Ji 1920’an ve rewşa Kurdan a li Sûriyeyê
- Xeyrî BARAN
Di sala 1916’an de di navbera Brîtanya û Fransayê de Peymana Sykes-Picot hate îmzekirin. Armanca vê peymanê ya sereke jî parçekirina Împaratoriya Osmanî bû ku bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn re ketibû pêvajoya hilweşînê.
Di çarçoveya vê peymanê de û di bin serweriya Brîtanya û Fransayê de rejîmên demkî yên mêtingehê li Sûriyeyê û Iraqê hatin avakirin. Rêya trênê ya di navbera dewleta Tirkiye û Sûriyeyê de wek sînor hat qebûlkirin.
Beşa #Kurdistan#ê ya biçûk anku Rojava, di nava sînorên Sûriyeyê de hate hiştin. Dewleta ku bi navê Komara Ereb a Sûriyeyê hat ragihandin û ji destpêkê ve siyaseteke li ser neteweperestî, şovenîzm û cihêkariyê meşand.
Statukoya ku ji bo Sûriyeyê hat çêkirin ji destpêkê ve rê li ber pirsgirêkên mezin vekir. Ji ber vê yekê jî piştî şerê cîhanê yê yekemîn dewleta Sûriyeyê qet asayî nebû û hê jî ew rewşa ne asayî dewam dike. Çawa ku li Tirkiyeyê hate kirin li Sûriyeyê jî Kurd tune hatin hesibandin, hebûna wan hat înkarkirin, mafê welatîbûnê ji bo pirraniya wan nehate dayîn û bi ti mafekî qanûnî, çandî, siyasî ve nehatin girêdan.
Ev yek di sala 1963’yan de bi hatina li ser hikum a rejima Baasê re jî gihaşte asta herî jor. Dewleta Sûriyeyê ya ku weke çand, ol, ziman û mezheb xwedî cihêrengîyeke dewlemend e, bi polîtakayên yektîpkirinê rê li ber nerazîbûnên mezin vekir û ji alozî û destwerdanan re zemîn ava kir.
Di Adara 2011’an de bi destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re statukoya sedsalî derizî û ji bo gelên Sûriyeyê rê li ber derfet û fersendên dîrokî vekir. Ya rastî ne tenê pergala li Sûriyeyê, di heman demê de siyaseta sed salî ya hêzên kapîtalîst jî hilweşîya.
Kurdên ku sedsalî tune hatin hesibandin û hatin înkar kirin, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de gaveke dîrokî avêtin ku vê yekê rêveçûna Sûriyeyê û hemû herêmê guherî. Dewleta Tirk a ku bi ev pêngav ji bo xwe xeter dît kete nava tevgerê û yekser destwerdan li şerê navxweyî yê Sûriyeyê kir. Êrişên komên çete yên mîna Cebhet el Nusra ku sala 2012’an li Efrînê destpêkirin û sala 2013’an li dijî Serêkaniyê dewam kirin nîşaneyên vê yekê bûn. Armanc jî astengkirina statuyeke Kurdan ya li Rojavayê Kurdistanê bû.
Bi destwerdana Tirkiyeyê re Sûriye hilweşiya, bajarên wê hatin dagirkirin, bi sed hezaran kes hatin kuştin û bi milyonan kesî koç kir. Lê rejima Baasê zîhniyeta xwe ya nijadperest û şovenîst neguherî û di parastina desthilata xwe de israr kir. 8’ê Kanûna 2024’an bi çûyîna rejima Baasê ya li sergoya dîrokê re li Sûriyeyê jî demeke nû dest pê kir.
Niha desthilata ku li Şamê hikum dike, HTŞ ye anku bi navê xwe ku tê naskirin Cebhet el Nusra ye. Bingeha wan El Qaîde ye ku paşê jê veqetiyan û fikra wan jî îslama radîkal a mezheba sunnî ye. Ev rastîya wan ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Jixwe bi êrişên xwe yên li dijî Durzî û Elewiyan yekser ev rastiya xwe nîşan dan.
Ev desthilat ne xwedî tecrubeyeke rêvebirina dewletê ye û ne jî xwedî çandeke demokratîk e. Dîsa bi kiryarên wan ên rojane jî tê dîtin ku bi giranî di bin bandora Tirkiyeyê de ye û bi nêrîn û fermanên wan tev digere. Tiştên ku rejima Baasê berê kirine, ev desthilat jî bi rengên cuda dubare dike. Xuya ye dê Sûriye bi vê zîhniyetê ji qeyranên heyî dernekeve û demokratîk nebe.
Beriya her tiştî divê ev desthilata nû rastiya pirçandî û pirnetewebûna Sûriyeyê fêm bike û bizane êdî wê Sûriye venegere mîna berê. Bi siyasetên zordariyê, şer û êrişan jî pirsgirêk çareser nabe. Ya ku divê bê kirin ev e; di serî de Kurd, divê nasnameyên neteweyên din ên Sûriyeyê bên naskirin, li gorî wê rêveberî û destûreke demokratîk a ku her kes bikare tev lê bibe, were avakirin.[1]