$Piştî Tevgera #Şêx Seîd# Koçberiya bi Darê Zorê û Polîtîkaya Sirgûnê (1925-1929)$
Di wêneyê de ji çepê ber bi rastê ve: Rasim Beg, Hurşîd Beg, Fehmî Begê Lice, Şêx Elî Riza Efendi kurê Şêx Seîd Efendî (rûniştî), Tevfik Beg û Îhsan Nûrî Paşa.
evî kafirê hanê îsalî çend salê me tamam bû
destê xwe ve dike dîrega dînê Mihemed dihejîne
giregirê Kurdistanê ê ku girtin ê ku kuştin
ê ku îxdam kirin, ê ku sirgûn kirin
îsal terş û talanê wan êvêtin şehra
didane ber mezatê hayê hayê
(Dengbêj Huseyno)
=KTML_Bold=Destpêk=KTML_End=
Piştî tevgera Şêx Seîd a 1925ê, Komara Tirkiyeyê, wekî beşek ji Plana Îslahê ya Şarqê, polîtîkayên sirgûnkirin û koçberkirina bi zorê li dijî Kurdan pêk anî. Di heman demê de, ev polîtîkayên cezakirin û sirgûnkirinê bûne sedema ku gelek kesên ku beşdarî tevgerê bûbûn an jî bi piştgiriya wê hatibûne sucdarkirin, neçar bimînin ku koçî Îranê, Iraqê û Sûriyeyê bikin. Bi van polîtîkayên sirgûnkirinê û koçberiyên bi zorê, dewletê armanc kir ku bi belavkirina wan li gorî erdnîgariyê potansiyela berxwedanê ya Kurdan bişkîne, civaka kurdî parçe bike, têkiliyên civakî, hesta aîdiyetê û bîranînan qels bike û bi vê awayê asîmîlasyonê pêk bîne. Lêbelê, bi awayekî îronîk, hewldana dewletê ya ji bo jêbirina bîranînê, bi saya çîrokên sirgûniyê yên ku di bîranînên malbatî de ji nifşekî derbasî nifşekî din dibin, bûye sedem ku tevgera Şêx Seîd di bîra kolektîf a Kurdan de zindî bimîne. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=667287&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=انقر لقراءة Piştî Tevgera Şêx Seîd Koçberiya bi Darê Zorê û Polîtîkaya Sirgûnê (1925-1929)=KTML_Link_External_End=