Nav Paşnav: Şêrzad Muhammedpur
Nasnav: Delîl Rojhilat
Cihê Jidayikbûnê: Serdeşt
Dayik-Bav: Mahsume-Muhammed
Dem û Cihê Şehadetê: Cotmeh 2021/Botan
DELÎL ROJHILAT
Hevrê Delîl Rojhilat, li gundekî girêdayî bajarê Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Di hawîrdorek welatparêz de ku li hember asîmîlasyonê li ber xwe dida û ziman û çanda xwe diparast, mezin bû. Kevneşopiya berxwedan û welatparêziyê ya gelê me yê Rojhilat cîhana fikrî û hestî ya hevrêyê me Delîl teşe kir û hişt ku weke ciwaneke Kurd di ferqa welatparêziya xwe de mezin bibe. Hevrê Delîl li gundekî Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, di hawîrdorek ku nirxên demokratîk û komunal lê serdest bûn de, mezin bû. Kesayetiya wî di vê hawîrdorê de şikil girt. Ciwanekî kedkar û jîr bû, 11 salan li dibistanên Îranê xwend û jêhatiyên xwe di elektronîkê de pêş xist. Piştî ku bavê wî jiyana xwe ji dest da, di temenê xwe yê ciwan de berpirsiyariyên malbatê girt ser milên xwe û hem wekî karker xebitî û hem jî dixwend. Hevrê Delîl, neçar ma ku di nav sînorên ku bi Peymana Qesrî Şirîn hatine parçekirin de wekî kolber kar bike. Dema ku vî karê zehmet dikir, êşa parçebûna welatê me bi kûrahî hîs kir. Ev trajediyeke dîrokî ye ku gelê Kurd rastî dagirkerî, sînorên çêkirî, îstismara aborî û komkujiyan tê. Hevrêyê me Delîl, ku ev êş jiya, bi dil û can bawer dikir ku divê gelê Kurd azad be. Di dema lêgerîna xwe de, ew rastiya Rêber Apo û PKK’ê nas kir. Wî dît ku Rêber Apo gelê Kurd ji nû ve vejandiye û bi kûrahî pê ve girêdayî ye. Bi vê hişmendiyê, di payîza 2012’yan de li Qendîlê tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.
Hevrê Delîl, bi kedkarî, durustî û dilsoziya xwe zû bi zû bi hevalên xwe re bû yek. Ji ber ku ji qewmê Kurd ê çiyayî bû, di yekbûna bi gerîla û çiyayan re tu zehmetî nekişand. Perwerdeya xwe ya yekem a gerîla bi coş û kelecaneke mezin bi serkeftî qedand. Li ser vê bingehê, li Qendîlê dest bi pratîka xwe ya yekem a gerîla kir. Hevrêyê me Delîl, bi helwesta xwe ya ku bawerî dida û bi tevlêbûna xwe, zû dest bi erkên cûrbecûr kir. Di yekîneya çekên giran de û paşê jî di ewlekariya giştî ya saziya me ya Hevserokatiya KCK’ê de xebat meşand. Hevrêyê me Delîl li vir di warê îdeolojîk, rêxistinî û leşkerî de xwedî ezmûn û kûrbûneke bihêz bû. Hem di gerîlatîyê de hem jî di mîlîtantiya Apoyî de xwe gihand asteke bilind.
Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker, ku di navbera salên 2015-2016’an de li ser berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê bi hovîtî êrîş kir, sivîl qetil kir, cenazeyê Dayê Taybet bi rojan li erdê hişt, zarokên gelê Kurd neçar kir ku cenazeyên xwe di sarincokan de veşêrin û li jêrzemînên Cizîrê mirovên me zindî şewitandin, ev yek ji bo hevrêyê me Delîl bû sedemeke pir mezin. Li hember van êrîşên qirkirinê yên nemirovane yên dewleta Tirk, wî bi israr xwest ku bi awayekî fedayî şer bike û ji bo vê yekê bi israr xwest ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û di sala 2016’an de derbasî Botanê bû.
Hevrêyê me Delîl, bi lez bi çiyayên Botanê û gerîlatiya Bakurê Kurdistanê re adapte bû û mîna ku bi salan li Botanê pratîk kiribe, zû berpirsiyarî girt ser xwe. Bi xweşbûn, berpirsiyarî, parvekirina barê hevalên xwe û ya herî girîng jî xwesteka bersivdayîna li hêviyên gelê me, Hevrêyê me Delîl gihîşt asta berpirsyariyê. Wî li Botanê di asta tîm û tûgayan de berpirsiyarî girt ser xwe û xwe bi awayekî berbiçav pêş xist. Ji Feraşînê heta Bestayê, ji Gabarê heta Cûdiyê, ji Herekolê heta Kêla Memê û Kato, tu qad nehişt ku neçûbe. Hevrêyê me Delîl, li kîjan herêma Botanê ku pêdiviyek derketibe holê, li ku derê derfetên çalakiyê hebûne, bêyî dudilî berê xwe da wir. Bêyî ku tu dudiliyê bike, berpirsiyarî girt ser xwe, alîkariya hevalên xwe kir û tim li firsendên têkbirina dijmin geriya. Hevrêyê me Delîl, wekî şopdarê Fermandar Egîd, di salvegera Roja Vejînê de, di 16’ê Tebaxa 2017’an de li Herêma Botanê li navçeya Deriyê Beroj a Bestayê di çalakiyeke dîrokî û serkeftî de wekî fermandarê koma êrîşê bi ser dijmin de çû. Di vê çalakiya dîrokî de keça qehreman a ji Rojhilatê Kurdistanê Mizgîn Ronahî – Halîme Efendak jî fermandariya koma din a êrîşê kir. Hevrêyên me Mizgîn û Delîl me di vê çalakiyê de mîna bazan ketin nava dijmin, qadên dijmin hilweşandin û dagirker têk birin. Bi vî awayî wan karîbûn tolhildana êşên kûr ên ku li gelê me hatine kirin bistînin.
Hevrêyê me Delîl, bi keda xwe xwe afirand û bi helwest û tevlêbûna xwe bawerî, hezkirin û hurmeta hemû hevalên xwe qezenc kir, bû fermandarekî ciwan. Bi fermandariya Herêma Botanê re bi hev re tevgeriya, hem ewlekariya fermandariya me parast hem jî ji her alî ve ji bo geşkirina çalakiyên bihêz beşdar bû. Bi pratîka xwe ya balkêş, bersiv da erkên demê û bi serkeftî rola xwe ya dîrokî lîst, bi vî awayî li Botanê di asta fermandariya herêmê de erk girt ser xwe. Hevrêyê me Delîl, kurê qehreman ê gelê Rojhilatê Kurdistanê, ku hema hema li her kareke axa Botanê xwîna xwe rijand, navê xwe di dîroka têkoşînê û dilê gelê Botanê de nivîsand. Hevrêyê me Delîl ku bi fedakariya xwe dihat naskirin, di meha Cotmeha 2021’an de, dema ku ji bo komeke gerîla ji Botanê ber bi Amedê ve bi ewle bigihîne Gabarê, di riya xwe de bû, li Herêma Çiravê di pevçûneke bi dijmin re ligel sê hevrêyên xwe şehîd bû. Hevrêyê me Delîl, fermandarekî Apoyî bû ku bêyî dudilî temenê xwe yê ciwan û hemû hebûna xwe ji bo azadiya gelê me bexşand, ked û têkoşîna wî qet nayê jibîrkirin, wê her tim rêya me ronî bike û bibe pisûleya têkoşîna me. [1]