Nav û Paşnav: Azad Çagala
Nasnav: Serxwebûn Demhat
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik – Bav: Vahîde – Faruk
Cih û Dîroka Şehadetê: #29-08-2020# / Xakurkê
SERXWEBÛN DEMHAT
Hevrêyê me Serxwebûn li bajarê qedîm ê Kurd Geverê ku bi welatparêzî û berxwedêriya xwe cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt, di nava malbatek welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me yê ku bi exlaq û zanebûna welatparêziya kûr mezin bû, di temenekî zû de li hemberî Partiya me PKK’ê sempatî hîs kir. Hevrêyê me li derdoreke welê mezin bû ku her roj dijmin êrîş dike û zext û êşkenceyê li hemberî gelê me pêk tîne. Di temenekî zû de bû şahidê rastiya dijmin. Li dibistanên ku navenda polîtîkayên asîmîlasyonê ne, ji ber zihniyeta yekperest a dijmin zimanê wî yê dayikê Kurdî qedexe bû, ev yek bû sedem ku hevrêyê me bikeve nava nakokiyên kûr. Ji bo alîkariyê bide malbata xwe, di karên cuda de xebitî. Hevrêyê me armanc kir ku bi xwe li ser lingê xwe bisekine û alîkariyê bide her kesê derdora xwe. Ji ber vê taybetmendiya xwe ji aliyê derdora xwe ve hate hezkirin. Hevrêyê me di nava civakek polîtîk a mîna Geverê de salên xwe yên ciwantiyê derbas kir, li hemberî bûyerên civakî bû xwedî refleks. Hevrêyê me hingî ku temenê wî mezin bû polîtîkayên qirêj ên dijmin ên ku li Kurdistanê pêk dianî, baştir fêm kir. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin zêde kir. Li dijî polîtîkayên zext, êşkence û çewisandinê yên dijmin weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet ket nava lêpirsînên kûr. Ji çalakiyên Tevgera me yên di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de bandor bû û lêgerînên xwe kûr kir. Ji şehadeta hevrêyên me yên ku pêşengî ji van çalakiyan re kir, pir bandor bû. Bi taybetî hêzeke mezin ji lehengiyên di şerê li Botanê de girt. Di pêvajoyeke welê de ku dewleta Tirk windahiyên mezin dan û gerîla bi operasyonên şoreşgerî çalakiyên dîrokî pêk anî, ket nava lêgerîna tevlîbûnê.
Hevrêyê me di sala 2013’an de biryar da ku tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bibe, di vê pêvajoyê de dît ku rêya herî baş a tolhildana Sara, Fîdan û Leyla yên li Parîsê hatin qetilkirin, tevlîbûna nava refên gerîla ye. Li ser vî bingehî hevrêyê me yê ku tevlî gerîla bû û li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî perwerdeyên gerîla bû, bi dîrayeteke mezin pêşketin nîşan da. Ji kêliya destpêkê ya tevlî nava refên azadiyê bû û vir ve ji hevrêtiya gerîla û jiyana wan a kolektîf bandor bû, sîstema modernîteya kapîtalîst hîn kûrtir lêpirsîn kir û hewl da pêşketinên xurt pêk bîne. Ji sekna gerîlayan a bi exlaqê PKK’ê re bûye yek, moralek mezin girt û ji perwerdeyan dersên mezin derxist. Bi dersên îdeolojîk û leşkerî di her warî de guhertin raber kir û bû milîtanekî ji hemû wezîfeyan re amade. Piştî ku bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand, di nava xebatên Partiyê yên li herêma Xakurkê de cih girt. Bi sekna xwe ya gihiştî ya di jiyanê de û bi tevlîbûna xwe ya bi moral hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me kêliyekê jî nesekinî û hewl da her xebatê pêk bîne, xwe ji bo wezîfeyên herî zehmet pêşniyar kir. Hevrêyê me di nava demek kurt de hem têkildarî hakimiyeta li ser araziyê hem jî jiyana gerîla, tecrube qezenc kir. Demekê di nava xebatên kurye de cih girt. Hevrêyên xwe bi rengekî saxlem gihand cihê wan û wezîfeyên xwe bi layiqî bi cih anî. Di xebatên binesaziyê de kedek mezin da, xwest ji her pêdiviya hevrêyên xwe re bibe bersiv û xwedî dilsoziyeke xurt a hevrêtiyê bû. Hevrêyê me Serxwebûn weke milîtanekî fedayî yê Apoyî her wezîfeya xwe bi ciddiyet bi cih anî. Girîngiya pêvajoya amadekariya şer dizanî û di her xebatê de fedakarî û kedek bêhempa nîşan da. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe ya bi moral a ji jiyanê re her kêliya xwe ji bo xizmeta hevrêyên xwe bike derbas kir û bû şoreşgerekî bêhempa.
Hevrêyê me Serxwebûn 29’ê Tebaxa 2020’an dema li ser wezîfeya xwe şehîd bû. Mîrateyeke têkoşînê ya bêhempa li pey xwe hişt. Bi bawerî û dilsoziya xwe ya bi nirxên Partiyê, kesayeta xwe ya kedkar û hevrêtiya xwe ya xurt di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna ku hevrêyê me Serxwebûn dewrî me kiriye, di şexsê wî de teqez bi serketinê tacîdar bikin da ku bibin layiqê hemû şehîdên xwe. [1]