Nav û paşnav: Îrza Mîrîvîmîlam
Nasnav: Canşêr Makû
Cihê jidayikbûnê: Maku
Navê dayik û bav: Dîlber - Ejder
Dîrok û cihê iehadetê: #09-01-2022# / #Wan#
CANŞÊR MAKÛ
Li axa Rojhilatê Kurdistanê ti carî berxwedana li dijî mêtingeriyê nesekinî, gelê me yê welatparêz hişt ku kevneşopiyeke xurt a jiyana bi rûmet û azad biafirîne. Gelê me yê Rojhilat ziman û çanda xwe parastiye û tevî hemû zilmê jî bi israr xwedî lê derketiye, nirxên Kurdî heta roja îro hilgirtiye û ji nifşekî bo nifşekî din veguhestiye. Bajarê me yê Makûyê ku ev mîrateya pîroz bi awayekî herî zelal û bihêz lê tê jiyîn, di tevahiya dîrokê de beşdarî gelek berxwedanan bûye û gelek leheng afirandiye.
Hevrê Canşêr di nava hawîrdorek welatparêz ku kevneşopiya berxwedanê ya bihêz di hundirê xwe de pejirandiye û gihandiye her aliyê jiyanê, li Makûyê ji dayik bû. Hevrê Canşêr ê ku endamekî eşîra Celaliyan ku bi welatparêzî, milîtanî û beşdariya xwe ya çalak di berxwedana ku li Kurdistanê pêş ket de tê nasîn, di nav çanda ku gelê me bi hezaran salan parastiye de mezin bû. Tevî êrîşên pergala kapîtalîst, hawîrdora civakî ya bihêz a hawîrdora wî hişt ku ew bi nirxên xwe yên cewherî ve girêdayî bimîne. Hevrêyê me ji temenê xwe yê biçûk ve bi jêhatîbûna xwe ya kedkar dihat nasîn, ji hêla her kesî ve dihat hezkirin. Pergala perwerdehiyê ya ku li dibistanên rejîmê hatibû ferzkirin, bû sedema ku hevrê Canşêr yekem car pê re têkeve nava nakokiyan. Di temenê xwe yê biçûktî de dest bi lêpirsînê kir û li hember mêtingeran hêrsek mezin pê re çêbû. Ji bo ku bixebite û debara malbata xwe ya di tengasiyên darayî de bike, dev ji dibistanê berda. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de lêgerîna xwe berdewam kir, eleqeyek mezin nîşanî Rêber Apo û PKK’ê ya ku ji kesên li dora xwe bihîstibû. Hevrêyê me, ji berxwedana gerîla ya efsanewî ya li Kurdistanê bi heyecan bû û ji bo têkoşîna me baştir fêm bike hemû derfet bi kar anî. Şehadeta pismamê wî hevrê Canşêr (Hudcet Miraymîlan) ku di nav refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bû, di jiyana hevrê Canşêr de xalek werçerxê diyar kir. Lêgerîna wî kûrtir bû û bi dil û can bawer dikir ku divê mîrateya têkoşîna hevrê Canşêr biparêze û biryardara tevlîbûna nav refên têkoşînê da. Daxwaza hevrê Canşêr a tevlîbûna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji ber temenê wî yê biçûk du caran hate redkirin. Hevrêyê me tevî vê yekê jî ti carî dev ji biryardariya xwe berneda û vê pêvajoyê ji bo Rêber Apo yê ku pir meraq dikir û têkoşînê ji nêz ve nas bike bi kar anî. Hevrêyê me biryar da ku beşdarî PKK’ê yê ku nûnerê rastîn ê jiyanek û têkoşînek birûmet temsîl dike, bibe û têkoşîna ji bo gelê me kir armanca xwe ya sereke. Di sala 2007’an de, xeyala xwe pêk anî û xwe gihand Gerîlayên Azadiya Kurdistanê.
Heval Canşêr bi beşdarbûna nav refên têkoşînê re dest bi jiyaneke nû kir, navê pismamê xwe hevrê Canşêr (Hudcet Miraymîlan) li xwe kir û di şexsê wî de mîrateya şehîdan dewr girt. Hevrêyê me, timî di ferqa berpirsiyariya ku girtibû ser xwe de bû û bi hîskirina giraniya barê li ser milê xwe beşdarî jiyanê bû û ji bo layiqî şehîdên bibe têkoşiya. Bi meraqa xwe ya mezin a li ser jiyana gerîla, hewl da ku her hûrgiliyan fêr bibe û di her kêliya jiyanê de hebû. Hevrêyê me, ne xerîbê çiyayên Kurdistanê bû, di demek kurt de fêrî her hûrgiliyên gerîlatiyê bû û bi lez û bez bû pispor. Tiştê ku fêr dibû dahurand, bi aqilê xwe yê pratîkî û kedkariya xwe zû fêr bû û bû yek ji hevrêyên me yên pêşeng. Hevrêyê me yê ku xwedî eleqeyeke mezin bû bi mijarên leşkerî û îdeolojîk, bi felsefeya Rêbertî, dîroka gelê me yê bindest û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji nêz ve nas kir û fêr bû. Hevrê Canşêr zû taktîkên gerîla fêr bû û di gelek warên cuda de gihîşt astek pisporiyê. Hevrêyê me piştî ku perwerdehiya bingehîn a gerîla ku li Qendîlê wergirt bi serkeftî qedand, derbasî qada pratîkî bû û têkoşîna xwe domand. Dewleta Tirk a dagirker di sala 2008’an de êrîşî Zapê kir û li ber Berxwedana Zapê têkçûnek dîrokî jiya. Hevrê Canşêr di Berxwedana Zapê de pismamê wî Zindan Şiyar (Secat Miraymîlan) şehîd bû û ev şehadet hişt ku hêrs û xwesteka tolhildana hevrê Canşêr a li dijî mêtingeran hîn zêdetir kir. Hevrê Canşêr li hemberî van şehadetan bi berfirehkirin û kurkirina têkoşînê bû bersiv. Hevrêyê me ji bo di rêya şehîdan de bimeşe lêhûrbûna xwe kûrtir kir. Li her qada ku çûyê, bi enerjî, xebat û kesayetiya xwe ya mutewazî bal kşand ser xwe, bû yek ji hevrêyên me yên ku zû bû fermandar. Hevrêyê me her tim hewl da ku zanîna xwe ya hunera gerîlatiyê kûrtir bike. Hevrê Canşêr piştî xebata xwe ya serketî, bi derbasbûna Zapê re jiyana xwe domand. Hevrê Canşêr li dijî pirsgirêkan bû hêza çareseriyê, bi tecrûbeya xwe ya rêxistinî û jiyanê ji hevrêyên xwe re pêşengî kir. Hevrê Canşêr timî xwe ji perwerdekirina hevrêyên xwe yên nû re berpirsiyar didît. Ji bo pêşketina wan û di felsefeya Rêbertiyê de kûr bibin tiştên ku zanibû bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrê Canşêr hevalên xwe fêr kir û ji wan fêr bû. Heval Canşêr ku bi jiyan û beşdariya xwe di bûyîna milîtanek mînak de serketî bû, li Zapê pratîkek serketî raber kir.
Hevrêyê me ku ti carî kirinên xwe têr nedît û xeta têkoşîna xwe timî bilind kir, ji bo derbasî Bakurê Kurdistanê bibe bû xwedî israreke mezin. Hevrêyê me yê ku pêşniyarî wî hat qebûlkirin, di sala 2014'an de derbasî Botanê bû û têkoşîna xwe berdewam kir. Hevrêyê me yê ku bi evînek mezin bi axa Botanê û gelê wê ve girêdayî bû, bê rawestan ked da. Hevrêyê me bi tecrûbeya xwe ya rêxistinî re tecrûbeya şer jî zêde kir û di her warî de bû xwedî jêhatîbûn. Hevrêy me ku çar salan li Eyaleta Wanê têkoşîn meşand, bû yek ji pêşengên me yên ku hewl dan şêwaza şer a serdema nû di pratîkê de bi cih bînin. Hevrê Canşêr li hember êrîşên dewleta Tirk a mêtînger ku di sala 2015’an de bi armanca tinekirina Gerîlayê Azadiya Kurdistanê, îradeya azad a gelê me, dest pê kiribûn, li Bakurê Kurdistanê bersiv da dagirkeran. Bi tevlîbûna gelek çalakiyan, ew di derbkirina dagirkeran de xwedî kedek mezin bû. Hevrê Canşêr ku wekî xwediyê meşeke mîna Fermandar Egîd balê dikêşand, hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran di çalakiyên xwe de nîşan da û ji bo tolhildana şehîdên me yên nemir bê navber têkoşiya. Hevrê Canşêr ê di sala 2018’an de vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, tevlî perwerdehiyên akademiya leşkerî û Ocaxa Sakîne Cansiz a PKK’ê bû. Tecrûbeya şer a ku li Bakurê Kurdistanê bi dest xistibû, di hewirdora perwerdeyê de bi hevrêyên xwe re parve kir. Li ser kêmasî û nebesiyên ku di nava pratîkê de derketin holê, lêhûrbûnên kûr jiya. Xwe fedayê taktîk û stratejiya şer a dema nû kir. Wekî hevrêyekî ku xwedî tecrûbeya şer û rêxistinî bû, hêz da perwerdeyên ku tevlî bû. Hevrê Canşêr, di her alî de lêhûrbû û derbasî pêvajoyek guhertinê bû. Bû xwedî wê şansê ku Rêber û Partiya me kûr fêm bike. Hevrê Canşêr ku dizanî bêyî azadiya jinê, civak azad nabe, girîngiya avakirina hevrêtiya bi jinê re li ser bingeha rast bi kûrahî fêm kir. Ew bû yek ji hevrêyên me ku her tim girîngî dida têkoşîna cinsî. Hevrê Canşêr piştî ku bi rengekî serketî perwerdeya xwe temam kir, bala wî her li ser Bakurê Kurdistanê bû. Piştî perwerdeya xwe ya li akademiyê, cihê xwe di xebatan de girt û erkên girîng bi serketî bi cih anî. Hevrêyê me du salan têkoşîna xwe domand, bi israr xwest ku derbasî herêma Botanê bibe. Di sala 2021’an de daxwaza wî hat qebûlkirin û li ser vê bingehê hevrêyê me careke din berê xwe da herêma Botanê.
Hevrê Canşêr ku bû fermandar û derbasî Eyaleta Wanê bû, ji bo ku hêz bide hevrêyên xwe yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ku derbeyên giran li mêtingeran dixistin, bi xwestekek mezin tevlî xebatê bû. Wî li Bakurê Kurdistanê bi serbilindî ala berxwedanê bilind kir û armanc kir ku şêwaza tîmên bi tevger a dema nû bi serketî bicîh bîne. Bi jîrbûna xwe ya taktîkî û kesayetiya xwe ya afirîner, wî gelek êrîşên dijmin têk bir. Ji bilî jêhatîbûna xwe ya fermandarî û şer, wî bi hevrêtiya xwe ya xurt jî xwe diyar kir û hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Têkilî û hevrêtiyê wî yên xurt ku ava kiribû, di bîranînên hevrêyên wî de şopek kûr hiştin. Bi moral û coşa xwe ya bilind, wî jiyan û kar bi hezkirinek mezin hembêz kir. Wekî kesekî fedaî ku di rêya şehîdan de meşiya û fermandarekî ku ruhê demê fêm kir, ew karî bibe milîtanek layiqî gel û hevrêyên xwe. Hevrê Canşêr, ku têkoşîna xwe li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê ber bi Bakurê Kurdistanê ve domand. Di vê pêvajoyê de bi berdewamî serketinan bi dest xist, xwe pêş xist û meşa di xeta fedaîbûnê de esas girt. Bi vî awayî, bû yek ji mînakên herî hêja yên milîtanên Apoyî ên di nava têkoşînê de mezin bûne.
Di 9’ê Çileya 2022’yan de, li herêma Melîxa ya herêma Feraşînê, hevrê Canşêr ku li kêleka hevalên xwe li dijî dagirkeran li ber xwe dida, di êrîşeke hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Wî her kêliya jiyana xwe bi awayekî bêdudilî ji bo serketina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê feda kir û mîrateyek têkoşînê ya nayê jibîrkirin li du xwe hişt. Bîranîna hevrê Canşêr ê ku ala berxwedanê bi jiyan û têkoşîna xwe hilda û têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd berdewam kir, dê her tim di berxwedana me de bijî û teqez dê ji aliyê hevrêyên xwe yên mayî ve bi serketinê re were tacîdarkirin. [1]