=KTML_Bold=Avakirina dîwarên batonê aramiyê nayîne!=KTML_End=
Şaho Xanim
Bi salan Sûriyê ji hêla siyasî, aborî û leşkerî ve hatibû #dorpêçkirin# , lê dorpêçkirina ji her çar aliyan ve bi dîwarên batonê pêşketineke nû ye.
Çîrok di dawiya sala 2013’an de dest pê kir dema ku Tirkiyê dît ku siyaseta wê bêçare maye û dikare bi dîwarên batonê û kamîreyên pêşketî rewşê bugherîne. Ji ber vê yekê dîwarek ku 800 kîlometreyan dirêj e li ser sînorê xwe û Sûriyê ava kir, ev yek ne ji bo parastina sînor bû, lê belê ew qutkirina têkiliyên bi erdnîgariyê re ye û dorpêçkirinek tund li ser civakên ku bi sedsalan bi hev re girêdayî ne.
Îraq jî dereng nema, wê ji sala 2018’an û vir ve li ser sînorê xwe û Sûriyê dîwarekî batonî ava dike û heta niha zêdeyî 400 kîlometre projeya xwe temam kiriye. Urdunê jî heman rê hilbijartiye û li ser 375 kîlometre sînorê xwe yê bakur ê bi Sûriyê re pergalek ji dîwarê batonê û bendan ava kiriye. Lubnan jî çavdêriyê dike, lê ji ber rewşa wê ya lawaz bi taybet di milê aborî de di dema heyî de nikare dîwar li ser sînorê xwe û Sûriyê ava bike, lê dibe ku di demên pêş de ew pirojeyeke wiha bide destpêkirin.
Ji destpêka kirêza #Sûriyê# ve welatên wekî Tirkiyê, Qeter, Erebistana Sûdî, Îran û Rûsya û gelek welatên din destwerdana axa Sûriyê kirine, bi rêya van hêzan bi sedan çeteyên radîkal ji tevahî cîhanê hatin komkirin û derbasî axa Sûriyê hatin kirin. Ev destwerdan û şandina çeteyan li ser xaka Sûriyê hişt ku Sûriyê bibe welatê herî xeternak li ser aramiya herêmê û cîhanê bi giştî. Van welatan ji bo berjewndiyên xwe hewil dan Sûriyê parçe bikin û yê bû qurban jî gelên Sûriyê bûn. Beriya salekê rêjîma Essed hilweşiya û li şûna wê HTŞ’ê bû desthilatdar, di nava HTŞ’ê de jî bi hezaran çeteyên biyanî ku li ser giştî cîhanê xeter in, cih digrin. Ji ber wê jî hem Îraq û hem Urdin projeya avakirina dîwarên batonê li ser sînorên xwe yên bi Sûriyê re bi lez dikin. Ev yek jî tê wateya ku bi hebûna çeteyên radîkal kes nizane Sûriyê ber bi ku ve diçe.
Lê gelo ev dîwarên tên avakirin çareserî ne? Helbet na. Her metreyek zêde ji dîwarên betonê herêmê nêzîkî ewlehiyê nake; ew wê ji aştiyê dûr dixe. Dîwar rê li ber krîzan nagirin, têkiliyan sererast nakin û baweriyê ava nakin. Ew tenê pirsgirêkê li pişt pênc metre betonê vedişêrin, dihêlin ku ew ji çavan dûr bikeve û kurtir bibe. Li şûna wê pêwîst e welatên cîran û hêzên navneteweyî hewil bidin ku Sûriyeke nenavedî, pirreng, demokrasî ku hemû pêkhateyan hembêz bike were avakirin. Ji ber ku tenê bi avakirina Sûriyeke demokratîk û pirreng, bê hebûna çekdarîn Islamî yên radîkal, wê aramiya herêmê û cîhanê bê parastin. [1]