Nav Paşnav: Abdullhadî Atmeca
Nasnav: Egîd Çiyager
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Ferîde- Husamettîn
Dem û Cihê Şehadetê: #03-06-2021# /Garzan
EGÎD ÇIYAGER
Hevrêyê me Egîd Çiyager, li navçeya Hezoyê ya Êlihê çavên xwe li jiyanê vekir. Bi çanda berxwedêr a gelê me yê Xerzanê û bi hestên welatparêzî yên malbata xwe mezin bû. Hevrêyê me Egîd, mîna her ciwanekî Kurd ê bi rûmet, sîstema qirkirinê û êrîşên li ser gelê Kurd qebûl nekir û ket nava lêgerîna têkoşînê. Ji ber ku ciwanekî zîrek û kedkar bû, li dibistana dewleta Tirk serkeftinên bilind qezenc kir. Beşa Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kir û çû zanîngehê. Her çendî di sîstema dewleta Tirk de her cûre îmkanên jiyanê li ber wî hebûn jî, wî ev hemû bi destê xwe paşve xist û berê xwe da têkoşîna azadiya gelê xwe. Li ser vê bingehê, tevlî xebatên ciwanên welatparêz ên şoreşger bû. Wekî ciwanekî Kurd ê ronakbîr û bi hişmendî, biryar da ku têkoşîna azadiyê li çiyayên Kurdistanê bidomîne, zanîngeh terk kir û di sala 2018’an de li Xerzanê tevlî refên gerîla bû.
Hevrêyê me Egîd, baş dizanibû li ser kîjan nirxan û li dû kîjan şopan tevlî gerîla bûye. Wî navê xwe ji fermandarên me yên efsanewî, Fermandar Egîd – Mahsum Korkmaz û Çiyager – Cihat Turkan wergirt ku ji dilê gelê Êlihê derketine, di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de destan afirandine û di dil û bîra gelê Kurd de şopên nemir hiştine. Bi navê Egîd Çiyager, xwe bexşand vê doza pîroz. Hevrêyê me Egîd Çiyager, hem xwest wekî Fermandar Egîd bibe fermandarekî gerîla yê qehreman, hem jî wekî heval Çiyager şêwaza şerê fedayî ya serdema nû di şexsê xwe de temsîl bike. Wekî ciwanekî bi hişmendî, bi bawerî û biryardar, tevlîbûna PKK’ê li ser bingeha îdeolojîk esas girt. Li qadeke wekî Xerzanê, ku dijmin bi berdewamî operasyon û êrîş lê dike, di şertên dijwar û bi îmkanên kêm de gerîlatî fêr bû. Hevrêyê me Egîd, gerîlatî ne ji pirtûkan, lê bi jiyîn û bi ceribandinan ji jiyanê hîn bû. Di qada şer a germ de, li Xerzanê bi kûrbûn û tecrûbeya xwe teşe girt. Wekî gerîlayekî bi hêz û wêrek, hevrêyê me Egîd Çiyager bêhesab tevlî têkoşînê bû. Her tiştê ku ji destê wî dihat bi fedakarî danî holê. Bû hevrêyekî ku mirov dikaribû di her şert û mercî de bawerî pê bîne. Bi kesayetiya xwe ya bi şirîn, helwesta xwe ya moral û bi heybet li her cihê ku lê bû rengê xwe nîşan da. Di hunera gerîla de xwe pêş xist, bû pispor û asteke girîng qezenc kir. Di rêya bûyîna fermandarekî gerîla yê serkeftî de bi gavên biryar meşiya. Li ser vê bingehê tevlî çalakiyên girîng bû, di gelek çalakiyan de bi keda xwe rol lîst.
Komeke hevrêyên me ku hevrêyê me Egîd jî di nav de bû, di 1’ê Hezîrana 2021’an de li Herêma Geliyê Ûranisê ya navçeya Tetwanê ya Bidlîsê, li nava kolanên Hopê û Kirpmanê, li hember dagirkeran çalakiyek li ser wesayîta cûreya Transît pêk anîn. Wesayîta leşkerî ya di tevgerê de bû, pêşî bi taktîka sabotajê, paşê jî bi çekên ferdî derb xwar. Di vê çalakiyê de 1 efser û 1 binefser di nav de, 8 dagirker hatin cezakirin. Piştî çalakiyê, di 3’ê Hezîrana 2021’an de, di navbera hêzên me û dagirkeran de pevçûnên giran qewimîn, ku artêşa Tirk a dagirker neçar ma ku qebûl bike 1 kes miriye û 2 kes jî birîndar bûne. Hevrêyên me Egîd Çiyager – Abdulhadi Atmaca, Dijwar Hezex – Serdar Asan û Êrîş Garzan – Hikmet Gezici, ku destaneke din a lehengiyê li Xerzanê nivîsîn, heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û gihîştin şehadetê. [1]