کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  586,801
وێنە
  124,544
پەرتووک PDF
  22,125
فایلی پەیوەندیدار
  126,730
ڤیدیۆ
  2,194
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,537
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,810
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,767
عربي - Arabic 
44,219
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,772
فارسی - Farsi 
15,923
English - English 
8,538
Türkçe - Turkish 
3,838
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,224
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,482
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە، ماڵپەڕ و دەزگا میدیاییەکان و ...) 
1,070
وێنە و پێناس 
9,466
کارە هونەرییەکان 
1,725
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
16,030
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,820
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,193
شوێنەوار و کۆنینە 
786
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,065
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,714
کورتەباس 
22,266
شەهیدان 
12,078
کۆمەڵکوژی 
11,392
بەڵگەنامەکان 
8,744
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,631
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,639
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
910
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
929
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,499
PDF 
34,775
MP4 
4,015
IMG 
235,088
∑   تێکڕا 
275,377
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Zeyna Kaya - Rojîn Rojhat
پۆل: شەهیدان
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کوردیپێدیا، بووەتە کوردستانی گەورە! لە هەموو لایەک و شێوەزمانێکی کوردستان ئەرشیڤوان و هاوکاری هەیە.
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Zeyna Kaya
Zeyna Kaya
Nav û Paşnav: Zeyna Kaya
Nasnav: Rojîn Rojhat
Cihê Jidayikbûnê: #Şirnex#
Navê Dê-Bav: Vahîde – Mustafa
Dîrok û Cihê Şehadetê: #10-04-2018# / Xakurkê

ROJÎN ROJHAT
Hevrêya me Rojîn li navçeya Elkê ya Şirnexê, di nav malbateke ji eşîra Mamxuran de hate dinê. Ji ber hişmendiya kûr a malbata wê ya bi Kurdînî, bi girêdayîbûna xwe ya bi kokên xwe mezin bû. Bi taybetmendiyên çandî yên kevnar ên Botanê hate perwerdekirin, neçûyîna dibistanên dewleta Tirk ji bo xwe weke şanseke mezin û avantajek nirxand. Bi vî awayî ji amûrên asîmîlasyonê yên herî bi bandor ên dewleta Tirk nehat bandorkirin û bi nirxên ku wê afirandine mezin bû. Ji ber ku herêma wê yek ji qadên herî bi bandor ên Têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû, ji temenê biçûk ve gerîla nas kir. Ji ber polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê me û qirkirinên bêhejmar ên dewleta Tirk a ku xwest gelê me bitepisîne, bandor bû û tevlîbûna refên gerîla ji xwe re kir armanceke herî mezin.
Ji tevlîbûna gelek kesên ji derdora wê ya nêzîk jî bandor bû û bi awayekî gelekî bêsebir li benda roja tevlîbûna refên gerîla bû. Ji serdema ciwaniya xwe ve rastiya têkoşîna me nêzîktir nas kir, hewl da ku xwe li ser bingeha felsefeya jiyana Apoyî bi pêş bixe. Bi gerîlayên ku dît re nîqaşên vê kir, xwest jiyana gerîla ya ku li ser felsefeya Apoyî hatiye teşekirin bi hemû hûrguliyên wê têbigihîje. Ji aliyekî ve di vê lêgerîn û kûrbûnê de bû, ji aliyê din ve ji helwest, fedakarî û kesayetiya jidil ya gerîlayên ku bi wê re têkildar bûn bandor bû. Her wiha di pêvajoya şerê giran de, hesta tolhildana gerîlayên şehîd rakirin roj bi roj mezintir kir û xwedî wê têgihiştinê bû ku divê bi hişmendiyeke rast nêzîkî şehadetan bibe. Dizaniya ku ev jî bi domandina têkoşîna şehîdan a nîvcomayî û zindîkirina bîranîna wan a hêja re pêkan e. Li ser vê bingehê, fêm kir ku dem hatiye ku kûrbûnên xwe bigihîne encamekê, bi girêdayîbûna xwe ya bi xeyala xwe ya zarokatiyê, bi biryardariyeke mezin tevlî refên gerîla bû.
Di sala 2013’an de ji herêma Kato Jîrka tevlî refên gerîla bû, perwerdeyên xwe yên ewil li vir wergirt. Ji gerîlayên ku li vir nas kir gelek ceribandinên jiyanî û rêxistinî bi dest xist, bi jêhatîbûnê ev ceribandin di jiyanê de bi cih anî. Rastiya têkoşîna hevrêya me Şehîd Rojîn Gewda – Sureyya Aslan hîn bû, wê di her warî de ji xwe re kir mînak. Bi taybetî ji serkeftinên wê yên di hunera fermandariyê de bandor bû û li ser vê mijarê kûr bû. Bi vî awayî ji rojên ewil ên gerîlatiya xwe ve, bi helwest û biryardariyeke ku li gorî mîsyona pêşengiyê ya YJA Starê ye gihîşt asteke bilind.
Paşê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li herêma Xakurkê tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Bi saya ceribandinên ku li Bakurê Kurdistanê bi dest xistibû, di pêvajoya perwerdeyê de zorî nekişand, bi xwestekek mezin tevlî hemû perwerdeyan bû. Her çendî berê neçûbû dibistanê jî, di nav hawîrdora PKK’ê de xwe bi pêş xist û ev pêşketin domiya. Bi dersên dîroka Kurdistanê, dîroka jinê û dîroka partiyê re kete pêvajoyeke kûrbûnê ya kûr, ji van dersan ceribandinên mezin derxist. Her tiştê ku hîn bû di kesayetiya xwe de hewand, û kete pêvajoyeke guherîn û veguhêrînê. Her wiha bi hesasiyet û baldariyeke mezin nêzî dersên leşkerî bû, gelek taktîkên gerîla hîn bû. Di tevahiya pêvajoya perwerdeyê de bi fedakarî û kesayetiya xwe ya kedkar derkete pêş, bi van taybetmendiyan bû gerîlayeke YJA Starê ku ji aliyê hevalên xwe ve hate mînakgirtin.
Piştî qedandina perwerdeya xwe, dîsa li herêma Xakurkê tevlî xebatan bû û wê tempoya têkoşîna xwe hîn mezintir kir. Dilê wê her tim li gel gelê me yê li Rojava û Şengalê ku li dijî çeteyan ber xwe dida bû, xwest her tim li gel gelê xwe û di eniyên berxwedanê de cih bigire. Lê belê ji sala 2015’an û şûn de, li hemberî konsepta êrîşê ya topyekûn a dewleta Tirk a li ser gelê Kurd, bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe li qada xwe mezintir kir. Ji bo vê yekê, bi têgihiştina ku divê di taktîkên şer ên gerîla de pispor bibe, careke din tevlî pêvajoya perwerdeyê bû.
Bi girêdayîbûna xwe ya bi armanca xwe, bi coş, heyecan û xwesteke mezin tevlî vê perwerdeyê bû, di gelek taktîkan de pispor bû. Her wiha bi dersên îdeolojîk ên ku wergirt, kêmasiyên xwe yên di xebatên pratîk de fêm kir, van yek bi yek derbas kir û encameke mûcîzeyî bi dest xist. Di pêvajoya şerê herî giran de, ji bo derbasbûna eniyên pêş bi israr bû, bi helwesta xwe û tevlîbûna xwe ya çalak, bawerî da hevalên xwe û gihîşt armanca xwe. Hevrêya me ku di têkoşîna me de keda wê ya mezin hebû, bi rêhevaliya xwe ya bi hêz vê yekê xurt kir, nîşan da ku ew mîlîtaneke bêwestan a xeta jina azad e. Hevrêya me Rojîn ku xwest prensîbên jina azad di kesayetiya xwe de temsîl bike û xwedî jiyaneke li gorî vê yekê be, bi pratîka xwe ya bi hêz ev armanca xwe bi temamî bi cih anî.
Di 10’ê Nîsana 2018’an de, di êrîşa dijmin de gihîşt şehadetê. Hevrêya me Rojîn; weke berendamekî fermandariyê, ku pêşerojeke wê ya serkeftî hebû, bi girêdayîbûna xwe ya bêhempa ya bi nirxên azadiyê, bi kesayetiya xwe ya dilsoz û rast, her tim di têkoşîna me de zindî dimîne. Weke hevalên wê, em careke din soza xwe ya Azadiya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad dubare dikin. [1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 33 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 2
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی شەهیدبوون: 10-04-2018
پلەی پارتایەتی: کادر
پلەی سەربازی: سەرباز
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو
شار و شارۆچکەکان (لەدایکبوون): شڕناخ
نەتەوە: کورد
هۆکاری گیان لەدەستدان: بۆردوومانی فڕۆکە
وڵات - هەرێم (شەهیدبوون): باشووری کوردستان
وڵات - هەرێم (لەدایکبوون): باکووری کوردستان
ڕەگەزی کەس: مێ
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئەڤین تەیفوور )ەوە لە: 16-12-2025 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 17-12-2025 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 17-12-2025 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 33 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.172 چرکە!