Nav û paşnav: Ahmet Nas
Nasnav: Rohat Eruh
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Navê dayik û bav: Nasîha- Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: #24-11-2010# /Kelareş
ROHAT ERUH
Hevrêyê me Rohat, li navçeya Dihê ya Sêrtê, di malbateke welatparêz de hate cîhanê. Li quntara çiyayên serhildêr ên Botanê, li herêmeke ku Pêngava Dîrokî ya 15'ê Tebaxê dest pê kir û guleya yekem hate avêtin, mezin bû. Wî dengê bilind û çîrokên lehengiyê yên têkoşîna efsanewî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya ku li çiyayên Botanê vedida, guhdarî kir. Wî bi hilmîna hewaya azad a çiyayên ku bîhna cetirî, rihan, nêrgiz, beybûn û gerîla jê dihat, mezin bû. Xewna wî ya herî mezin ew bû ku her roj dema roj hiltê, hilkişe lûtkeyên çiyayên Botanê yên ku dikevin ber wî, bibe gerîla û bibe dengê azadiyê. Hevrêyê me Rohat, heft salan xwend. Piştre dev ji dibistanê berda û wekî kedkarekî bi xebatê jiyana xwe domand. Li ser vê bingehê, wî alîkariya malbata xwe kir. Gava ku wekî ciwanekî Kurd ê bi rûmet mezin bû û gihîşt, wî pirsî ku ew dikare li hemberî êşên ku gelê Kurd jiyan kir û zulma ku lê hate kirin, çi bike. Hevrê Rohat, ê ku di nava lêgerînê de bû, ji coşa şoreşgerî û ruhê serhildanê yê ku Pêngava 1'ê Hezîrana 2004’an di civaka Kurd de derxist holê, bi kûrahî bandor bû û di sala 2005’an de ji Stenbolê tevlî refên gerîla bû.
Hevrêyê me Rohat, perwerdeya xwe ya yekem a gerîlayî li herêma Xakurkê girt. Coşa jiyanê, nêzîkatiyên dilnizm, hevrêtiya ji dil, kelecan, moral û dînamizma di gerîlayên yekem ên ku pê re rû bi rû ma, dilê hevrêyê me Rohat fetih kir. Wî hevrêtiya bi gerîlayên ewqas xweşik ên mirovî re, razana li ser keviran bi pişt dayîna hevdu, parvekirina parî nan û şerkirina mil bi mil di şert û mercên herî dijwar de, wekî bijartina herî watedar a jiyana xwe dît. Ew ji hevrêtiya PKK’ê bi kûrahî bandor bû û anî ziman ku bi tevlîbûna gerîla re çiqasî bijartinek rast kiriye. Wî nehatina çiyayan a di zûtirîn demê de, wekî rojên winda yên jiyana xwe nirxand. Hevrê Rohat, ê ku bi coş, moral û kelecanî tevlî jiyanê bû, dema tevlî pratîkê bû pêşveçûn bi dest xist. Wî xwe zû bi jiyana gerîla, şert û mercên çiyê, û hûrgiliyên şer re adapte kir. Ji ber ku kurê bi esil yê çiyayên Botanê bû, pir zorî nekişand. Bi xwendina bîrdoziya Apoyî, wî xwe, dîroka gel û welatê xwe nas kir. Her ku hişmendtir bû, xurtir bû, û her ku xurtir bû, bi awayekî serkeftîtir tevlî pratîkê bû. Hevrêyê me Rohat, di kesayetiya xwe de karî diyalektîka ramana teorîk û xebatên pratîkî bi awayekî zexm ava bike. Wî tiştên ku difikirî û bawer dikir kir û ji tiştên ku wî kir ders derxist û ji bo ku çêtir bike, xwe di warê ramanî de pêş xist. Şoreşgeriya domdar a ku raman, gotin û çalakiya wî yek bû, di kesayetiya wî de hate şênber kirin.
Hevrêyê me Rohat, bi rêzê ve li herêmên Xakûrkê, Kelaşîn û Kelareşê xebat kir. Li her qada ku çûyê, bi axa nû re rû bi rû ma, hevrêyên nû nas kir û tevlî çalakiyên nû bû. Bû mîlîtanekî fedayî yê Apoyî ku dikaribû di her pêngava xwe de destpêkên nû bike. Her ku jêhatîtir bû, bêtir bawerî, hezkirin û teqdîra hevrêyên xwe bi dest xist û rola ku ketibû ser milê wî, di têkoşînê de bi awayekî rast lîst. [1]