Nav û paşnav: Yakup Tuncer
Nasnav: Erdal Tekoşer
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê dayik û bav: Guzel- Faîk
Dîrok û cihê şehadetê: 2010/ Xakurkê
ERDAL TÊKOŞER
Hevrêyê me Erdal, li gundê Kela Xolê yê Mûşê, di malbateke ji eşîra Elmanî de çavên xwe li jiyanê vekir. Di malbateke welatparêz de mezin bû, ku ji ber karê bavê wî koçî Dîlokê kirin, wekî zarokekî aram, bêdeng mezin bû. Hevrê Erdal, ku xwendekarekî serkeftî bû, dev ji xwendina xwe ya zanîngehê berda. Hevrêyê me Erdal, ê ku lêgerîn û pirsên kûr di dilê wî de hebûn, gelek pêkhate, ji civakên komunal heta siyasetê, bi baldarî lêkolîn kir. Bi taybetmendiyên xwe yên lêgerîner û lêkolîner, li ser rastiya Kurd, têkoşîn û rizgariya wan kûr bû. Piştî lêkolîn, xwendin û nasîneke demdirêj, biryara tevlîbûna PKK’ê da. Pêvajoya lêgerîn û tevlîbûna xwe ya PKK’ê bi van gotinan anî ziman: Lêgerînek ku di kûrahiya giyanê min de bû, min berneda. Ev pirs ku ji zarokatiya min ve hebû, ji aliyekî ve şermkirina min a ji Kurdbûnê û ji aliyekî din ve jî hesteke cuda bû ji ber ku min Tevgera PKK’ê tenê di asta navê de bihîstibû. Her ku dem derbas bû, ev pirs kûrtir bû. Bi taybetî gava min tiştên ku gelê Kurd jiyan dikir, bihîst û dît, û ligel vê yekê berdêla ku têkoşîna azadiyê dida, min zêdetir xwe pirsî û min ber bi nerehetiyeke wijdanî ve bir. Digel vê yekê, şiyarbûn û hejandina ku Pêngava 1’ê Hezîrana 2004an afirand, bû hêza alîkar a tevlîbûna min. Xeyalên min, pirsên min, jiyana sîstemê û Pêngava 1’ê Hezîranê bandorên bingehîn ên tevlîbûna min in. Hevrêyê me Erdal bi van hest û ramanan, di rojeke pir dîrokî de, di 15’ê Tebaxa 2004an de, ango di Roja Cejna Vejînê de, tevlî gerîla bû.
Di rojeke ku Guleya Yekem hate avêtin de dest bi gerîlatiyê kir, ji roja yekem ve diyar kir ku ew ê bibe şopdarê Fermandar Egîd. Hevrê Erdal bi evîneke mezin hat çiyayên Kurdistanê, perwerdeya xwe ya yekem girt û dest bi gerîlatiyê kir. Li kom û biryargehan ma û çalakiyên pratîkî kir. Bi coş û moral tevlî her karî bû. Di xebatên ku tê de dest pê kir, li derdora xwe û hemû hevrêyên xwe kelecan çêkir û rê da ku ew kar teqez bi serkeftî bi dawî bibe. Hevrê Erdal, ê ku ji sala 2004’an heta 2009’an li Xinêre, Xakurkê, Kelareş û Zagrosan ma, tecrûbe û zanîneke girîng bi dest xist. Di nava pênc salan de di xebatên pir curbecur, rengîn û di heman demê de bi pratîka xurt de cih girt. Li ser vê bingehê, bû fermandarê tîmê gerîla û erk girt ser xwe. Ji van pratîkan ji bo xwe encamên pir erênî derxist û tecrûbe bi dest xist. Wî derfet dît ku tevlî çalakiya dîrokî ya Oremarê ya sala 2007’an bibe. Wî di her qonaxa jiyana xwe ya şoreşgerî de çespand ku ew mîlîtanekî bi wêrekiya bilind û giyanê fedayî yê Apoyî yê serketî ye. Hevrê Erdal tu carî nexwest bibe xwediyê tevlîbûneke asayî. Ji ber vê yekê, bi angaşta pêşengiyê, tevlî her xebatê bû û ji bo vê yekê hewldaneke mezin kir.
Bi zanîna ku gelek bê parastin tu carî nikare hebe, li ser parastina rewa perwerde dît. Wî têgihîştin, hişmendî û şêwaza parastina rewa bi awayekî girîng di hundirê xwe de bi cih kir û xwe ji bo erkên nû yên şoreşê amade kir. Wî got, Heta ku parastina rewa ya gelê me neyê bicihkirin, şoreş bi awayekî tam pêk nayê û dê kêm bimîne û bi angaşta bilind û baweriyeke mezin nîşan da ku ew ji bo pratîkê amade ye. Li ser vê bingehê, dîsa derbasî Xakurkê bû û tevlî çalakiyên pratîkî bû. Wî bi avantajên vegera li qada ku cara yekem dest bi gerîlatiyê kiribû, vê carê wekî gerîlayekî bi tecrûbe, roleke girîng lîst.
Hevrêyê me Erdal, di dema erka xwe ya ku bi fedakariyeke mezin bi cih anî de, di pêvajoya têkoşînê ya sala 2010’an de şehîd bû. Em soz didin ku em ê bîranîna nemir a hevrêyê xwe Erdal her tim zindî bikin û bi serxistina armancên wî yên pîroz ên ku wî hemû jiyana xwe ji bo wan feda kir, giyanê wî şad bikin. [1]