Li ser pirtûka Antolojiya #Helbest# a Nûjen a Rojava
Bi vê xeleka xwe ya danasîn em ê berê xeleka xwe bidin pirtûkeke helbestan û naveroka wê bi we bidin naskirin. Pirtûka antolojiya helbesta nûjen a rojava'' nivîskar û helbesvanê kurd cano şakir amade kiriye û di sala 2020'an de ji nav weşanên AR hatiye çapkirin û weşandin û ji 718 rûpelan pêk tê.
Helbestvan û Nivîskarê kurd Cano Şakir, di 24-12-1974 'an de li Gundê Til xatûnê a girêdayî bajarê Tirbespiyê ya ser bi bajarê Qamişlo ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye dunyayê. Xwendina xwe ya seretayî li gund temam dike û xwendina xwe ya navendî li bajarê Tirbespiyê bi dawî dike.
Di despêka salên 1990'î de, berê xwe dide bajarê Şamê, li wir çend hevalan nas dike û xebatên wî yên ji bo Mûzîk û Şanoyê bi rêve diçin, heta salên 1997'an hêdî berê xwe dide koçberiyê û li Almaniya bi cî dibe.
Nivîsên wî di kovar, rojname wek polîtîka Azad, Yeni Özgür politik, malper û quncikên enternêtê de hatine weşandin. Cano Şakir hîna di salên xwe yên dibistanê de têkiliya wî bi helbestê re çêdibe.
Di sala 1989'an helbesta yekem bi navê ''Ez kurdim Ez Kurdim'' nivîsandiye, Ji wê çaxê heta niha ew bi helbest, çîrok, gotar û hin nivîsên din re mijûl e. Ji Havîna 2018'an ve, di Çira Tv de, Bernameya Pencereya Wêjeyê pêşkêş û amade dike.
Berî vê pirtûkê bi navê Helbestname'', ''Rojava'', û ''Rawestgeha Bendemanê'' jî sê pirûkên wî yên helbestan ji nav weşanên AR derketibûn her wiha Cano Şakir bixwe nêz deh pirtûk nivîsandine û weşandine.
Ev pirtûka ''Antolojiya helbesta Nûjen a Rojava'' wekî ku ji serenavê xwe ve jî diyar e, ev pirtûk ji helbestên 96 helbestvanên Rojvayê Kurdistanê pêk tê. Û agahî û danasîna li ser jiyana wan helbestvanan jî hene. Cano Şakir di destpêka vê pirtûka xwe de şîrove danasînek li ser helbestê nivîsadniye. Her wiha wî ne tenê bal kişandiye ser helbesta nûjen a Rojava, wî bi çavekî din bala xwe daye li ser çend şîrove û xebatên ku li ser antolojiyên helbestên Spanî, Erebî, Frensî, Almanî, Rûsî, Tirkî û Farisî jî. Bi ya wî ger xebatên lêkolînî li ser helbest û helbestkariyê neyên kirin, wê aliyekî me yên wêjeyê seqet û lewaz bimîne.
Pêşgotina vê pirtûkê bi gotinên nivîskarê navdar yê Îtalî Giovanni Battista Vico ( Giyovanê Batêsta Vîko) dest pê dike ku li ser dîroka helbestê wisa dibêje: ''Rayên ziman di helbestê de veşartî ye. Mirovên pêşîn êş û şadiyên xwe bi forma helbestî ragihandine, ev gotinên pêşî ne gotinên ferhengê bûn. Ew di nava xwe de derbirîna pişkivîna helbestê bûn''.
Cano Şakir ji bo vê pirtûka xwe bixwe jî dibêje: ''Amadekariya vê pirtûkê salekê dom kir, dixwazim bêjim min di nava salekê de karî xwe bighînim 107 helbestvanan. Her wisa ji van 96 beşdar bûn, ji 11 helbestvanên ku beşdar nebûn, 4 ji wan bersiv dan û 7 kesan jî tew bersiv nedan. Li vir dixwazim bibêjim ku li Rojavayê Kurdistanê bingeheke xurt ji helbesta kurdî (kurmancî) tê danîn.''
Cano Şakir Pirtûka li ser vê Antolojiyê bi danehev û komkirina van helbestvanan re weke mal û pirekê dibîne, ku her hebestvanek xwedî rengekî ye ew gelek rengên ji rengan maleke ji helbestê di nava xwe de dihewîne.
Çavkanî:
-Ji malpera Diyarnameyê
-Ji malpera Ronahî TV
-Ji malpera Wîkîpediya
-Antolojiya helbesta Nûjen a Rojava.
[1]