Nav Paşnav: Zekeriya Akîpa
Nasnav: Baran Gabar
Cihê Jidayikbûnê: #Mêrdîn#
Dayik-Bav: Lezzet- Ahmet
Dem û Cihê Şehadetê: Cotmeh 2021/ Botan
BARAN GABAR
Hevrêyê me Baran Gabar, li navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê, wekî endamekî eşîra kevnar a Toriyê çavên xwe li jiyanê vekir. Di nava malbata xwe ya welatparêz û bi kevneşopiyên eşîra Toriyê mezin bû. Hevrêyê me Baran, ji zarokatiya xwe ve rastiya Kurd û Kurdistanê bi evîn pejirand, nehate asîmîlekirin û xwezaya xwe parast. Heşt salan li dibistanên dewleta Tirk xwend, lê piştî demekê, ji ber ku dibistanên dijmin înkara xwebûna wî dikirin, navenda asîmîlasyonê terk kir. Hevrêyê me Baran, ku bi keda xwe, xwe afirand û bi vî awayî li ser piyan ma, di warên avahîsaziyê û tekstîlê de, ligel gelek karên din xebitî. Têgeha kedê nas kir, gihîşt wê hişmendiyê û fêr bû ka çawa li ser piyan bimîne. Di vî warî de tecrûbeyeke jiyanê ya girîng qezenc kir. Mîna her mirovekî Kurd, hevrêyê me Baran jî eleqeyeke taybet bi folklor û govenda Kurdî nîşan dida. Govend bi awayekî pir estetîk û xweş dilîst. Di merasîmên bi coş ên gelê Kurd de, govendan bi estetîkî dilîst û di govendan de xwe didît. Tevlêbûna xaltiya wî Sozdar – Aysel Yaman a di sala 1991’an de û şehadeta wê ya di sala 1997’an de jî li Zagrosan, bûyereke girîng bû ku rê li jiyana wî vekir. Wî bîranînên xaltiya xwe ya şehîd ji malbata xwe bihîst, fêr bû ka çima tevlî têkoşînê bûye û qehremaniya wê ji xwe re kir mînak. Hevrêyê me Baran, ku bi hest û ramanên xwe welatparêzekî bi esil bû, di sala 2013’an de di asta îdeolojîk de Tevgera Apoyî nas kir. Li ser vê bingehê tevlî xebatên ciwanên welatparêz ên şoreşger bû û du salan ev xebat meşand. Piştre derbasî xebatên xweparastinê bû, du salan jî li vir xebat kir, parastina gelê me li hember dijmin xurt kir û bû sedem ku ciwanên Kurd tevlî gerîla bibin. Ji aliyê dijmin ve hate binçavkirin û rastî zextan hat. Lê belê tu zexteke dijmin nekarî hevrêyê me Baran ji rêya wî vegerîne. Evîna gerîla û xwesteka tevlêbûnê ya di dilê wî de, êdî nekarî were ragirtin û hevrêyê me Baran di destpêka sala 2016’an de ji Stenbolê tevlî gerîla bû.
Perwerdeya xwe ya yekem a gerîla li Garê wergirt û li wir jî dest bi pratîka xwe ya yekem a gerîla kir. Piştre derbasî qada Cîlo bû û salekê li çiyayên serhildêr û bi heybet ên Zagrosê pratîk meşand. Bi gerîlatiya li herêmên cuda yên Zagrosê, tecrûbeyeke gerîla ya berfireh qezenc kir. Di sala 2018’an de li akademiya leşkerî perwerdeya pisporiyê wergirt, xwe gihand asteke bilind û karî gerîlatiya serdema nû bi serkeftî bi cih bîne. Perwerdeyên ku wergirtibûn, ji bo hevalên xwe veguhast, û ew ji erkên demê re amade kir û li akademiyê erk girt ser xwe, hevalên xwe perwerde kir. Du salan bi hewldaneke mezin, bi biryardarî û kedê ji hevalên xwe re xizmet kir. Bi helwest, tevlêbûn, pratîk û hevaltiya xwe ya dilsoz, bi sedan hevalên xwe perwerde kir. Hevrêyê me Baran bi kedkarî, helwesta xwe ya bi dîsîplîn û tevlêbûna xwe bû fermandarekî mînak. Bi asta pisporiyê ya ku gihîştibû, di sala 2020’an de bi awayekî çalak tevlî berxwedana Heftanînê bû. Ji geşkirina çalakiyan heta amadekirina binesaziya şer, her karê ku jê re lazim bû bi evîn kir. Her tim xwe ji bo her karî amade dikir, bi helwesta xwe bawerî dida derdora xwe û bû şoreşgerekî demê.
Hevrêyê me Baran evîndarekî Gabarê bû. Ji ber vê yekê berê wî her tim li Bakurê Kurdistanê bû. Bi pêşniyar û israra xwe, di bihara sala 2021’an de ji bo derbasbûna Gabarê ber bi Botanê ve dest bi rêwîtiyê kir. Di rêya xwe ya ber bi Gabarê de, di meha Cotmeha 2021’an de li gundê Nehkê yê Herêma Çiravê ya Botanê, di encama şerekî bi artêşa Tirk a dagirker re de, tevlî karwanê şehîdan bû. [1]