کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  586,101
وێنە
  124,409
پەرتووک PDF
  22,120
فایلی پەیوەندیدار
  126,463
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,180
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,481
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
1,041
وێنە و پێناس 
9,466
کارە هونەرییەکان 
1,725
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
16,019
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,820
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,191
شوێنەوار و کۆنینە 
783
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,063
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,692
کورتەباس 
22,210
شەهیدان 
12,030
کۆمەڵکوژی 
11,391
بەڵگەنامەکان 
8,741
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,631
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,639
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
912
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
929
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   تێکڕا 
274,973
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Wêjeya “Neteweyên Biçûk
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کوردیپێدیا، دادگا نییە، داتاکان ئامادەدەکات بۆ توێژینەوە و دەرکەوتنی ڕاستییەکان.
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Wêjeya “Neteweyên Biçûk
Wêjeya “Neteweyên Biçûk
=KTML_Bold=Wêjeya “Neteweyên Biçûk=KTML_End=
Makale / Ramazan Kaya

ekran_resmi_2024-11-29_23.59.21 Hafizeya miletekî biçûk ne ji ya miletekî mezin qelstir e; berevajî, ew tiştên di destê xwe de bi kûrahîtir û xurttir dihûne û dirijîne
(Franz Kafka - Rojnivîsk)
Kundera, ku welatê xwe jî tevlî wan dike, #wêjeya# ku ji aliyê neteweyên derveyî “Cîhana Yekem” ve hatiye afirandin, wek 'wêjeya biçûk' dinirxîne. Li gorî wî, têgeha neteweyên biçûk ne têgeheke jimartinê ye, rewş û qederekê diyar dike. Neteweyên piçûk qet nizanin xweşiya hebûneke bêdawî çi ye; hemûyan di qonaxekê de li ber deriyê mirinê çavnêrî kirine; tim û tim rastî pozbilindî û nezaniya neteweyên mezin hatine; dibînin ku hebûna wan her dem di bin siya gef û talûkeyan de ye; ji ber ku hebûna wan bi xwe pirsgirêk e.
”Neteweyeke biçûk dişibe malbateke mezin û ji vê pênaseyê jî kêfxweş dibe, û helbet malbat gelek berpirsiyarî ne. Dema ku Nietzsche bi tundî rexne li kesayetiya Almanî digirt, dema ku Stendhal diyar dikir ku ew Îtalyayê wek welatê xwe dibijêre, tu Alman û tu Fransiyî ji vê yekê aciz nedibûn; lê eger Yewnanekî an Çekekî cesaret bikira û heman tişt bigota, malbata wî dê ew wek xayinekî dijwar ji nav xwe derxista.
Di nirxandina xwe ya li ser têgeha 'neteweya biçûk' de, ku ne pîvaneke hejmarî ye, Kundera berê xwe dide mînaka Polonya û Spanyayê. Herçiqas di warê nifûsê de ferqeke berbiçav di navbera van herdu welatan de tune be jî, Spanya wek hêzeke dîrokî tu car xwe di bin metirsiyê de nedîtiye. Lê belê, dîrokê hertim dersa hebûnê daye Poloniyan. Taybetmendiya sereke ya ku neteweyên biçûk pênase dike ev e; ew di dirêjahiya dîrokê de li hember hêzên pozbilind ên ku wan binpê dikin, wan nabînin û heta hay ji hebûna wan jî tune ne, di rewşa xweparastinê de ne. Ev xweparastin, piranî bêhêvî ye li hember vê qedera dîrokî. Ev rewş, bêguman hesteke bêhêziyê jî bi xwe re tîne.
Kundera bawer dike ku ev hesta civakî ya bêhêziyê, bandorê li ser hemû takekes û endamên neteweyê dike. Mînak, piştî dagirkirina welatê wî ji aliyê Rûsan ve di sala 1968'an de, ew balê dikşîne ser wê yekê ku hesta 'mirina neteweyekê' tiştekî wisa ye ku Amerîkiyek an Fransîyek nikare wê fêm bike. Li gorî wî, di cîhana neteweyên biçûk de, jiyana civakî û ya şexsî bûne neynika hev; her yek ji wan rewş û êşa ya din diyar dike.
Siyasîbûna bi rengê neteweyî an neteweperestî, ango bi wateyekê netewebûn, yek ji taybetmendiyên bingehîn ên wêjeyên 'biçûk' e. Bi taybetî di demên serhildanan de, di gavên pêşîn ên cudabûnê de, girêdaneke neçar di navbera netewe û wêjeyê de tê hûnandin. Di van qadên xizan de, nivîskar 'mehkûm'ê mijarên neteweyî an gelemperî ne; mecbûr dimînin ku dîroka neteweyî û tevgerên wê, herçiqas bi nêrîneke rexneyî be jî, pêş bixin, biparêzin û wêne bikin.
Di qonaxeke diyar a dîrokê de, di bin giraniya wan kesên ku bi lez dixwazin paşeroja neteweyê diyar bikin, wêje piranî diguhere û dibe şanoyeke bîranînê ya ku di nav mijaran de fetisiye: leşkerî, al, bîranînên şer, rojên qehremaniyên borî û serpêhatiyên şerên xwînî. Bi kurtasî, wêje neçar dimîne ku piştgiriyê bide vê kêmnetewa xwehezker a ku di nav sûretê xwe de asê maye. Ji nivîskar tê xwestin di avakirina sembolîk a neteweyê de rol bilîzin, hewl didin ku ji bo neteweya ku nû çêdibe 'sedemeke hebûnê' peyda bikin. Rewşenbîr, bi destê xwe destaneke qehremanî ji neteweyê re dinivîsin, kevneşopiyê ji nû ve saz dikin û bi hev re dibin avahîsazên çandê.
Kanon dibe defîneya pîroz a neteweyê ku hemû çîrok û serpêhatiyên wê tê de tên parastin. Ev deq di dibistanan de dibin dersa jiyînê, di rexneyan de dibin mijara lêkolînê, û di nav rûpelên dîrokê de cihê xwe digirin. Di cîhana van neteweyên biçûk de, wêje yan dê bibe dengê siyasetê, yan jî dê di nav bêdengiyê de bifetise. Li vir peyv azad nîn in; her peyv bi zincîrên siyasetê ve girêdayî ne. Siyaset, wek lehiyeke har ku hemû dengên cuda di nav xwe de difetisîne. Her reng di nav reşahiya wê de winda dibe, her deng di nav qêrîna wê de dimire.
Li ber çavên dinyayê wek civakên derengmayî tên dîtin, lê di dilê van civakan de, di navbera kevin û nû de, di navbera kevneşopî û nûjen de çîrokeke êş û janê veşartî ye. Edebiyata wan, wek baraneke payîzê ye ku tê de hêviyên olî diherike, serbilindiya axa bav û kalan dibiriqe, û hêrsa li hemberî hêzên cîhanî dipijiqe. Dema ku em tên ser gotina Fredric Jameson a ku dengvedaneke mezin di nav rewşenbîran de çêkir - ew gotina ku dibêje Her nivîseke ji Cîhana Sêyemîn, bêguman alegorîk e... Çi qasî kesane û taybet be jî, her dem di bin perdeya wê de çîroka neteweyekê veşartî ye. Her serpêhatiya kesane, di rastiyê de, alegoriya rewşa çand û civakeke dorpêçkirî ye - ev gotin, tevî ku gelek rexne lê hatin kirin jî, hîn jî wek rastiyeke tal li ber me disekine.
Ji ber çi? Ji ber ku di qonaxeke diyar a dîrokê de, her nivîskarekî/e ku xwestiye serpêhatiya xwe ya kesane binivîse, xwe di nav lehiya serpêhatiya gelê xwe de dîtiye. Di bin sîwana zimanekî neteweyî yê serdest de, ev rêwîtiya edebî carinan li ser riya neteweparêziyê meşiyaye, carinan jî ji vê riyê derketiye û li ser riyên nû, li şopên nû geriyaye. Bi vî awayî, ev edebiyat hewl dide ku di nav baxçeyê edebiyata cîhanê de, wek kulîlkên biçûk cihê xwe bigire.
Bi demê re gelek nivîskaran êdî dev ji xewna nasnameya yekpare berdane. Li şûna ku xwe bidin pey serabeke xapînok a ku dibêje em yek in, em temam in, wan tercîh kiriye ku bi çavên vekirî li rastiya parçebûna xwe ya global binêrin. Dibe ku roj bi roj, gav bi gav dîroka wêjeya neteweyî xwe ji nû ve binivîse û bibe dîroka wêjeyeke ku sînorên neteweyan derbas dike. Di vê rewşê de, dîroka wêjeya neteweyî, li ser riya dirêj a wêjeyê, dê tenê wek astengekê, wek berzekê xuya bike.
Nivîskarên ku di nav cîhana wêjeyên biçûk de dijîn, rastî dubendiyeke dijwar tên: Li aliyekî, eger bixwazin deng û rengê xwe bigihînin dinyayê, divê berhemên wan li zimanekî serdest ê wêjeya cîhanê werin wergerandin. Lê ev yek tê wateya ku ew ê ji xwendevanên welatê xwe qut bibin. Li aliyê din, eger di nav çarçoveya zimanekî biçûk de bimînin, ew ê di tarîtiya nediyariyê de winda bibin û mehkûmî hebûneke wêjeyî ya bi tenê neteweyî bibin. Ev e çîroka tal a nivîskarên wêjeyên biçûk: yan wê xwe bigihînin qada navneteweyî lê ji kokên xwe dûr bikevin, yan jî wê di nav sînorên zimanê xwe de, di nav dîwarên bilind ên tenêtiyê de bijîn.

=KTML_Bold=Wêjeya Neteweyên Bêwar û Bêdewlet=KTML_End=
Lê gelo wêjeya wan neteweyên ku ne xwedî dewlet in, ne xwedî medyayeke xurt in, ne xwedî saziyên perwerdehiya navendî ne û nikarin bi zimanê xwe yê neteweyî binivîsin, di qada wêjeya cîhanê de li ku radiwestin? Ev wêje di bin kîjan dabeşkirinê de tên binavkirin û ya herî girîng, wateya wê çi ye? Ew wêje, ku di nav çarçoveya wêjeyên wêdetirî-neteweyan de zehmet e di bin banê neteweyekê de werin nirxandin, bi piranî di bin van kategoriyan de tê bicihkirin: Wêjeya koçberiyê, wêjeya travmatîk, wêjeya post-kolonyal, wêjeya kêmani (mînor). Lê divê em vê yekê jî bipirsin: Gelo ev kategorîkirin bi xwe jî ne cureyeke cudakirinê ye? Ne stratejiyeke nû ya desthilatdariyê ye ku van dengan di qefesên cuda de digire û wan ji meydana sereke ya wêjeyê bi dûr dixe? Çawa ku zimanê wan hatiye qedexekirin, gelo bi vî awayî dengê wan ê wêjeyî jî nayê fetisandin?

Bo mînak, berhemên wek The Kite Runner a Xalid Husênî yê Efxanî û No Where Man ya Aleksandar Hemon ê Bosnakî, di çarçoveya wêjeya koçberiyê de tên nirxandin. Herwiha berhemên Salman Rushdie yê ku pêşî koçî Îngilistanê û paşê koçî Amerîkayê kiriye, û Michael Ondaatje yê ku ji Srî Lankayê berê xwe daye Kanadayê û di nivîsên xwe de cîhaneke berfireh a îşaretan bi kar tînin, di nav kategoriya wêjeya wêdetirî-neteweyan an jî ya piştî-bindestiyê de tên danîn.
Wêjeya koçberiyê, çaveke ecêb dide me: çavek ku di heman demê de hem li mal e, hem jî li xerîbiyê ye. Ev wêjeyek e ku ji mesafeyeke duserî tê nivîsîn: hem wek kesekî/e xerîb, hem jî wek kesekî/e xwecihî. Nivîskarên koçber di afirandina cihên nû di qada wêjeyê de bi ser ketine: Van nivîskarên du-çandî û pirzimanî, bi saya serpêhatiyên xwe karîne çand, kevneşopî û pirsgirêkên cuda bînin navenda wêjeya cîhanê.
Ew wêjeyên ku behsa zordariyên herî hovane, sûcên li dijî mirovahiyê, komkujî, jenosîd û şer dikin jî, wek wêjeya travmatîk tên binavkirin. Ev vegotinên wêjeyî, wek belgeyeke dîrokî ne, wek tomareke sûc û gunehên dîrokê ne. Wêjeya ku li erdnîgariyên wek Kambocya, Rwanda, Bosna-Hersek, Darfûr û Kurdistanê derketiye holê û wêjeya ku bi pênûsa nivîskarên Cihû û Ermeniyan hatiye nivîsîn, ji bo wêjeya travmatîk wek mînakên sereke ne. Di van hemû berheman de wêje, bi zanebûn û bi awayekî dramatîk xwe digihîne cîhanê û di heman demê de du cîhanan vedibêje: hem ew cîhana ku tê de hatiye dinê, hem jî ew cîhana ku ew bi xwe tîne dinê.
Li gorî Aleksandar Hemon ê Bosnakî ku wek nûnerê herî girîng ê wêjeya koçberiyê ya roja me tê dîtin: Koçberî krîzeke hebûnî ye, çimkî tu neçar dimînî ku di bin mercên hebûnî yên her tim diguherin de, li ser şertên kesayetiya xwe bazarê bikî. Kesê ji warê xwe bûye, bi rêya bîranînên sîstematîk hewl dide ku îstîqrarê bide çîroka xwe (va ye çîroka min ev e!). Sedemê ku dê û bavê min bêrawestan xwe bi Kanadiyan re didan ber hev û xwe ji wan bilindtir didîtin, ew bû ku wan xwe di bingehê de kêm û ji aliyê hebûnê ve bêbingeh hîs dikirin. Ev berawirdkirin, ji bo wan rêyek bû ku ji xwe re an ji her kesê ku dixwest guhdar bike, çîrokeke rast a derheqê xwe de vebêjin.
Ji bo koçberên ku ji cîhana duyemîn û sêyemîn tên, di welatên ku jê hatine qutkirin de bingeheke wan a kesayetiyê ya xurt hebû. Ew cihên teng ên ku lê dijiyan, tijî mirovên ku ew nas dikirin bûn. Li ser hemû kuçe, kolan, baxçe û quncikên ku kevirên bingehîn ên jiyana wan bûn, xwedî gotin bûn. Li wan deran bênav û nîşanbûn nêzîkî ne mimkun bû, veşartîbûn pir zehmet bû. Te çiqas xwe winda bikira jî, hemwelatiyên te dê bi saya bîranînên hevpar û gotegotên ku bi salan kom bûbûne, te ji nû ve ava bikirana.
Lê di metropolên sirgûnê de, avahiya bajêr ne ji bo nêzîkbûna mirovan, lê ji bo dûrbûna wan ji hev hatiye avakirin. Ev avahî li gorî mezinbûn, hêz û hewcedariya veşartîbûnê hatiye şekilandin. Ji ber mezinbûna wê, êdî sînorên di navbera azadî û tenêbûnê, serxwebûn û xweperestiyê de wendayî ne. Li van bajaran tu tor û civakeke mirovan tune ye ku koçber bikaribe xwe di nav de bi cih bike. Nivîskarê/a koçber li sirgûnê, bi îsrar li wê tiştê digere ku di welatê xwe de hebû: Erdnîgariyek ji bo ruh. Nivîsîn, ji bo ruhên koçber rêyek e ku cîhana xwe ya hundirîn pê sererast bikin, hewcedariya tijîkirina valahiya hundirîn e bi peyvan. Ev dermanekî xurt e li hemberî valabûna hundirîn, ziwakirina zimanî û xemgîniya ku jiyana sirgûnê bi xwe re tîne.
Ev mirovên Cîhana Sêyemîn ên ku war û welat ji dest dane û wêjeya wan, xwe bi dizî dixizînin nav cîhana wêjeyî ya Cîhana Yekemîn, wê ji nû ve dirûvdikin û bi vî rengî vedigerin. Ev ziman û tecrûbeya koçberiyê ya ku bê stargeheke diyar li ser rûyê dinyayê digere, li çarriyanên dinyayê hêwiriye û têgihiştina me ya hebûn û cihêrengiyê bi xwe re digerîne, êdî ji zû ve ne tenê dengê kevneşopî û dîrokeke ku xwe bi cihekî ve girê dide ye.

=KTML_Bold=Wêjeya Kesên Ku di Nav Zimanê Serdest de Têdikoşin=KTML_End=
Ez bi zimanê Fransî dinivîsim ji bo ku ji Fransiyan re bêjim ez ne yek ji wan im (Kateb Yacine)
Qada wêjeyê, ne avahiyeke sekinî ye ku di nav rêzebendî û têkiliyên desthilatdariyê de qerisî be. Her çiqas belavbûna newekhev a dewlemendiyên wêjeyî bibe sedema hiyerarşîyên serdestiyê yên mayînde jî, dîroka wêjeyê; kaniya şerên bêdawî, xebatên desthilatdarî û rewatiyê, serhildan û berxwedanan, heta şoreşên wêjeyî ye ku têkiliyên hêzê diguherînin û rêzebendiyan bervajî dikin.
Di erdnîgariyên kolonîkirî de nivîsandina bi zimanê dayikê an jî hilbijartina nivîsandina bi yek ji zimanên desthilatdar, tu caran ne biryareke serbest bûye. Li welatên bindest neçarî bi zimanê zordest nivîsandin, wek qebûlkirina pozîsyona kûçikê ku di nav gemarkê de digere ye. Di vê gerîna nav zibilan de, hem gengaz e ku mirov salên dirêj gelek tiştên bêrûmet bixwe, hem jî carinan bêguman mimkun e ku mirov cewherên hêja bibîne.
Ji bo hemû nivîskarên welatên ku demeke dirêj di bin nîrê dagirkeriyê de mane, duzmanî mohra yekem û nejêkirî ya zordariya siyasî ye. Berpirsiyariya ku dikeve ser milê wêjevanê bindest ê ku neçar e bi zimanê zordest binivîse, ew e ku taybetmendiyên xwe yên ku wek kêmasî tên hesibandin, wek dewlemendiyên cuda bi nav bike.
Bi gotina Pascale Casanova: “Nivîskarên ku di nav zimanê desthilatdar de hatine helandin û hemû taybetmendiyên wan hatine wendakirin, bi rêya rastkirinekê, wek di pirsa bi devok axaftinê de, dixebitin ku şopên ku dê eslê wan ê zimanî nîşan bidin, ji holê rakin. Lê belê nivîskarên ku nehatine pişaftin û cudahiya xwe diparêzin, berevajî vê yekê, çi zimanekî din ê ku bikaribin bi kar bînin hebe çi jî tunebe, her cure derfetan seferber dikin, bo nimûne, carinan ji bikaranîna zimanê serdest dûr dikevin û cudahiyên xwe derdixin pêş, carinan jî zimanekî neteweyî yê nû diafirînin û bi vî awayî hewl didin ku mesafeyekê deynin navbera xwe û zimanê serdest de.
Li deverên ku ji aliyê siyasî ve hatine dagirkirin an di bin zordariyê de tên ragirtin, wêje çekeke girîng e di têkoşîna neteweyî de. Mirov dikare bibêje ku ew nivîskarên ku bi zimanê serdest ê kolonyal dinivîsin û girêdayî neteweyên ku di lîsteya dîroka cîhanê de cih nagirin û xwedî nasnameyên nenaskirî ne, ji bo ku bikaribin deriyê cîhana wêjeyê vekin, neçar dimînin ku xwe bi xwe wergerînin. Ji piraniya nivîskarên bindest re, ji ber ku dilê wan bi welatê wan ve girêdayî ye û dixwazin wî hem di warê siyasî û hem jî di warê wêjeyî de biafirînin, qebûlkirina zimanê zordar wek zimanê nivîsînê, dilopek jahr e di gewriyê de. Ev zimanê serdest, ji bo wan wek xelateke bi jahr an ”diziyeke” bi plan û program e. Ev nivîskarên ku diziyê dikin mecbûrin ku wan silehên li ber destê xwe yên ku ne yên wa ne, li gorî daxwaz û niyetên xwe bikar bînin. Bêguman, ziman ne zimanê wî/ê bi xwe ye, çand ne mîrateya bav û kalên wî//ê ye, ev sîstemên ramanê, ev kategoriyên rewşenbîrî û exlaqî, di hawirdora wî ya xwezayî de tu hukmê wan tune ye.
Ji ser de, ew silehên ku dê pê şer bikin, çekên tevlihev û tarî ne. Hûn ne xwediyê milk û malê wî zimanî ne, tenê mafê sûdwergirtina we heye, hûn tenê bikarhênerên wî zimanî ne. Ev têgeha dizîna zimanî, rastiyeke weha ye ku em li cem hemû nivîskarên ku di bin nîrê zordariya wêjeyî de ne û ji zimanê xwe mehrûm hatine hiştin, dibînin. Her wek ku nivîskarê Cezayîrî Jean Amrouche aniye zimên: Em dizanin ku di nav yên hatine bindeskirin de, yên ku dikarin xwe ji şaheserên mezin xwedî bikin, ne mîratxwarên nazdar in, lê dizên agir in.
Di nav sînorên zimanê serdest de mayîn û bi hin guhertinan hewldana jê qutbûnê, her tim stratejiyeke girîng bûye. Rêya herî bibandor a vê jî, wek ku Ramuz tîne zimên, cudahiyên xwe yên çandî û dîrokî zêde nîşandan e. Rêbaza ku nivîskarên van erdnîgariyên bindest dişopînin ev e: nîşandana ku her tiştê ku ji aliyê zordarên serdest ve wek biçûk, bêqîmet, bêkêr û paşdemayî tê dîtin, dikare bibe mîraseke ku projeyên wêjeyî dewlemend dike. Yanî, ji aloziya di navbera cîhanên cuda de, bi afirîneriya wêjeyî hêz wergirtin e.
Mînaka Chinua Achebe bi taybetî girîng e. Nivîskarê Nîjeryayî yê bi Îngilîzî dinivîse, dibêje divê zimanê kolonyelîst bê 'jehrkirin'. Ew Îngilîzî bi kar tîne, lê wê bi awayên ramana Afrîkî û kevneşopiyên vegotinê diguhêrîne. Di romana xwe ya 'Things Fall Apart' de, bi awayekî paradoksî, wêrankirina çandî ya ku kolonyalîzmê çêkiriye, bi zimanê kolonyalîstan vedibêje. Ngugi wa Thiong'o, nivîskarê Kenyayî yê ku di destpêkê de bi Îngilîzî dinivîsî lê paşê vegeriya zimanê xwe yê dayikê Kikuyu, têkiliya di navbera ziman û nasnameya çandî de dikişîne ber pirsiyariyê. Di serdema ku bi Îngilîzî dinivîsî de jî, bi anîna kevneşopiyên vegotina Afrîkayê û awayên ramanê di nav nivîsên xwe de, berxwedaneke zimanî pêk tîne.
Derek Walcott, helbestvanê ji Karîban, zimanê Îngilîzî bi rîtm û xeyalên welatê xwe dixemilîne û ji nû ve diafirîne. Bi 'dizîna' zimanê mêtingeran, zimanekî nû yê helbestî ava dike. Di têkoşîna li dijî dîroka mêtingeriyê de, Îngilîzî dike çekekî xurt. Herwiha Assia Djebar, nivîskara Cezayîrî ya ku bi Fransî dinivîse, zimanê kolonyelîst dike amrazekî berxwedana femînîst. Dema ku Fransî bi kar tîne, ezmûna jinên Ereb-Berber û kevneşopiyên devkî tîne nav nivîsê. Bi vî awayî, zimanê serdest ji hundur ve diguhêrîne.

=KTML_Bold=Ev nivîskar nîşan didin ku bikaranîna zimanê serdest ne bi neçarî dibe sedema asîmîlasyona çandî. Berevajî, ev ziman dikare bibe amrazekî xurt ji bo berxwedan û avakirina nasnameya çandî. Stratejiya 'dizîn' û 'ji nû ve xwedîderketina' li zimanê kolonyelîst, dibe yek ji çekên herî bibandor ên edebiyata post-kolonyal.
Wêjeya Cîhanê, Ji “Neteweyên Biçûk” re Çi Pêşkêş Dike?=KTML_End=
Barê min ê çandî û çîroka min a taybet, di vê lîstika cudahiyan de her tim wek îyodê li derve dima (Arturo Islas)
Têgeha ku di roja me de wek wêjeya cîhanê tê binavkirin, bi mafdarî ketiye ber rexneyên tûj ji aliyê wan dinyayên wêjeyî yên wergerandî ve yên ku li derveyî xeleka Cîhana Yekemîn mane. Wêjeya cîhanê, hêdî hêdî bûye firaxeke vala ya destûrê ku komeke bijarteyan a global carinan dide xwe bi xwe. Mîrasa ku jê re wêjeya cîhanê tê gotin, bûye saziyeke bilind ku têde navendên navdar û ewledar ên dinyayê hene, hin nivîskarên ku li welatên xwe ji karesatên mezin ên dîrokê xilas nebûne û pirsgirêkên mirovahiyê yên tirs û xofê dinivîsin, teqdîr dikin.
Di vê dinyaya bazirganiyê de, gelek berhem wek vekirina dergehên ku digihîjin dinyayên xerîb û wek keşfkirina ”Yê Din” ê egzotîk û nenas tên bazarkirin. Li gor vê nêrîna wêjeyî ya desthilatdar, ji bo ku nivîskarek mezin bê qebûlkirin, ne diyardeyeke neteweyî, lê pêwîst e bibe diyardeyeke navneteweyî.
Her ku diçe bêtir nivîskarên Ewropî, Efrîqî, Asyayî û Amerîkaya Başûr, dema nikarin bigihîjin xwendevanên navneteweyî, xwe serneket dihesibînin. Ji wê demê ve ku nivîskar xwendevanên xwe yên dawî wek civateke navneteweyî dibîne, kalîteya nivîsên wî/wê, şêweya wan, û nerîna wî/wê ya li ser civak û çanda ku tê de mezin bûye, bêguman diguherin.
Wek mînak, Kazuo Ishiguro yê ku di sala 2017'an de Xelata Nobela Wêjeyê wergirt, bal kişandibû ser girîngiya hêsankirina karê wergêr bi rêya dûrketina ji lîstikên peyvan û îşaretan. Hin nivîskarên Skandînavî jî dibêjin ku ji navên kesan ên ku dê ji xwendevanên Îngilîzî re zehmet bên, xwe dûr digirin. Wek ku Tim Parks di pirtûka xwe ya Ez ji vir Dixwînim de diyar dike: Tiştê ku helbestvanên serdema antîk herî zêde jê ditirsiyan sirgûn bû. Ev ceza bû ku li Seneca, Ovidius, Catullas û gelek kesên din dihat birîn. Lê rojek hat ku nivîskaran bi xwe sirgûn xwest, bi dilê xwe rabûn çûn û bi vê yekê serbilind bûn. Byron, Shelley, Lawrence, Joyce - hemû li derveyî wan civakên ku ew perwerde kiribûn sekinîn û hê di jiyana xwe de bûn kesayetên navneteweyî” (2016, syf.187).
Di roja me de jî gelek nivîskarên ji welatên mêtingehên berê û welatên di rêya pêşketinê de, ji bo ku bibin dengê guhên Rojavayê, di nav nivîsên xwe de hebûna xwe sirgûnî dikin, cîhana ku jê derketine bi çavê kesekî biyanî, kesekî seyah lê dinêrin, di nav zimanê xwe yê xwecihî de mecbûr dimînin ku bi zimanekî wergerê yê di bin de binivîsin.
Tevî van hemû têkiliyên hêza global, rewşên newekheviya çandî û hukmên neyînî yên rexnegiran li ser wêjeya cîhanê, dîsa jî berhemên serkeftî yên ku li dijî hêvî û mentiqê vê bazara global in, serî hildidin û dikarin bigihîjin xwendevanên seranserê cîhanê. “Romanên Napolî” yên Elena Ferrante di vî warî de ji aliyê rexnegirên wêjeya navneteweyî ve wek yek ji mînakên herî baş tên dîtin. “Romanên Napolî ne berhemên ku behsa tiştên giştî dikin; berevajî vê yekê, xwedî taybetmendiyeke dewlemend û xweser in. Ji aliyê mekan ve ne navneteweyî ne, bi serpêhatiyên xwe yên ku li herêmeke bi tenê derbas dibin, herêmî ne; ne li ser kesên tenêmayî yên ku di cîhaneke bêreng de digerin in, lê li ser tora têkiliyên civakî û aborî ya xurt in ku rêya jiyana takekes diyar dike. Ser de jî Ferrante, tevlî pêvajoyên medya û reklamê yên ku nivîskaran dikin tiştên bazarê nebûye” (Adam Kirsch, Küresel Roman: 21. Yüzyılda Dünyayı Yazmak, Vakıfbank Kültür Yayınları s.89). Çîroka ku li ser dostaniya bi alozî ya du jinan tê vegotin, çîrokeke Îtalî ya wisa ye ku dikare li her quncikê dinyayê ji bo jinên heman nifşî bê vegêran û bandorên wê ligel guherînên cîhanê ne. Serûbinbûnên siyasî û çandî yên 1960'an, geşbûna femînîzmê ya 1970'yan û derketina holê ya teknolojiya agahiyê ya 1980'yan, vê çîroka dostaniyê ji her aliyî ve dirûv daye.
Çawa ku di nav hebûneke cîhanî ya rasterast de, bê girêdana bi zimanekî an cihekî ve jiyîn ne mimkun e, bi heman awayî di nav hebûneke bi temamî xwecihî de, bê bandora dîrok, siyaset û aboriyê jiyîn jî ewqas ne mimkun e. Careke din diyar dibe ku di nivîsên wêjeyî de, xwecihî û cîhanîbûn ne dijberî hev in, lê di nav têkiliyeke tansiyona diyalektîk de ne. Romanivîsekî/a serkeftî, çi çîroka wî/wê gerdûnê be, çi kîşwerekê û çi jî taxekê be, qedera takesan ji nêrîneke navneteweyî dibîne. Cihê ku jê re Cîhana Sêyemîn tê gotin êdî ne li deverên dûr e, bi rêya çand, dîrok, ol û zimanên cuda, di dilê jiyana bajar û çandên Cîhana Yekemîn de xwe dide der.
Bi hilweşîna qesrên şûşeyî yên rexne, dîroknivîsî û rastiya rewşenbîrî re, me hemûyan xwe ji nişka ve li ser riyên koçberiyê yên cîhanê dît. Hesta me ya aîdiyetê, zimanê me û efsaneyên ku em di dilê xwe de digerînin hîn jî hebûna xwe diparêzin; lê êdî ew nikarin wateya jiyana me garantî bikin. Niha ew wek şop, deng, bîranîn û pistepistên ku bi dîrok û hevdîtinên din re tevlihev bûne, di ber mirinê de ne. Nexşeya cihekî sabît û fikra nasnameyeke ewle ne mimkun e. Nêrîna kolonyal jî a ku pêvajoyên xwe yên dîrokî wek gerdûnî şîrove dike, ji aliyê gelek vegotinan ve parçeparçe dibe. Êdî ne gengaz e ku çandek, dîrokek, zimanek û nasnameyek ji herikên veguherîner ên giştî yên dinyaya ku her ku diçe globaltir dibe, were veqetandin. Êdî vegerîna malê jî ne mimkun e.
Bi rêya wêjeyê têgihiştina taybetmendiya tevlihev û avabûyî ya nasnameyên me, dikare bibe ew mifteya ku dergehên nedîtî li pêşiya me vedike. Wêje, herikandin û tevlihevbûna di navbera sînorên hişk ên nasnameyê de derdixe holê. Bi rêya nasnameyên pirqat ên karakteran, ezmûnên wan ên di navbera çandan de û nakokiyên wan ên hundirîn, ew nerînên ku nasnameyan wek tiştekî neguhêrbar dibînin, dixe bin pirsyarê. Bi pêşkêşkirina îmkana fêmkirina tecrûbeya yê din ji nav de, ew sînorên req ên di navbera 'me û wan' de dihilîne. Bi avahiyên xwe yên vegêranê ku tê de gelek dîtin dikarin bi hev re bijîn, ew nerînên netewperest ên ku tenê yek rastiyê dipejirînin, dike mijareke rexneyî.
Herwiha wêje, bi vekirina birînên ku tundiya netewperest û pevçûnên nasnameyî bûne sedem, rêya qencbûnê nîşan dide. Ew bi vegotina êş û windahiyên her aliyî di asta mirovahiyê de, dikare hestên tolhildanê û nefretê biguherîne. Bi afirandina çîrokên alternatîf li hember vegotinên dîroka fermî û efsaneyên netewperest, gotarên yekdeng dişkîne. Bi eşkerekirina dengên hatine perçiqandin û ezmûnên hatine piştguhkirin, vegotinên serdest dixe bin pirsiyarê. Bi rêya tinaz û henekê, ciddiyeta netewperest û îdiayên pîroziyê dihejîne. Bi bikaranîna wê hêza kenî ya di siyasetê de, bingeha nasnameyên hişk û wan gotinên ku dibêjin 'em rastiya mutleq in' hildiweşîne.

=KTML_Bold=Çavkanî=KTML_End=
1- Milan Kundera, Saptırılmış Vasiyetler, Can Yayınları
2- Aleksandar Hemon, Hayatlarımın Kitabı, Everest Yayınları
3- Pascale Casanova, Dünya Edebiyat Cumhuriyeti, Varlık Yayınları
4- Adam Kirsch, Küresel Roman: 21. Yüzyılda Dünyayı Yazmak, Vakıfbank Kültür Yayınları
5- Tim Parks, Ben Buradan Okuyorum, Metis Yayınkarı
(1) Milan Kundera, Saptırılmış Vasiyetler, Can Yayınları, syf, 189-190
(2) Aleksandar Hemon, Hayatlarımın Kitabı, Everest Yayınları, s. 21
(3) Pascale Casanova, Dünya Edebiyat Cumhuriyeti, Varlık Yayınları, s. 275. [1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 36 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 3
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 29-11-2025 (1 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: ئەدەبی / ڕەخنەی ئەدەبی
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 09-12-2025 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 17-12-2025 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 17-12-2025 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 36 جار بینراوە
QR Code
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.117 KB 13-12-2025 ئاراس حسۆئـ.ح.
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.5 چرکە!