=KTML_Bold=‘Çanda azad bi perwerdeyeke azad tê meşandin’=KTML_End=
Ayşa Silêman/ Dêrik
Hevseroka Peymangiha Bilind a Hunerê Menal Mihemed Emîn diyar kir ku ev peymangeh ji bo vejînkirina çanda Kurdewarî bi rengekî ekademîke, ji ber ku çanda azad bi perwerdeyeke azad tê meşandin.
Peymangiha Bilind a Hunerê di #17-10-2024# ’an de li bajarê Dêrikê hat vekirin, îsal 54 xwendekar di peymaqngehê de dixwînin. Her wiha di peymangehê de sê beş hene beşê şano 13 xwendekarin, beşê mozîkê 22 xwendekar û beşê sînema 19 xwendekarin.
Di derbarê bidawîbûna sala xwendinê li Peymangeha Bilind a Hunerê Hevseroka Peymangiha Bilind a Hunerê Menal Mihemed Emîn ji Rojnameya me re axivî.
=KTML_Bold=Bidwabûna sala xwendinê=KTML_End=
Menal Mihemed Emîn da zanîn ku sala yekem ji xwendina Peymangeha Bilind a Hunerê ber bi dawî ve diçe û xwendekar ezmûnên xwe pêşkêş dikin û wiha got: ” Heta astekî ev sal serkeftî derbas bû, lê hewildanên me hene ji bo salên pêşiya me ku deha zêdetir serkeftî bê û gavên baştir werin avêtin. Perwerdeya ku di peymangehê de tê dayîn bi rengekî akademîk, armaca ku em ji bo wê kar dikin ew e ku xwendekarên me yên ku xwedî xwestek û hêvî di milê hunerê de ku bi rengekî ekademîk perwerdeyê bibînin. Di ezmûnên werzê duyem de asteke baş tê diyar kirin ku bi rastî jî gelek kêmayî hebûn û hatin derbas kirin. Di heman demê de ezmûn jî bi rengekî ekademîk tên meşandin, di milê bernameya ezmûnê de me xwest em hevsengiyê pêkbînin û ezmûnek tewrî û yek piratîkî da ku giranî li ser xwendekaran çênebe û bikaribin serkeftî ezmûnên xwe derbas bikin. Ji bo sala xwendinê ya nû ku em amadekariyan dikin ku du beşên nû vekin, ew jî beşê wênesazî û govendê haziriyê wan tên kirin wek cih, alavên pêwîst jî tên peyda kirin û mamosteyan jî hazir dikin.”
=KTML_Bold=Xwendekar hêviya me ya pêşerojê ne=KTML_End=
Menal Mihemed Emîn axaftinên xwe berdewam kir û wiha got: “Em ber bi dawiya salê ve diçin wek salek destpêkê bi derfetên kêm gavên gelek mezin hatin avêtin bi taybet peymangehek bi vî rengî li ser axa Rojavayê Kurdistanê ku mirov dixwaze perwerdeyeke çandî bi rengekî akademîk bidê meşandin, helbet wê kêmasî û zehmetiyên wê jî hebin. Di destpêkê de henek kêmasî di milê metiryalan û kêmbûna mamosteyan de hebûn, lê bi demê re ev yek hat derbas kirin, di heman demê de komîte hat hazir kirin ji bo minhacê sê salên xwendinê. Tevî ku tecrûbeya yekemîn bû ji bo vejînkirina çanda kurdewarî bi rengê ekademîk, ji ber ku em tekez dikin ku çanda azad bi perwerdeyeke azad tê meşandin em hewildidin wê hevsengiyê çêbikin di milê perwede, zanist û hunerê ku hev temam bikin. Da ku xwendekarên ji peymangehê derbiçin ser çandek azad û peradîgmeke azad ku pêşerojê bi rêvebibin. Ji ber ku ew hêviya me ya pêşerojê ne ku bikaribin vê çanda ku welat xwe li ser didin ava kirin bi rêve bibin. Perwerdeya me ne tenê perwerdeyeke pisporiye, lê belê perwerdeyeke çandî, exlaqî û insanî ye ku bi rastî jî xwendekarên me di her awayî de temam be.”
=KTML_Bold=Bernameya ji bo sala bê=KTML_End=
Hevseroka Peymangiha Bilind a Hunerê Menal Mihemed Emîn axaftinên xwe bidawî kir û wiha got: “Piştî qedandina werzê duyem di navbera havînî de bernameya me heye him di milê qeydkirina xwendekarên nû ji bo sala xwendinê, em ê heftiyekî şêwazê hevdîtinê ji xwendekaran re bidin nasîn da ku dema têsta hevdîtinê çêbibe hazir bin û him jî ji bo xwendekarên me yên ku wê derbasî sala duyem wek dibistana havînî wê were çêkirin ku mamoste ji derve jî tevlî bibin da ku perwerdeyê bidin xwendekarên me. Ji bona ku kêmasiyên ku îsal bi me re derketin sala bê dernekevin. Hêviyên me gelek mezin in û em tucarî bê hêvî najîn di milê çêkirin û sererastkirina perwerdeyê de her li pêşin, bi taybet dema em derbasî nav xwendekaran dibin coş û xwesteka li cem wan hîn bêtir hêviyên me mezintir dike. Daxwza me ew e ku her kes were serlêdana peymangeha hunerê bike û perwerdeya ku tê dayîn bibîne ku bi çi rengî ye û li ser çi esasî xwendekar tên perwerde kirin. Her kes zanibe ku bi rengekî ekademîk çanda kurdewarî tê vejîn kirin, bi rengekî ku em hewil didin tecrûbeya cîhanê hemûyî nasbikin û li gor paradîgma xwe li peymangehê pêk bînin, perwereya netewa demokratîk ji bo hişmendiyeke azad, mirovek azad û pêşerojeke azad em dixwazin her kes vê nas bikin û hemû bi hev re destekê bidin hev da ku em çanda xwe ji cîhanê re bidin naskirin û biparêzin.” [1]