Nav û paşnav: Fehîd Ebdil Muhsin
Nasnav: Ezîz Ereb
Cihê jidayikbûnê: Raqqa
Navê dayik - bav: Sebah – Ebdil Muhsin
Dîrok û cihê şehadetê: #18-09-2024# / Herêmên Parastinê yên Medyayê
EZÎZ EREB
Hevrê Ezîz li bajarê ku di dîrokê de ji gelek şaristaniyan re malovaniyê kiriye, li Reqayê di nava malbateke bi eslê xwe Ereb e ji dayik bû. Ji ber ku li Reqaya ku gelek bawerî û gel lê bi hev re lê dijîn ji dayik bû û li wir mezin bû, kesayetiyek ku rêz li hemû gelan û mafên wan digire pê re derket holê. Hevrê Ezîz şeş salan xwend û ji nêz ve zîhniyeta tekparêzî ya rejîma Baasê re rû bi rû ma. Wî qet bi çavekî cudakarî li gelên din ên ku ew bi wan re dijiyan nenêrî. Piştî ku DAÎŞ'ê di sala 2014'an de Reqqa dagir kir, hevrêyê me neçar ma ku di bin kontrola van çeteyan de bijî û zû rûyê wan ê rastîn nas kir. Dema fêm kir ku ew Îslamê temsîl nakin, li hemberî hemû kiryarên wan ên dermirovî pir hêrs bû. Ji ber vê yekê, ew her gav li bendê bû ku hêzek were wan ji destê van çeteyan rizgar bike. Hevrê Ezîz ji Rojava heya herêmên cûda yên Sûriyeyê li dijî çeteyan têkoşînek bênavber meşand û bi kêfxweşiyek mezin şahidiya operasyona ku ji hêla hêzên azadiya Rojava ve ji bo paqijkirina Reqayê ji çeteyên dagirker hatî destpêkirin, kir û di jiyana xwe de guhertinên girîng jiya. Bi taybetî jî hêzên azadiyê hemû gel û baweriyan li ser bingeha wekehvî û azadiyê de anî gel hev, hem bîranînên zarokatiya heval Ezîz vejandin û hem jî hêviyên wî ji bo pêşeroja ku ew xeyal dikir, ji nû ve geş bûn. Piştî vê serdemê, lêgerîna hevrêyê me ya ji bo jiyaneke azad zêde bû bi taybetî jî xwest ku rastiya Rêber Apo yê ku ji hezaran şervanan û bi mîlyonan kesan re bûye çavkaniya îlhamê bêhtir nas bike. Ji bo vê armancê, wî pêşî ji şoreşgerên Apoyî yên ku pê re hevdîtin kir li ser Rêber Apo pirsî. Hevrêyê me bi agahiyên ku li ser bîrdozî, felsefe û jiyana Rêbertiyê bi dest xistibû pir bandor bû, biryar da ku tevlî têkoşîna azadiyê ya ku derfeta jiyana azad pêşkêşî wî dike bibe û bibe şagirtê Rêbee Apo. Heval Ezîz li ser vê bingehê tevlî hêzên azadiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û bi saya perwerdehiya ku li wir wergirt bû şervanekî jêhatî. Hevrêyê me Ezîz şoreşgerên Apoyî yên di vê pêvajoyê de nas kir, sekin û têkiliyên hevrêtiyê bandor li swr wî kir. Hevrê Ezîz hewl da ku di xwe de nasnameyek Apoyî çêbike. Bi baweriya ku ev yek dikare herî baş li çiyayên Kurdistanê were bidestxistin, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.
Hevrê Ezîz ê ku qet li herêmeke çiyayî nejiyabû, bû heyranê çiyayên Kurdistanê yên bi heybet. Van çiyayan ji xwe re wekî çavkaniya jiyanê û têkoşîna ji bo azadiya gelê nirxand. Hevrêyê me destpêkê di jiyana çiyayî de zehmetî kişand; bi beşdariya xwe ya dilxwaz, îradeya xwe ya xurt û motîvasyona ku dixwest pêşerojek azad bijî, hemû zehmetiyan derbas kir. Bi dersên îdeolojîk ên ku di perwerdehiya şervanên nû de wergirt, dest bi famkirim felsefeya azadiyê ya Rêber Apo kir û bawer kir ku mirovahî tenê bi vê felsefeyê dikare jiyaneke azad bi dest bixe. Dizanebûna ku têkoşîna çalak a kesên ku vê felsefeya azadiyê dipejirînin pêkan e. Ji ber vê yekê, wekî milîtanek û hevrêyekî hewcedariya afirandina rêgez û pîvanên Apoyî di xwe de dît. Bi fedakarî û xebata xwe ya bêhempa, rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Fedakarî, xebat û durustiya wî ew kir milîtanek mînak. Her çiqasî hin tecrûbeya wî ya leşkerî hebû jî, dixwest ku xwe di hunera şerê gerîla de bêtir pêş bixe. Ji bo vê armancê, eleqeyek mezin nîşanî hemû qursan da û hewl da ku zanîna xwe zêdetir bike. Hevrêyê me dixwest bi taybetî di taktîkên gerîla yên ji nû ve hatine avakirin de pispor bibe û bi dilxwaziya xwe ya ji bo vê yekê dihat naskirin. Hevrê Ezîz tecrûbeyên xwe bi hevrêyê xwe re jî parve kir, di vî warî de erkên xwe yên hevrêtiyê bê kêmanî bi cih anî.
Hevrêyê me piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî temam kir, bi israr xwest ku biçe qadên ku şer lê dijwar bûye. Bi saya israra xwe, barê hevalên xwe sivik kir. Di demek nêz de fêm kir ku dewleta Tirk dijminê hevpar ê hemû gelan e û dizanîbû ku dewleta Tirk piştgirê herî mezin ê çeteyên DAÎŞ'a ku bi salan e zilm li wan kiriye. Ji ber vê yekê, pir dixwest ku li hemberî dagirkerên ku êrîşî qadên jiyana wan a azad dikin, şer bike. Hevrê Ezîz bi saya sekna xwe ya di jiyanê de, jêhatîbûna xwe ya leşkerî û kesayetiya xwe ya pêbawer, hevrêyên xwe îqna kir ku biçe qadên ku şer lê dijwar bûye. Li vir beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, di berfirehkirina berxwedanê de roleke çalak lîst. Bi wêrekî û fedakariya xwe re hurmeta hemû hevalên xwe qezenc kir. Xeta fedaîtî ya hemû hevrêyên ku bi hev re têdikoşin bandorek kûr li ser çêkir û hewl da vê xetê di xwe de ava bike. Hevrêyê me ji bo vê jî hewldaneke durustî meşand, di vê hewldana xwe de bi ser ket û bû milîtanek fedaî.[1]