کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  583,429
وێنە
  123,555
پەرتووک PDF
  22,053
فایلی پەیوەندیدار
  125,082
ڤیدیۆ
  2,191
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,995
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,392
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,664
عربي - Arabic 
43,684
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,487
فارسی - Farsi 
15,617
English - English 
8,503
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,026
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
31,816
شوێنەکان 
17,030
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,507
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
911
وێنە و پێناس 
9,458
کارە هونەرییەکان 
1,496
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,935
نەخشەکان 
268
ناوی کوردی 
2,816
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,188
شوێنەوار و کۆنینە 
739
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,039
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,644
کورتەباس 
22,098
شەهیدان 
11,889
کۆمەڵکوژی 
11,362
بەڵگەنامەکان 
8,710
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,062
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,635
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
891
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
19
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,269
PDF 
34,623
MP4 
3,821
IMG 
232,957
∑   تێکڕا 
272,670
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Cegerxwîn: Poetîk û Polîtîka
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
ئامانجمان ئەوەیە وەک هەر نەتەوەیەکی تر خاوەنی داتابەیسێکی نەتەوەییی خۆمان بین..
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Cegerxwîn: Poetîk û Polîtîka
Cegerxwîn: Poetîk û Polîtîka
=KTML_Bold=#Cegerxwîn# : Poetîk û Polîtîka=KTML_End=

Du hêmayên seyda Cegerxwîn hene ku çaxê navê wî derbas dibe an hêmayek wî bi bîr dixe bi du tişt tên hişê min. Yek jê fotoyek e. Ew foto fotoyeke gelek giranbiha ye, du gernasên gelê xwe, du têkoşerên bêhempa. #Yılmaz Guney# û Cegerxwîn li Parîsê bi hev re. Li kêleka çepê ya seyda Cegerxwîn Yılmaz Güney li ser lingan e. Seyda dibişire, hêvî û sihet ji rûye wî tê xuyakirin, bêhneke xweş li derdora xwe difûrîne. Yılmaz Güney ketiye nav fikr û ramanan. Fotoyek dîrokî, tê de du çelengên welatê xwe bi hev re, li kêleka hev in. Hêmaya din jî meseleyeke seyda ye. Jixwe serpêhatîyên seyda gelek in û wî temenekî dirêj li pey xwe hişt. Ew temenê dirêj ku her gav bi têkoşerî herikiye, bêguman gelek tişt jî tê de hatine komkirin û tomarkirin.
Seyda çil û yek sal berê ji nava me koç kir û çû. Jêhatî bû û bi hişekî bixwebawer, bênavber xebitî. Geh êrîşî wî kirin geh pesna wî dan geh ket heps û zindanên dagirkeran, geh îşkence û sirgûnî lê qewimî. Lê qet neket ber bayê dagirkeran û teslîm nebû. Ger bawerî di dil û hiş de xwe bi keys kiribe, zanibe çi dike û armanca wî çi ye, ji xeynî wî her tişt gotinên vala û tewş in. Ev bawerî û armanc teqez azadîya welat û welatekî hevpar, adilane û bi wekhevî destnîşan dike. Seyda helbesta xwe kir armanca fikr û ramanên ku dixwest li ser welêt berbelav bibe û bi rêya hunera xwe wî da, xebitî, risteyên hêvîyê yeko yeko neqş kir. Lao Tzu dibêje, kesek ji xwe û karê xwe bawer be, nakeve ber bayê îkna û hewcedariyek jî nîne. Seyda çiqas ji xwe bawer be jî diket pey îknayê û hewcedariyek jî didî, çimkî ew ne serdestbû ku di cihê xwe de felsefeyê bikira an ji xwe re qadek konforî ava bikirina û li jor fermana belav bikirina. Ger tevgerek, îdeolojîyek an xebatkarê civakekê tiştê ku dixwaze pêkbîne dibe ji xwe bide destpêkirine. Nifşê Hawarê û seyda wiya heta canê mûyên xwe jiyan, ne tenê li jor axivin û fermana ferz kirin. Bo vî nifşê Hawarê mirasek û rêyek li ber me vekirin û em tê de bi serfirazî dimeşin. Rêya ku hat vekirin, hem ji hêla ziman de hem jî hêla poetîkayê de; ger em bi gotina Heidegger û têgeha wî bêjîn alethêia û têgeha Derrida diffêrance em dikarin bivin serî. Çimkî di nifşê Hawarê de bêdengî tê şikestin û di ser de helbesta gel tê nivîsandin, yanî di navbera hebûn û nebûn/têkçûnê de zelal in. hêza xwe ji rojane wergirtine. Seyda Cegerxwîn bi helbestên xwe viya wek alek hilgirtiye û pêşva biriye. Helbestên seyda bi gelek mînakan xwe destnîşankiriye ku û em bi viya qayîl dibin ku “hebûn” her tim çalakê û bi herekete. Aletheia îfadeya, vegotina ku hatiye veşartin derdixe meydane. Viya bi rêya helbestê dike. Serdema Hawarê têkçûna Kurdan hêma dikir, ne tenê hêma dikir rastiyek tûj bû. Seyda hest û hêviyên welatiyên xwe bi rêya helbestê derxist pêşberî me. Ev daxwaz an hêvî çi bûn? Serbestbûn, azadî û ax û welatek adilane. Helbesta seyda heqîqet bû, piştî du serîhildanên têkçûyî, Hawar wek li ser çiyayê Andokê ku piştî mij û dûmane tava ku rûyê xwe nîşan dide derket meydane. Zelal bû, vekirî bû û gel ji wan û hevokên wan fem dikir. Kêmasiya dinyayê li alîyek kêmasiya welat wek rojê li orteye. Helbesta seyda bi taybetî Hawar ji vê kêmasiye zayiya. Piralî û pêvajoyek xwe bi wext va girêdide û diçe serî. Hebûn piraliyê, ne stabîl e ne jî yek lîng e; bo wî di helbestên seyda de pirsgirêka ontolojîyê her tim li ber xwe bi hêza ji xwe re rê vedike. Bi serdevkî em zanin ku têgeha différance îşaret, metafor û sembolên ku çawa bi wateyê tên derpoçêndin û analîzên wan in. Seyda di helbestên xwe bêhtir kodên îsyanên welat û sosyalîzmê bingeha hebûna helbestên wî nin. Di vê de Aletheia û différance digihîjin hev. Tiştên ku hatine veşartine bi rêya sembol û metaforan xwe temam dike. Seyda Logosa-navend jî niqaşdike û bo navendek malî xwe amade dike. Navenda ku li hemberî wî şer dike û dixwaze ji orte rake bo cihê ku ew ê were valakirin, naze ew ê çi weyne cihê wî. Bêguman ev sosyalîzm e û welatek serbixwe ye. Seyda mixalefete nake –li jêr em ê bêhtir li ser biaxivin- bo wî “wate” bi sembolan vê xwe biguherîne jî di esase xwe ji domdanê bêhtir daîmî ye. Ev daîmî jî xelasiya welat e. Yên din tiştên ku li derdora ev nêrîne kom û bi cih bûnê bi vekirî yanî Aletheiayê tê ser dîke. Mekanên ku li di helbestan de em dixweynin jî delîla heqîqetê ye, heqîqet bi her alîva xwe di risteyan de daye pêş. Seyda helbesta heqîqete nivîsandiye û viya bi vekirî û sembolan jî daye xurt kirin. Di çarçoveya Aletheiayê de çaxê meriv xwe bide ber poetîkaya seyda bêguman; bi pirsayariya ontolojîyê ku çêngelê xwe avêtiye hebûnê, li vir dike nîqaş. Ev nîqaş ji me re dibê çi? Ev nîqaş ji me re zimane ku seyda afirandiye têkîliya hiyerarşîka ku ferza “ser û bin” dike ji orte radike. Çimkî hebûna ku di berheman de hatiye sazkirin dibê/ferz dike ku pişta xwe bide gel. Ev mihime çimkî Hawar hêza xwe ji polîtîkaya zimanê werdigire. Nifşê seyda û ê Hawarê tiştek kirin. Ew tiştek bi zelalî jî tê dîtin ku pirsariya ontolojîyê bi teşeyê saz bûbe, du tişt bi xwe tîne yek wate yên din teşeya wiye. Hawar hêla teşeyê de devji klasîkê ber neda, ev xitimandina wan a ewil bû, Kamiran Bedirxan di helbestên xwe ye “Roja Nû” û “Strana Kurdî” de viya daye ber şikestine, lê kurmê kevneşopiyê hê jî tê xwendin. Teşeya ku seyda bi kar anîye û wateya ku derketiye meydane çiqas li hev anî bejî bi pisgirêkek destpêkiriye, ew jî teşeya kevn e. Çimkî kirde ji nasnameyek notr nehatiye şixûlandin, her û her bi xwe re wate jî afirandiye. Stabîl nîne, dînamîke, bi denge xwe jî rîtmike. Ziman û polîtîkaya wê di esase xwe de doza “meydana şer” dike. Ev şer jî bi kevneşopiyê re ye. Lê şer bi hêla teşeyê de birîndar e û serbestbûna helbestê jî bi derengî xistiye. Gelo Hawar bi temamî bi teşeyek serbest û azad hemû helbestên xwe bi honandina ew ê helbesta me rojane di kîjan aste bûya?

Seyda bi helbestên xwe, bi helwest û hewldanên xwe, bi tevgirtina xwe gelek kesan acîs kiriye, ev jî ontolojiya ku bi rêya helbestan birêvabiriye serketina wî destnîşandike. Nivîs û riste bo seyda û nifşê wî ontolojîk bû, hebûne neqîşdikir. Nivîs bo hin kesan dibe wezifeya “dilgermî”, “dilgermkirine” be. Nivîs dibe bo hin kesan çepik û pezndayîn be, û rêya “meşhur” bûne be. Nivîs dibe ku bo hin kesan “kerhatiya” pişt mizdan be. Nivîs dibe bo hin kesan rola “kariyer”e be. Ew jî maf in, kê û kî dixwaze xwe dikare bike xizmeta armancek bi vî rengî. Ger nivîsek we û civakê acîs kiri be, çi rûmetek xas û şanaz e. Nivîs bo min acîskirine, ne kariyer ne meşhurbûn ne jî dilgerm kirine, rêya me rêya heqîqeteyê, çi tûj çi şêrîn. Nevîyên te bi qasî te vêga jêhatî nebin jî têra xwe hene û bênavber rêya te û nifşê te vekirî ye bi bawerî, di ronkahîya heqîqetê de bi gavên saxlem dimeşin. Îro Rojavayê Kurdistanê bo vê yekê mînakeke bêhempa ye. Kar û hêza me, feraseta me jî, ji bawerîya me tê; ev têr û bes e.
Wêrek û destgirtîyên welatê xwe. Nifşê Kovara Hawarê ye. Derîyê wêjeya klasîkê hêdî hêdî dihat girtin, rê û rêbazeke nû dihat honandin. Seyda Cegerxwîn jî yek ji wan pêşengan bû. Her riste bi hiş û dilgermî hat nivîsandin; jîya, dît û li ser fikirî. Yekser ne bêtehm bû, erê tûj bû û li jor diaxivî. Fermana îdeolojîyan, li gor rê û rêgeza îdeolojîye, kes tên afîrandin. Şert û mercên yek ji îdeolojîyê bêguman dîdaktîzma wê ye. Di helbestên seyda de ev dîdaktîzm her tim tê dîtin. Çimkî rewşa gel li meydanê aşkere ye û bi çi awayî be jî, divê yek wan bihêjîne, weyne ser xwe. Nifşê Hawarê jî li ser esasa dîdaktîzme berhemên xwe honandin û qet dev ji epîstemolojîya wê jî bernedan. Peyvên wekî “zanîn”, “xwendin”, “têgihîştin”, “fam”, “vegotin”, “qelem”, “yekbûn” li ser helbestên seyda roleke xurt leyîstiye. Di helbestên wî de “kes” tên sêwirandin. Rolek ji bo wan tê dîyarkirin, ev rola ku tê bicihkirin jî di “xwendinê” de derbas dibe. Destpêka sêwirandine bi xwendine ye. Ne propagandayeke ajîtasyonî ye. Di hin helbestan de ev yek tê ber me lê hêza wê kêm e. Çimkî seyda rola îqtîdarê dileyze û dixwaze. Ramanên wî ne li cem mixalafetê rêz bûye. Ew, welat û serxwebûnê hêvî dike ji ber wê jî, di helbestên xwe de mezinayî daye pêş. Belkî ji hêvîyê wedetir serxwebûn ava kiriye di helbestên xwe de. Seyda, li hemberî mêtingeran an dagirkerên welat, qet li jêr naaxive. Ji bo şoreşê her tim hazir û nazir bûye. Heta li gorî gotina wî an jî bi neqilkirina wî, ji bo ku li Bakur “şerê çekdarî” bide destpêkirin, ji Mela Mistefa alîkarîya çêkan dixwaze. Ev peyv jî nîşaneya cidîyeta wî ye; “lê xin”, “rabin”, “herin”, “pêşveçû” û hwd. Ev jî çalakbûna wî destnîşan dike. Belê seyda car caran kodên şoreşê an jî yên serîhildanê bi terzeke çawalêhato dimeşîne. Wek şoreşa Sovyetê bi zayîna zû û di piştre têkçûna wî an îsyanên ku li welat qewimîne û mixabin bi zayîna zû hemû hatine fetisandin. Helbestkarek ne wisa di halê xwe de ye, armanca wî ya li ser rûye erdê çi be, li ser wî esasî û dide ser şopa bawerbûna fikir û ramanên xwe. Ji bo ku bindestîya welêt û hemwelatîyên xwe bi dawî bike, di nav dîsîplînek de û li gorî wê yekê tevdigere. Dil û hişê wî li ser wekhevîyê ye, jîyaneke adilane, durist û paqij; li gorî seyda, rêya vê yekê jî di sosyalîzmê re derbas dibû. Bi rastî jî, welatekî bêsosyalîzm her tim di nav xetereyekê de, di bin kapîtalîzma wehşî de diperpite. Mînakên wê li ser rûye dinyayê gelek in. Wekhevî û hevkarîyeke adilane dermanê her tiştî ye û hemû bereketê jî tîne ber derî. Welatîyên seyda kedkar, gundî, cotkar in û li gor rewşa welat û welatîyan helbestên xwe dike armanc. Ji şêx û axayan, patronan, began û feodalan dûr, di bingeha xwe de li ser zanistîyê geşbûyî hêvî dikir û ji vê jî bawer bû. Va ye, tovên ku seyda û nifşên wî avêtine hêdî hêdî li Rojavaye Kurdistanê zîl didin û bi ber serkeftinê ve dimeşin. Herçî Başûr e, bîst û penç sal in di nav nîv azadîye dijî, lê mixabin tiştên ku li vir diqewime ji gelek tiştan dûr û bêpar in. Di bin feodalîteya malbatî de, ewrên ku oldarîyê hêma dikin, di paşverûtîyê de diperpitin. Lê hişê azad û jixwebawer li kû û di kîjan şert û mercên girantir de serî tewandiye? Xelayên seyda ew ê çar aliyê welat pêk were û jiyanek wekhev, adine, azad were jiyîn. Ew ên ku do li ber Seyda Cegerxwîn astengiyan derdixistin îro jî li welat û li seransera dinyayê, bi şirîkên xwe yê welat re bi rêya madî û fînansê dibêjin qey ew ê qadan bi dest bixin. Dibêjin, mirîşka birçî di xewna xwe de gilgilan dibîne, Hal û wezîyeta wan ev e. Qey Cegerxwîn têk çû, nifşên Hawarê têk çûn? Na, ji do bêhtir xurt in û li ser xwe ne. Ji bo wêjeya berxwedêran û bindestan şertê ewil xitabkirina hundire mala xwe ye. Teqlîta wêjeya serdestan nîne, seyda û nifşên wî rûyê xwe vegerandin nav mala xwe, xelasî li vir bû, destpêk di vir de veşartibû. Seyda çiqas li jor xeber dabe jî, wî nifşê gelê xwe yê berxwedêr, di helbestên xwe de honandiye. Exlaqê serdestan ruhê wan dagir nekiriye. Haya wan ji wan û ji miletê xwe baş hebûye; neynik li her derî hene, ger hûn bixwazin xwe bibînin û bixweynin, têr û bes e jî.
Bi temenekî dirêj seyda merheleyên gelek gîring dîtin û li pey xwe hiştin. Şoreşa Şêx Seîd bi çavê serê xwe dî. Îsyana ku bi rêveberîya Îhsan Nurî Paşa dihat domandin xulek bi xulek agahî jê re dihatin. Wek seyda di helbesta xwe ya bi navê “Agirî” de dibêje;
Agirî tev agir e, dûrî herin dijwar e ew;
Ne agirê îsal e, lê agirê sedsal e kevnar e.

Belê ev agir û Agirî hê jî bi hemû dilsozîya xwe û wêrekîya xwe didome. Agirek kevnar e û her ku diçe ew agir xwe nû dike û dikeve canê dijminên sondxwarî. Seyda Cegerxwîn û nifşên Hawarê afinerî û têkoşerî ji me re hiştin. Li ber wan şîveke amadekirî tunebû, ser taştêya wan tu tiştek tunebû. Rabûn şîva xwe hazir kirin, li çarşîye lazimatîyên xwe wergirtin û wan di mala xwe de taşteyek amade kir û hê jî em ji vê sifreya pîroz îstifade dikin. Xençera ku wan bi qelemê ve guhartibû ew xençer dîsa bi keç û xortên vî welatî re, car din, hat bilindkirin. Îro ew “gazinda xençerê” bûye derd û kulê dagirkeran. Cegerxwîn, ji ber xisûsîyetên dewra ku tê de jîyaye, bûye şahîdê gelek bûyerên civakî, exlaqî, aborî, sîyasî ku Şerê Cihanê yê Yekem, Şoreşa Oktobirê ya li Rûsyayê, serhildana Şêx Seîd, dagirkerîya Fransayê ya Sûrî, Şerê Cihanê yê Duyem, avabûn û hilweşîna Komara Kurdistanê li Îranê, Şoreşa 58’an li Iraqê jî bûyerên girîng in ku bi awayekî xurt tesîr li feraset û paşxaneya nivîsîna helbesta wî kirine û sînorên teorik ên helbesta wî dîyar kirine (Helbesta Cegerxwîn û İqtîdar/Mîkaîl Bilbil/W. Lîs r.32). Temayên ku Seyda Cgerxwîn derxistiye pêş xwegirtin li hemberî jîyanê ye. Hem hêvîya wan merheleyan derbas kirine hem jî tiştên ku hatiye serê wan û gelên wan, tomar kirine. Tabloyek li hemberî me heye bi xwîn û şideta ku bi deste serdestan hatiye xêzkirin û avakirin. Li hemberî wê, Seyda û rêhelavên xwe jî tabloyek honandiye; digel hemû zor û zilma rojaneyî, bênefes xêz kirine û îro em li ber wê tabloya bi ked û ferasetê nefesê digirin.
Helbestek an helbestkarek, bi min wateya wî, di serîhildanê de veşartî ye. Famkirina ji wî ji vir dest pê dike. Di risteyên xwe de û berhemên xwe de li hemberî kê serî hildaye û wê bi çi awayî anîye ser ziman. Do xeyal kir seyda, îro ew xeyalên ku di helbestan de dihat vegotin, tê pêkanîn. Bi vî alîyî ve, helbestkar dişibin hev. Wek rêhavelek, birayek mirov dikare bi nav bike. Çimkî helbestkarên serdemên xwe di potayekê de tên binavkirin. Çi civakî, anarşîk, romantîk, binerd û hwd. Cegerxwîn jî çaxa were nirxandin û helbestên wî bên şirovekirin ewilî serdema wî, şert û mercên wan rojan, polîtîkayên li ser rûye cîhanê dihat meşandin, sosyolojîya wê, aborî û bêguman ekolên ku di wan dewr û dewranê de bi bandor bûne, divê werin analîzkirin. Em ê nirxandina helbestên Cegerxwîn û jîyana ku li pey xwe hiştiye, li hemberî dagirkeran çawa xebitiye, li ser kîjan esasî meşîyaye, em ê bersivê di nav risteyên wî de lê bigerin. Di destpêkê de em dikarin bêjin ku seyda mixalefet li hemberî axayan û began kiriye. Seyda doza îqtîdare kiriye û wê bi alternatîfeke xwemalî dahênandiye, ava kiriye. Bi ruh û hişekî netewebûnî tevgerîyaye, ji ber wê jî, rasterast xelasî daye ber xwe û ber gelê xwe. Her çend vê tûjbûnê, gelek caran, serê wî kiribe beleyan jî, ji vê tawîz nedaye û li ser bawerîya xwe meşîyaye, em ê jî li hemberî “çete”yên roja me li ber xwe bidin û têqez serkeftine bi dest bixin. Tu carî negotiye kevçîyên min û kevçîyê min, bêhtir di helbestên xwe de ketiye pey doza kevçîye gel û xwestiye ew kevçî, bi ked û xebatê were afirandin. Li gor lêkoler Mîkaîl Bilbil, seyda ne Marksîstekî teorîk bûye, bêhtir bi pratîkî tevgerîyaye. Der heqê vê gotina xwe de jî gelek daneyan jî dide. Jixwe xwîner di helbestên wî de baş têdigihîje ku seyda her tim di qadê de ewqas bi hereket û bereket bûye ku helbestên xwe ji dil û bi fem kirina welatê xwe honandine. Seyda ne helbestkarek salonan bû, ne di qadên konforî de qelem dihejand. Li jor me dîyar kiribû em dîsa bêjîn: jîyaye, dîtîye, mil daye, dest daye dest, heta mûye canê xwe jî hîs kiriye. Rageşîya ku di helbestên wî de tê dîtin, delîl û îspata vê yekê ye. Huner ji bo hunerê nehatiye kirin û ji bo civak û gelê xwe hatiye avdan. Tabloya welat û welatîyên xwe bi risteyan xêz kiriye, hem di dîroka dûr de hem ji nêzik ve hem jî zemanê ku jîyaye bersivek dide berhemên wî. Bi çavek dinyaya ronî bi yên din re jî li şevan temaşe kiriye. Giranîya welat û rewşa wî li ser sînga wî geriyaye û ew di risteyên xwe de daye pêş. Belkî ew giranîya pîroz û bi êş û elem piçek be jî sivik bibe bi risteyan, bi xebatên civakî.
Dijmine nijadperestîye bû, ji dinyayê re kor û lal nîn bû, keder û qedera ku bi gelên din re dijîya pişta xwe lê nezivirandibû. Di dîwana xwe ya duyem “Sewra Azadî” de -sala 1954’an li Şama paytexta Sûrî hatiye çapkirin- Cegerxwîn di helbesta xwe ya navdar a bi navê “Heval Pol Robson” de, bi tundî cudakarîya regezî, ya li ser bingeha rengê laş û çermê mirovan red dike, şermezar dike û doza wekhevîyê di helbesta xwe tîne ser ziman:
Çi reşik çi spî belengaz bûn heval
Dikujin koledar xwedî gund xwedî mal
Qesra me bilind bexçe xweş û rind
Em tev de dilxweş li nav dimeşin
(…)
Çîya pir bilind dirêj gilover
Tîrêjên rojê xwe berdane ser
Dinya maye mişt ji jîn ji evîn
Çi reş çi spî tev bibin kirîv...
(…)
Nemînin sêwî birçî û tazî
Ne kuştin ne şer ne qîr ne gazî

Helbestên seyda ji hêla meseleyên welat de, hema hema di hemû helbestên wî de, wek stêrkek dibiriqe û wî ev yek bi şewazek hermetîk/hermeneutic, veşartî nebiriye serî. Aşkere ye awaza wî. Çi dixwaze wê bi estetîka zimane xwe pêk tîne. Kovara Hawarê, sere pêşîn ziman dixe navenda xwe û xebatên li ser zimanê Kurdî ya di kovarê de, di ser hemû xebatan re ye. “Celadet ziman wekî navgîna sereke ya heyînê û pê re ji nasînê dibine; ev nasîn û heyîn, heyîneke neteweyî ye ku rasterast û di ser zimên re amaje bi zanava neteweyî dike.” (Rengê Hebûnê, Dilawer Zeraq, Weşanên Lîs, r, 122) Ziman xwenasîn e û seyda xwe baş nas dike. Ew ê çawa şer bike, ji kû dest pê bike, dizane. Li ser ziman, bandora seyda gelek xurt e, qalibên di nav gel de berbelav in anîne qada helbestê û estetîka serîhildanê lê bar kiriye. Bi hêmayên xurt çûye ser armanca xwe, jinê her tim bi welat re anîye, girê daye; di nav temamîyekê de perçeyekî giring e û bêyî wî perçeyî jî her tişt kêm û kulek e. Seyda di helbestên xwe de nêr e. Hêmayên ku bi kar anîne, her û her bi axê ve hatiye giredan. Ax welat e, ax pişt e, ax afîrandin e, nan e, jîyan û bereket e, yanê jin e, heyat e, pêşeroj e. Ax û ziman di berheman de bûne bedenek. Ziman ji axê zaye ax ji ziman dîsa hatiye ser xwe. Ax û ziman dayik in û li gorî helbestkar her tişt ji vir zaye. Zimane seyda hêmayên folklorîk jî bar kiriye ser pişta xwe, zimanê rojane qîbleya wî ye. Hawar jî li ser vê armance dimeşîya û bi ser jî ketin. Cegerxwîn di helbestên xwe de pirek ava kiribû û nifşê Hawarê jî ev polîtîka dimeşand; pirek di nav gel û entelektuelbûna wan de xizmet dikir. Helbestên seyda bi civakbûna xwe meriv dikare Wêjeya Erebî de Mahmud Muhammed Taha binê ba hev. Her wiha, helbestkarê Îraqî Abdulvahhap el-Bayyatî jî. Hevşibîna wan, wêje ji bo wan qadeke têkoşîne bû. Hin rexneyên li ser seyda tê kirin, li ser dîdaktîbûna wî ya zêde ye û di helbestên wî de giranîya sloganan tê rexnekirin. Lê li gorî şert û mercên dewra wî û ji bo ku pira ku avakirina wê tê xwestin, bêguman dîdaktîkbûn ferz dikir. Rexneyek sivik e û tevgirtineke “sanayî” ye. Salên 1930’yî de, li Sovyetê, bi pêşengîya Maksîm Gorkî, Aleksandr Fadeyev û Nîkolay Ostrovskî de rêbaza, “rasteqînîya bi nêrîna şoreşî ve divê şewq bide” tê ser dike. Seyda jî bi her alî ve ew rêbaz anî cih û li ser helbestên xwe bi keys kir. Cegerxwîn ev teorî, li gorî serdema xwe, di berhemên xwe de adapte kir. Hebûna gel û zimane wî, bi qasî têkoşîna prolateryayê, tûj û elzem û giring in ji bo wî. Pablo Neruda qîrîna ku di madenên paxiran de bi ber esmanan ve belav dibû, bi lîrîzma xwe ya ferdî li ser rûye dinyayê belav dikir. Seyda jî, dengê cotkarên kurd ê di bin feodalîzmê û axayan de dikir qîrînî, bi awaza xwe yê xweser anî ser dikê. Dîsa di şanoya Bertolt Brecht de, çawa ku wî dîdaktîzm û estetîk anî ba hev, seyda jî estetîka şervanên kurd û tekoşîna wan bi lîrîzma xwe da tomarkirin. Em Mayakovskî ji bîr nekin; kelecanîya şoreşê û hêvîya ku di helbestên xwe de bir asta jor, seyda Cegerxwîn jî gundîyên welatê xwe re bû tercuman û hêvîyên wan li seranserê welat û cihanê gerand. Wek helbestkarên cihanê seyda jî hem hafizayê gelê xwe parast hem jî mohra xwe li ser wêjeya cîhane xist. Helbesta “Şam Şekir e Welat Şêrîntir e” em çend risteyên jê bixwînin:
Şepal û şeng û şox û naz û gewr î
Gelek şêrîn û rind û pir ciwan î
Serî taca Silaheddînê kurd î
Enî roje, di birca asîman î
Du birhên te kevanên Rustemê Zal
Du zilfên te ji tîrên qehremanî
Riwê te agirê Zerdeşt û Mezdik
Ji te hêstir şeraba Kamîranî
Du lêvên te kitêba Hacî Qadir
Zimanê te ji benda şêxê Xanî
Cegerxwîn heta helbestên xwe ya dawî ji teşeya klasîkê berneda. Meseleyên serdema wî êdî meseleyeke hevçerxa modern bû lê dengê klasîka edebîyatê qet qut nekir. Helbestkarên ku di Hawarê de helbest diweşandin ji klasîkê dûr neketin, bi hev re wek destbirakên modern û klasîkê meşandin. Cegerxwîn heşt dîwanên giranbiha li dû xwe hişt; wek helbestkarekî pêşeng û hişvekirî. Seyda di gelek helbestên xwe de derdên giran ku rê li pêşketin û serfirazîya gelê Kurd digirin destnîşan dikirin, rexneyên wî yên di cih de hebûn; wek nezanî, bêtifaqîya kurdan û bi taybetî derdê eşîrgirî û êlperestîyê dida ber guleyan. Di helbesteke xwe ya li ser derdê êlperestîyê de, Cegerxwîn aşkere dike ku êlperestî û eşîrparêzî tên wateya kevneperestîyê. Seyda di helbesta xwe de dozê li miletê xwe dike ku zû berê xwe bidin nûjenî û xwendinê, guh nedin kesên paşverû, nezan û eşîretgirîyê. Îro tiştê ku li Başûr em dibînin seyda pencî sal berê anîye ser ziman. Ne tenê li Başûr bi destê dewleta dagirker eşîrtî li Bakur jî dixwazin xurt bibe û gel bi rihetî bê kontrolkirin. Ew ên ku demokrasîyê, azadîyê û pêşveçûnê û welatek hevgirtî diparêzin, ji hal û rewşa welat re kor û lal bûne:
Va ye em bûne milet
Naxwazin êlperestî
Divêm her yek nekêşe
Ji bo xwe ew serîkî
Ji dijmin re tu rencber,
Şîyar bibe xwelîser,
Tu karker î li her der,
Ji kê re wer xerîk î?
Di dîwana wî ya yekem a bi navê “Agir û Pirûsk” de, helbesteke seyda Cegerxwîn a bi navê “Serxwebûn” heye. Serxwebûna Kurdistanê hêja ye û dawî li demên tarî tîne. Seyda her wiha tîne ziman ku divê Kurd ji xewa giran a bindestîyê şîyar bibin û xwe bi pêş bixin û bidin ser rêya serxwebûna welat:

Kurdino, merdino pir xweş e serxwebûn
Ew demên tar û teng ko me dîn vane çûn
Roj li me hate der zû şîyar bin ji xew
Ev dema ceng û şer paşketin êdî hew
Min divên ol û bext, min divê pêşveçûn
Min divên tac û text min divê serxwebûn

Pêşgotina yekem dîwana Cegerxwîn, “Agir û Pirûsk” Mîr Celadet Bedirxan nivîsandiye. Celadet di pêşgotina xwe de wiha dibêje: Cegerxwîn wextê ko dev ji melatîya gundan berda bergehê xwe jî guhart. Cib û şaş avêtin, riha xwe ya dirêj û çar kenar ediland û dawîyê kete qelefata xortên vî zemanî. Wextê Cegerxwîn ev inqilabên ha çêdikirin, di nav miletê wî de jî bi destên çend bijartan inqilabine mezin çêdibûn. Seyda jî şûrê xwe ji kalên kişandibû û şerê neyarê hundir dikir. Hê jî şerê neyarên hundir bi dawî nebûye. Do Cegerxwîn bû îro Abdullah Peşêw û Rojen Barnas di qada helbestê de vê dimeşînin. Her helbestkar jî bi civakbûna seyda re girêdayî ne û mîrateya ku hiştiye, yek di destê Barnas de yên din jî di destê Peşêw de ye. Xurtbûna seyda ji qelema Celadet tê aşkerekirin. Pêşgotina dîwana Cegerxwîn a duyem a bi navê “Sewra Azadî”, ji alîyê Osman Sebrî ve hatiye nivîsandin. Sebrî di wê pêşgotina xwe de dibêje: Cegerxwîn derdê miletê xwe baş nasîye û di kurdîtîya xwe de rast û dirust e. Ewçend rast û dirust ku, di rîya welat û welatîyên xwe de sînga xwe ji zîvarî û belengazîyê re vekirîye. Heye ku ev dîwan di çapxaneyên Kurdistanê de bête çapkirin. Ma kî dizane ku pêşende di himbêza xwe ya nedîyar de ji bo gelê Kurd çi vedişêre. Welatparêzîya seyda Cegerxwîn, bi gotinên seyda Sebrî piştrast dibe ku ne tenê hunera xwe kiriye xizmeta gelê xwe, bi her awayî hemû jîyana xwe kiriye xizmeta gelê xwe û heta hucreyên xwe bênavber li ber xwe daye.

Heta aniha edebîyata Cegerxwîn’î kîngê ji hêla edebîyetavanên kurd ve hatibe nirxandin; ji poetîka wî ya çep-îdeolojîk gazin hatine kirin, bi rexneyên neyînî hatiye tawanbarkirin. Ku wiha be, yanî heger nivîsandina îdeolojîk qelsbûnek be klasîstên Kurd Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî jî tevde qels in; lewra wan jî îdeolojîk nivîsandiye, afirandiye û îdeolojîk in. (Renas Jîyan, Wêjeya Kurmancî, Weşanên Belkî, r, 177) Wek Rênas Jîyan jî dîyar kiriye û me li jor got; êrîşên ku li ser seyda hatine kirin, li ser sekna wî û nêrîna wî ya li hemberî jîyanê ye. Rexnekeran ji berhemên wî bêhtir li ser îdeolojîya wî ya mîrovahî û wekhevîyê sekinîne û ew ji xwe re kirine armanca û êrîşkirinê. Lê em baş dizanin ku seknek û nêrîneke bêfikir û raman a li hemberî jîyanê, ne mayende ye. Ji pûçbûne û têkçûne wêdetir tu tiştek jî hêma nake û nade berdest. Seyda yek ji wan e ku hem destpêka wêjeya nûjên honandiye hem jî wê bi hemû feraseta xwe daye qebûlkirin. Ev jî îspata ruhê şoreşgerîya wî ye. Rênas Jîyan wisa berdewam dike; “Ev dîyarde ne rast e; vegotina çep-îdeolojîk û çînî(klasî)-ku di çarçoveya civakparêz-rasteqîner de ye-berovajî van rexneyên neyînî û neheq, çavkanîya orîjînalîtê û modernîteya Cegerxwîn’î bi xwe ye; helwest û refleksa wî ya rûxandina statukoyê jî ji vê çavkanîyê ye, yan na wî yê jî wek yên berî xwe konformîzm biparasta û ev konformîzm wê bibûya sedema kuştina helbesta wî, ango wê tema, têgeh, jîyîn, û sîstemeke kevn biparasta ku ev kevneperestî her tim bûye sedema xeniqandina civak û wêjeya kurdî.” Cegerxwîn destê xwe ji qalibên kevn dûr nexistin. Li ser wî îsrar kir, ruhê ku bi şoreşî û nûjenîyê rabûye û dinyayek modern parastiye çima di berhemên xwe de dev ji teknîka kevn û berê bernedaye? Bersiva vê pirsê, mixabin li cem min nîn e û lêkolîna ku li ser seyda hatine kirin bersiva pirse nehatiye dayîn. Lê mirov dikare vê yekê bi vî awayî berfireh bêje û texmîn bike: Seyda li ser meseleyên welat bi hûrgilî disekinî loma teknîk ji bo wî ewqas ne mihîm bû, armanc hişyarkirina gel bû, yanê naverok bes û têr bû jê re. Ger seyda li ser rêzika serbest helbesta xwe rakirina piştî nifşên ku bihatina ew ê ji qalibên kevn dûr biketana. Bêguman wê di asteke din de li ser helbesta me bihata axaftin; û derengketina me jî bêguman ji kurmê pêşîyan tê. Lê nifşên piştî Hawarê hatin jî qalibên kevn bernedan. Ev paradokseke nifşên Hawarê ye; hem tu ji binî ve guhertineke radîkal bikî û bi serdema xwe vê bimeşînî hem jî teknîka kevn bi kar bînî. Çênabe ku mirov hem dînamik hem jî muhafizeker be lê helbesta me ev yek jî bir serî. Li gor Rênas Jîyan, “Ev paradoks ji kêmanîya entelektuelîya wan hatiye.” Seyda aktorek pir alî bû, tiştên ku ji civakê kêm bûn bi taybetî bi nifşên xwe re her tiştî dan ser pişta xwe. Ji konformîzmê dûr, di qada nivîs û xebatên xwe de çi ji destên wan hat ji minemin û gazînan dûr, wek şoreşgerên çi çekî çi nivîskî xebitin. Ti derfetên wan nînbû lê bi kaşo kaşo bejî mirasek xurt ji gelên xwe hiştin ê ew mîras hişek netewperwerî û azadîxwazî danîn û çûn. Di coxrafîyek wisa dijwar de ne tenê deste xwe kirin qula mar bedena xwe kirin. Evîn û felsefeya evîne welat bû ji xeynî wî her tişt kêm û bêtehm dima li ba wan. Şert û mercên welat ev bû, ew jî li gor derfetên roja xwe hunera xwe dan xeberdane. Dînamîka wan netewbûyî, niştimanperwerî, hişyarkirina gel û di dawîya dawîn de jî serxwebûna Kurdistanek bû. Bo wan ne çarperçeyek welat hebû, yek bû ji bilî wî hert tişt derew bû. Tiştek balkêş e, belkî tiştek rastîya herî tûj e, ew jî di helbestên seyda de her tim peyva ‘xwendin’ em dixweynin. Taswira hal û wextên ew rojan bi peyva xwendin hatîye ser ziman.
Poetîka Cegerxwîn bi niştamanperwerîyê rabûye. Di helbestên wî de tiştê ku xwîner bi dest dixe bêguman sewdaya wî ya li ser welêt û serxwebûna wî ye. Rasterast meşîyaye, li ser bawerbûn û îdeolojîya xwe tawîz nedaye, li hemberî hemû otorîteyan –ji xeynî îdeolojîya ku diparast- rexnegir bû û bi wêrekî tevdigerîya. Dijberîya arîstokratan, burjûvazî, teokrasî û feodalîteya ku xwîna kurdan dimijîya, şerek bêhempa li dijî wan kir. Seyda di helbestên xwe de vekirî bû. Ev jî peyam dide helbestnivîsan û mirov dikare vê peyamê wisa deşîfre bike; “Hûn jî dikarin” binivîsin, çiqas di nav çavçevoyek de hatibe sekinandin jî goşebendê wî tûj nîn in. Bi hêsanî zehmetî tê bi dest xistine. Ji berhemên seyda yekî xwenda jî feyz û tehm digire yekî cotkar û gundî jî. Bi helbestên wî ruhê niştimaperwerîyê geş dibe. Tovên nûjenîyê û modernbûnê bi her helbestê hatine avêtin, bi her helbest, nivîs û çîrokên xwe derîyên nû çêkirine. Lê her tim dibêjim; ew ê nifşek bê û ew ê helbesta Kurdî li ser cihanê belav bike û layîqîya xwe bibîne. Ew ê nifşek bê û ji serî heta binî bi hişekî Kurdî be û ew ê her tişt serûbinê hev bike û wê her tiştî ji nû ve binivîse. Vêga tiştên ku em di qada nivîsê de dikin, li hemberî têkçûnê stargehek e û xwejibîrnekirin e. [1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 0 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 10
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 26-10-2025 (0 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: هەڵبەست
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 09-12-2025 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 14-12-2025 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 14-12-2025 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 0 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.062 چرکە!