Nav Paşnav: Îbrahîm Tuncay
Nasnav: Gabar Êlih
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Lalîhan- Memnuh
Dem û Cihê Şehadetê: #26-09-2021# / Besta
GABAR ÊLIH
Hevrêyê me Gabar Êlih, li Êlihê di nava malbateke kedkar a Kurd de çavên xwe li jiyanê vekir. Li çiyayên Kurdistanê, li deşt û zozanên wê, bi şivantiyê bi xwezayê re mezin bû. Ji ber ku dûrî bajar û bandorên modernîteya kapîtalîst mezin bû, wî karîbû xwezaya xwe ya resen biparêze. Heşt salan li dibistanên dewleta Tirk xwend, lê gava têgihîşt ku ev dibistan navendên asîmîlasyonê ne û zimanê Kurdî qedexe dikin, êdî dev ji dibistanê berda. Hevrêyê me Gabar, ji zarokatiya xwe ve Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir. Ji ber ku di nav derdoreke welatparêz de mezin bû, dilê wî bi têkoşîna azadiya gelê xwe re lêdida. Wî jî xeyala rojekê li çiyayan bibe gerîla dikir. Li ser vê bingehê, di sala 2014’an de bi Gerîlayên Azadiya Kurdistanê re têkilî danî û li bajêr dest bi xebatên milîstiyê kir. Ji ber ku bala dijmin kişandibû, sê caran hate binçavkirin. Lê belê zextên dijmin tu carî vîna hevrêyê me Gabar têk nebir, berovajî vê yeke, hewla wî ya têkoşînê zêdetir kir. Piştî xebatên milîstiyê, wî biryar da ku tevlî PKK’ê bibe û di sala 2015’an de li Cûdiyê tevlî refên gerîla bû.
Hevrêyê me Gabar, ku evîndarê çiyayên Botanê bû, navê xwe ji Çiyayê Gabar ê ku bûye sembola gerîla wergirt. Wî armanc kir ku mîna Çiyayê Gabar serhildêr, berxwedêr û bi heybet be. Li Herêmên Parastina Medyayê perwerdeya xwe ya yekem a gerîla wergirt. Pîvanên jiyana PKK’ê, taktîkên gerîla û dîroka gelê Kurd fêr bû. Wî tiştên ku di perwerdeyan de wergirtibûn, bi fedakarî û bi istîqrar di jiyanê de bi cih kir. Hevrêyê me Gabar, gava ku gav avêt nava PKK’ê, helwesteke ku gotin, kirin û pratîka wî yek bûn nîşan da. Bi kesayetiya xwe ya bi esil xwe perwerde kir û gihîşt asteke bilind. Di qadên têkoşînê yên cuda de cih girt, bi wêrekî şer kir û bû xwediyê ceribandineke girîng. Hevrêyê me Gabar her tim ji jiyana gerîla, xwezaya Kurdistanê, çiyayên wê, Rêbertiya xwe û hevalên xwe hez kir. Evîna ku ji dilê wî diherikî, bi hevalên xwe re parve kir û bû çavkaniyeke moralê ji bo wan.
Hevrêyê me Gabar, piştî ku gihîşt kûrbûn û ceribandineke girîng, ji bo derbasbûna Bakurê Kurdistanê bi israr pêşniyar kir. Ji ber ku xwe gihandibû asta ku li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike, ev pêşniyara wî ji aliyê hevalên wî ve hate pejirandin. Ji bo ku li herêma Xerzanê, ku pir jê hez dikir û li wir ji dayik bûbû, gerîlatiyê bike, berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Ji bo ku bigihêje Xerzanê, derbasî Herêma Botanê bû. Li ser bingeha hewcedariyên têkoşîna me û demê, li Botanê ma. Hevrêyê me Gabar bi evîneke mezin tevlî xebatên pratîk ên li Botanê bû, li vir bi Endamê Fermandariya Eyaleta Botanê Şervan Erkendî – Cebrail Gultekin re bi hev re tevgeriya. Bi hevrê Şervan re erdnîgariya Botanê nas kir û hewl da ku xwe bi wê re biguncîne. Di demeke kurt de di dilê hevalên li Botanê de cih girt.
Hevrêyê me Gabar, di 26’ê Îlona 2021’ê de, li Herêma Çeqçeqo ya ser Besta ya Şirnexê, di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de, ligel Endamê Fermandariya Eyaleta Botanê Şervan Erkendî – Cebrail Gultekin, şehîd bû. Em hevrêyê xwe Gabar, ku nasname û bûyera şehadeta wî ji aliyê me ve nû hatiye zelalkirin, bi hurmet bibîr tînin û soza serketinê ya ku me ji hemû şehîdên xwe re daye, di şexsê hevrêyê me Gabar de careke din dubare dikin. [1]