کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  586,460
وێنە
  124,460
پەرتووک PDF
  22,122
فایلی پەیوەندیدار
  126,612
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,180
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,481
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە، ماڵپەڕ و دەزگا میدیاییەکان و ...) 
1,041
وێنە و پێناس 
9,466
کارە هونەرییەکان 
1,725
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
16,019
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,820
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,191
شوێنەوار و کۆنینە 
783
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,063
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,692
کورتەباس 
22,210
شەهیدان 
12,030
کۆمەڵکوژی 
11,391
بەڵگەنامەکان 
8,741
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,631
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,639
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
912
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
929
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   تێکڕا 
274,973
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Şîraz Xalit - Engîzek Ararat
پۆل: شەهیدان
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کوردیپێدیا، زانیارییەکانی هێندە ئاسان کردووە! بەهۆی مۆبایڵەکانتانەوە زۆرتر لە نیو ملیۆن تۆمار لە گیرفانتاندایە!
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Şîraz Xalit
Şîraz Xalit
Nav û Paşnav: Şîraz Xalit
Nasnav: Engîzek Ararat
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Navê dayik û bav: Xanim - Mahmût
Dîrok û cihê şehadetê: #09-01-2022# / #Wan#

ENGÎZEK ARARAT
Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, ku bi pêşengiya Rêber Apo dest pê kir, wekî tevgereke hêviyê ji bo gelê me, ku di nav pençên qirkirinê de bi tunebûnê re rûbirû mabû, derket holê. Gelê me, ku bi sînorên çêkirî yên mêtingeran ve bû çar parçe û li her parçeyî rastî êrîşên herî dijwar ên înkar û tunekirinê hat, bi derketina PKK’ê re, ji bo siberojek azad û jiyanek bi rûmet berxwedanek bêhempa pêş xist. Agirê berxwedanê yê ku di Zindanên Amed de pê ket, tevahiya Kurdistanê ronî kir û ji aliyê gelê me ve bi hêzek mezin hat hembêzkirin. Zarokên Kurd ên wêrek tevlî refên têkoşînê bûn û cihê xwe di têkoşîna jiyanek bi rûmet de girtin. Di vê berxwedanê de, ku bi hewldanên mezin ên Rêber Apo hat avakirin, bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bû yek ji deverên sereke ku têkoşîn lê kok girt û zû bi gel re bû yek.
Hevrê Engîzek li Kobanê, navenda berxwedanê wekî endama malbateke welatparêz ku dilsozê çanda berxwedanê ya PKK’ê û jiyana bi têkoşînê ve girêdayî bû, ji dayik bû. Wê bi rêya malbat û derdora xwe têkoşînê nas kir. Naskirina kadroyên Apoyî, bandorek kûr li ser wê ava kir. Dilsozî û germahiya şêwaza jiyana Apoyî û hevrêtiya wê, di hevrê Engîzek de hezkirin û eleqeyek xurt ji bo têkoşînê pêş xist. Ji ber ji malbata hevrêya me tevlîbûna nava refên têkoşînê hebû, ev yek bingeha hezkirin û dilsoziya wê ya ji bo gerîla xurttir kir. Wekî jineke ciwan, li ser zext, zehmetî û rastiya pergala serdest a mêr û statûya jin a di nava civakê de lêhûrbû. Rastiya gerîlayên jin ên ku li çiyayan şer dikin û fermandariyê dikin û felsefeya Rêber Apo dipejirînin, bandorek kûr li ser cîhana wê ya fikrî kir. Ev destpêka lêgerîna wê ya ji bo jiyaneke azad, bû sedema biryardariya wê ya tevlîbûna jiyana pîroz a PKK’ê xurt bike. Bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re hêviya gelê me ya ji bo siberoja azad mezintir bibû. Hevrêya me Engîzek jî ji bo ku bibe bersiv û hesreta di dilê xwe de pêk bîne, bê dudilî tevlî têkoşînê bû. Bawer dikir ku planên qirêj ên mêtingeran û êrîşên qirker ên çeteyên DAÎŞ'ê dikarin bi têkoşînek li çiyayan werin bersivandin. Bi vê baweriyê, di sala 2014'an de berê xwe da çiyayan û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrê Engîzek li çiyayên Kurdistanê, navenda jiyana azad û têkoşînê, dest bi jiyaneke nû kir. Bi azwerî û coşek mezin tevlî jiyana gerîla bû û bi meraqa xwe ya bêdawî hînê hûrguliyên jiyanê bû. Ji bo bi girêdana hevrêtiya pîroz a PKK’ê re bibe yek, tevlîbûneke xurt raber kir. Hevrêya me derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û piştre tevlî perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê bû. Xwe di aliyê îdeolojîk û leşkerî de pêş xist. Têgihîştina wê ya kûr hişt ku ew zû pêş bikeve û di jiyanê de jêhatî bibe. Her ku ramanên Rêber Apo bêhtir fêm kir, meraqa wê jî zêde bû û lêgerîna xwe kûrtir kir. Wekî jineke ciwan, ji Parêznameyên Rêber Apo hîn bû ka jin çawa di pergala kapîtalîst de hatine kolekirin. Ji bo ku xwe di Îdeolojiya Rizgariya Jinê de kûrtir bike û bixe pratîkê, kedeke mezin raber kir. Wê di qada leşkerî de jî rolên pêşengtiyê girt ser xwe, di şêwaz û taktîkên gerîla de xwe pêş xist û di gelek aliyan de pisporî bi dest xist. Piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî qedand, ew derbasî herêma Zagrosê bû û li wir ezmûna xwe ya pratîkî ya yekem bi dest xist. Di nav bedewiya xwezaya Avaşînê de, wê şerê gerîla wekî derfeteke mezin dît û bi hemû hêza xwe, xwe da xebatê. Bi azweriya xwe ya mezin, coş û tevlîbûna xwe ya bi dilxwazî, ew di demek kurt de bû gerîlayekî jêhatî yê YJA Starê. Parastina jiyana pîroz a gerîla, mîrateya şehîdan û xwedîderketina li nirxên ku wan afirandine, kir bingeha têkoşîna xwe. Tevî temenê xwe yê ciwan, wê bi hestek berpirsiyariyê ya xurt di jiyanê de pêşengî kir. Bi saya kesayetiya xwe ya kedkar, di her xebateke ku dimeşand de encamên xurt bi dest xist. Li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker ên di sala 2015'an de li Avaşînê pêş ket, bi qehremanî li eniyên pêş ên berxwedana dîrokî ya gerîla şer kir. Di gelek çalakiyên ku derbên giran li dagirkeran xistin de roleke çalak lîst. Bi vî awayî, pêşengiya ku di jiyanê de nîşan da, heta şer jî domand û bû gerîlayekî YJA Star ê xwedî tecrûbe û jêhatî.
Piştî tecrûbeyeke pratîkî û şer a dijwar, hevrê Engîzek di sala 2017’an de beşdarî perwerdehiya akademiya leşkerî bû. Li vir, derfet dît ku jêhatiyên xwe yên pratîkî binirxîne û xwe di aliyê îdeolojîk û leşkerî de kûrtir bike. Perwerdeyeke xurt dît, bû fermandar û dû re derbasî herêma Heftanînê bû. Bi tecrûbeya xwe ya şer û têgihiştina xwe ya rêxistinî, bersiv da bendewariyên rêxistinê û pratîkeke xurt nîşan da. Wekî yek ji milîtanên pêşeng ên Hemleya Cenga Heftanînê, beşdarî gelek çalakiyan bû, derbên giran li dagirkeran da. Bi rengekî fedaî axa pîroz a Kurdistanê li dijî mêtingeran parast. Hevrê Engîzek, ku dixwest têkoşîna xwe li Bakurê Kurdistanê dewam bike, pêşniyariya wê hat qebûlkirin û li ser vê bingehê di sala 2019’an de derbasî herêma Botanê bû. Di şert û mercên herî zehmet de bê dudilî têkoşîna xwe domand. Hevrê Engîzek, ku pîvanên azadiya jinê ya PAJK’ê û prensîbên jiyanê di kesayetiya xwe de bi cih kir, bi heman dilsoziyê beşdarî mîsyona pêşengiyê bû. Wê taktîkên gerîla yên dema nû bi dest xist û bi tecrûbeyên xwe pêşengiya hevrêyên xwe kir. Bi îradeya xwe ya Apoyî ya xurt, ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya moral û hêzê. Wê bêdudilî ala têkoşînê ya ku ji hêla şehîdên me ve hatî dewr kirin hilgirt û her kêliya jiyana xwe ji bo siberoja azad a gelê me feda kir. Bi vî rengî, wê wekî milîtana Apoyî ya mînak û jineke azad cihekî bêhempa di nav refên têkoşînê de bi dest xist.
Hevrê Engîzek ku di 9’ê Çileya 2022’yan de şehîd bû, her kêliya jiyana xwe li gorî xeta PKK’ê jiya. Mîrateyek têkoşînê ya bêhempa li pey xwe hişt. Berxwedan û têkoşîna wê, dê her tim rêya me ronî bike. [1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 17 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 2
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی شەهیدبوون: 09-01-2022
پلەی پارتایەتی: کادر
پلەی سەربازی: سەرباز
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو
شار و شارۆچکەکان (شەهیدبوون): وان
شار و شارۆچکەکان (لەدایکبوون): حەڵەب
نەتەوە: کورد
هۆکاری گیان لەدەستدان: بۆردوومانی فڕۆکە
وڵات - هەرێم (شەهیدبوون): باکووری کوردستان
وڵات - هەرێم (لەدایکبوون): سووریا
ڕەگەزی کەس: مێ
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئەڤین تەیفوور )ەوە لە: 16-12-2025 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 17-12-2025 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 17-12-2025 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 17 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.156 چرکە!