=KTML_Bold=Hevpeyvîn Li Gel #Bextiyar Elî# =KTML_End=
Röportaj / Leyla Polat
ic-b Leyla Polat(1): Merheba birêz Elî, berî her tiştî spasîya we dikim. Berî ku pirsên xwe bipirsim, dixwazim we di mijarekê da agahdar bikim. Çaxê min pirsên xwe amade kirin min ev berhemên we esas girtin. Romanên we yên ku li Kurmancî hatine wergerandin: Apê Min Cemşîd Xan Ku Hertim Bê Ew Li Ber Xwe Dibir (2012), #Qesra Balindeyên Xemgîn# (2014), #Êvara Perwaneyê# (2015), #Hinara Dawî ya Dinyayê# (2017), Bajarê Mosîqarên Spî (2021)
=KTML_Bold=Bi îzna we, ev hevpeyvînê yê di konteksta travmayê da pêk bê. Loma dixwazim bipirsim, Bextiyar Elî romanên xwe, metnên xwe di konteksta travma, hafize û vegêranê da çawa hildisengîne?=KTML_End=
Bextiyar Elî: Cîhana min, cîhana ew mirovan e ku li wan xistine, ew ketine ber derba giran a bûyerên dîrokî, hem siyasetê û hem civakê ew xistine bin givaşeke giran, nasnameya wan wek Kurd û wek mirov jî di bin êrîşê da maye. Kurd bi giştî ew mirov in ku hêzek tuneye ku wan biparêze û bergirîya wan bike. Bes ew avêtine nava dojeha dîrokî. Bê guman karakterên bi vî rengî di zemîneke guncav da dijîn ku tuşî travmayan bên. Atmosfera romanên min atmosfera şer û milmileneya giran ya sedsala bîstan e, ew atmosfera dîrokî ya ku mirov perçiqandine. Li her derekî ku lê şer, veqetîn, tirs, nedilnîyayî hebe travma jî heye.
Felaketên mezin, trajedîyên mezin, zilmên mezin ji bo dîrokê pirî caran ji çend îstatîstîkan wêdetir tu tişt nînin; lê huner, edebîyat bandorên wan ên rûxîner radixe li ber çavan; însan çawa êşîyan, çi hîs kirin behsa wan dike. Helbet nivîskar ne mecbûr e vê yekê bike, mecbûr nîne behsa wan trajedîyan bike; lê wisa dixuye ku hûn bi israr behsa travmayên Kurdan dikin.
Ez vegêrana serpêhatî û bûyeran dikim ku yan rû dane yan jî mimkun e rû dabin. Nivîskar berhema xwe li ser bingeha hin şert û mercên ku di nav dîrokê da ne, li ser wan ava dike. Dîroka Kurdan tijî bûyerên wisa ye ku, ew bûyer dikarin bibin bingeha dîyardeya travmayê. Jîyan û şexsîyeta Kurdan bi tenê ji alîyê neyarên wan yên sîyasî ve nehatiye têkdan. Lê belê kultûra eşîrkî, nerîtên paşvemayî, perwerdeya dînî jî derîyê dojeheke din li pêşîya Kurdan vekiriye. Mijara berhemên min takê Kurd e, ew takê ku ji her hêlê ve di bin givaşên mezin da ye. Edebîyata min bi giştî, ew hêzên mezin berceste dike ew ên ku ji her alî ve Kurdan dixin bin givaşê.
=KTML_Bold=Ji Holokostê heta roja îro li ser dinyayê gelek trajedî û travma bûne mijara nîqaş, lêkolîn û xebatên hunerî. Gelo bi we, dinya têra xwe bi travmayên Kurdan hesiyaye? Ku nehisiyabe çima nehisiyaye?=KTML_End=
Na, cîhan çawa hest pê bike? Kurdan nekarîye trajedîyên xwe vegêrin. Me nekarîye ew felaketên ku hatine serê me bi zimanê edebîyatê, huner û muzîkekek berz bînin zimên. Em ew gel in ku ne li Rojhilat û ne jî li Rojavayê nehatine nasîn. Gelên ku cînarê me ne û yên din em nas nekirine. Yek ji sebebên vê nasnekirinê sîyaset e ku bi zanetî û bi mebest hatîye sazkirin; sebebeke din jî qelsbûna nivîsînê û dahênanên Kurdan e ku, ew hêz pê ra nîne ku edebîyata kurdî bi cîhanê bide nasîn. Em ne xwedî metnên baş ne jî xwedî wegêrên baş in.
Hûn behsa gelek travmayan dikin. Bi dehan travmayên kolektîf û travmayên şexsî. Ma hûn difikirin ku nivîskarên li kolonîyan mezin bûne, lê dijîn an jî ji wir koç kirine mecbûr mane ku behsa naletekê, trajedîyeke bêdawî bikin? Ku wisa be vê rastîyê çi li Elî kir; ku wisa nebûya Elî yê çi binivîsya?
Bê guman babetên nivîskarên welatekî kolonîzekîrî ji babetên nivîskarên din cuda ne. Pirsgirêka tirsa ji navçûnê, pirsgirêka ziman, nebûna azadîyê, nebûna zaroktîyeke adetî, tirsa derkenarkirinê, ew hemû ew sebeb in ku şêwazeke cuda ya nivîsandinê pêk bê. Ez li ser wan kêşe, tirs û dukerbûna kûr dinivîsim, ew a ku di dilê mirovê kolonîzekirî da pêk tê. Min li ser ew kêşe, tirs û parçebûna kûr nivîsî ya di dilê ew mirovên kolonîzekirî da. Mirov çawa dikare di nav dîrokeke tijî tirs û xwînavî da rêyekê peyda bike? Mirov çawa mirovatîya xwe ji dest nede? Mirov çawa pêşîyê li ber dirindebûna xwe bigire û mirovtîya xwe biparêze? Ew şêwaza edebîyatê ya ku min nivîsîye, xêncî kurdekî kes nikare binivîse, çunkî ew xalên ku me dîyar kirin bi kurdbûna min ve girêdayî ne.
=KTML_Bold=André Philippus Brink gava behsa edebîyata Rojavayê dike wê wek “fîksîyona spî” bi nav dike. Li hember wê edebîyatê, edebîyata Afrîkaya Başûr jî wek “fîksîyona reş” bi nav dike û îşaretî edebîyata dijkolonyal û edebîyata travmayê dike. Ew tiştên ku bi salan kesî behsa wan nekir, xwestin binixumînin, fîksîyona reş behsa wan tiştan dike. Fîksîyona Elî kîjan reng e?=KTML_End=
Her dîrok û rewşeke hebûnê ya taybet, cureyeke taybet ya edebîyatê diafirîne. Ew edebîyata ku dîroka Nazîzmê, çîrokên Şerê Cîhanî yê Duyem û Holokostê vedigêre cuda ye, ji edebîyata îro ya ku li Ewropayê di serdema hişê çêkirî da tê afirandin. Afrîkayê şêwazeke taybet ya edebîyatê afirandiye, çermspîyên Afîkayê şêwazeke din. Edebîyata Nadine Gordimer, Coetzee, Mia Couto ku çermspî ne, ji edebîyata nivîskarên çermspî yên Ewrupî û her wisa ji edebîyata cermreşên Afrîkî û çermreşên Amerîkî cuda ne. Bi giştî xemeke hevbeş ya mirovî ya nivîskarên cîhanê heye, lê belê havirdorên cuda yên civakî û sîyasî ferasetên cuda diafirînin. Helbet ne pêkane ku nivîskarekî wek Ebdulrezaq Gurnah mîna Salman Ruşdî yan jî mîna Daniel Killman binivîse. Tiştê ku tu dibînî girêdayî wî cîhê ye, ew cîhê ku tu lê disekinî.
=KTML_Bold=Hûn jî dizanin ku van salên dawî fîksîyona reş xwedî popûlerîyekê ye, heta bi Nobelê jî hatin xelatkirin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin? Gelo Nobel jî xizmeta fîksîyona spî nake? Gelo tazmînata zilma pênsed salî nîne?=KTML_End=
Belê, hin Ewrûpî dixwazin hin tiştan ji bo Afrîkîyan û ji bo çermreşan telafî bikin, ev demeke dirêj e edebîyata çermreşan gihîştiye asteke gelek bilind. Di vê sedsalê da ji James Baldwin û Toni Morrison bigire heta edebîyata Afrîkaya hevdem, edebîyateke gelek pêşketî li dar e. Ev edebîyat gelekî kûr û hûrbîn û mirovdost e, ev edebîyat hêjayî cîhanîbûnê û xelatdayînê ye. Ji ber vê çendê jî Ewrupî qencîyê çermreşan nakin, lê belê pêwîst e ew helwesta ku ji bo edebîyata Afrîkî û edebîyata xeyala reş nîşan didin, li beranberî hemû welat û kulturên kolonîzekirî jî nîşan bidin. Ewrûpî gelek caran li cîyekî wijdana xwe rihet dikin; (dixwazin) li cîyekî din sûcekî din û zulmeke din ji bîr bikin.
Teorîsyenên travmayê îdîa dikin ku travma mexdûran lal dike, lê belê rexnegirên postkolonyal jî îdîa dikin, dibêjin ku temsîla travmayê mimkun e, heta dibêjin ev karekî mecbûrî ye. Îtalo Calvîno dibêje: “Ya ku nayê nivîsîn ez bi saya wê dinivîsim.” Bextiyar Elî çawa dinivîse? Mesela mirov dikare bêje ji bo qurbanîyên Helebceyê, ji bo hemû Seryasan dinivîse?
Kesê ku bi rastî jî nivîskar be bi tenê ji bo komekî nanivîse. Em di nav dîrokeke bêdengkirî da dijîn, dîrokek ku tijî bûyer e, bêyî ku vegêreke/î wan bûyeran hebe. Vê dîrokê bi tenê hin vekolîn an hin mirov an hin hest an jî hin fikr û raman bêdeng nekirine; lê belê miletek bi temamî bêdeng kiriye. Gotina min her tim li ser travmayên kolektîf e; ew travmayên ku behsa şert û mercên nesirûştî, têkilîyên nesirûştî û zordarîyan dikin û gelek mirov xwe di neynûka wan travmayan da dibînin. Di nava gelê me da famkirina travmaya şexsî ancax bi rêya famkiran travmaya kolektîf pêk tê. Heta ku em wê serdema salên heyştêyî ya ku tirsa mezin li Başûrê Kurdistanê hakim bû, wê serdemê fam nekin em ê nikaribin ji Seryasan fam bikin. Ez dinivîsim da ku dîrokeke tepisandî ji nû ve bidim axiftin, da ku bibim dengê wan kesan, yên ku şanoyeke wan tunebûye ku li ser dikê bipeyivin; dîwankeyeke wan tunebûye ku pêş biaxivin û dengê xwe bigîhînin kesan. Hemû hewladana min ji bo vê çendê ye ku bibêjim “ey mirovê jibîrkirî yê di nav felaketan da, biaxive.”
=KTML_Bold=Di vegêrana travmayê da sînorekî pir tenik heye. Mimkun e nivîskar êşên mexdûran bidize, bike malê xwe. Yan jî mimkun e şiklekî kitsch bide travmayan. Elî gelo di wê sînorê tenik da hin caran winda bû, yan jî xwe ji wê talûkeyê çawa parast?=KTML_End=
Ev gotineke rast nîne, romannûsê ku romanê dinivîse divê ji wan karakteran serwext bûbe yên ku der barê wan da dinivîse, divê ew qas nêzî wan bibe ku, bikaribe ji hest û nestê û nehênîyên wan fam bike. Nabe ku em bibêjin Shakespearî êş û azarên Hamlet ji xwe ra dizîne, yan jî Dostoyevskî êş û azarên Raskolnîkov ji bo xwe dizîne. Hîç talukeyke tuneye, dema ku nivîskarek derbarê kosmosa karaktereke/î xwe da dinivîse, xwe çawa nas dike divê wê/wî jî ji xwe baştir binase.
Ev pirs ji bo min pir muhîm e. Ez li ser vê yekê gelek fikirîm. Di romanên we da mirin heye, gelek mirin hene, her cûre mirin heye, her tim mirin heye. Lê zayîn hema bêje qet nîne. Cemşîd, Muzafer, her sê Seryas, Dilşûşe, Daliya, Xwîşkên Spî û ên din; kes zêde nebû, xwedî zarok nebû. Bes Huzar hebû. Çima?
Di romanan da li cîyê ku pêwîst e amaje bi mirinê bê kirin, divê mirin hebe. Di romanên min da bi tenê li cîyê ku pêwîst be mirin heye. Bo nimûne Evara Perwaneyê bi xwe çîroka vegêrana mirinekê ye. Bikaranîna hêmana jidayîkbûna zarokan mîna sembol û cemsera ku li beranber mirinê disekine remzeke gelek seretayî, bazarî û bênirx e. Ew hêman remzeke kewn û mehîyayî ye. Ji bo ku pesnê jîyan û jîyandostîyê bidim, ez rêyeke din didim ber xwe; bo nimûne mirina Dilşûşe yan jî ya Perwaneyê girêdayî pêsindayîna hezkirin û eşqê ye. Romanûsê baş îleh jineke ducanî naxe romana xwe, da ku bibêje jîyan berdewam e, ev pêkanîn helwesteke klîşe ye ji bo nîşandana jîyandostî û berdewamîyê. Weku mirov ji Shakespeare ra bibêje çima Hamlet, Othello û Machbeth dimirin. Mirin, jîyan û jidayîkbûn girêdayî wê çîrok ne, ya ku em wê vedigêrin.
Di edebîyata modern ya Kurdî da gelek nivîskaran, şexsên dîrokî kirin karekterên romanên xwe; lê em dibînin kesên adetî (asayî) karakterên Elî ne. Çîma?
Ez romana tarîxî nanivîsim, tiştê ku bala min dikişîne mirovên asayî ne, ji bo min a giring ew e ku bizanibim mirovên asayî di nav felaketan da çawa tevdigerin, çawa mirovbûna xwe diparêzin, çawa difikirin? Çawa dikarin nirxên berz di nav xwe da bihewînin? Li ba min lehengên rast ên dîrokê mirovên sade ne, ew mirov in ku dibin parêzvanê nirxên însanî. Min tu kesayetîyeke dîrokî ya wisa balkêş nedîtiye ku bikaribe li şûna lehengên min rûnê. Ez hewl didim di hemû romanên xwe da hêza bergirîyê ya di nav mirovan da biparêzim. Ez hewl didim ku bibînim ew li hember felaketê çawa li ber xwe didin. Li Rojhilatê kesayetên dîrokî yên bihêz û balkêş kêmpeyda ne.
=KTML_Bold=Çaxê Elî mecbûr ma welat terikand, welat di xwînê da digevizî. Ku Elî di nav wî agirî da bimaya gelo yê behsa çi bikira? Ez wisa hîs dikim ku Elî welat xist nav dilê xwe û bi xwe ra bir, wisa dixuye ku ji bo romana wî welatî binivîse çûye. Gelo wisa ye?=KTML_End=
Ew serdema ku şerê navxweyî yê Başûrê Kurdistanê hebû, ez wî çaxî ji Kurdistanê derketim, ew serdema ku partîyên Kurdî yên Başûrê Kurdistanê peyîtandin ku ji xêncî hêzeke monopol, diz û dîktator ne tiştekî din in. Mirov li cîyekî pê dihese ku gotara nasyonalîst bi tena serê xwe nikare azadî û bextewarîyê ji bo mirovan dabîn bike. Û mirovê azadîxwaz ji bilî hesta neteweyî, pêdîwî bi komeke nirxên mirovî yên berztir jî heye. Min piranîya metnên xwe li Ewropayê nivîsandine. Pêdiwî bi wê derfetê hebû da ku ez bikaribim xwe wek Kurdekî baştir binasim û bi çavekî mirovî li kêşeyên mezin yê civaka xwe binerim. Li ba min Kurdbûn awayeke nêrînê, awayeke hişmendîyê û awayeke nirxandina taybet a tiştan e. Mirov nikare xwe ji wê dîrokê vedize ya ku tê da mezin bûye.
=KTML_Bold=Teknîkên realîzma efsûnî ji bo vegêrana travmayan çi derfetan dibexşîne?=KTML_End=
Realîzma efsûnî û tu şêwazeke din a vegêranê, ew şêwaz nîne ku travmayê çareser bike. Travma rewşek e ku bi bijîşk û terapîyên taybet pak dibe. Lê belê realîzma efsûnî, nêrîneke din dibexşîne me, bala me dikişîne li ser wan bûyer û çîrokan, yên ku berê nehatine dîtin. Realîzma efsûnî hêlên neasayî yên dîrokê ji bo me zelal dike, realîzma efsûnî wan eger, hêz û şîyanên nedîtî nîşanî me dide yên ku me berê ew hîs nekirine. Îhtîmal e ku realîzma efsûnî alîkarîya vê çendê bike ku asoya nêrîn û têgihîştina me ya der barê me û dinyaya me da berfirehtir bike. Edebîyat bi giştî nikare tu kesî pak bike; lê belê dikare alîkarîya mirovan bike ku xwe baştir nas bikin.
=KTML_Bold=Elî berîya malê kiriye? Mal ji bo wî çi ye? Çima zarokên Elî, yên di romanan da, xwedî maleke germ nînin?=KTML_End=
Rast e. Mirovên bêmal, vederkirî, qaçax hene; yan jî gelek mirov bi îradeya xwe mala xwe dihêlin, ew beşek in ji karakterên romanên min, ez bi giştî mirovan di rewşa liv û tevgerê da dibînim. Lehengên min xwedî malbateke edilî û daîmî nînin û hembêza germ ya malbata xwe da najîn. Belkî sedema vê yekê ev be, bi raya min malbat beşeke giring a sîstema tepisandin û dîlgirtinê ye. Pêdîwîya sereke ya karakterên min ew e ku bi lez ji nav malbatê derkevin, bi cîhanê ra rû bi rû bimînin û ew xweveşartina li pişt dîwarên malê biqedînin. Karakter dema xwe ji desthilata malbatê rizgar dike, xwe ji bo ceribandinên mezin ên li derveyî jîyana malbatê amade dike.
=KTML_Bold=Heta ku hin mesele ji alîyê siyasetê ve neyên çareserkirin zilm yê neqede û însanên azad nebin. Huner yê kêrî çi were? Oqyanosa Hawaran yê bi kêrî çi werin? Gelo ên ku hatine bindestkirin divê zêdetir binivîsin, zêdetir biaxivin û zêdetir tomar bikin?=KTML_End=
Na, di sedsala bîstan da sîyasetê ji bilî felaketan tu tiştekî din pêk neanîye. Eger ku di hin deman da û li hin cîyan rola azadîxwezîyê pêk anîbe jî pir zû rola xwe guhirandiye û wek amûreke ji bo tepisandinê û serkutkirin û bindestkirina mirovan hatiye bikaranîn. Yek ji erkên sereke yên edebîyatê ew e ku bi nêrîneke rexneyî li sîyasetê binêre. Ez her tim li dijî vê gotinê me ku dibêje “hemû tişt sîyaset e”; lê divê tiştek hebe ku ne sîyaset be, da ku em bikaribin bi çavekî çavdêr li sîyasetê binêrin. Edebîyat û huner ew çavdêr in, mirovdostên nirxdar in ku nirxên mirovî li nirxên sîyasî hêjatir dibînin. Huner li beranber wehşeta sîyasetê mirovbûnê diparêze, ev jî xêra hunerê ye.
=KTML_Bold=Kesekî çîroka xwe anî danî nav destê Elî, birîna xwe, êşa xwe? Yan jî her tişt fîksiyon e?=KTML_End=
Bi rastî jî hemû kartakterên min fîksîyon in, tu caran kesayeteke zindî yan miroveke rast an kesekî ku binasim, yan jî kesekî ku ji min ra behsa jîyana xwe kiribe, nebûya mijara vegêrana min. Na, ez ne ji wan romannûsan im ku bi wî awayî romanan binivîsim. Nivîsîna romanan bi tenê vegêran nîne, nivîsîna romanê ew nîne ku jîyana kesekî bala min bikişîne û ez wê bikim mijara romana xwe, her gava ku li ser vê mijarê biryar didim komeke faktorên din, yên wek faktorên sîyasî û fikrî û felsefî esas digrim. Gelek caran jîyana lehengên romanê dikare ji jîyana mirovên rast zindîtir, rasttir û manadartir bibe.
(1) Îlhama vê hevpeyvînê kitêba edîtoryal ya bi navê Trauma, Memory, and Narrative in South Africaye.Me xwest bi xebateke navdeqî di nav temsîlên travmayê yên postkolonyal da dîyalojîyek çêbe.
Mengel, E. Borzaga, M. Orantes, K. (2010). Trauma, memory, and narrative in south africa. Matatu Journal for African Culture and Society Number 38. Amsterdam- New York: Rodopi. [1]