Sûriye li ber keviyê hilweşîna mezhebî ye
- Hesen REMO
Ji ber gurbûna aloziyên mezhebî û iraqî, ku herî dawî di bûyerên Ceremana û Eşrefiya Sehnaya yên gundewarê Şamê de derketin, Sûriyeyê piştî dehan salan ji şer di yek ji qonaxên xwe yên herî xeternak de dijî.
DURZIYÊN LI GUNDEWARÊ ŞAMÊ RÛBIRÛYÎ GULEBARANÊ Û KOMKUJIYÊN BÊDENG IN
Li Ceremana û Eşrefiya Sehnaya yên gundewarê Şamê, ji ber peyameke dengî, nakokiyên mezin derketin, piştre bil ez veguherîn pevçûnên dijwar. Di encama wan pevçûn û êrişan de di nav de sivîl û çekdarên xwecihî ji xelkê mezheba Durzî, endamên hêzên alîgirên wezareta parastinê ya desthilata Şamê, 47 kes hatin kuştin.
Ev pevçûn, piştre asta xwe derbas kirin. Komên ku bi awayekî aşkera li kêlek wezaretên parastinê û hundirîn kar dikin welatî di çewlikan de qetil kirin. Ev yek desthilata Şamê radixe ber berpirsiyariya siyasî, qanûnî û exlaqî, heta ku wan bi xwe fermanên yekser jî nedabe.
Ev tundî, bi awayekî trajedî li ser rêya Şam - Siwêda jî dubare bû. Komên çekdar li pêş karwaneke ciwanên durzî, ku ji bo piştgiriya birayên xwe li gundewarê Şamê bikin, kemînek vedabû, gule li wan reşandin, 6 ciwan qetil kirin û hin jî birîndar kirin. Li kêlek wê jî bi hawin û doçkeyan gundên Durzî yên li Siwêdayê hedef girtin.
ELEWÎ NE DÛRÎ TRAJEDIYÊ NE: KOMKUJIYÊN 6'Ê ADARÊ BÊ HESAB MAN
Tiştê dihêle rewş girêktir bibe, bêdengiya li hember komkujiya ku di navbera 6-9’ê Adarê de li perava Sûriyeyê çêbûyî ye, ku di encamê de, li gorî belgekirin û şahidan, zêdetirî hezar û 500 Elewî bûn qurbanî. Lê hîna encamên lêpirsîn an jî hesabxwestina ji berpirsên komkujiyan nehatine aşkerakirin û ragihandin, berevajî bêdengiyekê li hember komkujiyan xwe daye der, weke ku qurbanî di asta jêr de ne.
Ev paşguhkirina ku desthilata Şamê li hemberî komkujiyeke wiha dide meşandin, lewaziya wê di mijara fitneyên taîfî û mezhebî de nîşan dide û rê li ber şîroveyên herî reş vedikin. Gumanên wiha jî derdikevin ku gelo dixwazin ev krîz mezintir bibin ku siyasetên xwe rewa bikin an jî ji nû ve bûyerên li ser erdê bihûnin.
GELO PÊKAN E DESTHILATA ŞAMÊ BERPIRSIYAR NEYÊ DÎTIN?
Ji xetertirînên bûyerên borî, ew e ku aliyên ku komkujî li Ceremana û Eşrefiya Sehnaya pêk anîne, girêdana xwe ya yekser bi wezaretên parastinê û hundirîn ve înkar nakin.
Gelo li vir desthilata Şamê dikare wekî berpirs neyê dîtin û were efûkirin? Gelo em dikarin behsa desthilateke serwer bikin ku di heman wextî de ew nikare komên girêdayî xwe yên ku komkujiyan pêk tînin rawestîne?
Di rastiyê de, Şam niha nûnertiya dewleteke xwedî sazî, qanûn û hesabxwestinê nake. Ew bûye desthilata defaktor ku torên ewlekariyê û komên leşkerî wê kontrol dikin. Her aliyek ji wan jî şerekî li gorî berjewendî û serweriya xwe dide meşandin.
METIRSIYA HERÎ MEZIN LI SER SÛRIYEYÊ: MEZHEBPERESTÎ
Piştî 14 salên şer êdî Sûriye nikare alozî û parçebûnên din tehemûl bike. Mozaîka civakî gelekî lewaz e û di salên dawîn de di gelek tecrûbe û ezmûnan re derbas bûye. Çi li Hums, Heleb, Xûta, Dera çi jî Idlibê, niha jî ew gihîştiye Şam û peravê.
Provokasyona mezhebperestiyê êdî ji bo derxistina fitneyan di kêliyekê de, weke çekeke normal û berbelav tê bikaranîn. Li ser medyaya civakî bangên serjêkirina Kurdan, Elewiyan û Durziyan ji aliyê kesên neteweperest û mehzebperest ve yên girêdayî komên çekdar ên girêdayî wezareta parastinê ya desthilata Şamê bi awayekî vekirî û aşkera tên kirin.
Gelo ev e Sûriyeya ku wan behsê dikir? Gelo behsa dewleta ku tê de hemwelatî ji ber mezheb û neteweya xwe werin kuştin û kujerên wan bê hesab bimînin da ku van sûcan careke din dubare bikin, dihat kirin.
ÇARESERÎ ÇI YE? GELO RÊYA DERKETINÊ JI BO VÊ REWŞA LEZBÛYÎ HEYE?
Hemwextî gurbûna tundiya mezhebî li Sûriyeyê û kûrbûna valahiya di navbera pêkhateyên civakê de, ji her demê zêdetirî pêdivî bi çareseriyên bingehîn heye. Bêyî ku rêbazên nû ku krîzê ji bingeh de çareser nekin, axaftina li ser siberojeke ewleh û îstîqrar nayê kirin.
YEKEMÎN, PÊWÎSÎT BI HEVPEYMANEKE CIVAKÎ YA NÛ JI BO TEMSÎLKIRINA TEVAHÎ GELÊ SÛRIYEYÊ HEYE:
Danezana Destûrî ya ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye ragihandin dubarekirina sîstema desthilatdar a berê bû. Li gorî wê danezanê destilatî di destê beşeke teng a civakê de ye û mafên beşên mezin ên Sûriyeyan tên paşguhkirin, bê ku guhartinên mezin û bingehîn di dewletê û parvekirina desthilatê de werin pêkanîn û axaftinên li ser lihevkirin an jî îstîqrarê wê xeyalî bin.
DUYEMÎN, VEGUHASTINA BER BI SÎSTEMA NENAVENDÎ YA DEMOKRATÎK VE:
Li gorî tecrûbeyan derketine, netewe-dewleta navendî nikare pirrengiya Sûriyeyî bi rê ve bibe, berevajî pareçbûnê kûrtir dike. Ji lew re pêdiviya avakirina sîstemeke nenavendî ku tê de hemû pêkhateyên neteweyî û olî bi awayekî rastîn werin temsîlkirin, zêde bûye.
SÊYEMÎN, DIVÊ TAVILÊ PROVOKASYONA MEZHEBÎ WERE SEKINANDIN Û PROVOKATOR WERIN CEZAKIRIN:
Hemwextî zêdebûna xîtabên nefretê çi di aliyê ragihandinê yan jî li ser erdê de, aştiya civakî nayê pêkanîn. Tiştê tê xwestin qanûnek tund li dijî kesên tehrîda mezhebî dike were ferzkirin û her hesabxwestineke qanûnî divê bikevin bin kontrola desthilata dadwerî ya serbixwe, ne li gorî hevsengiyên mezhebî yan jî tolhilanînên takakesî.
Bêyî şikandina xeleka nerfeta hemû aliyan şer ranaweste, ji ber ku nefret bi xwe re nefretê tîne.
ÇAREMÎN, EDALETA PÊVAJOYA VEGUHÊZ PÊWÎSTIYEK E:
Lihevhatin rastîn ji naskirina binpêkirinan û hesabxwestina ji sûcdaran bi rêya saziyên dadwerî yên serbixwe û zelal ve dest pê dike, ne bi mentiqê tolhildanê yan jî cezakirina komî. Çi hewldana avakirina Sûriyeyê nû bêyî edaletê, wê bi xwe re tundî û komkujiyên nû bîne.
PÊNCEMÎN, SÎNOREK JI DESTWERDANÊN DERVE RE BÊ DAYÎN:
Destwerdanên herêmî êdî bûne kûrkirina krîzê ne çareserkirinê. Ew destwerdan ji ber tasfiyekirina hesabên dewlet û hêzan, serweriya Sûriyeyê binpê dikin. Bêyî lihevkirineke niştîmanî ya ji bo redkirina tevahî şêweyên destwerdanên derve di serî de dewleta tirk a dagirker, ne pêkan e li ser projeya niştîmanî ya serbixwe axaftin bên kirin.
Ev gav ne hêsan in, lê belê ji bo derbaskirina krîzan û jinûve avakirina Sûriyeyê pêwist in.
BER BI SÛRIYEYA NÛ VE: NÊRÎNA BO PÊŞEROJÊ
Rêya ber bi Sûriyeya aram, ewle û demokratîk ve ne hêsan e, lê ne ku nayê pêkanîn jî. Di serî de pêwist e îtîraf were kirin ku tiştê ku Sûriye tê re derbas dibe ne tenê krîzeke siyasî û ewlehî ye, lê belê krîza nasnameya niştîmanî û teşeya sîstemê ye. Sûriyeya nû nikare li ser kavilên mezhebperestî û neteweperestiyê were avakirin, ne jî li ser kavilên sîstema navendî û hegemoniyê. Lê belê ew li ser bingeha nirxên hemwelatîbûnê, pirrengiyê, nenavendî û edaletê ava dibe.
Ji bo vê wêrekiyeke siyasî û exlaqî divê, ne tenê ji aliyê desthilata Şamê ve, lê ji aliyê tevahî hêzên niştîmanî ve jî. Pêwist e ew tev li hev bicivin û ji bo berjewendiyên Sûriyeyiyan di ser her tiştî re bigirin li ser maseyekê rûnin, destûrek nû ku nûnertiya hemûyan bike derxin û borî dubare nebe.
Tenê bi rêya aştî, edalet û beşdarbûnê Sûriye dikare ji nav kavilên şer derkeve, rûmet, serwerî û nasnameya xwe dîsa bi dest bixe û bibe dewleteke sivîl û demokratîk û ji tevahî pêkhateyên neteweyî û olî re bibe war.
Di dawî de, li pêşiya Sûriyeyê 2 rê hene, an ew ê ber bi têkçûnê û şerên berfireh ên navxweyî yên mezhebî û neteweyî ve biçe, an jî ew ê ber bi diyalogeke niştîmanî ya wêrek ve here, ku tê de îtîraf bi sûcan were kirin, dewleta zordariya ewlehî were hilweşadnin, hevpeymaneke civakî ya nû were sazkirin û Sûriyeya demokratîk a nenavendî were avakirin.
Dem êdî ne li gorî yekî ye, xwîn welat ava nake. Gelo kes guhdar e?
[1]