Şîlan Şakir: Li Şengalê pêşketin mezin tê jiyankirin
Reportaj Summay
HEVPEYVÎN
AZAD SEFO/#ŞENGAL#
Hevseroka Tevgera Azadî ya Kurdistanê û Endama KNK'ê Şîlan Şakir derbarê serdana wan a Şengalê de û wan rewşa Şengalê çawa dîtin, her wiha gefên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê û hilbijartinên Îraqê pirsên me berisvandin.
*We serdana Şengalê kir û bi gelek kesayetan re hevdîtin pêk anîn, hûn rewşa Şengalê ya niha çawa dinirxîn in?
Piştî civîna KNK'ê ya Başûrê Kurdistanê biryar hat dayîn ku serdana Şengalê hate dayîn, armanc ji serdanê ew bû ku em rewşa Şengalê û sîstema demokratîk a nû piştî xelasbûna ji DAIŞ'ê bişopîn in. Serdana me di dema dewleta Tirk gafa êrîşê li ser Şengalê dixwar û bi hin aliyên kurd re itîfaqa êrîşa li ser Şengalê datîne pêk hat. Me dît ku serdana Şengalê di vê demê de û piştgiriya gelê wê girînge. Em dikarin rewşa Şengalê di vê demê de bi çend hevokan bîn in ziman.
Gelê Şengalê ku rastî komkujiyan hat, xwe bi rêxistin kiriye, saziyên xwe ava kirine û hêza xwe ya leşkerî ji bo parastinê ava kiriye.
Derbarê gef û tehdîdên dewleta Tirk ên ji herêma Şengalê re me hevdîtin bi gelek kesayet û saziyên herê re pêk anîn. Me bi gelê Şengalê re jî hevdîtin pêk anîn. Hemû aliyan ji me re tekez kirin ku dewleta Tirk wê nikaribe tisê di nava wan de çêbike. Li gorî nerîna me û tiştê me dît, Şengal ne wekî herêma ku berê rastî gelek komkujiyan hatiye.
Şêniyên Şengalê pirsyar dikin kengî tevî bi hezaran pêşmerge yên herêma Başûrê Kurditanê û Artêşa Îraqê hebûn, nikarîbûn parstina wan bikin, lê komek biçûk a HPG'ê parastina herêmên wan kir û DAIŞ têk birin.Şengaliyan dane zanîn ku hêzên HPG'ê parstina wan kir. Piştî tehdîdên Tirkiyê dema ji wan hate xwestin ji herêmê ji herêmê vekişiyan. Ji ber ku dewleta Tirk bi hebûna HPG'ê behane dikir da ku êrîşî Şengalê bike.
Şengala ku rastî komkujiyê hat, îro pêşketinê jiyan dike. Şêniyên Şengalê sîstama xwe bi xwe ava dikin û pêwîstiya wan bi tu aliyan nîne. Hin daxwazin gelê Şengalê hebûn, em ê bi Perlemantoyê re nîqaş bikin, da ku şandeyek ji Îraqê serdana Şengalê bike û rewşa wir ji nêz ve bibîne.
*20 bargehên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê hene, Tirkiyê xaka Başûr bi awayekî vekirî û eşkere dagir kiriye, niha jî dixwaze bargehên xwe li Başûr fireh bike, Hûn dagirkeriya wan çawa dinirxîn in, çi ji Başûrê Kurdistanê tê ku hewldanên dagirkeriyê rawestîne?
Dewleta Tirk û AKP'ê hebûna kurdan ji xwe re xeterke mezin dibîn in, dixwazin destkeftiyên gelê kurd derbe bikin. Li dijî pêşketina doza kurdî ne û dema pêşketin tê jiyankirin, êrîş dikin. Êrîşên Tirkiyê yên li Rojava û Efrînê nîşana herî ber bi çav a vê yekê ye.
Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve di aliyê aborî, çandî, ragîhandin û civakî de hatiye çemberkirin. Niha dixwazin êrîşên xwe pêş bixin. Demekê tangên Tirkiyê bi rehetî li xaka Başûr digeriyan. Niha jî Tirkiyê dixwaze hebûna xweya li Başûrê Kurdistanê xurt bike. Amedekariyên mezin dikin da ku êrîşî Başûrê Kurdistanê bikin û destkeftiyên gelê kurd derbe bikin. Behaneya wan jî hebûna PKK'ê ye. Lê armanca wan a sereke dagirkerina herêmê ye.
Serxwebûna Kurdistanê û rewşa Kerkûkê li ber çavê hemû cîhanê pêk hat. Amadekariyên dewleta Tirk a êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê li ber çavê hemû cîhanê tê kirin. Derbarê vvê yekê jî rayedarên Herêma Başûrê Kurdistanê bê deng in.
Em dikarin bêjin ku bê dengiya Başûrê Kurdistanê û siyaseta wan ne di berjeweniya gelê kurd tê kirin, lê belê di berjewendiya desthladariya eşre û kursiyê de ye.
Başûrê Kurdistanê di bin bandora siyasetên Tirkiyê û Îranê de ye. Niha û piştî dem derbas bû, rayedarên Başûrê Kurdistanê nikarin siyaseta xwe li ser erdê feriz bikin. Li ser erdê siyaseta firotin û berjewendiyan heye. Derî ji dewleta Tirk re tê vekirin ku êrîşên xwe pêk bîn e û xwe di herêmê de bi cih bike.
*Çi dikeve ser mile reşenbîr û gelê Başûrê Kurdistanê beranberê siyasetên ku li Başûrê Kudistanê hatiye meşandin, çi dikarin bikin?
Piştî êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê gelê Başûrê Kurdistanê helwesta xwe li dijî êrîşan diyar kir. Gel gotin ku Başûr, Efrînê ye. Rastiya vê gotinê em dikarin bêjin ku êrîşa li ser Efrînê wekî êrîşa li ser Silmanî û Hewlêrê ye. Nabe ku em gelê Başûrê Kurdistanê û hikûmeta wir bixin heman rêzê. Gel hebûna Tirkiyê qebûl nake.
Îro gelek bar dikeve ser milê gelê Başûrê Kurdistanê, helwestek zelel li dijî dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Başûr re danîn. Bi taybet di aliyê aborî de gel hatiye xeniqandin. Divê gelê Başûrê Kurdistanê ji van siyasetên têne meşandin hişyar be û ji wan re teslîm nebe. Divê gelê Başûrê Kurdistanê ji ber van siyasetan hişyar be. Ji gelê Başûr tê xwestin ku hevgirtina xwe xurt bikin û karê hevbeş li dijî siyasetên tê meşandin pêş bixin.
*Demek nîzk li Başûrê Kurdistanê hilbijartin hene. Çawa gelê herêmê dikarin ji van hilbijaritn sûd werbigirin beranberên niha û dagirkeriya Dewleta Tirk derkevin?
Divê gelê Başûrê ji qonaxa hilbijartinan sûd werbigire, da ku di vê qonaxê de bibe xwedî helwest. Rayedarên Başûrê Kurdistanê li ser propogandeyê pir kar dikin, her aliyek xwe wekî yê herî baş nîşan dide. Lê desthiladariya niha li Başûrê ku ev 27 sal in tenê gelek xirabî bi xwe re aniye û rê ji dagirkeriya Tirkiyê re ya Başûrê Kurdistanê re vekiriye. Vê rêveberiyê ji Şengalê vekişiya û bû sedema gelek komkujiyan derhqê gelê êzîdî de. Di heman demê de binesaziya civakî ya Başûr ji hev belav kiriye.
Divê hemû gelê Başûr ji bo sînorekî ji van siyasetan re dîn in berê xwe bidin sindoqên hilbijartinan. Da ku sîstemek demokaratîk saz bikin, da ku Başûrê bibe mînak ji parçeyên din ên Kurdistanê. Divê gelê Başûr deng bide îradeya xwe û ne bide kesayetan.[1]