Nav Paşnav: Şahîn Omer
Nasnav: Andok Êrîş
Cihê Jidayikbûnê: #Amûdê#
Dayik-Bav: Dure- Abdulrezak
Dem û Cihê Şehadetê: Cotmeh 2021/ Botan
ANDOK ÊRÎŞ
Hevrêyê me Andok Êrîş, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vekir. Di malbateke bi ser eşîra Keçelanî de mezin bû. 12 salan li dibistanên rejîma BAAS’ê xwend. Hevrêyê me Andok, êşa kûr a nexwendina bi zimanê xwe yê zikmakî, jiya. Di sala 2011’an de, dema ku li Rojhilata Navîn gel rabûn serhildanê û bihara gelan dest pê kir, gelê Rojavayê Kurdistanê jî di 19’ê Tîrmeha 2012’an de Şoreşa Azadiya Rojava pêk anî. Hevrêyê me Andok ji vê pêvajoya şoreşgerî bi kûrahî bandor bû. Piştî ku bi îdeolojiya Apoyî û şoreşa azadiyê nas kir, serpêhatiya jiyana hevrêyê me Andok jî ber bi rêyeke nû ve çû. Di Îlona 2015’an de, dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kirin, gelê Kurd bi hişmendiyeke welatparêzî ya mezin û bi ruhê seferberiyê rabû ser piyan. Sînorên çêkirî yên ku di nava Kurdistanê de hatibûn kişandin derbas kir û tevlî berxwedana li Kobanê bû. Berxwedana Dîrokî ya Kobanê, ku navê xwe li tevahiya cîhanê da bihîstin û destan nivîsand, bi berdêlên giran bi ser ket. Ev serkeftin bû destpêka bidawîbûna çeteyên faşîst ên DAÎŞ’ê û rêxistina DAÎŞ’ê. Hevrêyê me Andok, ku şahidî li vê berxwedana dîrokî kir, bi kûrahî bandor bû û di sala 2015’an de biryar da ku tevlî têkoşînê bibe. Ji bo parastina hebûna gelê Kurd û misogerkirina azadiya wî, wekî şoreşgerekî profesyonel tevlî xebatên ciwanên welatparêz ên şoreşger bû. Hevrêyê me Andok Êrîş, ku dest meşeke şoreşgerî ya pir watedar kir, navê xwe ji fedayiyên Tabûra Nemiran Andok Farqîn – Ramazan Yilmaz û Êrîş Avent Gever – Cengîz Ozek, ku di 26’ê Gulana 2012’an de li Qeyseriyê li Midûriyeta Polîsan a Pinarbaşiyê çalakiyeke fedayî pêk anîn, wergirt. Bi vî awayî, di gava xwe ya yekem de nîşan da ku di meşeke şoreşgerî ya fedayî de biryardar e.
Hevrêyê me Andok di pêvajoya 2015-2016’an de pêşengiya xebatên ciwanên welatparêz ên şoreşger kir. Di tevlêbûna gelê me û ciwanên Kurd ji bo têkoşînê de, di perwerdekirin û organîzekirina wan de xwedî beşdariyên girîng bû. Piştî ku di xebatên civakî de rola xwe bi serkeftî lîst, di sala 2016’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû. Piştî ku perwerdeya xwe ya yekem a gerîla wergirt û tecrûbe qezenc kir, derbasî Zapê bû. Piştî salekê pratîk li Zapê meşand, dîsa vegeriya herêma Garê. Ji bo pisporbûna di warê leşkerî de tevlî perwerdeya li akademiya leşkerî bû û di taktîkên gerîla de pispor bû. Di sala 2020’an de li Akademiya Şehîd Brahîm perwerdeya îdeolojîk û leşkerî wergirt, di rêya fermandariyê de mesafeyeke girîng qezenc kir. Hevrêyê me Andok Êrîş, ku her tim xwe ji bo derbasbûna qadên herî dijwar û şerkirina li wir amade dikir, têkoşîna fedayî wekî pîvana herî diyar a jiyana xwe ya şoreşgerî destnîşan kir. Li ser vê bingehê, ji bo têkoşîna fedayî li Bakurê Kurdistanê, pêşniyarên israrî pêş xist. Bi erêkirina hevalên xwe re, di sala 2021’an de berê xwe da Botanê û derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Hevrêyê me Andok, ku bi kelecaneke mezin bi çiyayên Botanê re hat ba hev, dilê wî bi şahiya li çiyayên Botanê, ku wî ji bo wan helbest gotibûn, dagirtî bû. Ji ber vê yekê bi coş tevlî pratîka li Botanê bû.
Hevrêyê me Andok, dema ku ji Bestayê ber bi Gabarê ve diçû, di Cotmeha 2021’an de li gundê Nehkê yê Herêma Çiravê ya Botanê, di encama têkiliyeke bi artêşa Tirk a dagirker re, ligel hevrêyên me Herdem, Delîl û Baran tevlî karwanên şehîdan bû. Em lawê fedakar û wêrek ê gelê Rojavayê Kurdistanê, hevrêyê xwe Andok Êrîş, bi hurmet bibîr tînin û soz didin ku em ê meşa wî ya fedayî ya bêhesab mînak bigirin û têkoşîna wî bi serkeftinê tacîdar kin. [1]