava, ceribandina Bakur û Rojhilatê Sûrî li ser mîrateyeke wisa dûr û dirêj, dest pê kiriye jiyaneke nû ava bike. [1]