Nav û paşnav: Huseyîn Mamkadirî
Nasnav: Agirî Mukriyan
Cihê jidayikbûnê: Mahabad
Navê dayik û bav: Zubeyde-Abdullah
Dîrok û cihê şehadetê: 2008’an /Zap
AGIRÎ MUKRIYAN
Hevrêyê me Agirî, li bajarê berxwedan û serhildanê yê Rojhilatê Kurdistanê, Mahabadê hate cîhanê. Wî çavên xwe li jiyanê wekî endamekî eşîra Mukriyan vekir, ku bi esalet û welatparêziya xwe tê naskirin û di dîroka Kurd û Kurdistanê de roleke dîrokî lîstiye. Ji dayikbûna wî li Mahabadê, ku paytexta Komara Kurdistanê bû û mezinbûna wî bi kevneşopiyên kevnar ên Kurdî, hişmendiyeke Kurdîtî ya pir xurt û resen di hevrêyê me Agirî de çêkir. Welatparêziya derdora malbata wî rê da ku dilê hevrê Agirî her dem bi gelê Kurd re lê bide. Ji zarokatiya xwe ve, tu carî ji bo xwe jiyaneke takekesî nexwest. Di hemû armanc û xeyalên xwe de, armanc kir ku bibe lehengekî doza azadiya gelê Kurd, mîna Qazî Mihemed, û ji bo azadiya gelê xwe têkoşînê bike. Piştî heşt salan li dibistana rejîmê xwend, dev jê berda. Ji bo alîkariya debara malbata xwe bike, di karên cuda de xebitî. Lê belê, ji aliyê rejîma Îranê ve bi darê zorê birin leşkeriyê. Di dema leşkeriya neçarî de, nakokiyên hevrê Agirî yên bi rejîmê re zêdetir bûn û mêtînger baştir nas kir. Di sala 2006’an de ji leşkeriyê reviya û tevlî nava refên PKK’ê bû.
Dema bi hişmendiyeke mezin a neteweyî û ruhekî şoreşgerî tevlî PKK’ê bû, wî xwe wekî ji nû ve hatiye cîhanê hîs kir. Felsefeya azadîxwaz a hînkirina Apoyî bi lez hîn bû. Li çiyayên Kurdistanê zû bi hevrêyên xwe ên gerîla re adapte bû, ji wan zanabûna jiyanê û hûrgiliyên hunera gerîlatiyê wergirt û tecrûbeyeke girîng bi dest xist. Piştî ku perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê qedand, pêşî li Qendîlê û piştre jî li Metîna xebat kir. Bi evîn û xwestekeke mezin tevlî proseya pratîkî bû, bi kedkarî û fedakariya xwe derket pêş. Ji ber ku asta xwe ya tevlîbûnê têr nedît, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike û bibe milîtanekî fedayî yê Apoyî, di sala 2007’an de derbasî nava Hêzên Taybet bû. Perwerdeyên Hêzên Taybet ên ku vîn, fedakarî û biryardariyeke mezin dixwazin, bi serkeftî qedand. Ji bo ku bibe şopdarekî fedayî yê Zîlanan, li Zapê tevlî pratîkê bû. Di perwerde û jiyanê de bû hevrêyekî me yê fedayî ku mirovatiya wî û sekna wî ji bo her kesî mînak bû. Hevrê Agirî ku bi pisporiya xwe ya di hunerên şer de û jêhatiya xwe ya nivîsandina helbestan de dihate naskirin, wekî gerîlayekî ku moral dida û hevrêyên xwe perwerde dikir, roleke girîng lîst.
Hevrêyê me Agirî, di operasyona li ser Zapê ya di Sibata 2008’an de, bû yek ji wan gerîlayên fedayî ku zû çeka xwe li dijî dijmin hilda û li çeperê cihê xwe girt. Hevrê Agirî ku di dema operasyonê de şehîd bû, seknek û mîrateyeke têkoşînê ya ku her dem dê bibe mînak, ji me re hişt. Em kurê leheng ê Rojhilatê Kurdistanê û gelê Mahabadê, hevrê Agirî bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bibin xwedî meşeke ku li mîrateya wî ya şoreşgerî û xeyalên wî xwedî derkeve û layiqî şehîdan be. [1]