Nav û paşnav: Azîz Gurbuzer
Nasnav: Şiyar Milîtan
Cihê jidayikbûnê: Elezîz
Navê dayik û bav: Sakîne- Cengîz
Dîrok û cihê şehadetê: #17-08-2010# / Selmas
ŞIYAR MILÎTAN
Hevrêyê me Şiyar, wekî kesekî ku ji malbateke ji navçeya Depê a Xarpêtê, li Xarpêtê çavên xwe li jiyanê vekir. Hevrêyê me Şiyar, ku hembajariyê lehengên efsanewî yên gelê Kurd Mazlum Dogan û Delîl Dogan e, bi sincekî xurt ê civakî û çandeke welatparêziyê ya kûr mezin bû. Heta dibistana seretayî xwend. Piştre ji welatê xwe Kurdistanê derket û çû Ewropayê. Her çend çû Ewropayê jî, tu carî hebûna xwe û Kurdîtiya xwe ji bîr nekir. Wî nasnameya xwe ya civakî bi awayekî xurt jiyan kir. Li navendên modernîteya kapîtalîst, wî xwe neda ber jiyana bê wate ya ku li ser madeperestiyê hatiye avakirin. Berê hevrêyê me Şiyar her dem li rastiyên civakî û têkoşîna gelê wî bû. Di sala 2003’an de, komek xiyanetkar û tasfiyekar hewl da ku Partiya me PKK’ê ji hundir ve derbe bike û bi vî awayî komploya navneteweyî temam bibe. Ev xwariyên tasfiyekarî û êrîşên ku ziyaneke mezin gihandin tevgera me, bi saya berxwedana milîtanên pêşeng ên ku bi dilsozî bi xeta fedayî ya Apoyî ve girêdayî bûn û gelê Kurd ê welatparêz, vala hatin derxistin. Yek ji aktorên vê pêvajoya ku tasfiyekarî tasfiye kir, sekna ciwanên Kurd bû ku wekî bersiva li tasfiyeyê tevlî refên têkoşînê bûn, PKK mezin kirin û xeta Apoyî bi awayekî xurtir jiyan kirin. Hevrêyê me Şiyar jî, di sala 2003’an de bi vê hişmendî, ruh û helwestê li Elmanyayê dest bi têkoşînê kir. Piştî ku li Elmanya û Fransayê çalakî kir, hate çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.
Hevrêyê me Şiyar ê ku bi hestên xurt tevlî têkoşînê bû, rêberên dilê wî her dem şehîd û Rêber Apo bûn. Ji bo ku tevlîbûna xwe ya hestyarî veguherîne hişmendiyeke xurt û milîtanekî çalak, tevlî perwerdeyan bû. Pêşveçûna xwe tenê bi perwerdeyan sînordar nekir, di her kêliya jiyanê de bi xwendin, lêkolîn, û nîqaşkirinê xwe pêş xist. Wî zanibû ku Apoyîtiya rast bi pir zanînê nabe, lê bi pratîzekirina tiştên ku wî zanibû bi awayekî herî domdar derbas dibe û wî hewl da ku mafê şoreşgeriyê bide. Ew bi xwestek û biryardariyeke mezin tevlî çalakiyên li Xakurkê û Xinêre bû. Hewl da ku ji her hevrêyekî tiştekî fêr bibe û zû gihîşt zanîneke xurt a li ser gerîlatiyê. Hêza ku ji hevrêtiya komunal a Apoyî wergirt û tiştên ku fêr bûbû, bi dilnizmî bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrêyê me Şiyar, ku şoreşgerekî pir bi rêz li hemberî jiyan û xwezayê bû, di her hawîrdorê de hezkirina hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Bi hevrêyên xwe yên jin re li ser bingeha xeta azadiya jinê nêzîkatî kir û ji bo ku bibe hevrêyekî rast ê jinê, têkoşîn da. Wî hewl da ku hişmendiya mêtinger a klasîk jêbuhure û hebûna vala yên mêrantiyê ji kesayetiya xwe bavêje. Sekna wî ya şoreşgerî û hevrêtiya wî ya ji dil hurmet û teqdîra mezin a hevrêyên wî yên jin jî bi dest xist.
Hevrêyê me Şiyar ji bo ku meşa xwe ya şoreşgerî xurt bike û zêdetir xizmetê ji doza azadiya gelê me re bike, di sala 2008’an de tevlî perwerdeya li Dibistana Navenda Partiyê ya Mazlum Dogan bû. Wî sekn û pratîka xwe li hemberî xeta şehîdan ji nû ve pirsî û pêvajoyeke rexne û rexnedayîna xurt jiyan kir. Li ser bingeha paraznamên Rêber Apo yên ku di sala 2008’an de nû gihîştin tevgera me,û belgeyên Kongreya 10’emîn a PKK’ê kûr bû û xwe ji bo erkên serdema nû amade kir. Hevrêyê me Şiyar ku wekî ji nû ve hatiye cîhanê nûbûnek û xurtiyeke mezin jiyan kir, ji bo ku tevlî têkoşîna li Bakurê Kurdistanê bibe, pêşniyar kir. Wî bi israr xwest ku derbasî qadên şer ên germ bibe û Şerê Gelê Şoreşgerî mezin bike. Pêşniyara hevrêyê me Şiyar hate pejirandin û wî berê xwe da Bakurê Kurdistanê û dest bi rê kir. Lê mixabin, di 17’ê Tebaxa 2010’an de, di şerê li gundewarên bajarê Selmas ê Rojhilatê Kurdistanê de şehîd bû.
Em kurê leheng ê gelê Depê, hevrê Şiyar, ê ku ji welatê Mazlum Dogan û Delîl Dogan derket, li Ewropayê şoreşger bû, li çiyayên Kurdistanê gerîla bû û li Rojhilatê Kurdistanê şehîd bû, bi rêzdarî bi bîr tînin. Bîranîna hêja ya hevrê Şiyar dê wekî çirayeke ku tu carî venamire, rêya me ronî bike û me ber bi pêşeroja azad ve bibe. [1]