Yekrêziya Kurdî; Deriyê avakirina civakeke demokratîk û Sûriyeya nû ye
-Hesen REMO
Di 26’ê Nîsanê de, qada siyasî ya Kurdî bi lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê şahidê kêliyeke girîng di rêveçûna xwe ya dîrokî de kir. Ev konferansa weke gaveke pratîkî ya bersivdana banga gelê Kurd û tevahî bangawazên azadî û demokrasiyê li Sûriyeyê hat.
Di 27'ê Sibata borî de Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Rêber Abdullah Ocalan di wê bangê de daxwaza derbaskirina nakokiyan, avakirina jiyaneke hevbeş a aştiyane û jinûve sazkirina têkiliyên siyasî û civakî li ser bingehên tevkariya demokratîk, kir. Rêber #Abdullah Öcalan# di banga xwe de got ku çareseriya rastîn a pirsgirêkên herêmê ne bi rêya dubarekirina sîstemên navendî yên kevin an ketina nava şerên xwînrijandinê ye, lê bi avakirina civakeke demokratîk û azad ku pirrengiyê nas bike û pirrengiya wê weke hêz ne gefê hembêz bike, pêkan e.
Ev bang ne tenê teorîkî yan jî tenê ji bo Kurdan e, lê belê ew ji bo hemû gelên herêmê nêrîneke stratejîk, bi taybet jî ji bo Sûriyeyê ku ji 14 salan ve di nava şerekî wêranker de ye. Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ya di 26’ê Nîsanê de, ji bo ku vê nêrînê vegerîne gavên pratîkî, hat lidarxistin. Di konferansê de nûnerên partî û hêzên Kurdî li hev civiyan û teqezî bi pabendbûna bijardeya aştî û demokrasiyê kir û yekitiya niştîmanî weke hîmeke bingehîn a destpêkirina ber bi pêşerojeke hevbeş ve esas girtin.
YEKRÊZIYA KURDÎ JI DAXWAZEKE NETEWEYÎ WÊDETIR E
Yekrêziya Kurdî li Sûriyeyê êdî ne refahiyeke siyasî yan jî xwestekeke xwedî damxeya neteweyî ye, lê êdî pêwîstiyeke hebûnî ye ku zehmetiyên mezin ferz kirine, ye. Rewşa Sûriyeyê hîn jî krîz e û destwerdanên derve komployan dihûnin ku yekitiya civakî ya mayî parçe bikin, û gelê Sûriyeyê bi tevahî pêkhateyên xwe jî di nava çakûça belengazî û sindana destpotê de ye.
Têkildarî wê, gelê Kurd ku ew jî pêkhateyeke resen a mozaîka civaka Sûriyeyê ye, 2 qatî xwedî berpirsiyariyeke dîrokî ye; ya yekê li hember doza xwe ya neteweyî û ya duyê jî li hember projeya veguherîna demokrasî li Sûriyeyê. Ji lew re, serketina Kurdan di yekitiya nêrîn û helwestên xwe de serketina tevahî Sûriyeyiyên ku xewna welatekî azad, pirrengî û demokratîk dikine, ye.
PÊKANÎNA BANGA RÊBER ABDULLAH OCALAN Û BERFIREHKIRINA QADA DEMOKRASIYÊ
Bi girêdana konferansê bi banga Rêber Abdullah Ocalan ve, diyar bibe ku tevgera Kurdan li gorî hişmendiyeke cudaxwazî nehatiye, lê ji baweriyeke kûr ku guhertin ji bilî avakirina civakeke demokratîk ne pêkan e, hatiye. Ev têgeha ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, balê dikişîne ser rizgarkirina civakan ji destê dewlet-neteweyên totalîter û girîngiyê dide xurtkirina çanda beşdariya gel û bilindkirina rola jin û ciwanan wekî mîmarên sereke yên pêşerojê ne.
Diyalogên Kurdî - Kurdî yên ku di konferansê de hatin pêşxistin, kevirê bingehîn ê ku vê civakê dixwest e û ev ji bo diyaloga berfireh ku tevahî pêkhateyên Sûriyeyê; Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Çeçen, Tirkmen û tevahî mezheb û etnîk destpêkek e, ku divê temsîla xwe di Hevpeymana Civakî ya nû de bikin.
LI SER ASTA SÛRIYEYÊ GIRÎNGIYA KONFERANSÊ
Dema ku Kurd bibin xwedî yek helwestê, ne tenê têkoşîna wan bi pêş dixe, lê ji bo tevahî Sûriyeyiyan modeleke zindî pêşkêş dike lihevkirinên neteweyî dûrî destwerdanên derve yan jî şerên xwînrijandinê, pêk bînin. Yekrêziya Kurdî pêwîstiya xurtkirina pransîba vîna gelê azad e ku cewherê her projeyeke demokratîk a serkeftî ye.
Ev kombûna Kurdî peyamekê dide hêzên herêmî û navneteweyî ku Kurd di destê tu kesî de ne kaxiz in, lê belê ew xwedî hêzeke niştîmanî ya resen in.
ZEHMETIYÊN PÊŞEROJÊ
Tevî girîngiya konferansê, lê gul li ser rêya projeya yekitiya Kurdî nehatine reşandin. Ji ber ku hin zehmetiyên hundirîn hene, ku pêwîstî bi derbaskirina hesasiyetên partiyetî û berjewendiyên teng heye. Ji ber ku hêzên herêmî zextan dike ku tu hewldaneke demokrasiya rasteqîn li Sûriyeyê pêk bê, hilweşînin.
Lê girêdana bi ruhê banga Rêber Abdullah Ocalan, berdewamkirina diyaloga hundirîn û beşdarkirina tevahî hêz, civaka sivîl, jin û ciwanan, dikare van zehmetiyan veguherîne derfeteke rastîn ji bo avakirina rastiyeke nû.
Di encamê de, ev konferans destpêka rêyeke dirêj a ber bi avakirina civaka demokratîk a azad ve ye. Yekrêziya Kurdî ya ku xwe dispêre banga Aştî û Civaka Demokratîk, bingeha avakirina Sûriyeya nû ya bi edalet, wekhevî û pirrengî ye.
Ev derfeteke dîrokî û ezmûneke giran e, divê ji dest neçe. Her çiqas Kurd di pêkanîna yekbûna xwe de serkeftî bin, ewqas wê Sûriye ji berbangeke nû ve nêzîk bike, ku tê de Sûriyeyî xwedî rûmet be û Sûriye bi xwe jî xwedî yekbûn be.[1]